Îbrahîm Ehmed Fetah Mistefa, bi navê (Îbrahîm Ehmed), 1953 an li kongreya sêyem de bi endamê komîteya navendî û Sekreterê Giştî yê Partiya Dêmokrata Kurdistana ـ Iraqê hatiye hilbijartin. Di sala 1964 an de bi hevkarî û piştgîriya desthilatdarên Şahnişîna Îranê serpereştiya civîna berfireh ya Mawet ya li dijî Serok Mistefa Barzanî de kiriye. Di sala 1964 an de ji aliyê gişt nûnerên kongreya şeşem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve ji ber ladana li peyrew û programê, ji rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye dûr xistin. Di sala 1966 an de çûye bajarê Bexda û hêviya xwe biriye ber Hikûmeta Iraqê û bi çekan dijî bi şoreşa Eylûlê rawestaye. Li 28 ê Adara 1970 an de Ehmed Hesen Bekir Serok Komarê Iraqê dest ji kar vekişana xwe ya tevahî ya li piştgîriya li grupa Îbrahîm Ehmed ـ Celal Talebanî ragihand û fermana çek kirina alîgirên xwe derxist. Li 10 ê şubata 1971 an de grupa xwe hilweşandiye û ligel Serok Mistefa Barzanî aşt bûye û li devera Balek ya li parêzgeha Hewlêrê hatiye nîştecîh kirin.
Jiyanname
Îbrahîm Ehmed Fetah Mistefa li sala 1914 an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Bi reçelek vedigerê ser hoza Hemewendî xêla Zengene ya Feylî ku bapîrên wî li devera Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê ve ber bi Başûrê Kurdistanê ve koç kirine û li Rojhilatê Kurdistanê ev hoze bi Hemewendî, Ehmedwendî û Bêhtuyî jî hatiye nas kirin. Îbrahîm Ehmed qonaxa navendî li xwendingeha navendî Kerx û qonaxa amadehiyê jî li amadehiya navendiya bajarê Bexdayê temam kiriye. Di sala 1937 bekaloryosa maf li kolêja maf ya Bexdayê wergirtiye. Di sala 1947 an de jiyana hevjîniyê ligel Gelawêj xana xuşkezaya parêzer Hemze Ebdula Omer (1915 - 1998) da pêk aniye. Li roja şemiya 8 ê nîsana 2000 an de bi nexweşiya Sîyeso (zat alreh) li bajarê Lîverpol ya li Şahnişîna Yekgirtiya Brîtanya yê koça dawî kiriye. Li 8 ê nîsana 2000 an de mekteba siyasî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê sersaxiyek pêşkêşî malbata xwe kiriye.
Roja dûşema 10 ê nîsana 2000 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve sersaxiyek pêşkêşî malbat wî û Celal Talebanî yê zavayê wî kiriye. Li roja çarşema 19 ê nîsana 2000 an de termê wî gihîştiye bajarê Tehranê û roja pênçşema 20 ê nîsana 2000 an de li xala tixûbî ya Perwêzxan ve gihîştiye axa Herêma Kurdistanê. Roja îna 21 ê nîsana 2000 termê wî li Girê Selîm Begê ya bajarê Silêmaniyê bi axê hatiye spartin. Roja şemiya 22 ê nîsana 2000 an şandeke Partiya Dêmokrata Kurdistanê beşdariya sersaxiya wan ya li bajarê Silêmaniyê kirine. Romannivîs, helbestvan û rojnamevan bûye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Îngilîzî bûye.
Xebatname
Îbrahîm Ehmed Fetah Mistefa li 1 ê hezîrana 1947 an de li piştî şikesta Komara Demokratîka Kurdistanê û nemana Partiya Dêmokrata Kurdistanê li ser qada ramyarî ya peywendiya bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurd re kiriye. Di sala 1947 an de berpirsê lîjneya navçeya Silêmaniyê ya Partiya Dêmokrata Kurd bûye. Di sala 1951 an de li bajarê Bexda ji aliyê nûnerên kongreya duyem bi endamê komîteya navendî ya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurd de hilbijartiye. Di sala 1953 li bajarê Kerkûkê ji aliyê nûnerên kongreya sêyem bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraqê de hatiye hilbijartin. Di sala 1953 li kongreya sêyem de bûye Sekreterê Giştî yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraqê. Di sala 1953 an de piştgîriya berbijêriya endamên Partiya Dêmokrata Kurdistana ـ Iraqê ya ji bo Encûmena Nûnerên Iraqê bûye. Di sala 1953 an de li gel Hebîb Mihemed Kerîm (1931 - 2013) naskirî bi Hebîb Feylî û Celal Hisamedîn Nuredîn (1933 - 2017) naskirî bi Celal Talebanî Serokayetiya Lîjneya Partiya Dêmokrata Kurdistana ـ Iraqê ya ji bo aştî dana sê balên Partiya Komunistên Iraqê (Al Qa'ide Raya Al Şexîliye Wehide A Şuîyîn) û yekxistina wan bûye ku têda serkeftî bûn.
Di sala 1954 an de xwe ji bo nûnerayetiya Encûmena Nûnerên Iraqê berbijêr kiriye. Lê belê ji bo dûr xistina wan ji pêvajoya hilbijartinê ji aliyê kar bidestên Şahnişîna Iraqê ve ji bo demekê hatiye bend kirin û piştî ragihandina encama hilbijartinan hatiye azad kirin. Di sala 1955 an de li rêya Kamîl Çadirçî (1897 - 1968) ve bi mebesta hemahengî û hevkariya peywendiyê bi Partiya Kongreya Niştimanî (Hizb Al Mutemer Al Wetanî) ve kiriye. Di sala 1956 an de li yekgirtina duyem ya li nav Partî bi Sekreterê Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê ve hatiye destnîşan kirin. Di sala 1956 an de piştgîriya dewleta Misir ya dijî bi êrîşa sê aliyaneya Şahnişîna Yekgirtiya Brîtanya, Komara Fransa û Komara Îsraîlê kiriye û ji bo demeke kurt hatiye bend kirin û paşê bi kefaleta pere ve hatiye azad kirin û xistine jêr çavdêriya Polîsan de. Di sala 1957 an de careke din li yekgirtina sêyem ya li nav Partî wekî Sekreterê Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê de hatiye destnîşan kirin.
Li meha Adara 1958 an de beşdariya civîna kesayetiyên Kurdên Başûrê Kurdistanê yên li bajarê Kerkûkê de kiriye bi mebesta raderbirîna di derbarê bi destûra yekîtiya di navbera paşayetiya Iraqê û paşayetiya Urdina Haşimî û çespandina mafên Kurdan ku ji aliyê Komeleya Gelan ve li ser paşayetiya Iraqê da hatibû sepandin. Li wê civînê de yadaştek radestî karbidestên paşayetiya Iraqê kiriye. Piştgîriya kudetaya (Darbeya) 14 ê temuza 1958 an ya dijî bi rejîma paşayetiya Iraqê kiriye. Di sala 1958 an de bi çend kesayetiyek re serdana bajarê Pragê kiriye bi mebesta hevrêyetiya vegerana Serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979) ya ji bo axa niştiman. Li 19 ê Eylûla 1958 an de bi Mistefa Barzanî re gihîştiye Balafirxaneya Qahîre û li Koşka Qubbe ji aliyê Cemal Ebdulnasir (1918 - 1970) ve hatine pêşwazî kirin. Li 6 ê tişrîna yekema 1958 an bi Serok Mistefa Barzanî re gihîştiye Balafirxaneya Elmusena ya Bexdayê û ji aliyê cemawerên Kurd û Ereb ve hatine pêşwazî kirin. Di salên 1959 - 1961 an de xwediyê îmtiyaz û sernivîskarê rojnameya bi Kurdî û Erebî ya Xebat organa Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê bûye ku hejmara yekem li 4 ê nîsana 1959 an de derketiye û piştî hejmara 462 bûye ku li 28 ê Adara 1951 an de hatiye çap kirin û ji aliyê Ebdulkerîm Qasim (1914 - 1963) ve hatiye girtin.
Di sala 1959 an de li bajarê Bexdayê ji aliyê nûnerên kongreya çarem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraqê hatiye hilbijartin. Di sala 1959 an de li yekemîn civîna komîteya navendî da bi Sekreter hatiye destnîşan kirin. Di sala 1960 an de li bajarê Bexdayê ji aliyê nûnerên kongreya pêncem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1960 an de li yekemîn civîna komîteya navendî da ji bo cara pêncem bi Sekreterê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1961 an de beşdariya civîna dawî ya serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li mala Dr Murad Ezîz (1918 - 1980) de kiriye ku bi mebesta amadekariyên ji bo şoreşê lê belê bi "Nexêr" ji bo şoreş kirinê deng daye. Li destpêka meha Eylûla 1961 an de li bajarê Bexdayê û bi awayeke nihênî bi serkirdayetiya Partiya Komunistên Iraqê re civiya ye. Ew jî bi mebesta bi dest ve anîna piştgîriya li şoreşa dijî bi Hikûmeta Ebdulkerîm Qasim bûye, lê belê li xwestên xwe de serkeftî nebûye. Li rojên 18 heta 23 ê kanuna yekema 1961 an de beşdariya civîna komîteya navendî Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Ewdalan ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê bi mebesta berdewamiya şoreşa Eylûlê kiriye û bi "Belê" deng daye. Li 8 ê şubata 1963 an de peyameke pîrozbahiyê ji bo kudetagerên Partiya Be'esa Erebî Sosyalîstî re şandiye bêyî wê yekê guh bide bi kuştariya endam û serkirdeyên Partiya Komunistên Iraqê ku hevbîrê wî yê li hizra Marksî ـ Lenînî da bûn. Li meha şubata 1963 an de bêyî gûhdana bi fermana Serok Mistefa Barzanî fermana çekkirin û kuştin û girtinê ji bo wan endamên Partiya Komunistên Iraqê derxist ku li destê kuştariyên Partiya Be'esa Erebî Sosyalîst hêviya xwe bi navçeyên azad kiriyên şoreşa Eylûlê biribûn. Di sala 1963 an de nûnerê kongreya Koye (Kongreya Yekem ya Gel) bûye. Di sala 1964 an de ji aliyê Ezîz Mihemed (1924 - 2017) Sekreterê Partiya Komunistên Iraqê ve şîret lê hatiye kirin ku li şer kirina bi Serok Mistefa Barzanî re destpêşxer nebê, lê belê wî tekez li ser rêkarên serbazî û çareseriya hemû kêşeyan bi piştbestina bi hêzê de kiriye.
Di sala 1964 an de bi hevkarî û piştgîriya desthilatdarên Şahnişîna Îranê serpereştiya civîna berfireha Mawet ya li dijî bi Serok Mistefa Barzanî re kiriye. Di sala 1964 an de ji aliyê hemû nûnerên kongreya şeşem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve ji ber ladana li peyrew û rêzikan ji nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye dûrxistin. Di sala 1964 an de piştî şikesta li beramber hêzên Serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê hêviya xwe biriye ber Şahnişînê Îranê û li bajarê Tehranê hatiye nîştecîh kirin. Di sala 1966 an de Şahnişîna Îranê bi cîh hiştiye û çûye bajarê Bexdayê û hêviya xwe biriye ber Hikûmeta Iraqê û bi çek dijî bi şoreşa Eylûlê rawestaye. Li 28 ê Tebaxa 1966 an de li gundê Tîmar ya li tixûbê parêzgeha Diyale beşdariya yekemîn civîna dijberên Serok Mistefa Barzanî û Partiya Dêmokrata Kurdistanê de kiriye. Li 22 ê Adara 1967 an de li gundê Tîmar û her bi navê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve kongreyeke ne yasayî saz kiriye û têda bûye endamê komîteya navendî û paşê li nav grupa xwe de wekî Sekreterê Komîteya Navendî xwe hilbijartiye. Li 28 ê Adara 1970 an de Ehmed Hesen Bekir Serok Komarê Iraqê dev jê berdana xwe ya tevahî ya li piştgîrî kirina grupa (Îbrahîm Ehmed ـ Celal Talebanî) ragihand û fermana çek kirina alîgirên wî derxist. Li 15 ê tişrîna yekema sala 1970 an de bi hevaltiya parêzer Omer Mistefa Mihemed Emîn (1923 - 1992) naskirî bi Omer Debabe û Elî Ebdula Reza (1937 - 1978) naskirî bi Elî Eskerî bi mebesta aştî kirinê li gundê Dîlman ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê hevdîtinê bi General Mistefa Barzanî re encam daye û li ser hilweşandina grupa (Îbrahîm Ehmed ـ Celal Talebanî) li hev kirin û bê şert û merc hatin nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de.
Li 27 ê kanuna yekema 1970 an de beşdariya civîna dawî ya grupa xwe kiriye ku bi mebesta xwe hilweşandinê û çûna nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Li 10 ê şubata 1971 an de grupa xwe hilweşandiye û bi Serok Mistefa Barzanî re aşt bûye û li devera Balek ya li parêzgeha Hewlêrê hatiye nîştecîh kirin. Di sala 1975 an de hevdîtinê bi Îdrîs Barzanî (1944 - 1987) re encam daye ku bi mebesta hemahengî û hevkariyê bûye. Li sala 1975 an de çûye Şahnişîna Yekgirtiya Brîtanya. Li 31 ê tişrîna yekema 1992 an de li kongreya niştimaniya yekgirtiya Iraqê li Pîrmam bi endamê desteya şêwirmendiyê hatiye destnîşan kirin. Di sala 2000 an de beşdariya konferansa zimanê Kurdî ya li Parîsê de kiriye.
Berhemên wî:
1 - Yadgar û hîwa (Bîranîn û Hêvî)1932.
2 - Kiwêrewerî (Korewarî) ـ (Çapa yekem 1959), (Çapa Qaçax 1361 hicrî).
3 - Janî Gel (Jana Gel) - (Çapa yekem 1973), (Çapa duyem 1987), wergêrana ji Farisî ji aliyê Mihemed Qazî û Ehmed Qazî li sala 1979 an de li jêr navnîşana Janî Gel li bajarê Tehranê hatiye çap kirin.
4 - Herzekarî ـ Beşa yekem 2006.
5- Tiwêjê le xebatî kake Omer Debabe 1996.
6 - Peyamî Dilsozî ـ Bê sal.
7 - Al Akrad Wal Arab ـ (Çapa Yekem 1937) - 1987 London).
8 - Dirk û gul.
Çavkanî:
1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
2 - Aram Kerîm, Min Mam Celal denasim, beşa yekem, (Bê cîh 2000), rûpel 1, 9, 11, 12, 20, 22, 26.
3 - Kongreya Niştimaniya Iraqê bi serkeftî bi dawî hat, Rojnameya Xebat, Organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmara 645 Hewlêr, çarşem, 4 ê tişrîna duyema 1992 rûpel 1.
4 - Îbrahîm Ehmed, Janî Gel, Tercume Mihemed Qazî û Ehmed Qazî, (Tehran ـ Muessese Intîşarat Agah 1358 hicrî), rûpel 1, 9, 10, 199.
5 - Harfî Murîs Wecun Beluc, la asdiqa suy al cebal, tercume rac al mihemed, al tabaa al salase, (Qamişlî ـ Dar Niqaş 2020), rûpel 199, 201, 202, 204, 207, 211, 212.
6 - Xîret bîn al hakimiye wal sehafa, Faxtarat al sahafe!, shîfa al atihad, lisan hal al atihad al wetanî al Kurdistanî, al dad 2, al sene al awale, Erbil, al sebt, 7 tişrîn al sanî 1992 rûpel 56.
7 - Aram Îsmaîl Kurdistanî, Ansîklopediya Govend, (Soran ـ Civaka Ferhengê Ehmedê Xanî 2018) rûpel 50.
8 - Al Reîs Al Barzanî ya'zî al seyîd Celal Al Talabanî waela al merhum Ibrahîm Ahmed, cerîda Xebat, lisan hal al hizb al Demoqratî Al Kurdistanî, al adad 981, al sene 53 Erbîl, Al Cuma 14 nîsanî 2000 rûpel 2.
9 - Al mekteb al siyasî lil hizbina ya'zî bil wefa al merhum Ibrahîm Ahmed, Cerîde Xebat, lisan hal al hizb al Demiqratî al Kurdistanî, al adad 971, al sana 53, Erbîl, Al cuma 14 nîsanî 2000 rûpel 2.