Zêrevan Mihemed Osman Nebî

Siyasetmedar Zêrevan Mihemed Osman Nebî, bi navê (Zêrevan Nêrweyî), hatiye nas kirin. Di sala 1974 an de cara yekem peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1993 nûnerê kongreya duyem ya Partiya Yekgirtina Kurdistanê bûye.


Siyasetmedar Zêrevan Mihemed Osman Nebî, bi navê (Zêrevan Nêrweyî), hatiye nas kirin. Di sala 1974 an de cara yekem peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1993 nûnerê kongreya duyem ya Partiya Yekgirtina Kurdistanê bûye. Bi mebesta xwe hilweşandin û yekgirtina bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di sala 1993 li kongreya yanzdehe‌m ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bi endamê yedegê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtî de hatiye hilbijartin.

 

Jiyanname

Zêrevan Mihemed Osman Nebî di sala 1958 an de li bajarê Dihokê ji dayik bûye‌. Derçûyê qonaxa şeşem ya seretayî ye. Di salên (1988 - 1991 ) piştî enfala Behdînanê bi neçarî koçberê Komara Îslamî ya Îranê bûye. Şarezayên zimanên Kurdî û Farisî ye.

 

Xebatname

Zêrevan Mihemed di sala 1974 an de cara yekem‌ û di sala 1977 an de cara duyem peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye û li hêza yek ya Amêdî ya ser bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê xizmetê kiriye. Di heman salê de kadîrê lîjneya navçeya Amêdî ya ser bi lîjneya leqa yek yaPartiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye. Di sala 1978 li rêzên hêzên Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de serdet bûye û beşdariya her du Bosey Bîbo û ser caddeya Kanî Masî –  Avasakê ya li tixûbê parêzgeha Dihokê da kiriye û di sala 1980 an de beşdariya şerê kelaya Şêxo ya li tixûbê parêzgeha Dihokê da kiriye.

 

Di sala 1982 berpirsê lîjneya navçeya Şêxan ya Yekîtiya Qutabiyên (xwendekarên) Kurdistanê ya ser bi leqa Dihok – Nînowa kiriye û endamê rêxistina lîjneya rêxistina Şehîd Ebdulselam Bêzinurî bûye ku ser bi lîjneya navçeya Amêdî ya ser bi lîjneya leqa yek ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.

 

Di sala 1993 nûnerê kongreya duyem ya Partiya Yekgirtina Kurdistanê bûye û bi mebesta xwe hilweşandin û yekgirtina bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê û heman salê de li kongreya yanzdehan de bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê – Yekgirtî de hatiye hilbijartin û Cîgirê berpirsê lîjneya leqa neh Akrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1993 pileya serkirdayetiyê ji bo endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtî de hatiye bilind kirin. Di sala 1995 li dûvdaçûnê leşkerî ya li fermandeya leşkeriya Kurdistanê (Felek) de xizmetê kiriye. Di sala 2010 nûnerê kongreya sênzdehe‌ma Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê bûye.


Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

2- Hisen Letîf Al Zebîdî, Mesewe Al Ahzab Al Iraqiye, (Beyrut ـ Muesese Al Arif lil matbuat - 2007 ).

3- Rêkar Ehmed, Yekgirtin û hilweşan, ( Hewlêr ـ Çapxaneya Behest 2016 ).

4- Mihemed Mela Qadir, Xebatname kurte dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê û kultûra Barzaniyê Nemir, çapa duyem, ( Hewlêr ـ Dezgeha Çap û belavkirina Aras 2007 ).


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir