A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Şoreşa Îlonê

Şoreşa Îlonê (Şoreşa Neteweyî ya Îlonê - 11 Îlon 1961). Bi serokatiya Mistefa Barzanî li dijî Hikûmeta Komara Iraqê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, heta sala 1975 û Peymana Cezayîrê dom kir.

Agahiyên bêtir

Şoreşa Barzan a Yekem

Di 14’ê Kanûna yekem a 1914’an de piştî bidarvekirina Şêx Abdulselam Barzanî ji aliyê dewleta Osmanî ve, Şêx Ehmed Barzanî di 18 saliya xwe de şûna birayê xwe yê mezin girt û bû serokê olî û civakî yê herêma Barzan.

Agahiyên bêtir

Şoreşa Gulanê

Şoreşa Gulanê - (Şoreşa Gulanê ya Pêşkeftinxwaz - 26 Gulan 1976). Ji aliyê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK)ê ve di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî de li dijî hikûmeta Be's li başûrê Kurdistanê hat destpêkirin û heta serhildana bihara sala 1991ê berdewam kir.

Agahiyên bêtir

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Berlînê – 11.08.1976), bi serokatiya Samî Ebdulrehman û hejmareke mezin ji endam û alîgirên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li derveyî welat, li Berlînê paytexta Almanyaya Rojava hat lidarxistin. Armanca konferansê nirxandina siyaseta berê ya PDK, ji nû ve birêxistinkirina organên partiyê û berfirehkirina şoreşa çekdarî bû li Başûrê Kurdistanê.

Agahiyên bêtir

Konferansa Bexdayê

Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê - destpêka sala 1950) Ev konferans ji aliyê Komîteya Herêmî ya Bexdayê ve hat li dar xistin,weke bersivek li hember civîna Koyê ya di sala 1950 de, ku bi mebesta avakirina komîteyeke navendî ya demkî û amadekariya kongreya duyemîn a PDK’ê bû.

Agahiyên bêtir

Konferansa Mawet

Konferansa Mawet - (Konferansa Mawetê ya Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Iraq – 9 Nîsan 1964), ji aliyê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, bi biryara Îbrahîm Ehmed sekreterê partiyê, ji bo dijberiya serok Mistefa. Barzanî, serokê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li gundê Mawet hat ldarxistin.

Agahiyên bêtir

Kongreya Giştî ya Koyê

Kongreya Giştî ya Koyê - (Kongreya Giştî ya Koyê – 18 Adara 1963an), li ser pêşniyara Serok Mistefa Barzanî, fermandarê giştî yê şoreşa Îlonê û bi amadebûna endamên mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û kesayetiyên welatparêz ji hemû pêkhateyan ji bo danûstandinên li gel hikûmeta Be's a Iraqê li Koyê hat lidarxistin.

Agahiyên bêtir

Civîna Şawane a Partiya Dêmokrata Kurdistanê

Civîna Şawane a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) (Civîna Shawana - Destpêka Tîrmehê 1979) piştî koça dawî ya Serok Mistefa Barzanî bi mebesta rêkxistina kar û barên Partiyê û amadekariyên kongreya nehemîn li gundê Şawane yê Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin.

Agahiyên bêtir

Kongreya Yazdehan a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Kongreya Yazdehan ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) (Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtû – 26ê Tebaxa 1993) Piştî serhildana bihara sala 1991ê li Başûrê Kurdistanê û damezrandina Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê hat li darxistin.

Agahiyên bêtir