Kongreya dehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Kongreya dehemîn ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ((Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – 2 Kanûna yekem a 1989an), piştî avakirina Bereya Kurdistanê di sala 1988an û çendîn guhertinên herêmî li gundê Hêşmawe yê Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin.


Rewş û amadekarî

Di dawiya sala 1980ê de ew endamên serkirdayetiya demkî ya PDKê ku ji kongreya nehê veqetiyan, partiyeke nû bi navê Partiya Gel a Dêmokrata Kurdistanê ava kirin, di 28ê Çiriya Paşîn a 1980ê de, Bereya Niştimaniya Demokrat a Iraqê (CUD) hat damezrandin, ku tê de Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) û şeş partiyên din ên Kurdistanî û Iraqî pêk dihat. Piştre di 22’ê Îlona 1980’an de şerê 8 salî yê Îran û Iraqê dest pê kir, ku di tevahiya şer de hêzên kurdî bi xwe re mijûl bûn. Di vê heyamê de şerê navxweyî piraniya hêz û partiyên Kurdistanî bi taybet Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) girtibû, heya di konferansa Tehranê de di Cotmeha 1986ê de û mirina newext a Îdrîs Barzanî di 31ê Kanûna duyem a 1987an de bi dawî bû. Bereya Kurdistanê di 2’ê Gulana 1988’an de ku ji heft partiyên Kurdistanî pêk dihat hate avakirin, paşan şerê Îran û Iraqê piştî 8 salan di 20ê Tebaxa 1988an de bi dawî bû, êrîşên hovane yên rejîma Be's li ser Kurdistanê di sala 1988an de, kîmyabaran û Enfala Kurdistanê û gelek bûyerên din ji girîngtirîn bûyerên wê serdemê bûn.

Li gor rêziknameya navxwe ya partiyê diviyabû di sala 1983 an yan di sala 1984an de kongreya dehemîn bihata lidarxistin, lê ji ber şert û mercên nebaş û geşedanên nexwestî ew di hat paşxistin, heya li dawî di civîna Komîteya Navendî ya di Hezîrana 1989an de biryara lidarxistina kongreyê hat dayîn, di heman civînê de biryar hat dayîn ku komîteyeke amadekar ji bo kongreyê bê avakirin, bi şertê ku yek ji wan endamên komîteya navendî nebin. Lijneyek bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî hat avakirin û di Tîrmeha heman salê de hilbijartin ji bo hilbijartina endamên kongreyê ji nav rêxistinên leşkerî û hizbî dest pê kir û heta Cotmeha 1989ê amadekariyên kongreyê bi dawî bûn.

 

Lidarxistina kongreyê

Kongre ji roja 2 heta 12 Kanûna yekem a sala 1989an bi amadebûna 332 nûnerên hilbijartî yên navçeyên rizgarkirî yên derveyî desthilata hikûmeta Iraqê û destnîşankirina nûnerên navçeyên dagîrkirî, bi Diruşma (Berdewamkirina tekoşîna ji bo demokrasiyê ji bo Îraqê û otonomîyê ji bo Kurdistanê) li gundê Hêşmawe yê Rojhilatê Kurdistanê hate lidarxistin.

Rapora siyasî ya kongreyê ji aliyê Sekreterê Komîteya Navendî Elî Ebdullah ve hate xwendin û piştre jî nameyên 130 partî û rêxistinên siyasî yên dostên PDK’ê hatin xwendin, bi biryara kongreyê cara duyemîn di dîroka partiyê de pileya cîgirê serok hat nûkirin, di demeke de di kongreya yekem de (yekgirtina yekem) du cîgirên serok hebûn, lê Berovajî vê yekê ji pileya sekreteriyê hat ladan, ku di kongreya yekem da li kêleka sekreter hebû, li ser vê bingehê li ser pêşniyara Serok Mesûd Barzanî, Elî Ebdullah Emîn weke Cîgirê Serok hat destnîşankirin û ev destnîşankirin ji aliyê nûnerên kongreyê ve hat pesendkirin.

Di vê kongireyê de çend biryar hatin standin û madeya (5) ya bernameyê bi temamî hate sererastkirin û guhertin di desthilatên serokê PDKê de hatin kirin û desthilatên sekreterî neman, biryar hat dayîn ku li şûna sekreterî Cîgirê Serok were destinîşankirin, Mesûd Mistefa Barzanî bo cara duyem bi yekdengî wek serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin.

Peykerê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li ser bingeha rêziknameya kongreya dehan, şane, şaneya sereke, komîteya rikxistinî, komîteya navçeyê, komîta liqê, komîta navendî, Mekteba siyasî û serok. Herwiha Komîteya Çavdêriyê ya Navendî jî ji aliyê Mekteba Siyasî ve hat hilbijartin û ji endamekî Mekteba Siyasî û 2 endamên Komîteya Navendî pêk dihat, ku endamên wê dewrî bûn.


Serkirdayetiya helbijartî ya kongreya dehan:

1. Nêçîrvan Barzanî

2. Dr. Cercîs Hesen

3. Cewher Namiq Salim

4. Dr. Roj Nûrî Şawês

5. Hişyar Mehmûd Mihemed Faris

6. Fazil Mîranî

7. Ebdulmuheymen Barzanî

8. Felakeddîn Kakeyî

9. Hemîd Efendî

10. Mesûd Saleyî

11.Kiristof Yalda Tirxan

12. Izzadîn Berwarî

13. Azad Qeredaxi

14. Dr. Kemal Kerkûkî

15. Zeîm Elî

16. Dr. Pîrot Ehmed Îbrahîm

17. Qadir Qadir Elî

18. Qadir Qaçax

19. Dr. Elî Baba Şawês

20. Dr. Mihemed Salih Cuma

21. Derwêş Ebdulrehman Axa

22. Omer Osman Mêrgasûrî.


Endamên yedek ên Komîteya Navendî jî wiha hatin hilbijartin:

1. Dr. Nasîh Xefûr

2. Mehmûd Mihemed

3. Kemal Hesen Çewmar

4. Yunus Rojbayanî

5. Seyîd Salih Berwarî.

Di civîna yekemîn a Komîteya Navendî de, endamên Mekteba Siyasî ya nû hatin hilbijartin ew jî Nêçîrvan Barzanî, Fazil Mîranî, Dr. Roj Nûrî Şawês, Dr. Cercîs Hesen, Cewher Namiq, Hişyar Zêbarî û Zeîm Elî bûn.

Ji ber ku piştî Enfalê rewşa Kurdistanê bi temamî xirab bû, piştî kongreyê hewl hat dayîn ku guhertin di liqan de bên kirin û hêzên Pêşmerge bişînin Kurdistanê.


Çavkanî:

  1. Mihemed Mela Qadir, Xebatname, Kurte Dîroka PDKê û Barzaniyê Nemir, Çapa Sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Aras- 2012).
  2. Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê, Kongire û Konferans (Bername û Rêbazên Navxweyî), Komîteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Bergê 2, (
  3. Hebîb Muhemed kerîm, Tarîx El-hizb El-dîmoqratî El-Kurdistanî-El-Iraq (fî Mihetat reisiyah 1946 - 1993), (Dohûk- Metbet  Xebat- 1998. 
  4.   Îniqad EL-mutemer El-aşir Lil-hizb El-dîmoqratî El-Kurdistanî, Sehîfet Zagros, El-edet El-ewel, şobat 1990m.
  5.  Kerîm Hebîb Hacî, Muzekiratî Fi Sewret Eylol we Gulan El-mecîdeteyn, El-tebe El-sanyeh,(Dihok- Metbaat Xani- 2016m).
  6. Rêziknameya Kongireya dehan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) (Bê Cih - Çapxaneya Xebat - Bê Sal).
  7. Arşîva Desteya Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.
  8. Lîsteya namzedên Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo Civata Niştimanî ya Kurdistanê, rojnama Pêşkewtin, organa Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistanê-Îraq, hejmar 26, Gulan 1992.
  9. Rêhevalê xebatkar Seyîd Salih wexera dawiyê kir, rojnama Xebat, organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Hejmar 618, Adar 1992.

Gotarên Têkildar

Şoreşa Îlonê

Şoreşa Îlonê (Şoreşa Neteweyî ya Îlonê - 11 Îlon 1961). Bi serokatiya Mistefa Barzanî li dijî Hikûmeta Komara Iraqê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, heta sala 1975 û Peymana Cezayîrê dom kir.

Agahiyên bêtir

Şoreşa Barzan a Yekem

Di 14’ê Kanûna yekem a 1914’an de piştî bidarvekirina Şêx Abdulselam Barzanî ji aliyê dewleta Osmanî ve, Şêx Ehmed Barzanî di 18 saliya xwe de şûna birayê xwe yê mezin girt û bû serokê olî û civakî yê herêma Barzan.

Agahiyên bêtir

Şoreşa Gulanê

Şoreşa Gulanê - (Şoreşa Gulanê ya Pêşkeftinxwaz - 26 Gulan 1976). Ji aliyê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK)ê ve di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî de li dijî hikûmeta Be's li başûrê Kurdistanê hat destpêkirin û heta serhildana bihara sala 1991ê berdewam kir.

Agahiyên bêtir

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Berlînê – 11.08.1976), bi serokatiya Samî Ebdulrehman û hejmareke mezin ji endam û alîgirên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li derveyî welat, li Berlînê paytexta Almanyaya Rojava hat lidarxistin. Armanca konferansê nirxandina siyaseta berê ya PDK, ji nû ve birêxistinkirina organên partiyê û berfirehkirina şoreşa çekdarî bû li Başûrê Kurdistanê.

Agahiyên bêtir

Konferansa Bexdayê

Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê - destpêka sala 1950) Ev konferans ji aliyê Komîteya Herêmî ya Bexdayê ve hat li dar xistin,weke bersivek li hember civîna Koyê ya di sala 1950 de, ku bi mebesta avakirina komîteyeke navendî ya demkî û amadekariya kongreya duyemîn a PDK’ê bû.

Agahiyên bêtir