Hesen Mihemed Sûre

Hesen Mihemed Sûre Mihemed, bi navê (Dr Hesen Sûr), hatiye nas kirin. Di sala 1985 an de wekî pizîşk peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di salên 1990 - 1991 berî raperîna Başûrê Kurdistanê çendîn raspardeyên taybetî yên Serok Mesûd Barzanî ji bo çend kesayetiyeke devera Soran, Şeqlawe, Pîrmam, Hacî Omeran û Xelîfan yên li tixûbê parêzgeha Hewlêrê birine...


Hesen Mihemed Sûre Mihemed, bi navê (Dr Hesen Sûr), hatiye nas kirin. Di sala 1985 an de wekî pizîşk peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di salên 1990 - 1991 berî raperîna Başûrê Kurdistanê çendîn raspardeyên taybetî yên Serok Mesûd Barzanî ji bo çend kesayetiyeke devera Soran, Şeqlawe, Pîrmam, Hacî Omeran û Xelîfan yên li tixûbê parêzgeha Hewlêrê birine. Di sala 1993 an de berpirsê lîjneya leqa yanzdeh ya Ranye ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1999 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê di kongreya diwanzdehem de li rêzbenda nehem de hatiye hilbijartin. Di sala 2009 li ser lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye endamê Encumena Niştimaniya Kurdistanê (Parlementoya Kurdistanê).

 

Jiyanname

Hesen Mihemed Sûre Mihemed, bi navê (Dr Hesen Sûr), hatiye nas kirin. Di sala 1955 an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Li sala 1982 an de derçûyê kolêja pizîşkî ye li zanîngeha Musilê û şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî ye.

 

Xebatname

Hesen Mihemed Sûre di sala 1985 an de wekî pizîşk peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1986 an de endamê lîjneya navçeya Qeladizê ya ser bi lîjneya leqa çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di salên ( 1990 - 1991) berî raperîna Başûrê Kurdistanê çendîn raspardeyên taybetî yên Serok Mesûd Barzanî ya ji bo çend kesayetiyeke devera Soran, Şeqlawe, Pîrmam, Hacî Omeran û Xelîfan yên li tixûbê parêzgeha Hewlêrê re birine bi mebesta hevkarî kirina raperînê, hinek ji wan ji bo Enwer Begê Bêtwate û Osman Begê Mîranî Şeqlawe û Seîd Axayê Şêtne û Şêx Şuş Nehrî bi mebesta hevkarî kirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo raperîna Başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Sedam Husên ( 1938 - 2002 ) nas kirî bi Sedam Tikrîtî Serok Komarê Iraqê. Di sala 1991 an de berpirsê lîjneya navçeya Qeladizê ya ser bi lîjneya leqa çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1993 berpirsê lîjneya leqa yanzdeh ya Ranye ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî bûye. Endamê Lîjneya Pişkinîn û çavdêrê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî bûye. Birêveberê Nexweşxaneyê bûye, di salên ( 1992 - 1997 ) bûye Birêveberê Giştî yê Tendirustiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanêp. Di sala 1999 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê di kongreya diwanzdehem de û li rêzbenda nehem de hatiye hilbijartin. Li sala 2003 bi Cîgirê Bepirsê Lîjneya Leqa Yanzdeh ya Ranye hatiye destnîşan kirin.

 

Roja pêncşema 24 ê nîsana 2003 li rojnameya Birayetî organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê de gotaran belav kiriye. Di sala 2003 bi Cîgirê Berpirsê Lîjneya Leqa Sê ya Kerkûkê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Di sala 2004 ji bo cara duyem bi berpirsê lîjneya leqa yanzdeh ya Ranye ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Di sala 2009 berbijêrê lîsta Kurdistanî ya pêvajoya hilbijartina 25 ê temuza 2009 ya Encumena Niştimaniya Kurdistanê bûye. Di sala 2009 an de li ser lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye endamê Encumena Niştimaniya Kurdistanê ya (xula sêyem). Di sala 2009 an de li xula sêyema Encumena Niştimaniya Kurdistanê de ji aliyê nûneran ve bi Cîgirê Serokê Encumena Niştimaniya Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li 6 ê tişrîna yekema 2009 an de endamê lîjneya karubarên tendirustî û jîngehê li Encumena Niştimaniya Kurdistanê li (xula sêyem) de bûye. Li 6 ê tişrîna yekema 2009 an de endamê lîjneya peywendî û rewşenbîrî û ragihandin û şûnewaran li Encumena Niştimaniya Kurdistanê (xula sêyem) bûye. Di salên ( 2009 - 2013 ) endamê lîjneya karubarê tendirustî û jîngehê ya Encumena Niştimaniya Kurdistanê bûye. Di sala 2010 an de nûnerê kongreya sênzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê bûye. Di 15 ê şubata 2012 an de ji aliyê nûneran ve bi Cîgirê Serokê Encumena Niştimaniya Kurdistanê di (xula sêyem) de hatiye hilbijartin.


Çavkanî :

1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

2 - Kinêr Ebdulla - beşdariya siyasiya jinan li Başûrê Kurdistanê - (Silêmanî - 2-16) - rûpel 94.

3 - Amadekirin û komkirin : Tara Tehsîn Esedî - Endamên Parlemena Kurdistanê xula sêyem - 2009 - 2013, ( Hewlêr ـ çapxaneya Şehab - 2010) - rûpel 11 - 52 - 135 - 137.

4 - Intixab a'za al licaniye al merkeziye lil hizb al demoqratî al Kurdistanî ـ al Iraq - mucele Gulan al Arabî- muesese Gulan lil seqafiye wal a'lam - al a'dad 41, al sana al rab'a - Erbîl 31 tişrîn al awal 1999 - sahife 15.

5 - Berbijêrên lîsta Kurdistanî ya hilbijartina 25.7.2009 - kovara Dengdan - Dezgeha Hilbijartina (Y. N. K), jimare 8 - Silêmanî 2009 - rşpel 19.

6 - Intixab licene merkeziye cedîde melefe min 31 u'zwa û 9 a'za ihtiyat - cerîde Xebat, lisan hal al hizb al demoqratî al Kurdistanî, al a'dad 946 - Erbîl, al cum'a 15 tişrîn al awal 1999 - sahife 15.

7 - Tara Tehsîn Esedî - Parlementerên xula sêyema Parlemena Kurdistana ـ Iraqê 2009 - 2013 ( Hewlêr ـ  çapxaneya Şehab 2013 ) rûpel 18.

8 - Hesen Mihemed Sure - Wane û pendên raperînê ji bo îro gelek bi nirxin - Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê - jimare 3930 - Hewlêr - pêncşem 6 ê Adara 2003 - rûpel 3.

9 - Hesen Mihemed Sure - Encamderên tawana 24.04.1974 bi sizaya gel gihîştin - Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê - jimare 3975 - Hewlêr, pêncşem 24 ê nîsana 2003- rûpel 3.

10 - Rojên Raperînê li hegbeya (Tûrika) Pêşmergeyek da - Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî - jimare 2159, înî ya 8 ê Adara 1996 - rûpel 5.

11 - Elî Sincarî - Al qaziye al Kurdiye wel hizb al Be'es al Arabî al Iştirakî fî al Iraq, al cuz al salasa, ( Dihok ـ matba'a Xanî 2012 ) - sahife 479.

12 - Fazîl Reuf - Ber bi rojê ve - bergê yekem, ( Hewlêr ـ çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî 2001 ) - rûpel 190.

13 - Karwan Mehwî - Kongreyên Partiya me Partiya Dêmokrata Kurdistanê - kovara Şîrove - Mekteba Navendî ya lêkolîn û nirxandinê - jimare 14, Hewlêr - çapxaneya Hacî Haşim, payîza 2010 - rûpel 21.

14 - Leqa Du - Leqa Du li nîv sedsala têkoşînê da - ( Hewlêr ـ çapxaneya Aras 2010 ) - rûpel 34. 

15 - Li hevdîtineke berpirsê Leqa (11) û komîteya Ranye ya Partiya Komunistên Kurdistanê da tekez li ser federalî ya cografî neteweyî hate kirin - Rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê - jimare 1351, Hewlêr - çarşema 28 ê kanuna duyema 2004 - rûpel 5.

16 - Malpera Parlemena Kurdistanê : http://www.perleman.org

17 - Mihemed Elî Îsmaîl - Bîranînên min heftih sal temen û zêdetirê nîv sedsalên xebatê - ( bê cîh - 2019) - rûpel : 326 - 297.

18 - Herêma Kurdistana ـ Iraqê - Parlemena Kurdistana ـ Iraqê - Protokolên sala 2009 ya Parlemena Kurdistanê, bergê pencih û çar - ( Hewlêr ـ ji weşanên Parlemena Kurdistanê ـ Iraq 2009) - rûpel 13 - 235 - 236.

19 - Herêma Kurdistana ـ Iraqê - Parlemena Kurdistana ـ Iraqê - Protokolên sala 2012, bergê heftih û şeş - ( Hewlêr ـ ji weşanên Parlemena Kurdistanê ـ Iraq 2012 ) - rûpel 19.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir