A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Taha Muhyedîn Me'rûf

Taha Muhyedîn Me'rûf, ku bi navê (Taha Hacî Mela Muhyedîn), tê nasîn, di sala 1946 an de di (Kongreya Yekemîn) de wekî endamê Komîteya Navendî hatiye hilbijartin. Roja Înê, 2 yê Gulana 2003 an, piştî hilweşandina rejîma Seddam Husên, xwe radestî hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kiriye.

Agahiyên bêtir

Seyîd Salih Berwarî

Salih Ebdulxaliq Reşîd, ku bi navê (Seyîd Salih Berwarî), tê nasîn, di sala 1962 an de peywendiyê bi refên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1963 an de bûye fermandarê tabûra topavêjiyê ya Leqa Yek a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Dehemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Şêx Mihemed Hersîn

Mihemed Ebdulrehîm Mihemed, ku bi navê (Şêx Mihemed Hersîn), tê nasîn, di sala 1954 an de bûye endamê leqê di Komîteya Leqa Çar a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraqê. Di sala 1963 an de peywendiyê bi refên hêza Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Celîl Feylî

Ebdulcelîl Ebdulreza Elî, ku bi navên (Celîl Feylî, Bahoz û Semîr), tê naskirin, di sala 1957 an de peywendiyê bi refên Partiya Dêmokrat a Yekgirtî ya Kurdistanê re kiriye. Di sala 1965 an de tevlî refên hêza Pêşmerge bûye û bêjer û spîkerê zimanê Erebî yê nefermî (Celifa) yê Radyoya Dengê Kurdistanê bûye.....

Agahiyên bêtir

Heme Rezayê Sergeloyî

Endazyar Mihemed Reza Arif Elî, ku bi navê (Mihemed Şêx Rezayê Sergeloyî), tê nasîn, di sala 1960 î de tevlî refên Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bûye. Di sala 1961 ê de peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1976 an de di Konferansa Berlînê de bûye endamê Serkirdayetiya Demkî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê.

Agahiyên bêtir

Kemal Hesen Çawmar

Kemal Hesen Ebdulrehman Emîn, ku bi navê (Kemal Hesen Çawmar), tê nasîn, di sala 1965 an de peywendiyê bi refên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye û di heman salê de tevlî refên Partiyê (PDK) bûye.

Agahiyên bêtir

Mesûd Saleyî

Mesûd Mistefa Kake Heme Husên, ku bi navê (Mesûd Saleyî), tê naskirin, di sala 1964 an de peywendiyê bi rezên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) re kiriye. Di sala 1974 an de, ew bûye endamê komîteya navçeya Xebatê, ku hemû emîndariyên giştî yên Şoreşa Îlonê di nav xwe de digirtin.

Agahiyên bêtir

Ne'man Îsa Şerîf

Ne'man Îsa Şerîf, ku bi navê (Ne'man Barzanî), tê nasîn, di sala 1946 an de peywendiyê bi Partiya Dêmokrat a Kurd re kiriye. Di sala 1964 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Şeşemîn) hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Reşîd Ebdulqadir Hemawî

Reşîd Ebdulqadir Selîm, bi navê (Reşîd Ebdulqadir Hemawî), hatiye nas kirin dadwer û siyasetmedar bûye. Di sala 1946 an ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd (kongreya yekem) de hatiye hilbijartin. Di sala 1953 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraq (kongreya sêyem) de hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ehmed Feqê Ekber

Xalîd Ehmed Feqê Ekber, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye û li sala 1964 an de li encama êrîşa taqima Îbrahîm Ehmed ya li ser sengerên Pêşmerge de fîşek li ber serê wî ketiye û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Yedula Feylî

Ebd Kerîm Murad Fethula, bi navên (Yedula Ebdulkerîm, Yedula Feylî, Kake Yedî, Zal), hatiye nas kirin, siyasetmedar, sala 1950 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye...

Agahiyên bêtir

Seyid Ezîz Şemzînî

Ezîz Ebdula Ebdulqadir Ubeydula, bi navê (Seyîd Ezîz Şemzînî), hatiye nas kirin, efser û siyasetmedar, di sala 1959 an de li kongreya çarem de bi endamê komîteya navendî û mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistana ـ Iraqê hatiye hilbijartin, di sala 1960 an de li kongreya pêncem‌ de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin....

Agahiyên bêtir