Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.


Jiyanname

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Ji malbata Xefurî ye. Di sala 1914 an de li bajarê Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Ji aliyê mamosta Zekî Ehmed Henareyî ve zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî xwendiye. Keçên xwe xistiye li ber qonaxa xwendinê ku li wê serdemê berbelav nebû. Di sala 1975 an de li piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Di sala 1976 an de vegeriya ye Başûrê Kurdistanê û ji aliyê desthilatdarên Partiya Be'es ve ji bo bajarê Bexdayê bi zorê hatiye dûr xistin û nefî kirin. Di sala 1983 an de hevkariya malbata Barzanî kiriye ku li bajarê Bexda zilamên wan hatibûn wenda kirin. Di sala 1990 an de vegeriya ye bajaroka Koye. Di sala 1991 an de di dema koçbera milyonî de diçe Komara Îslamî ya Îranê. Li 12 ê nîsana 1991 an de li bajaroka Nexede (Rojhilatê Kurdistanê) koça dawî kiriye û li 25 ê Tebaxa 1991 an de li goristana Kekon ya li bajaroka Koye bi axê hatiye spartin. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Îngilîzî bûye.

 

Xebatname

Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Derçûyê pola pêncem ya seretayî bûye. Di sala 1933 an de yek ji damezrênerên Komeleya Lawan ya li Koye bûye ku bi Komeleya Mineweran jî hatiye nas kirin. Di sala 1939 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Hîwa ya Kurd re kiriye. Li nava meha nîsana 1941 an de di dema dijayetî kirina Reşîd Elî Geylanî Serok Wezîrê Iraqê li desthilatdariya Şahnişîna Yekgirtiya Brîtanya de endamê şanda Kurdî ya bajarê Hewlêrê û Kerkûkê bûye û li bajarê Bexda serdana Reşîd Elî Geylanî kiriye û li vê hevdîtinê de bi zimanê xwe gotar xwendiye. Di sala 1943 an de ji aliyê dengderên bajaroka Koye ve bi endamê encumena nûnerên Iraqê hatiye hilbijartin. Di salên (1943 - 1945) piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Endam û alîgirê Komeleya Jiyanewe ya Kurdistanê bûye. Di sala 1943 an de hevkariya maddî Yaneya (Klub) Serkeftina Kurdan ya li bajarê Bexdayê kiriye. Di sala 1945 an de peywendiyê bi Partiya Rizgariya Kurd re kiriye. Di sala 1945 an de ji bo çapkirina çapemeniyên wan hevkariya darayî pêşkêşî Partiya Komunistên Kurdistana Iraqê (Partiya Şoreş) ê kiriye. Li 16 ê kanuna duyema 1945 an de bi tometa piştgîriya şoreşa duyema Barzan (1943 - 1945) ji bo bajarokê Şeqlawe ya ser bi parêzgeha Hewlêrê hatiye dûr xistin û heta salekê li jêr çavdêriya Polîsan da bûye. Di sala 1945 an de bi mebesta hevkariya Komeleya Jiyaneweya Kurd (J.K) li bajarokê Koye alîkariyê kom kiriye û wî bi xwe jî hevkariya darayî pêşkêşî wan kiriye. Di sala 1945 an de hevkariya darayî pêşkêşî Komara Dêmokratîka Kurdistanê kiriye. Di sala 1946 an de bi kirîna xaniyek li bajarê Bexda vê xaniyê wekî beşa navxwe ya xwendekarên Kurd pêşkêşî xwendekaran kiriye.

 

Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Di sala 1946 an de ew Kurdên Başûrî yên ku li Komara Dêmokratîka Kurdistanê de xizmetê kiribûn û vedigeriyan malên xwe ji aliyê wî ve dihatin piştgirîkirin ewan dişande cihên wan. Di sala 1947 an de gelek alîkariya kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye ku ji destê sîtema desthilatdarên Şahnişîna Îranê reviyabûn, yek ji wan jî wekî Sedîq Heyderî. Di sala 1947 an de bi Nûnerê Parlemena Iraqê hatiye hilbijartin û li bereya rikeber li Parlemenê de çalakiyan kiriye û berdewam li avahiya Parlemen piştevaniyê li bendî û dûr xistiyên Barzaniyan kiriye. Di sala 1948 an de bi diruşma azadî ji bo bendkiriyên Barzaniyan beşdariya xwepêşandana Bexdayê ya dijî bi wajo kirina peymannameya Portsmus ya li navbera Şahnişîna Yekgirtiya Brîtanya û Şahnişîna Iraqê kiriye. Di sala 1950 an de serpereştiya konferansa Koye kiriye û serkirdayetiyeke nû hilbijartiye ji bo birêve‌birina Partiya Dêmokrata Kurd bi vê jî erkê wî yê partiyetî û karubar de pile pê hatine bexşîn û kongreya yekema Partiya Dêmokrata Kurd bi encam gihandiye. Heta sala 1951 ku tevgera Koye ber bi Komara Îsraîlê bi zorê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hate şandin bi piştgîr û hevkarê Cuhiyan hatiye nas kirin. Endamê Tevgera Aştîxwazên Iraqê bûye. Di sala 1953 an de ji aliyê desthilatdarên Şahnişîna Iraqê ve heta demekî kurt hatiye bend kirin. Di sala 1955 an de hevkariya darayî li Partiya Komunista Iraqê kiriye ji bo şandina nûnereke Kurd ya ji bo kongreya xwendekar û lawên cîhanî ya li Warşowa. Di destpêka sala 1959 an de endamê lîjneya Bereya Niştimanî ya li bajaroka Koye (Hewlêr) bûye û bi mebesta çareseriya kêşeyên di navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Partiya Komunistên Iraqî li Koye de roleke mezin dîtiye. Di sala 1957 an de pereyê geşta Celal Hîsamedîn Nuredîn nas kirî bi Celal Talebanî ya ji bo bajarê Moskowê bi stûyê xwe giriye ku bi mebesta hevdîtina Serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979) çûbû Moskowê. Li 26 ê temuza 1958 an de li bajarokê Koye kombûnê bi çendîn kesayetiya kir ji bo çûna bajarê Bexda û amade kirina xwestên neteweya Kurd. Li 27 ê temuza 1958 an de di gel şandeke ji Kurdan serdana Wezareta Berevaniya Iraqê ya li Bexdayê kiriye û pîrozbahiyê li rûxana rejîma Şahnişîna li Ebdulkerîm Qasim (1914 - 1963) kiriye. Di sala 1959 an de li mala wî ya li bajarê Bexdayê kongreya çarem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraq hate saz kirin.

 

Li 2 ê hezîrana 1959 an de bi wajoya Lîwa Rukin Ebdulkerîm Qasim Serokê Desteya Bilinda Çaksaziya (Reform) Çandinê de dest danîn li ser gelek ji zevî û mulkên wî. Li 22 ê kanuna yekema 1960 an de bi Endamê Encumena Fermangeyê Înhisarî ya Tutinê hatiye damezrandin. Di sala 1960 an de nûnerê kongreya pêncem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li 16 ê Eylûla 1961 an de li bendîxaneya Hewlêr û Bexda û Kut hatiye bend kirin û mala wî hatiye rûxandin. Di sala 1963 an de piştî nemana rejîma Ebdulkerîm Qasim hatiye azad kirin û li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1963 an de nûnerê kongreya yekem ya Gel (kongreya Koye) bûye. Di sala 1963 an de di dema kongreya yekema Gel (kongreya Koye) li mala xwe mîhvandariya Serok Mistefa Barzanî kiriye. Li nava sala 1963 an de mala wî ji aliyê hêzên Pasevanên Neteweyî (El heres al qewmî) ya ser bi Partiya Be'esa Erebî ve hayiye şewitandin. Di sala 1964 an de hewla aştkirina bala Serok û bala mekteba siyasî daye. Di sala 1964 an de beşdariya kongreya duyema gel (kongrey Qeladizê) de kiriye. Di sala 1964 an de bûye endamê Encumena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê. Di sala 1965 an de roleke mezin dîtiye bo ku penaberên Hemedanî yên ser bi bala mekteba siyasî ji aliyê Serok Mistefa Barzanî ve li ber bexşîn û lêborînê bikevin.

 

Di sala 1966 an de nûnerê kongreya heftem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajaroka Gelale ya ser bi parêzgeha Hewlêrê kiriye. Di sala 1970 an de nûnerê kongreya heştem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li gundê Nawpirdan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê kiriye.


Çavkanî :

1 - Mehmud Şêx Sîn Hiso al Rêkanî, Şingal (Sîncar) fî al a'had al malikî 1921 - 1958 (Erbîl ـ Al Akademiye al Kurdiye - Matba'a al Hacî Haşim 2012) sahife 117.

2 - Ehmed Bawer, Komeleya Yaneya Serkeftin (Kurdistan ـ Bajarvaniya Kelar ـ çapxaneya ofseta Tîşk 2004) rûpel 133.

3 - Amadekirin : Sedîq Salih, Ebdullayê Sofî Kerîmî Seracî, Serbazeke Wenda li take Komara Kurdistanê da, (Silêmanî ـ çapxaneya Bedirxan 2003) rûpel 140 - 141.

4 - Hoşyar Nurî Lek, Navdarên Kurd li risteyek da, (Hewlêr ـ çapxaneya çar çira 2010) rûpel 13.

5 - Îsmaîl Şukir Resul, Kerkuk lêkolîneke dîrokî ye li rûyê ramyarî û hizrî 1939 - 1945 (Hewlêr 2007) - rûpel 73.

6 - Fazil Resul, Kurdistan wal siyase al sufîtiye fî al şarq al awsat, tercume Xesan Na'man, (Al Silîmaniye - Mekteb al fikir walawe fî al Itihad al wetanî al Kurdistanî ـ matba'a muesese Hemdî lil taba'a wal neşir 2008) - sahife 241.

7 - amadekirin : Pêşrew Ehmed, li bîranîna Kake Ziyadî Koye da, rojnameya Kurdistanî Niwê, organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, jimare 2425, sala dehem, Silêmanî, pêncşem 12 ê nîsana 2001 - rûpel 10.

8 - Naveroka gotara Mam Celal li merasîma bîranîna 10 saliya şehîdê serkirde Omer Debabe da, rojnameya Kurdistanî  Niwê, organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, jimare 2671, sala yanzdehem, Silêmanî, çarşem 30 ê kanuna duyema 2002 - rûpel 3.

9 - Rêwiyê rêya tebayî ya gel rêzên gel, rojnameya Kurdistanî Niwê, organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, jimare 2670, sala yanzdehem, Silêmanî - Sêşem, 21 ê kanuna duyema 2002 - rûpel 6.

10 - Hevpeyvîn : Razaw Rezber, dûre perêzî Dr Pîroz, kovara Şawuşka, Navenda Şawuşka ya çalakiyên rewşenbîrî, jimare 11 - Hewlêr, payiza 2004 - rûpel 19.

11 - Ehmed Banîxêlanî, bîranînên min, (Stockholm 1997) - rûpel 178 - 217 - 399.

12 - Crîss Koçera, Cinbiş Milî kird, tercumeya Ibrahîm Yunisî, çapa duyem, (Tehran ـ Muesese Intişarat Nigah 1377 - şemsî) sahife 238.

13 - Mehdî Mihemed Qadir, pêşhatên siyasiyên Kurdistana Iraqê 1945 - 1958 - (Silêmanî ـ Navenda Lêkolîniya Stratejiya Kurdistanê 2005) - rûpel 93 - 119 - 121 - 123 - 128.

14 - Şiwan Mihemed Emîn Teha Xoşnaw, Hewlêr li navbera salên 1963 - 1970 lêkolîneke dîrokî li rewşa siyasî - (Hewlêr ـ çapxaneya zanîngeha Selaheddînê 2016) rûpel 36 - 76.

15 - Ebdure‌hman Şerefkendî, Çêştî Micêwir, (Parîs 1997) - rûpel 444.

16 - Davîd Makdul, tarîx al Akrad al hades, (Beyrut ـ dar al Farabî 2004) sahife 449.

17 - Cemal Nebez, bîranîn nameya wan rojên careke din venagerin - (Silêmanî ـ çapxaneya Şivan 2017) - rûpel 215.

18 - Qerar Sadir min al hayat al a'lya lil aslah al ziraî basma min teqrîr xezu'him lil qanun, cerîde alwaqae' al Iraqiye, al a'dad 182, al sana al awalî, Wezara al Irşad fî al Iraq, Bexdad, matba'a al hikume, al asnîn, 8 hezîran 1959 - sahife 4.

19 - Cemal Baban, Silêmanî bajarê min ê geş, berga sêyem - çapa duyem - (Hewlêr ـ Dezgeha çap û belavkirina Aras ـ çapxaneya Aras - 2012) rûpel 323.

20 - Bin buzîd asma, Mustafa al Barzanî we dewre fî al nezal al Kurdî 1943 - 1975 - al cumhuriye al Cezaeriye al demoqratiye al şa'abiye, Wezara al ta'lîm al alî wal bahs al a'lamî, camî'a Muhamed Buzyaf al musîliye, Kuliye al Ulum al insaniye wal ictimaiye, qisim al tarîx - 2019 - sahife 38.

21 - Ferhad Ewnî, Intibaat a'n ahtifa abna Koysancaq bi ziyara al Barzanî al xalid lim dîntehim, al halqa 10, mucela Gulan al Arabî, muesese Gulan al a'lamiye, al a'dad 18, Erbîl, matba'a Wezara al Seqafe 25 tişrîn al sanî 1997 - sahife 41.

22 - Husênî Hacî Qadir, Kake Ziyadî Heme Axayî Gewreyî Koye bîranînek, kovara Kekon, jimare 21 gulana 2012 - rûpel 10 -11.

23 - Ferhad Ewnî, Intibaat a'n ahatifa Ibna Koysancaq bi ziyara al Barzanî al xalid lim dîn tehim, al halaq 10 mucele Gulan al Arabî, muesese Gulan al a'lamiye, al a'dad 18, Erbîl, matba'a Wezara al saqafiye 25 tişrîn al sanî 1997 sahife 41.

24 - Tofîqî Mela Sedîq, bîranînên rojên partîzanî û Pêşmergeyetiyê û dûr xistina min, çapa duyem, (Hewlêr ـ çapxaneya Şehab 1996) rûpel 60 - 88.

25 - Ehmed Dilzar, bîranînên rojên jiyana min, beşa sêyem, (Stockholm 1994) rûpel - 12.

26 - Ehmed Dilzar, bîranînên rojên jiyana min (Hewlêr ـ Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ـ çapxaneya Şehab - 2019) - rûpel 190.

27 - B. Bewraz, kurte lêkolînek li ser damezrandin û hilweşandina Partiya Şoreş û Rizgariya li Başûrê Kurdistanê - (Bê cîh ـ Gulana 1993) - rûpel 27.

28 - Berzan Ehmed Kurde, kurte dîroka Cihuyên Kurdistanê - (Silêmanî ـ çapxaneya Karo - 2019) rûpel 190.

29 - Bekir Ebdulkerîm Hewêzî, geştêk bi Komara li Mehabadê da bîranînên min li Rojhilatê Kurdistanê da - 1944 - 1947 (Hewlêr ـ dezgeha çap û belavkirinên Aras 2001) - rûpel 9 - 10.

30 - Cemal Baban, a'lam al Kurd, al cuz al awal, al taba'a al saniye - (Erbîl ـ dar Aras lil taba'a wal neşir 2012) - sahife 500 - 501.

31 - Cemal Fetah Al Letîf, Êrîşa Pasevanên Niştimanî ya bajarê Koye û dewrubera wê ya li sala 1963 an de, kovara Kekon, jimare 39, Silêmanî - çapxaneya Mardîn - tişrîna duyema 2015 - rûpel 17 - 19.

32 - Hebîb Mihemed Kerîm, tarîx al hizb al demoqratî al Kurdistanî ـ al Iraq (fî muhatat reîsiye) 1946 - 1993, (Dihok ـ matba'a Xebat 1998) - sahife 34 - 35 - 36.

33 - Ferhad Ewnî 32 name û çend kesayetiya li dîwana min, (Hewlêr ـ  çapxaneya zanîngeha Selaheddînê 2019), rûpel 54 - 59.

34 - Rojîn Çelebî Minîr, Zaxo 14 ê tîrmeha 1958 - 6 ê adara 1975, (bê cîh ـ Navenda Zaxo ya vekolînên Kurdî - 2018), rûpel 75.

35 - Mihemed Sahil Tequş, tarîx al akrad 637 - 2015 (Beyrut ـ dar al nafaes lil taba'a wal neşir wal tewzî'a 2015) - sahife 301.

36 - Hemeyê Ferec Helebceyî, Ji Şinriwê heta Stockholm ê, çapa sêyem, (Silêmanî ـ çapxaneya Karo 2015) rûpel - 153.

37 - Dawîd Mak Dawil, tarîx masir Kurd, tercume Ibrahîm Yunisî, çap çarem, (Tehran ـ neşir panîz ـ çap dalahu 1393 - şemsî) - sahife 461.

38 - Rehber Seyid Birahim, Pirşengên Kekon، (Hewlêr ـ çapxaneya Şehab - 2014) - rûpel 32 - 35.

39 - Saîd Alî Mucanî, Sulmaz Sidqî, alhe na'mtî ... Ferheng recal û xandanhay masir Iraq, (Tehran ـ neşir a'zam 1392 - şemsî) - sahife 1145.

40 - Şe'ban Elî Şe'ban, hinek zanyarî siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr ـ çapxaneya Rojhilat - 2013) - rûpel 102.

41 - Abdalrezaq Mutlak al Fehed, al ahzab al siyasiye fî al Iraq we dewreha fî al hereke al wataniye wal qewmî - 1934 - 1958 (Beyrut ـ şarkiye al matbuat lil tewzî'a wal neşir - 2011) - sahife 249.

42 - Al Arab wal Kurd al musalah wal muxawif wal muşterekat, Sa'id Beşîr Iskender, al sabit wal mutaxîr fî al mewqif al qewmî al Kurdî tecae al sulta al Arabiye fî Bexdad xilal al a'had al malikî 1921 - 1958 (Beyrut ـ al merkez al Arabî lil abhas we dirasa al siyasat - 2019) - sahife 97.

43 - Ebdulxaliq Me'ruf, Koye û navdarên wê (Hewlêr ـ çapxaneya Minare - 2014) rûpel 72 - 76.

44 - Osman Mistefa Xoşnaw, Legel rojgar da gelawerîwekan, (Hewlêr ـ komelgay çapemenî Şehab 2007) rûpel 73.

45 - Fatih Resul, çend rûpelek ji dîroka xebata gelê me yê Kurd - bergê yekem (Swêd ـ çapxaneya Helebce - 1979) rûpel 407 - 409.

46 - Kerîm Şareza, al minazil al Kurdî Kake Ziyad Axa Xefurî 1914 - 1991 - cerîde Xebat, lisan hal al hizb al demoqratî al Kurdistanî ـ al muhed, al adad 893 - al cum'a 25 Eylul 1998 - sahife 13.

47 - Kerîm Şareza, "Li bîranîna niştimanperweran da : Kake Ziyad Axayê Kurdperwerê aştîxwaz", rojnameya Birayetî, organa Partiya Demokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, jimare 2081 - dûşem 7 ê tişrîna duyema 1994 rûpel 6.

48 - Kerîm Şareza, Kake Ziyad li karwana xebata Kurdayetiyê ve, rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, jimare 2310 - Hewlêr - yekşem 13 ê nîsana 1997, rûpel 6.

49 - Kerîm Şareza, Kake Ziyad Axayê Xefûrî, rojnameya birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, jimare 3355 - Hewlêr - pêncşem 12 ê nîsana 2001 - rûpel 7.

50 - Mihemed Amir Dêrşewî, al beniye al dîniye al siyasiye fî Kurdistan, (Erbîl ـ matba'a Hêvî 2016) - sahife 245 - 317.

51 - Mersum Cumhurî raqam 739, cerîde al waqae' al Iraqiye, wezara al Irşad fî al Iraq, al a'dad 467, al sana al salesa, Bexdad, al asnîn 9 kanun al sanî 1961 - sahife 4.

52 - Mesûd al Barzanî, al Barzanî wal hereke al tehririye al Kurdiye, al muceled al awal, al taba'a al saniye, (Beyrut ـ Kawa lil Seqafe al Kurdî 1997) - sahife 216 - 217.

53 - Mewlud Jakaw, Kake Ziyadî Heme Axa, kovara Kekon, jimare 55, Silêmanî - çapxaneya Bînayî, tişrînî yekemî 2018 rûpel 40.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Hesen Mihemed Sûre

Hesen Mihemed Sûre Mihemed, bi navê (Dr Hesen Sûr), hatiye nas kirin. Di sala 1985 an de wekî pizîşk peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di salên 1990 - 1991 berî raperîna Başûrê Kurdistanê çendîn raspardeyên taybetî yên Serok Mesûd Barzanî ji bo çend kesayetiyeke devera Soran, Şeqlawe, Pîrmam, Hacî Omeran û Xelîfan yên li tixûbê parêzgeha Hewlêrê birine...

Agahiyên bêtir