Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li 13 ê Eylûla 2009 an de li ser beşê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi fermaneke komarî bi balyozê li Wezareta Derveya Iraqê hatiye damezrandin. Li 20 ê hezîrana 2010 an de bi fermaneke komarî bi balyozê Komarê Iraqê li dewleta konfederaliya Swîsreyê hatiye damezrandin û heta sala 2014 li wê postê da bûye. Di sala 2010 an de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.
Jiyanname
Pîrot Ehmed Îbrahîm bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin û sala 1944 an de li Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1964 an de li xaneya mamostayên seretayî ya Hewlêrê derçûye. Di sala 1964 an de Birêveberê Xwendingeha Seretayî ya Korê ya ser bi tixûbê perwerdeya Hewlêrê bûye. Di salên ( 1968 - 1970 ) mamostayê xwendingeha seretayî ya Barzanî ya ser bi perwerdeya Hewlêrê bûye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê çûye Şahnişîna Îranê û hevkariya penaberan kiriye. Di sala 1975 an de berpirsê yekemê perwerde û fêrkirina xweningeha koçberên Başûrê Kurdistanê ya li Şahnişîna Îranê bûye. Di sala 1992 an de xwendina bekaloryosê ji zanîngeha pizîşkî ya li Viyena yê temam kiriye. Di sala 2014 an de ji Wezareta Derveya Iraqê xanenişîn bûye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Almanî, Îngilîzî, Tirkî û Farisî ye.
Xebatname
Pîrot Ehmed Îbrahîm, di sala 1962 an de li serdema şoreşa Eylûlê de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye. Di sala 1963 an de li bajarê Hewlêrê heta demeke kurt ji aliyê hêzên pasevanên neteweyî (Al heres al qewmî) ya ser bi Partiya Be'esa Erebî Sosyalîstî ve hatiye desteser kirin û îşkence kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li 5 ê tebaxa 1970 an de nûnerê kongreya sêyema Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê ya li gundê Nawpirdan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Li rojên 5 heta 6 ê şubata 1973 ji aliyê nûnerên kongreya çarem ya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê ve li bajarê Hewlêrê bi endamê mekteba Sekreteriyetê hatiye hilbijartin û rapora emîndarêtiya sindoqê xwendiye. Di sala 1973 an de bi şandeke Partiya Dêmokrata Kurdistanê da beşdariyê li Festîvala Lawên Cîhanê ya li bajarê Berlîna Rojhilat de kiriye. Li rojên 1 heta 3 ê şubata 1974 an de nûnerê kongreya pêncem ya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê bûye û ji aliyê nûnerên kongreya pêncem ya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê ve bi Endamê Sekreteriyetê hatiye hilbijartin.
Di sala 1974 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye û li beşa zanyarî ya ( Perwerde û fêrkirin ) a şoreşa Eylûlê de wekî serpereştyar xizmetê kiriye. Di roja çarşema 24 ê nîsana 1974 an ji aliyê firokeyên hêzên asmanî ya Iraqê ve di dema bombebarana Zanîngeha Kurdistanê da ya li bajaroka Qeladizê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ew jî li wir bûye û rizgar bûye. Di sala 1976 an de wekî penaber çûye Komara Awusturya û di sala 1976 an de peywendiyê bi rêzên komeleya xwendekarên Kurd li Ewrupa ( K. S. S. E. ) kiriye. Di sala 1976 an de ji aliyê nûnerên kongreya şanzdehema Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrupa ve bi endamê mekteba Sekreteriyeta wê komeleyê hatiye hilbijartin. Di salên ( 1976 - 1991) nûnerê Serok Mesûd Barzanî ya li bajarê Viyena ye paytexta Komara Awusturya bûye. Di sala 1976 an de ji aliyê serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve bi endamê leq ya li lîjneya leqa şeş ya Ewrûpa yê hatiye destnîşan kirin. Li şeva 8 ê kanuna duyema 1979 an de li bajarê Viyenayê ji aliyê tîmeke hewalgiriya Iraqê ve ku ji bo kuştina Mesûd Barzanî hatibûn li ber gulle baranê dikevê û li wir birîndar dibe.
Li salên ( 1979 - 1989 ) endamê mekteba sekreteriyeta Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrûpa bûye. Di sala 1985 an de wekî nûnerê Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê beşdariya Festîvala Lawên Cîhanî ya li Moskowê kiriye. Di sala 1986 an de du caran bi Îdrîs Mistefa Şêx Mihemed ( 1944 - 1987 ) nas kirî bi Îdrîs Barzanî re serdana Komara Cemaweriyên Lîbya yê kiriye. Di sala 1988 an de hevkariya berketiyên çekên kîmyayê yên Başûrê Kurdistanê ya li bajarê Viyena yê kiriye. Di rojên 14 heta 15 ê tişrîna yekema 1989 an beşdariya yekemîn kongreya cîhanî ya Kurd : Mafê mirov û nasnameya çandî ku ji aliyê Enstîtuya Kurd li Parîs û Komeleya Fransa ya Azad ve bi serokayetiya (Madam Daniel Mitterand ) ve li bajarê Parîsê hatibû rêk xistin. Li 12 ê kanuna yekemê 1989 ji aliyê nûnerên kongreya dehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li 13 ê kanuna duyema 1990 an de bi endamê lîjneya peywendiyên Ewrupa yê hatiye destnîşan kirin. Li destpêka meha tebaxa sala 1990 an de nûnerê Partiya Dêmokrata Kurdistanê û endamê şanda bereya Kurdistanî bûye û bo serdana Yasir Arafat ( 1929 - 2004 ) li komara Tunisê kiriye. Di sala 1991 an de li operasyona hêzên Pêşmergeyên Bereya Kurdistanî û di dema raperîna Başûrê Kurdistanê de berpirsê mîhwerê Ranye ـ Qeladizê ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê bûye. Li 20 ê temuza 1991 an de endamê lîjneya serpereşt ya pêkanîna Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê bûye.
Di sala 1993 an de nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Komara Awusturya yê bûye. Di sala 1993 an de nûnerê kongreya yanzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî ya li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 1997 an de wekî nûnerê Partiya Dêmokrata Kurdistanê beşdariya civîna Enqere û Parîs ya ji bo aştiya bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê re kiriye. Roja înî ya 15 ê Tebaxa 1997 li rojnameya Xebat organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî de gotaran belav kiriye. Di sala 1999 an de nûnerê kongreya diwanzdehem ya Partiya Demokrata Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê bûye. Di salên ( 1999 - 2004) berpirsê yekemê nûnerayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Tehran a paytexta Komara Îslamiya Îranê bûye. Li nava şubata 2000 wekî nûnerê Partî li Tehranê bi şanda Partiya Demokrata Kurdistanê re serdana desthilatdarên Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê kiriye û hevdîtinan bi Haşimî Refsencanî Serokê Encumena Nasandina Berjewendiyên Nîzam re encam daye. Di destpêka meha tebaxa 2000 da bi şanda Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya bi Serokayetiya Nêçîrvan Îdrîs Mistefa nas kirî bi Nêçîrvan Barzanî re kiriye û ji bo hevdîtina bi karbidestên Komara Îslamiya Îranê re hevdîtinan encam dane. Di salên (1999 - 2004) nûnerê Partiya Demokrata Kurdistanê ya li bajarê Tehranê bûye. Di sala 2003 an de beşdariya kongreya rikeberên Iraqê ya li bajarê Londonê ya li Şahnişîna Yekgirtiya Brîtanya yê kiriye. Di sala 2005 an de wekî nûnerê Partî beşdariya kongreya Sosyal Dêmokratan li Başûrê Efrîqayê kiriye. Li 13 ê Eylûla 2009 an de li ser beşa Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi fermaneke komarî bi Balyoz li Wezareta Derveya Iraqê de hatiye damezrandin. Li 20 ê hezîrana 2010 an de bi fermaneke komarî bi balyozê Komara Iraqê li dewleta Konfederaliya Swîsre hatiye damezrandin û heta sala 2014 an li wê postê da bûye. Di sala 2010 an de berpirsê lîjneya amadekarê kongreya sêzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li roja 15 ê kanuna yekema 2010 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve ji ber xebata wî ya li şoreşa Eylûl, şoreşa Gulan, raperîna Başûrê Kurdistanê û qonaxa serweriyê de madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.
Çavkanî :
1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
2 - Aştî, semaha al seyîd Haşimî Rafsancanî yehmel wefd al Partî teheyate alî al reîs Mesûd al Barzanî, mucele Gulan al Arabî, muesese Gulan lil saqafa wal a'lam - al a'dad 45 - al sana al rab'a, Erbîl 29 şubat 2000 - sahife 5.
3 - Ibrahîm Tahir Ma'ruf al Ribatî, me'cema at ba muhafize Erbîl, ( Erbîl ـ al Tefsîr ـ Matba'a Terbiye Erbîl - 2004 ) - sahife 287 - 569.
4 - Birayetî pêşwaziyê li nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li welatê Awusturya dike - Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê - jimare 1621 - Hewlêr, în - 16 ê nîsana 1993 - rûpel 6.
5 - Berqiye Şukur Alî al reîs al bekir min al mutemer al Arab' lil Itihad ma'almî Kurdistan, cerîde al Taxî, al a'dad 953 - Bexdad, matba'a al Tayms, al sabt - 5 şubat 1972 - sahife 4.
6 - Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Serok - jimare 13 - 10 ê kanuna duyema 1990 - rûpel 4.
7 - Pîrot Ahmed, nizal al Partî fî Ewrupa min am 1976 wehetî an tifaziye - azar 1991 - cerîde Xebat, lisan hal al hizb al demoqratî al Kurdistanî ـ al muhed, al a'dad 837 - Erbîl, al cum'a 15 ab 1997 - sahife 9.
8 - Hamîd Gewherî - madalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê - bergê yekem, ( Hewlêr ـ Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ـ çapxaneya Hacî Haşim 2014 ) rûpel 264 - 267.
9 - Hamîd Gewherî - madalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê - kitêba yekem, çapa duyem, ( Hewlêr ـ Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 2019 ) - rûpel 270 - 273.
10 - Hebîb Mihemed Kerîm - Tarîx al hizb al demoqratî al Kurdistanî ـ al Iraq (fî muhatat rîesiye ) 1946 - 1993 - ( Dihok ـ matba'a Xebat 1998) - sahife 174.
11 - Sê belgenameyên taybet bi hilbijartina mamostayên Kurdistanê - kovara Silêmanî û Şaredariya Silêmaniyê - jimare 23 - Silêmanî - çapxaneya ofseta Şivan - hezîrana 2001 - rûpel 38 - 39.
12 - Şe'ban Elî Şe'ban - Hinek zanyariyên sîyasî û dîrokî - çapa sêyem - ( Hewlêr ـ çapxaneya Rojhilat - 2013 ) - rûpel 121.
13 - Selah Bedraldîn - Al hereke al wataniye al Kurdiye al sewriye - al cuz al sanî - ( Erbîl ـ rabita Kawa lil saqafiye al Kurdiye - matba'a Rojhilat 2018 ) - sahife 289.
14 - Sewre licelese al aftitahî al mutemer al Arab' lal Itihad ma'almî Kurdistan - cerîde al Taxî - al a'dad 953 - Bexdad - matba'a al Tayms - al sabt 5 şubat 1972 - sahife 1.
15 - Alî Tarîq al mutemer al Arab' - cerîde al Taxî - al a'dad 1250 - Bexdad - matba'a al Tayms - al ahad - 4 şubat 1973 - sahife 5.
16 - Elî Banîşarî - 39 sal berî niha li Viyenna Hikûmeta Iraqê hewla teror kirina Serok Barzanî da - rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê - jimare 5426 - Hewlêr - Dûşema 8 ê kanuna duyema 2018 - rûpel 4.
17 - Fayz Al Xafacî - Axtiyalat fî al minfî 1968 - 2003 ( Bexdad ـ dar qenadîl lil neşir wal tewzî'a 2018 ) - sahife 244.
18 - Fermana Komarî jimare 103 - Rojnameya Weqayî Iraqî - jimare 4157 - sala pencih û yekemîn - Bexda, çapxaneya xaneya giştî ya karubarê rewşenbîrî - 5 ê tişrîna yekema 2009 - rûpel 18.
19 - Fermana Komarî jimare 56 - Rojnameya Weqayî Iraqî - jimare 4138 - Bexda - çapxaneya xaneya giştî ya karubarê rewşenbîrî - sala pencih û yekemîn - 5 ê temuza 2010 - rûpel 3.
20 - Konferansa Navdewletiya Kurd : Mafê Mirov û Nasnameya Çandî - kovara Pêşeng, organa Partiya Gelê Dêmokrata Kurdistanê - jimare 18 - sala heftem - tişrîna duyema 1989 - rûpel 5.
21 - Kongreya çarem a Yekîtiya Mamostayên Kurdistana / Iraqê - kovara Dengê Mamosta - organa Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê ـ leqa Silêmanî - jimare 8 - sala duyem - Silêmanî - çapxaneya Raperîn, şubata 1973 - rûpel 55 - 56.
22 - Mihemed Elî Îsmaîl - Bîranînên min heftih sal temen û zêdetirê li nîv sedsalê xebatê - (bê cîh - 2019 ) - rûpel 263 - 264 - 372.
23 - Mela Faruq Şiwanî - Hemû Kurd - bergê yekem, (Hewlêr ـ çapxaneya rewşenbîrî 1997 ), rûpel 112.
24 - Al mutemer al Arab' lil Inqaba ma'almî Kurdistan yahî al minazil al Barzanî, cerîde al Taxî - al a'dad 953 - Bexdad - matba'a al Tayms - al sabt 5 şubat 1972 - sahife 4.
25 - Netaec Intixabat al mutemer al Arab' lil Itihad ma'almî Kurdistan, cerîde al Taxî - al a'dad 953 - Bexdad - Matba'a al Tayms - al sabt 5 şubat 1972 - sahife 4.
26 - Netaec Icabiye li ziyara wefd hizbina alî Tehran - cerîde Xebat, lisan hal al hizb al demoqratî al Kurdistanî - al a'dad 964 - Erbîl al cum'a 18 şubat 2000 - sahife 1- 15.
27 - Nêçîrvan al Barzanî yesl Tehran a'lî ras wefde rafî'a al mustewiye min hizbina - cerîde Xebat, lisan hal al hizb al demoqratî al Kurdistanî - al a'dad 987 - Erbîl, al cum'a 4 ab 2000 - sahife 1.
28 - Hoşyar Hemed Hacî - Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê çend aliyeke dîrokî ya serhildan û têkoşînê - 1962 - 1998 - ( Hewlêr ـ mekteba sekreteriyeta (Y. M. K.) ـ çapxaneya Wezareta Perwerde - 1998 ) - rûpel 58 - 65 - 84 - 89 - 96.




