Mesûd Barzanî

Mesûd Mistefa Şêx Mihemed Şêx Ebdulselam Barzanî, bi navê Serok Mesûd Barzanî, Kak Mesûd, Kake, bavê Mesrûr Barzanî jî tê naskirn, di sala 1962ê de tevlî refên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûye.


Mesûd Mistefa Şêx Mihemed Şêx Ebdulselam Barzanî, bi navê Serok Mesûd Barzanî, Kak Mesûd, Kake, bavê Mesrûr Barzanî jî tê naskirn, di sala 1962ê de tevlî refên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûye, di sala 1966an de yek ji damezrînerên Ajansa Parastinê û piştre jî serokê wê bû, di sala 1970 de di kongreya heştan de wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, di sala 1975an de ji aliyê Mistefa Barzanî ve ji bo ji nû ve birêxistinkirina PDK’ê hate erkdarkirin, yek ji damezrînerên Serkirdayetiya Demkî û yek ji destpêkerên şoreşa 26’ê Gulana 1976’an a Partiya Demokrat a Kurdistanê bû, di sala 1979an de di kongreya nehan de wek serokê partiyê hat hilbijartin, di sala 1988an de wek serokê Bereya Kurdistanê hat destinîşankirin û wek serokê Bereya Kurdistanê pêşengiya Serhildana Bihara sala 1991 a Kurdistanê kir, di sala 2005ê de wek Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin, di 25ê Tîrmeha 2009ê de hilbijartinên serokatiya Herêma Kurdistanê de bi dengê rasterast ji aliyê dengdêrên Herêma Kurdistanê ve dîsa wek Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin, di sala 2014an de fermandarê meydanî yê têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞê bû, di sala 2017ê de jî biryarder û çavdêrê proseya referanduma Herêma Kurdistanê bû, ku tê de %93ê welatiyan dengê “erê” bo serxwebûna Kurdistanê dabûn û ji bo gihandina dengê rewa yê gelê Kurd serdana qesrên serkirdeyên Ereb û navneteweyî kiriye û beşdarî konferansên navneteweyî bûye, di dawiya Cotmeha 2017an de, wî dirêjkirina dema serokatiya xwe red kir û û dest ji karî berda û wî got ku ew ê Pêşmerge bimîne, niha jî serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û baregeha Barzanî ye.

 

Serkirdayetîkirina partîya demokrata kurdistanê

Mesûd Mistefa Barzanî di sala 1970 de ji aliyê nûnerên Kongreya Heştan bi 429 dengan ji 488 endaman wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, di sala 1979ê de di cvîna berferhirr ya Şawane a Rojhilatê Kurdistanê de wek serokê demkî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat destnîşankirin, de di kongreya nehemîn a sala 1979an de, di kongreya dehemîn a sala 1989an de, di kongreya yazdehemîn a sala 1993an de, di kongreya diwanzdehemîn a sala 1999ê de, di kongreya sêzdehemîn a sala 2010ê de û di kongreya çardehemîn a sala 2022 de wek serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatiye hilbijartin.


Erk û berpirsiyarî

Mesûd Mistefa Barzanî di 20ê Gulana 1962an de ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên gelê kurd beşdarî refên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû û heta niha weke Pêşmergeyekî berevaniyê li Kurdistanê têkoşîna xwe berdewam dike, di 15’ê Nîsana 1975’an de erka ji nû ve birêxistinkirina rêxistinên PDK’ê girt ser xwe piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, ku bi navê serkirdayetiya demkî ya PDK’ê t ê naskirin, di 26’ê Gulana 1976’an de pêşengiya Şoreşa Gulanê a Pêşverû kir û têkoşîna xwe ya çekdarî û siyasî domand û rasterast û nerasterast fermandarî û beşdarî piraniya şer û destanên berevaniyê kiriye û bi ked û şiyanên wî di gelek ser û binketinên jiyanê û têkoşînê de serkeftiye.

Di 13ê tîrmeha 2003ê de wek endamê Serokatiya Encûmena Hikûmeta Demkî ya Iraqê (Encûmena Rêveberiya Veguhêz) hat destinîşan kirin û di Nîsana 2004an de bû serokê wê Encûmenê.

Di 12 Hezîran 2005 de, bi biryara Civata Niştîmanî ya Kurdistanê wek yekem serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin û di 14ê Hezîrana 2005an de li Parlamentoya Kurdistanê wek yekem serokê Herêma Kurdistanê sonda qanûnî xwar.


Jiyan û qonaxên xwendinê

Mesûd Mistefa Barzanî di 16ê Tebaxa 1946an de li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê di dema Komara Demokratîk a Kurdistanê de ji dayîk bûye û ji malbata şêxên Takya Barzan e ku peyrewê Mewlana Xalid Neqşîbendî (1779-1827) û kurê General Mistefa Barzanî ye, di encama rûxandina Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê û penaberbûna bavê wî Barzanî li Yekîtiya Sovyetê, 12 salan ji viyana bavê xwe veqetiya, di sala 1953an de li gundê Napaxê diçe dibistana seretayî, di sala 1958an de xwendina xwe ya seretayî bi serkeftî qedandiye û xwendina xwe li dibistana amadeyî ya Rojava li Bexdayê berdewam kiriye, di sala 1958an de, yekem car li firokexaneya Musana ya Bexdayê, bavê xwe Serok Mistefa Barzanî dît, di Nîsana 1959an de li gel serokwezîra Iraqê Ze'îm Rukin Ebdulkerîm Qasim û serok Mistefa Barzanî li salona gel a Bexdayê beşdarî merasima vegerandina hevalên Barzanî ji Yekîtiya Sovyetê bû.

Di 20ê Gulanê de dev ji dibistanê berda û tevlî refên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû. Zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Îngilîzî dizane.


Şoreşa Îlonê

Mesûd Barzanî ji ciwaniya xwe ve ji bo gelê xwe ketiye nava têkoşîna çekdarî û siyasî, hizra rizgarîxwaza malbata wî bandor li teşekirina cîhanbîniya wî kiriye.

Di sala 1962 de, di destpêka xortaniya xwe de tevlî refên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû û piştî salekê beşdarî civîna mezin a Koyê bû, di salên 1964 û 1966an de wek mêvan beşdarî kongreyên 6 û 7an ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûye, di sala 1966an de bû alîkarê berpirsiyarê baregeha Barzanî û di heman salê de bû endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Desteya Kargêrî ya Encûmena Serkirdatiya Şoreşa Kurdistanê û di heman salê de bû serokê Komîteya Karûbarên Hewallgirî (Îstixbaratî) û Ewlekariyê ya Desteya Kargêrî ya Encûmena Serkirdatiya Şoreşa Îlonê, di sala 1967an de Saziya Ewlehî û Îstixbarata Şoreşê ku bi navê Dezgeha Parastinê tê naskirin damezrand û di sala 1969an de jî berpirsê Dezgeha Parastina Şoreşa Îlonê bû.

Di roja 29ê Îlona 1971ê de beşdarî bersiva êrişa terorîstî ya Dezgeha Ewlekariya Giştî ya Iraqê û şandeke melayên Ereb ên Iraqê li ser cihê civîna Serok Mistefa Barzanî bû, di 15ê Tîrmeha 1972an de, rola wî di pûçkirina hewleke terorkirina Serok Barzanî de hebû ku ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Iraqê û Rêveberê Giştî yê Asayîşa Iraqê ve hatibû rêkxistin, di 4'ê Kanûna duyem a 1975'an de dibe endamê Komîteya Plansaziya Leşkerî ya Şoreşa Îlonê.


Şoreşa Gulanê

Mesûd Barzanî di 26ê Adara 1975an de piştî têkçûna Şoreşa Îlonê koçberî Îranê bû û di 15ê Nîsana 1975an de li derveyî bajarê Nexdeyê yê Rojhilatê Kurdistanê di civînekê de Serkirdayetiya Demkî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ava kir û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji nû ve birêxistin kir, di sala 1988an de serpereştiya Dastana Xwakurkê ya parêzgeha Hewlêrê kir.

Serperşitîkirina Serhildana Kurdistanê

Mesûd Mistefa Barzanî di sala 1991ê de wek serokê eniya Kurdistanê serkêşiya Serhildana Kurdistanê kir û di gotarekê de ji bo gelê serhildana Kurdistanê li Koyê, yekem rêberê kurd bû ku behsa hilbijartinan û dewleteke sazûmanî kirî û paşê di sala 1992 de Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin avakirin, li Dastana Korrê û astengkirina pêşveçûna artêşa Iraqê di Nîsana 1991 de çavdêriya meydanî û roleke bilind list, di 22 Kanûna duyem a 2007an de bû Serokê Civata Serokatiya Kurdistanê, di 20ê Tebaxa 2009ê de ji bo cara duyem di hilbijartinên rasterast de wek Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.


hewl û çalakiyên aştiyane

Mesûd Mistefa Barzanî di 12'ê Kanûna duyem a 1970 li nêzîkî bajarokê Rwandiz li parêzgeha Hewlêrê pêşwaziya Seddam Huseyn, Cîgirê Serokomarê Iraqê kir ku ji bo gotûbêjkirina otonomiyê ji bo Başûrê Kurdistanê hatibû, di 11ê Adara 1970ê de endamê şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû ji bo îmzekirin û ragihandina Peymana 11ê Adarê ji bo mafê otonomiya Kurdistanê, di 2 ê Hezîrana1970an de serdana bajarê Kerkûkê kir û daxuyand ku Kerkûk bajarekî kurdistanî ye û vê yekê jî hikûmeta Iraqê a wê serdemê dilgiran kir.

Di 15'ê Cotmeha 1970'an de li gundê Dilmanê pêşwaziya serokên koma Îbrahîm Ehmed-Celal Talebanî dike, di roja 16ê Cotmeha 1976ê de bi armanca hemahengî û hevkarîkirina di navbera serkirdayetiya demkî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de li bajarê Londonê bi Celal Talebanî (1933-2017) re peymanek çêkir, di 19.12.1976ê de ji bo parastina berjewendiyên bilind û yekîtiya gelê Kurd serdana Şamê kir û bi rayedarên Sûriyê û piştre jî Celal Talebanî re hevdîtin kir, di 1’ê Gulana 1977’an de li Şamê bi Talabanî re hevdîtin pêk anî û peymanek li ser hevkariya meydanî di warên cuda de û bidawîkirina nakokiyên di navbera YNK û PDK’ê de îmze kir.

Di 28 ê Mijdara1980 de bi nûnertiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peymana Eniya Niştimaniya Demokratîk a Iraqê ya bi navê (CUD) tê naskirin, bi Partiya Komunîst a Iraqê û Partiya Sosyalîst a Yekgirtû ya Kurdistanê re bi armanca hevkarî û çalakiyên hevbeş îmze kir.

Di nîvê meha tebaxa 1986an de, li Tehranê bi serokê Encumena Bilind a Şoreşa Îslamî li Iraqê Mihemed Baqir Hekîm re hevdîtin pêk anî û li ser avakirina eniya Iraqê gotûbêj kirin, di 7ê Adara 1990ê de bi serokatiya şandeke serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) serdana baregeha serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir û ji aliyê Endamê Serkirdatiya YNKê Newşîrwan Mistefa Emînî ve hat pêşwazîkirin, ji 8 heta 10 Adara 1990, serokatiya civîneke berfireh a Bereya Kurdistanê kirye.

Di 20ê Nîsana 1991ê de, ji bo gera duyem a danûstandinan ligel hikûmeta Iraqê, Serokê şanda Bereya Kurdistanî bû, di 7ê Nîsana 1992an de ji bo amadekariya hilbijartinên Meclîsa Netewî ya Kurdistanê, li Pîrmamê serokatiya civîneke berfireh ya Bereya Kurdistanê kir, di 19ê Gulana 1992an û hilbijartina serokê tevgera rizgarîxwaza kurd de, bi 446 hezar û 819 dengan %47,51ê dengan pileya yekem bi dest xist, lê belê ji ber pirsgirêkên piştî hilbijartinê ev post bi cih nehat, ji 27 heta 31ê Cotmeha a 1992an li Pîrmamê mêvandariya Kongreya Opozîsyona Iraqê kir.

Di 9’ê Mijdara 1994’an de li baregeha sekreteriya Celal Talebanî ya li Hewlêrê, ji bo bidawîkirina aloziyên di navbera wan de, beşdarî civîna hevbeş a Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê - Yekgirtû û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bû, di 17 Sibat 1994 de, wî çavdêriya îmzekirina peymana aştiyê di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Îslamî li Kurdistana Iraqê kir, di 4ê Gulana 1994ê de, di civîneke hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) agirbest û asayîkirina rewşa Başûrê Kurdistanê îmze kir, di sala 1996’an de li Şamê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, di 17ê Îlona 1998an de bi amadebûna Wezîra Derve ya Amerîkayê Madeleine Albright ligel Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî (1933-2017) rêkeftina aştiyê ya Washingtonê îmze kir.

Ji roja 14 heta 16 Kanûn yekem a 2002an li Kongreya Londonê ji aliyê nûnerên Kongreya Opozisyona Iraqê ve wek endamê Komîteya Çavdêrî û Hevrêziyê hat hilbijartin û di sala 2003 de, wî serpereştiya Kongreya Selahedîn ya opozîsyona Iraqê kir ji bo hilweşîna rejîma Sedam Husênî, di 28ê Nîsana 2003an de bi serokatiya şandekê çû kongreya Bexdayê ji bo şopandina biryarên kongreya Londonê û naskirina mafên kurdan û avakirina hikûmetê.

Di 18ê Mijdara 2004ê de beşdarî kongreya Dûkan a Opozîsyona Iraqê bû, ji bo gotûbêja proseya hilbijartinan, sepandina ewlehiyê û dadgehkirina Sedam Husênî, di 1ê Kanûna yekem a 2004ê de li Pîrmamê ya parêzgeha Hewlêrê bi Celal Talebanî re li ser pirsên neteweyî di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de peymaneke stratejîk îmze kir.

Di 21ê Kanûna duyem a 2006an de, li Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê û bi merema avakirina Hikumeta Herêma Kurdistanê ya yekgirtî bi Celal Talebanî re hevgirtina her du rêveberiyên Hewlêr û Silêmaniyê îmze kirin, di 27ê Tîrmeha 2007ê de ligel Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî peymanek stratejîk îmze kir.

Di 10 Kanûn duyem a 2019an de, wî pêşwaziya şandeke serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir û serpereştiya her du civînên Hewlêr û Duhokê yên navbera (ENKS) û (TEVDEM)ê kir.

Gotûbêjên li ser nivîsandina destûra herdemî ya Iraqê

Mesûd Mistefa Barzanî 11.09.2003 li bajarokê Pîrmam pêşwaziya Waliyê Sivîl ê Amerîka li Iraqê Paul Bremer û şanda pê re kir û li ser ji nû ve nivîsandina destûrê û dabînkirina mafên neteweyî yên kurd di vê destûrê de gotûbêj kirin.

Di 14 Gulan 2005 de pêşwaziya Dr. Adil Ebdulmehdî, alîkarê Serokomarê Iraqêkir û pirsa destûrê mijara hevdîtinê bû, di 24 Gulan 2005 de, wî pêşwaziya Sadoun Dilêmî, wezîrê iraqî yê berevaniyê kir, û li ser jinûveavakirina leşkerê iraqî ji hemû civakan re gotûbêj kir, roja Înê 03.06.2005, pêşwaziya Dr. Haçim Hesenî, Serokê Parlamentoya Iraqa fedral kir, di 17 Hezîran 2005 de, li Bexdayê ji aliyê Celal Talebanî, serokkomarê Iraqa Federal û Dr. Îbrahîm Ceferî Serokwezîrê Iraqê ve hat pêşwazîkirin û jinûve nivîsandina destûra iraqa Fedral û rêzgirtina ji mafên hemû civakan gotûbêj kirin.

Serkirdayetiya meydanî li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê

Mesûd Mistefa Barzanî di Tebaxa 2014an de piştî êrişên rêxistina terorîst a DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê weke fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Kurdistanê serpereştiya eniyên şer dikir, di 20’ê Kanûna yekem a 2014’an de serperştiya rizgarkirina deşta Rebîa û Çiyayê Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê kir.

Di 2 Gulan 2015 de, pêşwazî li serokwezîrê Kanada Stephen Harper kir, roja dûşem 24ê Tebaxa 2015an pêşwaziya Borg Brende wezîrê derve yê Norwêjê û Ina Eriksen Surid wezîra berevaniya Norwêcê kir û di civînê de behsa şerê li dijî DAIŞê û rahênana Pêşmerge kirin, di 13ê Mijdara 2015ê de di operasyona rizgarkirina bajarê Şingalê ji destê DAIŞê de serkirdatiya Hêzên Pêşmerge kir, di 27 Çirî 2015 de, wî pêşwaziya xanim Orsola Vonderline, wezîra berevaniya Komara Federal a Almanyayê kir.

Hewildanên kuştinê

Mesûd Barzanî di 8ê Kanûna duyem a 1979ê de li bajarê Viyana yê paytexta Awusturya ji hewleke kuştinê ya serneketî ya dezgeha îstixbarata rejîma Be's rizgar bû û paşan bi alîkariya hikûmeta Awûstûryayê û Serokê Tevgera Rizgarîxwaz a Filistînê Yaser Erefat karîbû vegere Rojhilatê Kurdistanê.


helwest û tedbîrên dijber

Mesûd Mistefa Barzanî di sala 2003’an de li dijî destwerdana artêşa Tirk a li ser axa Başûrê Kurdistanê bi hinceta rûxandina rejîma Seddam Husên rawestiya, piştî tevgera hêzên Operasyona Leşkerî ya Dîcleyê ji aliyê serokwezîr Nûrî Malikî ve ji bo dagirkirina Kurdistanê, weke fermandarê hêzên çekdar ên Kurdistanê fermana berevaniyê da û hêzên xwe li Kerkûkê bi cih kirin, di sala 2014ê de, piştî ku Bexdayê bûdceya Herêma Kurdistanê birî, biryara hinartina petrola xav a Kurdistanê da ku mûçeyên hêzên Pêşmerge û karmendên Kurdistanê bê dabîn kirin.

Di sala 2014an de Projeya Serxwebûna Kurdistanê pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê kir û di 7ê Hezîrana 2017ê de jî ji bo amadekariyên referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, bi hemû partiyên Kurdistanî yên Herêma Kurdistanê re civiya û di 25ê Îlona 2017ê de %93ê welatiyên Kurdistanê dengên xwe bi (er ê) dane serxwebûna Kurdistanê, lê di 16ê Oktobera (Cotmeha) 2017ê de bi xiyaneta baskekê serkirdatiya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê YNKê hat astengkirin û beşek ji Kurdistanê hat firotin, ew bû di 20’ê Cotmeha 2017’an de weke Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê li eniyên Pirdê, Telsqof, Mehmûdiyê û Sihêla li dijî milîsên Heşda Şeibî, Hizbullaha Lubnanî, artêşa Iraqê û polîsên federal ên Iraqê rawestiya, ku fermandeyê wan şêwirmendên Îranî bûn û bi çekên giran ên Amerîkî ku berê dabûn artêşa Iraqê ji bo şerê DAIŞê, û bi mebesta girtina paytexta Herêma Kurdistanê û bidawîkirina pêkhateya Kurdistanê bûn.

Ji ber rewşa awarte ya Herêma Kurdistanê û bidawîbûna dema yasayî ya serokatiya Herêma Kurdistanê di 29ê Cotmeha 2017ê de, Parlamentoya Kurdistanê bi piraniya dengan, biryare dirêjkirina dema desthilata wî wek serokê Herêma Kurdistanê da, lê wî red kir û desthilatên xwe pêşkêşî encumenê kir ku bi qanûnê bide Encumena Wezîran a Kurdistanê û bi eşkere ragihand ku ew xwe Pêşmerge dihesibînin û amadebûna xwe ji bo li eniya pêş a her êrişekê nîşan da.


Têkiliyên dîplomatîk

Mesûd Mistefa Barzanî li destpêka tevlîbûnê di refên şoreşa Kurdistanê de, di demeke kurt de, jêhatîbûn û dilsoziya xwe ji her kesî re dupat kir û bi her karekî ku jê re hatibû peywirdarkirin, ji her demê zêdetir pêbaweriya xwe ji derdorên xwe re dupat dikir, û vê yekê jî wesa kir ku bêy li berçavgirtina temenê wî berdewam berpirsiyariyê mezintir danîn ser milên wî, yek ji erkên sereke yên ku wî di temenek biçûk de girt ser milê xwe, meşandina têkiliyên dîplomatîk bû, xebata têkiliyên beşeke mezin ji jiyan û têkoşîna wî pêk aniye, têkilî di rojeva her partiyeke siyasî de pir girîng e û navhatî ji bilî karkirinê weke pêşmerge, ev pîvan li ber çavan girtiye û ji bo vê jî û ji bo gihandina dengê rewa yê gelê Kurd serdana çendîn serkirdeyên Erebî û navdewletî, konfêrans û parlementoyên cîhanî kiriye û li baregeha xwe jî pêşwaziya wan kiriye.

di berhemên wî:

  1. Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd di şeş bergan de kubo  gelek zimanên cîhanê hatiye wergerandin.

  2. Mesûd Barzanî .. Pêşmerge di postê Serokê Herêma Kurdistanê de, axaftin, hevpeyvîn û konfranseke rojnamevanî, ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê - 2014 ve di şeş cildan de hatiye amadekirin.

  3. Ji bo Dîrok Ev berhem bi gelek zimanan hatiye wergerandin û di heman salê de sê caran hatiye çapkirin.

  4. Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd Şoreşa Gulanê

  5. Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd Serhildan, Derfet û Kêşe.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Salar Osman Husên

Salar Osman Husên, naskiriye bi Dr Salar, sala 1969 li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Xwendina seretayî û navendî li bajarê Hewlêrê qedandiye, Doktora li Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Dihokê bi dest xistiye. Xwediyê 12 pertûke li warên: Edebiyat, Ziman, Rojnamegerî û Siyasetê de.

Agahiyên bêtir

Segvan Halo

Segvan Osman Halo, naskiriye bi (Segvan Halo), li 1 ê Temmûza 1968 li gundê Bosel ya ser bi qezaya Zaxo ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, sala 2008 bawernameya bekaloryosê ji Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye, sala 2016 bawernameya Masterê li Yasa li Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye.

Agahiyên bêtir