Reza Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Reza Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye. Di sala 1964 an de bûye Endamê Encûmena Serkirdayetiya Şoreşa li Kurdistana Iraqê. Li 15 ê nîsana 1967 an de nûnerê konferansa serbazî ـ ramyarî ya Kanî Simaqê bûye. Di sala 1967 an de ji aliyê nivîsîngeha bi cîh kar ya Encûmena Serkirdayetiya Şoreşa Kurdistanê ve li gundê Nawpirdan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bi dadwerê lêkolînê (Miheqeq Adil) hatiye damezrandin. Di sala 1970 an de ji aliyê nûnerên kongreya heştem ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.
Jiyanname
Reza Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî û Şêx Reza Berzencî), hatiye nas kirin. Di sala 1951 an de bi pileya Mulazimê Duyem li kolêja polîsên Bexdayê temam kiriye. Di salên (1961 - 1962) ji ber çalakiyên siyasî li bendîxaneya Fezîlye (Fezîlye) ya nêzîkî Bexdayê hatiye bend kirin. Li 7 ê şubata 1963 an de li bendîxaneyê tê azad kirin. Di sala 1979 an de vegeriya ye Iraqê û li bajarê Bexdayê nîştecîh bûye. Li sala 2004 an de koça dawî kiriye.
Xebatname
Reza Mihemed Mistefa di sala 1956 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokratên Yekgirtiya Kurdistanê re kiriye. Di sala 1963 an de bi pileya Neqîb peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1963 an de berpirsê azuqe û erzaqê şoreşa Eylûlê ya li parêzgeha Silêmaniyê bûye. Di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê da piştgîriya xwe ya tevahî li Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye. Di sala 1964 an de bûye endamê encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê. Li 15 ê nîsana 1967 an de nûnerê konferansa serbazî ـ ramyarî Kanî Simaqê bûye. Di sala 1967 an de ji aliyê nivîsîngeha bi cîh kar ve li gundê Nawpirdan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve bi Dadwerê Lêkolînê (Muheqiq Adil) hatiye damezrandin. Di sala 1970 an de ji aliyê nûnerên kongreya heştem ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.
Di sala 1970 an de li ser daxwaza serkirdayetiya şoreşa Eylûlê ve li Hikûmeta Iraqê de bi Birêveberê Polîsên Silêmaniyê hatiye damezrandin. Di sala 1974 an de bi destpêka şerê di navbera hêzên şoreşa Eylûl û Artêşa Iraqê de posta xwe bi cîh hiştiye û bi zêdetirê hêzên polîsên bajarê Silêmaniyê ve çûye nav rêzên hêzên Pêşmerge. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê wekî penaber çûye Îranê û li bajarê Kerec ya nêzîkî bajarê Tehranê hatiye nîştecîh kirin. Di sala 1979 an de vegeriya ye Iraqê û li bajarê Bexdayê hatiye nîştecîh kirin. Di sala 1996 an de ji nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê derketiye û dev ji karê partiyetiyê berdaye. Di rêkefta 19 ê tişrîna duyema 2004 an de koça dawî kiriye.
Çavkanî:
1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




