Mistefa Barzanî

Mistefa Şêx Mihemed Şêx Ebdulselam Abdullah Barzanî, ku bi navê Mela Mistefa Barzanî, General Mistefa Barzanî, Pêşewa, Serok Mistefa Barzanî û Barzanî Mistefa jî tê naskirin, di 14ê Adara 1903an de li gundê Barzan yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye…


Mistefa Şêx Mihemed Şêx Ebdulselam Abdullah Barzanî, ku bi navê Mela Mistefa Barzanî, General Mistefa Barzanî, Pêşewa, Serok Mistefa Barzanî û Barzanî Mistefa jî tê naskirin, di 14ê Adara 1903an de li gundê Barzan yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, destpêkerê Şoreşa Duyemîn a Barzan, Damezrênerê Komîteya Azadî, Generalê Komara Kurdistanê li Mehabadê, Serokê Hikûmeta Demkî ya Dervey Kurdistanê li Bakoyê û damezrênerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û rêberê şoreşa mezin a Îlonê bû û di 1ê Adara 1979an de li Nexweşxaneya Myoclinic a Amerîkayê koça dawî kir.

Qonaxên xwendinê

Mistefa Barzanî li mizgefta gundê Barzan dest bi xwendina xwe kir, piştî bidawîhatina Şoreşa Barzan a Yekem di sala 1934an de, jibo bajarê Mûslê tê dûrkirn û li wir li mekteba olî ya Mizgefta Ebdullah Neşat Beg dest bi xwendina fiqha îslamî dike, herwiha li cem Elî Botanî ziman û edebiyata farisî dixwîne, li Mizgefta El-Nur El-Kebîr li cem Şêx Abdullah Ni'ma, Mizgefta Ebdullah, Mekteba Olî ya Feyseliyê û Mekteba Olî ya Îmam Îbrahîm Peşdarî waneyan bûye, di sala 1955an de li Moskovayê dikeve zanîngeha Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê û piştî sê salan Bekaloryos (lîsansê) di warê zanistên siyasî de digire.

Zimanên Kurdî, Erebî, Farisî, Tirkî, Rûsî, Ermenî û Îngilîzî dizanibû.

Destpêka têkoşînê

Di sala 1906an de, di sê saliya xwe de, bi tawana beşdarbûna di serhildana birayê xwe Şêx Ebdulselam Barzanî de, ji aliyê waliyê Mûsilê Mihemed Fazil Paşayê Daxistanî ve bi diya xwe re tê zîndanîkirin.

Di sala 1919an de Mistefa Barzanî serkirdayetiya hêzekê kir ku alîkariya Şêx Mehmûdê Hefîd (1881-1956) bike ku li dijî artêşa Brîtanyayê şer dikir, di heman salê de jibo alîkariya rêberê şoreşger ê Bakurê Kurdistanê Şêx Seîdê Pîran (1865-1925) çû ku li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê şer dikir û piştî salekê wî hêzek ji bo alîkariya Andranîk, padîşahê Ermenîstanê bir.

Di 23’ê Hezîrana 1932’an de, piştî rûxandina Şoreşa Barzan a Yekem û di bin gefa hêzên asmanî yên Brîtanyayê de, di encama wêrankirina 79 gund û 1365 malan de, cerek din ji neçarî koçî Komara Tirkiyeyê dibe û li Edeneyê weke penaber dimîne û demekê li wir tê binçavkirin.

Piştî ku ji Tirkiyê vedigere, di sala 1934an de jibo Mûsilê tê dûrxistin, serdana navenda Partiya Axa dike, di sala 1936an de jibo bajarên Bexda, Nasiriye, Dîwaniye û Hilê tê dûrxistin, di sala 1939an de jibo gundê Pirdê yê parêzgeha Kerkûkê û piştre jî jibo Silêmaniyê tê dûrxistin.

Şoreşa Barzan a Yekem

Mistefa Barzanî di sala 1931ê de fermandariya Hêzên Şoreşger ên Barzan kir li dijî artêşa Iraqê ya dagirker bi fermandariya Kolonel Berqî Şewqî Wais, Her wiha serkirdayetiya şerên Bradostê li dijî hêzên Şêx Reşîd Lolan, Eniya Mergasur û şerê Bêrsiyavê li dijî hêzên eşîran ên ku piştgiriya artêşa Iraqê dikirin, kirye û serkirdayetiya şerên Garwabni, Korkê, Hevinka, Kaniya Linc, Zêt, Pîran û şerê Dola Vajî li dijî artêşa Iraqê bi fermandariya general Robinson kir.

Şoreşa Barzan a Duyem

Mistefa Barzanî di 27’ê Tîrmeha 1943’an de Şoreşa Barzan ya Duyem da destpêkirin û li dijî artêş û polîsên Iraqê fermandariya şerên Xêrezûk, Goretû, Çiya Pîran û Mezneyê kirye, ji 9 heta 11 Çiriya Paşîn 1943 li nêzîkî Mergasûrê lîwayeke artêşa Iraqê têk bir û fermandariya Eniya Nehlê û şerê Pîrisî kirye.

Erk û berpirsiyariyên siyasî

Di sala 1939’an de li bajarê Silêmaniyê tevlî rêxistinên Partiya Hîwa dibe û di 12’ê Tîrmeha sala 1943’an de bi alîkariya kurdperwerên bajarê Silêmaniyê bi taybetî Şêx Letîf Hefîd bi dizî ji girtinê direve û diçe Rojhilatê Kurdistanê û Piştrê vedigere devera Barzan.

Di 15'ê Kanûna duyem a 1945'an de weke serokê Komîteya Azadî hat hilbijartin û di sala 1946'an de jî bû Serokê Komîteya Damezirîner a Partiya Demokrat a Kurd û di 16ê Tebaxa 1946an de bi yekdengiya nûnerên kongreyê wek serokê yekem yê Partiya Demokrat a Kurdistanê hat hilbijartin, di 19ê Kanûna duyem a 1948an de, Serokê Serkirdayetiya Başûr - Rojhilatê Kurdistanê (Konferansa Bako) bû, di Kongireya Duyem de di sala 1951ê de, di Kongireya Sêyem de di sala 1953an de, di Kongireya Çaremîn de di sala 1959an de, di Kongireya Pêncemîn de di sala 1960 de, di Kongireya Şeşemîn de di sala 1964an de, di kongreya heftemîn de di sala 1966an de û di kongreya heştem de di sala 1970an de bi yekdengiya nûnerên kongreyê bi Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin.

Qonaxa Komara Kurdistanê li Mehabadê

Mistefa Barzanî di 26ê Kanûna yekem a 1946an de li Mehabadê beşdarî rêwresma ragihandina Komara Demokratîk a Kurdistanê bû, navhatî di destpêka sala 1946an de, ji ber têkoşîn, berxwedan û pisporiya wî ya di karûbarên leşkerî de, ji aliyê Komara Neteweyî ya Azerbaycanê ve pileya generaliyê wergirt û di 31'ê Adara 1946'an de bi pileya General di nava artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê de xizmet kirye, di heman salê de di artêşa komarê de fermandarê eniya Seqizê bû, di 11ê Kanûna yekem a sala 1946an de, piştî rûxandina Komara Demokrat a Kurdistanê, fermandariya paşvekişîna organîze û bê zerar a hêzên Komara Kurdistanê û Komara Neteweyî ya Azerbaycanê ji eniya Seqizê bo Mehabadê kir û di 16ê Kanûna yekem de li Mehabadê hevdîtina xwe ya dawî bi Pêşewa Qazî Mihemed re kir, di Adara 1947an de li dijî artêşa Îranê fermandariya şerên Nirgî, Berdezard û Margawerê dike û di şeran de birîndar dibe, her wiha fermandariya şerê Gocar, Hevris-Helacê û şerê bilindahiyên Berê Zer li dijî artêşa Îranê kiriye û di vî şerî jî de dîsa birîndar bû, di 10'ê Nîsana 1947'an de karî hemû malbat û pêşmergeyên xwe rizgar bike û bigihîne Gaderê.


Çûn bo Yekîtiya Sovyetê

General Mistefa Barzanî di 15ê Nîsana 1947an de, piştî civîneke dûr û dirêj ligel Şêx Ehmed Barzanî, bi hêzeke taybet a 560 pêşmergeyan re, biryar da ku radest nebin û di 25'ê Nîsanê de gihişte gundên devera Mizûriyan û di 27'ê Gulanê de bi hevalên xwe re bê zerar derbasî nava sînorên Komara Tirkiye bûn, piştre bi rojekê li gundê Cirmî yê Rojhilatê Kurdistanê serpereştiya civîneke mezin ji bo rêkxistina hêzên pêşmerge û çûna bo Yekîtiya Sovyetê kir, di vê demê de wî serkirdayetiya şerê Çiyayê Sûsûzê û Deşta Makoyê li bakurê rojavayê Îranê li dijî artêşa Îranê kir, di 18ê Hezîranê de ew û hevalên xwe gihîştin sînorê Yekîtiya Sovyetê û xwe li wir girtin û ew kesê herî dawî bû ku ji çemê Aras derbasî nav axa Sovyetê bû, di 29ê îlonê de ji bo pêşwazîkirina hevalên wî wek penaber li Bakûyê bi rayedarên Komara Azerbaycanê ya Sovyetê re civiya, di 10'ê Kanûna yekem de ji bo rêxistinbûnê bi hevalên xwe re birin Bakûya Azerbaycanê, di 29'ê Tebaxê de bi hemû hevalên xwe re derbasî Ozbekistanê bû.

Di 13'ê adara 1949'an de ji aliyê desthilatdarên Yekîtiya Sovyetê ve ji Taşkentê jibo bajarê Çimbay tê dûrkirin, piştî çend salan ji qutbûnê, di Nîsana sala 1952an de, li Taşkenta paytexta Ozbekistanê di civîneke mezin de bi hevalên xwe re civiya û li ser berdewamkirina xwendina xwe ya peymangeh û zanîngehê Gotûbêj kirin.

General Barzanî di sala 1953an de li Moskovayê bi cih bû, mala wî penageha hemû penaberên kurd bû, di sala 1956an de çû seredana kurdên Ermenîstanê û bi pêşniyara wî dirêjahiya bernameya kurdî ya Radyoya Êrîvanê ji nîv saetê bû saetek û nîvan hat dirêjkirin.


Vegeryan ji bo Iraqê

Piştî serkeftina Şoreşa 14ê Tîrmehê û destûra vegera wî hat dayîn di 21ê Tebaxa 1958an de ji Moskowê derket û ji aliyê Serokê Romanya û Serokê Çekoslovakyayê ve hat pêşwazîkirin, di 2ê Îlona wê salê de bi yasaya jimare 22 ya sala 1958ê ku ji aliyê Encûmena Serweriya Iraqê ve hatibû îmzekirin, hat efûkirin. Di 10ê îlonê de, wî bersiva nameya Ebdulkerîm Qasimî da ku destûra vegera welatê xwe dabû û di îlonê de gihişt balafirgeha Pragê, du roj şûnda gihîşt balafirgeha Qahîreyê û li Qesra Qubbe ji aliyê Serok Cemal Abdul Nasir ve hat pêşwazîkirin, di 6ê Cotmehê de li firokexaneya Musana ya Bexdayê ket û ji aliyê hemû pêkhateyên Iraqê ve hat pêşwazîkirin, çend rojan piştî vegera wî, li baregeha Wezareta Berevaniya Iraqê, ew bi Zaîm Ebdulkerîm Qasim re civiya û li ser hevpişkهya Kurd û Ereban li Iraqê gotûbêj kirin.

Di 22ê Cotmehê de serdana Hewlêrê kir û ji aliyê Muteserîfê Hewlêrê Alaeddîn Mehmûd û xelkê bajêr ve hat pêşwazîkirin û piştî sê rojan serdana Kerkûkê kir û ji aliyê kesayetiyên Kurd, xelkê bajêr û fermandarê leşkirê duyemîn a artêşa Iraqê li wî bajarî ve hat pêşwazîkirin, di 30ê Cotmehê de ji bo serdanê gihişt Silêmaniyê û ji aliyê xelkê bajarî ve hat pêşwazîkirin û li mala Şêx Letîf Hefîd daket û serdana gorên şehîd Mistefa Xoşnaw û Mihemed Qudsî endamên Komîteya Damezirîner a Partiya Demokrata Kurdistanê û malbatên wan kir.

Di 16ê Nîsana 1959an de, wî pêşwaziya keştiya Gorozya ji bendera Besrayê li başûrê Iraqê kir ku rêhevalên wî yên ku di sala 1947an de çûbûn Yekîtîya Sovyetê bi xwe re anîbûn, di 19’ê Hezîrana 1959’an de li Hewlêrê çû ser gora şehîd Xeyrûllah Ebdulkerîm ango Xeyrullah Gurcîzade.

Qonaxa Şoreşa Îlonê

Di 11’ê Îlona 1961’ê de ji bo mafên gelê Kurd rêberiya Şoreşa Îlonê kir, di nîvê meha Çiriya Paşîn de ji bo rêkxistina karûbarên Pêşmerge serdana Duhokê kir û devera Badînan li ser sê fermandeyan dabeş kir û di 12ê Kanûnê de fermandariya şerê Zawîte kir.

Di sala 1965an de fermandariya şerê Pêncwînê li parêzgeha Silêmaniyê û di sala 1966an de jî fermandariya şerê Hindirîn dike ku du tabûrên artêşa Iraqê tê de hatine rûxandin, di 15’ê Nîsana 1967’an de serokatiya konferansa (Siyasî-Leşkerî) ya Kanî Simaqê dike, di destpêka sala 1969an de pilana êrîşa li ser kopanya Petrola Kerkûkê datîne ku di 1ê Adarê de ji aliyê topxaneyên Şoreşa Îlonê ve hat şewitandin, ji 27 heta 29 Mijdara 1973an, serperiştiya Konferansa (Siyasî-Leşkerî) ya Çomanê kir.

 

Gotûbêjên Aştiyê û danûstandin

Mistefa Barzanî di 7ê Kanûna Pêşîn a sala 1944an de yekemîn danûstandinên Şoreşa Barzan a Duyem li nêzîkî gundê Spîndarê bi nûnerê Iraqê Mecîd Mistefa re li dar xist û ji ber vê yekê di destpêka Sibatê de Şêx Ehmed Barzanî (1892-1969) li navenda Iraqê ji girtîgehê derket û vegeriya devera Barzan, di 12ê sibata heman salê de ji bo berdewamiya danûstandinan serdana Bexdayê kir û ligel Ebduîlah civiya, di heman salê de li Bexdayê ji aliyê Klûba Pêşverû ya Kurd ve li bajarê Bexdayê hat mêvankirin û bi serokeşîr û kesayetiyên kurdên Bexdayê hevdîtin pêk anî.

Di sala 1945an de li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê Nûrî El Seîd re hevdîtin pêk anî, di 25'ê Adara 1945'an de tevî Mistefa Xoşnaw (1912-1947) û Mihemed Qudsî (1922-1947) bi nûnerê Balyozxaneya Berîtanyayê ya li Iraqê Kaptan Stoksî re li gundê Şawrawê hevdîtinek pêk tîne.

Di 21’ê Kanûna yekem a 1946’an de bi serokatiya şandeke Başûrê Kurdistanê ji bo hevdîtina bi Şahê Îranê re serdana Tehranê kir.

Di 4ê Sibata 1963an de li Kanî Maranê yê parêzgeha Hewlêrê, ji bo danûstandinên aştiyê di navbera her du aliyan de bi şandeke hikûmeta Iraqê re bi serokatiya general Tahir Yahya Tikrît re hevdîtin pêk anî.

Di sala 1964an de Primakov li ser navê Yekîtiya Sovyetê da ku zemîneya danûstandinan bi hikûmeta Iraqê re amade bike, serdana general Mistefa Barzanî kir, di 24ê Tebaxa 1964an de ji bo danûstandinan pêşwaziya Serfermandarê Artêşa Iraqê Serleşker Ebdulrehman Mihemed Arif (1916-2007) û şanda pê re kir, di 11ê Cotmeha 1964an de, wî daxwaza kurdan ya otonomiyê pêşkêşî serokkomarê Iraqê Abdul Selam Mihemed Arif (1921-1966) kir.

Di 8ê cotmeha 1966an de ji bo ku li ser peyman, aşitî û çareseriya pirsgirêka kurd danûstandinan bikin, li gundê Cundiyan pêşwaziya Serokkomarê Iraqê Lîwa Ebdulrehman Mihemed Arif kir û di 15.06.1966ê de ji bo danûstandinan li Gelale pêşwaziya şandeke hikûmeta Iraqê kir.

Di 15ê Îlona 1967an de li baregeha xwe pêşwaziya serokwezîrê Iraqê General Tahir Yahya kir û di 31ê Kanûnê de jî li ser mafê otonomiya Kurdistanê danûstandinan bikin, pêşwaziya şandeke hikûmeta Iraqê bi serokatiya Ebdulxaliq Semerî, endamê serkirdayetiya Partiya Be's ya Sosyalîst a Erebî û Ezîz Şerîf û generalê xanenişîn Fuad Arif kir.

Di 10ê Kanûna duyem a 1970 de ji bo danûstandinan li gundê Nawpirdanê bi cîgirê serokkomarê Iraqê Sedam Husên re hevdîtin pêk anî û di 11ê Adara 1970an de otonomî ji Kurdistanê re hat dayîn, di heman salê de ji bo yekrêzهya kurdan biryara lêbûrîna koma Îbrahîm Ehmed-Celal Talebanî da.

Hewldanên dîplomatîk

Di sala 1947 de, piştî ku gihîştin Yekîtiya Sovyetê, nameyek ji serokê Partiya Komûnîst a Sovyetê Joseph Stalin re şand û ji tevgera neteweyî ya kurd re piştgirî xwest, di Adara 1951ê de nameyek ji Xiroşov re şand û rewşa penaberên Başûrê Kurdistanê şirove kir û ji bo şopandin û çareserkirina pirsgirêkan komîteyek taybet hate avakirin.

Di sala 1956’an de li dijî êrîşa sê alî ya Berîtanya, Fransa û Îsraîlê ya li ser Komara Misirê nameyek ji Serokkomarê Misirê Cemal Abdul Nasir re nivîsand û helwesta xwe nîşan daye.

Di 1ê Cotmeha sala 1960î de nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re şand û li dijî zilm û zordariya Padîşahiya Îranê û Komara Tirkiyeyê ya li ser kurdan nerazîbûna xwe diyar kir, di 6ê Cotmeha heman salê de, ew li ser vexwendina fermî ya rayedarên Yekîtiya Sovyetê ji bo beşdarî pîrozbahiyên Roja Oktoberê bibe serdana Yekîtiya Sovyetê kir, di 29ê cotmehê de ew ligel Şêx Ehmed Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd serdana serokwezîrê Iraqê Zeîm Rukin Ebdulkerîm Qasim kir.

Di payîza sala 1962an de bi rêya Ehmed Tewfîq (Ebdullah Îshaqî) nameyek ku şert û mercên Şoreşa Îlonê rave dike û sersaxiyê ji ber kuştina John F. Kennedy, Serokê Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji konsulê Amerîkî li Esfehanê re şand.

Di 15'ê Tîrmeha 1965'an de nameyek ji Serokkomarê Fransa General De Gaulle re şand û ji bo pirsgirêka Kurd piştgirî xwest, di 3ê Cotmehê de, wî li baregeha xwe pêşwazî li Julian Imre nûnerê Hikûmeta Brîtanya kir û di heman salê de nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re şand, piştî salekê, di 1ê Kanûna duyem de, li ser tevlêkirina Başûrê Kurdistanê bi Iraqê re, Nameyek bîranînê pêşkêşî Konseya Neteweyên Yekbûyî kir, di 15ê Kanûna duyem ya heman salê de, wî nameyeke din a bibîranînê ji serokwezîrê Berîtanya Wilson re li ser pirsgirêka kurd li Başûrê Kurdistanê şand, di sala 1966an de nameyek li ser doza kurdî pêşkêşî Kongreya Havanayê (Sê parzemînên Asya, Afrîka û Amerîkaya Bakur) kir.

Di 28ê Tebaxa 1967an de nameyek li ser doza kurd û siyaseta tunekirina kurdan li Iraqê ji Cemal Abdul Nasir (1918-1970) re şand, di Şerê Ereb-Îsraîlî yê Şeş Rojî de li ser daxwaza serkirdeyên Ereb bi taybetî Şah Husên Haşimî, di 5ê Hezîrana 1967an de bêalî helbijart, di havîna sala 1969an de pêşwaziya Yaqo Melik Îsmaîl, endamê Komîteya Rêveber a Yekîtiya Asûriyên Cîhanê kir.

Di sala 1971ê de pêşwaziya şandeke hikûmeta Tirkiyê kir û bi wan re li ser têkiliyên dualî gotûbêj kir û ji bo ku rewşa Komara Tirkiyê aram bibe, daxwaza azadkirina bi hezaran girtiyên kurd kir û di dawiyê de lêbûrîna girtiyên kurd li Bakurê Kurdistanê hat derxistin û gelek ji wan hatin berdan.

Di 2ê Hezîrana 1971ê de li baregeha xwe ya li Hacî Omeran pêşwaziya şandeke Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Bulgaristanê dike û di 27ê Adara 1973an de pêşwaziya Kemal Cûnblat serokê Partiya Sosyalîst a Pêşverû ya Lubnanê dike.

Di 18ê Tebaxa 1973an de, derbarê komkirina gazên jehrî ji aliyê artêşa Iraqê ve, nameyek bîranînê pêşkêşî Xaça Sor a Navdewletî li Cinêvê kir, di 25ê Cotmeha 1971ê de li baregeha Hacî Omeran pêşwaziya şandeke Komîteya Piştgiriya gelên Asya, Afrîka û Sovyetan dike ku ji cîgirê serokê Komîtê Babajan Gafurov û endamên Dr. Andrey Zaxarov, Gregory Nitşkin û Said Kamilêv pêk dihat.

Dema ku di 11ê Adara 1974an de, qanûna Herêma otonomî a Kurdistanê ji aliyê Serokê Encumena Şoreşa Iraqê û Serokomarê Iraqê Ehmed Hesen Bekir ve bi awayekî yekalî hat derxistin û Kerkûk ji Kurdistanê hat cudakirin, ji Civîna Bilind a Ereban re nameyek şand ku ji 19 heta 26ê Cotmeha 1974an li Riyadê hat lidarxistin û ku taybet bi komkujiya artêşa Iraqê li dijî miletê kurd hatbû lidarxistin.

Di Cotmeha 1974an de li Tehranê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Henry Kissinger re hevdîtin kir û di 10ê Adarê de nameyek nerazîbûnê da dest wî, agahî li ser rêkeftina ligel Cîgirê Serokê Iraqê Sedam Husên wergirt û wî ji wan re got ku ev peyman ne di berjewendiya padîşahiya Îranê de ye.

Di sala 1976an de li zanîngeha Amerîkî li Washingtonê li ser Şoreşa Kurdistanê gotarek pêşkêşî xwendekar û mamosteyan kir û di heman salê de, wî bi Senator Jackson, Senator Proxmeyer, Minnie û Kongresman Stephen Solars re hevdîtin kir û bi wan re li ser pirsgirêka kurd gotûbêj kirin, di heman salê de, ji bo nîqaşkirina li ser Piştguhkirina dewleta Emerîkayê ji şoreşa kurdî re û hibo bala raya giştî bikişîne ser doza kurdî, hevdîtineka rojnamevanî bi kovara (The ViIIage Voice) re kir.

Di sala 1977an de nameyek ji serokê Amerîka Jimmy Carter re şand û tê de rewşa Kurdistanê û doza Kurd şirove kir.


Hewldanên kuştinê

Di nîvê sala 1936’an de di dema danûstandinan de ji aliyê waliyê wê demê yê Mûsilê ve Jehir kirin di qehweya wî de û jehir kirin, lê belê bi hewldana hin kesên dost gazî doktorek kirin û ew ji mirinê rizgar bû.

Di sala 1943an de hikûmeta Iraqê ji bo kuştina Mistefa Barzanî 50 hezar dînar xelat da û piştî du salan, di 19ê Tebaxa 1945an de, dadgeha Urfî ya leşkerî biryara desteserkirina hemû mal û milkên ku hatibûn veguheztin û nehatine veguhestin da û biryara didarvekirinê ji bo Şêx Ehmed Barzanî, Mistefa Barzanî û hejmarek ji hevalên hat derkirin.

Piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê ku di rojên 25 û 26ê mehê de serdana Kerkûkê kir bû, Ew ji hewla kuştinê ya ji aliyê fermandarê polîsê leşkerî Tevger Hidayet Mihemed Erselan ve hatî kirin rizgar bû.

Di 17ê Kanûna 1961ê de serokwezîrê Iraqê Ebdulkerîm Qasimî di bin navê danûstandinan de Colonel Hesen Ebûdî şande cem Barzanî û di wê demê de cihê hevdîtinê bombebarankir, lê bi saya hişyariya Barzanî herdu jî rizgar bûn.

Di 10ê Hezîrana 1963an de ji aliyê Ali Saleh Saadî cîgirê serokwezîrê Iraqê, endamê serkirdayetiya şoreşger û endamê serkirdayetiya Partiya Be's a Sosyalîst a Erebî ve, 100 hezar Pound xelat ji bo girtina Serok Mistefa Barzanî, bi saxî yan mirî, hat ragihandin.

Di 29ê Îlona 1971ê de ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Giştî ya Iraqê ve û bi agahiya Sedam Husên, şandek ji mela û komandoyan li Hacî Omeran ku bi navê danûstandinan hatibûn cem Barzanî, xwe teqand û di vê kiryara terorîstî de bi sivikî birîndar bû.


Qonaxa piştî hilweşînê (Niskoyê) û çûyîna Emerîkayê

Mistefa Barzanî di sala 1975’an de ji ber têkçûna şoreşê û pîlaneke herêmî û navneteweyî penaberî Padîşahiya Îranê bû, di Tebaxa heman salê de ji bo dermankirinê û ji bo ku dengê Kurda bigihîne cîhana azad çû Amerîkayê û di dawiya meha cotmehê de vegeriya Îranê.

Di Hezîrana 1976an de ji bo dermankirinê cara duyemîn çû Amerîkayê û li Mayo kilînîk, Nexweşxaneya Georgetown û Nexweşxaneya Sbilê dihat dermankirin.

Di destpêka sala 1979 de, ew ji bo cara sêyemîn û dawîn li Nexweşxaneya Zanîngeha Georgetown hate mabû û di 1ê meha Adarê de ji ber pençeşêrê koça dawiyê kir û di 5’ê Adarê de li bajarokê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê bi amadebûna bi deh hezaran kesî hate veşartin, piştî serhildana gelê Kurdistanê û di 6’ê Cotmeha 1993’an de bo cara dawîn di kevaneke pir serferazî de, cenazeyê wî ye pîroz anîn Başûrê Kurdistanê û li deriyê sînorî yê Başmaxê ji aliyê Celal Talebanî (1933-2017) û Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin û di 8ê Cotmehê de li gundê xwe Barzan hat veşartin.


Çavkanî:

  1. Archibald Roosevelt, xwesteka hînbûnê, wergerandina Sohba Seîdî, çapa duyem, (Tehran - Weşanên Îtîlaatê- 1374 H.H.).
  2. Ebdulezîz Yamlikî, Bîranînên Min, Eşkerekirina Çend Bûyerên Iraqî 1923-1958, (Silêmanî - Navenda Jîn ji bo Belgekirin û Lêkolînan - 2019).
  3. Harvey Morris û John Blogg, Ji çiyan pê ve tu heval nînin, wergerandina Raj Al Muhammad, çapa sêyem, (Qamişlo - Dar Neqş - 2020 PZ).
  4. Kurte jînenîgariya bavê ruhanî yê neteweya kurd nemir Barzanî, rojnameya Hemrîn, Medya Kurdên Feylî, hejmar 15, Hewlêr, dawiya Tebaxa 2000.
  5. Remzî Mihemed Esker, Barzaniyê nemir, zêdetir ji nîv sedsaliya jiyana xwe ji bo rizgarkirina gelê bindest û azadkirina welatekî perçebûyî terxan kiriye, Rojnameya Xebat, berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê, Hejmar 816, Hewlêr, În, 28.02.1997.
  6. Mesûd Barzanî, ji bo Dîrokê, (Hewlêr - Çapxaneya Roksana - 2020).
  7. Mihemed Elî Ehmed, Rewşa Yasayî ya Kurdan li Rojhilata Navîn, wergerandina Bayazîd Hesen Ebdullah, (Silêmanî - Weşanxaneya Serdem - 2018).
  8. Ezîz Hesen Barzanî, Tevgera Rizgariya Netewî ya Kurd li Kurdistana Iraqê 1939-1945, (Duhok - Weşanxaneya Spîrêz - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002).
  9. Taybetmendiyên jiyana Mela Mistefa Barzanî, rojnama Xebat, berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 810, Hewlêr, În, 10.01.1997ê.
  10. Rajai Fayed, Kurdên Iraqê: Di navbera mumkin û nemumkin de, (Qahîre - Dar El-Hurriya bo Çapemenî û Weşanê - 2005).
  11. M. Lazarîv, Pirsa Kurdî 1923-1945, Têkoşîn û Têkçûn, wergerandina Dr. Abdî Hacî, (Hewlêr - saziya Mokryanî a Lêkolîn û Weşanê - Çapxaneya saziya Aras - 2007).
  12. Mesûd Barzanî, ji bo dîrokê, (Hewlêr - Çapxaneya Roksana - 2020).
  13. Cemal Nebez, Kurdistan û şoreşa wê, wergerandina Kurdo, (Swêd, Çapxaneya Azad, 1985).
  14. Amadekar: Wasfî Hesen, Bîranînên Şervanekî Dêrîn ku di Meşa Dîrokî ya Welatên Sovyetê de li gel Barzanî bû, Rojnameya Xebat, Berdevka Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 816, Hewlêr, În, 28.02.1997.
  15. Kerîm Zend, General Barzanî û Komara Kurdistanê li Mehabadê, rojnama Biryatî, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)-Yekgirtû, hejmar 1886, Hewlêr, Sêşem, 01.03.1994.
  16. Menûçehr Parsadost, Em û Iraq ji rabirdûya dûr heta niha, (Tehran - Şirketa Weşanên Heyderî - 1385 H.).
  17. Heme Emîn, Rastiyên Kurdan, Beşa Duyem, Rojnameya El-Wicdan, Hejmara Taybetî 336/16, Beyrût, 07.10.1956.
  18. General Mela Mistefa Barzanî, rojnama El Wicdan, hejmara taybet 327/9, Beyrût, 20 Îlon 1956.
  19. Cemal Mursî Bedir, Kurd û Manorên Kolonyalê, Kovara Aborî ya Al-Ahram, Hejmar 169, Qahîre, 1 Îlon 1962.
  20. Osman Elî, Lêkolînên Di Tevgera Kurd a Hevdem 1833-1946 de, lêkolîneke dîrokî û belgeyî, (Hewlêr - Mekteba Şîrovekirinê - Çapxaneya El-Thaqafa - 2003).
  21. Husên Bidêwî, Gavek li ser Rêya Mala Kurdî ya Mezin, (Hewlêr – Saziya Mokryanî a Çap weşanê - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2006).
  22. Pareş, Barzan û Tevgera Hişyariya Netewî ya Kurd, wergerandina Husên Îbrahîmî, (Bê cî - 1380 H.).
  23. Wilson Nathaniel Howell, Kurd û Yekîtîya Sovyet, wergerandina Diya el-Dîn el-Mere’ib, nirxandina Fûad Hema Xurşîd û Feyza Reşîd Cûma, (Bexda – Mala Çand û Weşanxaneya Kurdî - Çapxaneya Elaf - 2006 P.Z.).
  24. Mocteba Mihemed Ebdulqadir, Rewşa Siyasî li Kurdistanê 1880-1946, wergerandina Naznaz Mihemed Ebdulqadir, Yûsif Xizir Çupan û Soran Elîpûr, (Hewlêr, Weşanxaneya Mokryanî, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 2005).
  25. William Eagleton Jr., Komara Mahabad - Komara Kurdî ya 1946, werger û şîrovekirin Cercîs Fethullah, (Hewlêr - Çapxane û Weşanxaneya Aras û Weşanên El-Cemal - 2012).
  26. Elî Şengalî, Pirsgirêka Kurd û Partiya Be's a Erebî ya Sosyalîst li Iraqê, Beşa Sêyem, (Duhok - Çapxaneya Xanî - 2012).
  27. Kazim Heyder, Kurd kî ne û ber bi ku ve diçin? (Beyrût - Weşanên Hizra Azad - 1959).
  28. Qedrî Cemîl Başa, Pirsgirêka Kurdistanê, Vekolîn û Pêşkêşkirina Ezzeddîn Mistefa Resûl, Çapa Duyem, (Beyrût, 1997).
  29. Mesûd Batêlî, Karîzmaya Mela Mistefa Barzanî di Pratkirina Ramanên Yasayî de, (Hewlêr - Çapxaneya Aras - 2011).
  30. Mihemed Murad Fetah, Çanda Barzanî, (Zaxo - Çapxaneya Kurdistan - 2013).
  31. Majid Abdel-Rida, Pirsa Netewî ya Kurdî li Iraqê 1958-1975, (bê cih - 1987).
  32. Chris Kuchra, Tevgera Neteweyî ya Kurd, wergerandina Ebrahim Younesi, çapa duyemîn, (Tehran, Weşanxaneya Nîgah, 1377 H.).
  33. David Adamson, Têkoşîna Kurdistanê, wergerandina Cewad Hatifî, (Tehran - Weşanxaneya Ataî - Çapxaneya Mihemed Elî Elmî - 1348 H.).
  34. Dark Kanan, Kurd û Kurdistan, wergerandina Cewad Hatfî, (Tehran, Weşanxaneya Ataî, Çapxaneya Mihemed Elî Elmî, 1348 H.).
  35. Mehdî Mohammed Qadir, Pêşketinên Siyasî li Kurdistana Iraqê 1945-1958, (Silêmanî, Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê, 2005).
  36. Ebdulrehman Qasimlo, Kurdistan û Kurd: Lêkolîneke Siyasî û Aborî, (Bê cih, Weşanên Navenda Pêşewa, 1973).
  37. David McDowell, Dîroka Kurdî ya nû, (Beyrût, Dar el-Farabî, 2004).
  38. Ebdulfetah Elî El-Botanî, Lêkolîn û Vekolîn di Dîroka Kurd û Îraqa hevdem de, (Hewlêr – Weşanxaneya Spîrêz - Çapxaneya Hacî Haşim - 2007).
  39. M. S. Lazarîv û yên din, Dîroka Kurdistanê, wergerandina Dr. Ebdî Hacî, (Hewlêr - Weşanxaneya Spîrêz - Çapxaneya Hacî Haşim - 2006).
  40. Kurd û Kurdistan Di Veguherîna Dîrokê de, Dr.Kemal Rûhanî, (Senendec - Weşanên Aras - 1398 H.).
  41. Bin Bouzid Asmaa, Mistefa Barzanî û rola wî di tekoşîna Kurdî de 1943-1975, Komara Demokratîk a Gel a Cezayîrê, Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, Zanîngeha Mohamed Boudiaf El - Mesîla, Fakulteya Zanistên Mirovî û Civakî, Beşa Dîrok, 2019, (teza masterê ya neçapkirî).
  42. Ebdul Samî Xelef Ebdul Hebîb El-Cenabî, Pêşxistina Pirsgirêka Kurd li Iraqê 1958-1968, Komara Iraqê, Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, Zanîngeha Enbarê, Kolîja Adabê, Beşa Dîrokê, 2017, (teza doktoraya neçapkirî ).
  43. Wezareta Derve ya Brîtanya, wergerandina Pasar Şêrko, (Silêmanî, Çapxaneya Pencere, 2016).
  44. Ehmed Bawar, Dîroka Hevdem a Iraqê 1914-1968, (Silêmanî, Çapxaneya Karo, 2018).
  45. Afrasyaw Hewramî, Kurd di Arşîvên Rûsya û Sovyetê de, Pêdaçûna Kurdî Mistefa Xefûr, (Hewlêr – saziya Mokryanî ya Lêkolîn û Weşanê– Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê – 2006).
  46. Afrasyaw Hewramî, Mistefa Barzanî di çend belgenameyên Sovyetê de 1945-1958, Qeydeke Zêrîn di Dîroka Gelê Kurd de, (Hewlêr, Weşanxaneya Aras, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 2002).
  47. Ehmed Fewzî, Qasim û Kurd, Xencer û Çiya, (bê cih - 1961).
  48. Edgar Abalas, Tevgera Kurdan, wergerandina Esmaîl Fetah Qazî, (Tehran - Weşanxaneya Nîgah - Çapxaneya Kia - 1377 H.).
  49. Barzani Nemer Jiyan û Tekoşîn, Rojnameya Xebat, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 616, dawiya Sibat 1992.
  50. Peter J. Lambert, Dewletên Yekbûyî û Kurd: Lêkolînên dozê li ser sozên Dewletên Yekbûyî, Wergerandin ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurdî û Parastina Belgeyan / Zanîngeha Duhokê, (Duhok - Zanîngeha Duhokê - Çapxaneya Xanî - 2008).
  51. Vegera nemir Mela Mistefa Barzanî û hevalên wî bo Iraqê, Kovara Silêmanî, Şaredariya Silêmaniyê, Hejmar 60, Gera Sêyem, Silêmanî, Çapxaneya Dilêr, Tîrmeh 2005.
  52. Tariq Gambaz, Agahiyên bombebarana asmanî ya kuştina Barzanî di sala 1961ê de, Rojnameya Elteaxî, berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê, Hejmar 1584, Hewlêr, Duşem, 01.03.1993.
  53. Kerîm Zend, General Barzanî yê nemir û Komara Kurdistanê li Mehabadê, rojnama Brayatî, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)-Yekgirtû, hejmar 1886, Hewlêr, Sêşem, 01.03.1994.
  54. Cercîs Fethallah, Parêzer, Iraq di Serdema Qasim de, Boçûn û Raman 1958-1988, Beşa Duyem, (Swêd - Çap û Weşanxaneya Nebez - 1989).
  55. Barzanî û Karwanê Trajediya Dirêj, Rojnameya El-Şu'la, berdevkê Yekîtiya Demokrat a Kurdistan - Iraq, Hejmar 15, dawiya Kanûna yekem a 1987.
  56. Bi helkefta 28 saliya koça dawî ya Barzanî yê nemir, rojnameya Kurdistana Nû, organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, hejmar 4208, Silêmanî, roja Înê 02.03.2007.
  57. Mihemed Sehil Teqûş, Dîroka Kurdan 637 - 2015, (Beyrût - Dar El-Nefais bo Çap, Weşan û Belavkirinê - 2015).
  58. Behaaeddîn Nûrî, Refa Baz di tevgerên Barzan de, 1932, (Bexdad - Çapxaneya El-Ma’arif - 1932).
  59. Ebdulcelîl Salih Mûsa, Cemal Ebdul Nasir û Pirsgirêka Kurd li Iraqê 1952-1970, (Duhok - Rêveberiya Giştî ya Çapemenî, Çap û Weşanê - Çapxaneya parêzgeha Duhokê - 2013).
  60. F. Nikitin, Malbata Barzanî, wergerandina Kaws Qeftan, Kovara Şems Kurdistan, Komeleya Çanda Kurdî, Hejmara pêncem, Sala Duyem, Tebax 1973.
  61. Hebîb Mihemed Kerîm, Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê - Iraq (Westgehên sereke) 1946 - 1993, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
  62. Hesen Mistefa, Barzanî û Tevgerên Barzan 1932-1947, çapa duwem, (Bexda - Mala Çapemenî û Weşanê ya Asoyên Erebî - 1983).
  63. David Corn, Mela Mistefa, ew Serkirdeyê ji rûyê siyasî û saxlemî ve îxanet lê hatî kirin, beşê sêyem, rojnama Biryatî, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 3892, Hewlêr, Çarşem, 15.12.2003.
  64. David Corn, Mela Mistefa, ew Serkirdeyê ji rûyê siyasî û saxlemî ve îxanet lê hatî kirin, beşê 4, rojnama Biryatî, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 3893, Hewlêr, pêncşem, 16.12.2003.
  65. David Corn, Mela Mistefa, ew Serkirdeyê ji rûyê siyasî û saxlemî ve îxanet lê hatî kirin, beşê 5, rojnama Biryatî, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 3894, Hewlêr, Şemî, 18.12.2003.
  66. Dana Adams Schmidt, Geştek berbi mêrên mêrxas li Kurdistanê, werger û şîrovekirin Cercîs Fathallah, (Hewlêr – Weşanxaneya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdehiyê - 1999).
  67. Darek Keenan, Kurd û Kurdistan, wergerandina Îbrahîm Yunsî, (Tehran - Weşanxaneya Nîgah - Çapxaneya Nobehar - 1372 H.).
  68. David McDowell, Dîroka Kurdî ya hevdem, wergerandina Îbrahîm Yûnisî, çapa 4an, (Tehran - Weşanxaneya Panîz - Weşanxaneya Dalaho - 1393 H.).
  69. Rafîq Rahman Mam Xol, Rol û Helwesta Mistefa Barzanî di Pêşketinên Siyasî de 1958-1970, Çapa Duyem, (Hewlêr, Çapxaneya Şahab, 2013).
  70. Zubêr Bîlal Îsmaîl, Şoreşa Barzan 1907-1935, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 1998).
  71. Samî Şuriş, Kurdistan û Kurd, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojehlat - 2019).
  72. Subhî Ebdul Hemîd, Iraq di salên 1960-1969 de, (Şam - Mala Babil bo Lêkolîn û Ragihandinê - 2009).
  73. Ebdulezîz El-Aqilî, Dîroka Tevgerên Barzan yên yekê di sala1932an de, (Bexda - Çapxaneya El-Şebab - 1956).
  74. Elî Xelîl, Meşa Şerefnamê ya Barzanî di sala 1946an de, rojnameya El-Taxî, hejmar 1107, Bexda, Çapxaneya Tayms, Çarşem, 09.08.1972.
  75. Elî Ebdullah, Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) - Iraq heta Kongreya Sêyem, (Bê cih - Îlon 1968).
  76. Kaws Qeftan, Serhildanên Barzanî, (Hewlêr - Weşanxaneya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002).
  77. Günter Deschner, Kurd gelê ji nexşeyê rakrî û Xiyanet lê kirî, wergerandina Heme Kerîm Arif, (Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, 1999).
  78. Mihemed Mela Qadir, Xebatname Kurte Dîroka Partî û Çanda Barzaniyê Nemir, Çapa Duyem, (Hewlêr - Weşanxaneya Aras - 2007).
  79. Merwan Salih Al Mearûf, Mistefa Barzanî, rêberê tevgera rizgarîxwaza Kurd, (Hewlêr - Çapxaneya Hac Haşim - 2018).
  80. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Bergê Yek, Çapa Duyem, (Beyrût – Saziya Kawa ji bo Çanda Kurdî - 1997).
  81. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Bergê Sêyem, Çapa Duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002).
  82. Mîrza Mihemed Emîn Mengurî, Dîroka Siyasî ya Kurdî ji 1914 heta 1958, Beş 2, (Silêmanî, Rêveberiya Giştî ya Çap û Weşanê, Çapxaneya Raz, 2001).

 


Gotarên Têkildar

Hiwa Geylanî

Hîwa Qadir Ehmed bi nasnav Hîwa Geylanî di sala 1970ê de li gundê Gênawî yê devera Pişder a parêzgeha Silêmaniyê ji dayîk bûye

Agahiyên bêtir

Vala Ferîd

Vala Ferîd Îbrahîm Sîan di sala 1976ê da li Hewlêrê ji dayîk bûye.Di sala 2003an da li zanîngeha Selahedînê mastera hiqûqê û Di sala 2008an de li zanîngeha Selahedînê doktoraya xwe di beşa Hiqûqa Giştî de wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Omid Xoşnaw

Omîd Ebdulrehman Hesen bi nasnav Omîd Xoşnaw, di 1ê Hezîrana 1977ê de li Hewlêrê ji dayîk bûye. Peymangeha teknîkî ya Hewlêrê qedandi.

Agahiyên bêtir

Omid Sabah Osman

Omîd Sebah Osman di sala 1980ê de li Kerkûkê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li Kerkûkê qedandiye, lîsansa qanûnê li zanîngeha Kerkûkê, masterê di beşa yasaya taybet li zanîngeha Selahedîn û diktora yasaya taybet li zanîngeha Silêmaniyê wergirtiye.

Agahiyên bêtir