Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Berlînê – 11.08.1976), bi serokatiya Samî Ebdulrehman û hejmareke mezin ji endam û alîgirên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li derveyî welat, li Berlînê paytexta Almanyaya Rojava hat lidarxistin. Armanca konferansê nirxandina siyaseta berê ya PDK, ji nû ve birêxistinkirina organên partiyê û berfirehkirina şoreşa çekdarî bû li Başûrê Kurdistanê.


Rewş û sedem

Di encama Peymana Cezayîrê ya 6ê Adara 1975an de, di navbera Îran û Iraqê de, şoreşa çekdarî ya Başûrê Kurdistanê (Şoreşa Îlonê), piştî civîneke mezin li Hacî Omeran di 18ê Adara 1975an de, bi fermana Serok Mistefa Barzanî, hat rawestandin. Bi bidawîhatina şoreşê re, piraniya serkirdayetiya PDK, hejmareke mezin ji Pêşmerge û welatiyên Başûrê Kurdistanê piştî rêkeftina ligel hikûmeta Îranê, weke penaber derbasî Îranê bûn, bi vî rengî hema bêje hemû organ û saziyên PDK'ê, di serî de serkirdayetiya partiyê li Başûrê Kurdistanê, di pratîkê de hatin hilweşandin.

Piştî çend mehan ji penaberiya wan li Îranê, serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK), ji bo ku bi serokatiya Mesûd Barzanî rêzên xwe ji nû ve birêxistin bike, di 15ê Nîsana 1975an de, li ser kaniyeke derveyî bajarê Nexdeyê bi navê (Hewt Çeşme), bi nepenî li gel her yek hi Cewhar Namiq, Kerîm Şingalî, Arif Teyfûr û Hama Reza li hev civiyan, di wê civînê de biryara ji nû ve birêxistinkirina PDK’ê hate dayîn, Piştre di civîneke veşartî ya li Kerecê di destpêka Mijdara 1975’an de biryar hate girtin ku ji endamên kevin ên Komîteya Navendî û kadroyên ciwan ên partiyê serkirdayetiyek nû bê avakirin, ji bo şûna serkirdayetiya kevin a partiyê bigre. Her ji bo vê yekê daxuyaniyek hat amadekrin û di 10ê Kanûna Pêşîn a 1975an de bi navê Serkirdayetiya Demkî hat weşandin, Hejmara endamên hilbijartî ji bo vê Serkirdayetiya Demkî ji yanzdeh endaman pêk dihat ew jî Mesûd Barzanî, Îdrîs Barzanî, Samî Ebdulrehman, Cewher Namiq, Kerîm Şingalî, Arif Taifûr, Hama Rezayê Sergelo, Azad Berwarî, Nûrî Şawês, Elî Ebdullah û Kemal Kerkûkî bûn.

Bicîkirina navên endamên serkirdayetiya demkî ya PDK pêwîstî bi kongreyekê hebû, ji ber ku li gor rêzikname û bernameyên ku PDKê di kongireya heştem a sala 1970 li Nawpirdanê pesend kiribû, diviyabû endamên komîteya navendî di kongireyê bihatana hilbijartin, ger şert û ji bo lidarxistina kongreyê ne guncaw bin, partî dikare li her derê konferansê li dar bixe, bi mercê ku bi çavdêriya endamekî komîteya navendî ya berê were kirin. Ji ber ku rewşa PDK û herêmê rê neda kongreyê, serkirdayetiya partiyê biryara lidarxistina konferanseke mezin li Ewropayê da.

Di havîna sala 1976ê de bi hewlên liqa şeşê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) sînorê Ewropayê ji bo penaberên Kurd hat vekirin, Piştre herdu welatên Awûstûrya û Hollanda amadebûna xwe ya ji bo qebûlkirina hejmareke kurdan wek penaber nîşan dan, ji aliyê Mekteba Têkiliyên PDK'ê ya li Tehranê ve, hejmarek ji penaberan, ku di nav wan de endamên serkirdayetiya nû ya PDK'ê jî hene, ber bi Ewropayê ve hatin şandin, piştî hatina wan penaber ji aliyê Liqa Şeşemîn a Ewropayê ve hatin birêxistinkirin û piraniya wan li ser rêxistinên partiyê hatin belavkirin, bi vî awayî rewşa partiyê li Ewropayê ji nû ve zindî bû û di 26ê Gulana 1976an de Samî Ebdulrehman di civîneke çapemeniyê de li Londonê ji nû ve destpêkirina şoreşa çekdarî li Başûrê Kurdistanê (Şoreşa Gulanê) ragihand. Di heman demê de serkirdayetiya PDK’ê biryara lidarxistina konferansa partiyê li Ewropayê da.


Amadekariyên konferansê

Liqa şeşem a Ewropayê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) dest bi amadekariyên konferansê kir, ji ber ku navenda liqê li Berlîna Rojava bû, ew bajar weke cihê lidarxistina konferansê hatibû destnîşankirin, piştî amadekariyan ji komîteyên navçeyî yên Ewropayê hat xwestin ku nûnerên xwe bişînin Berlînê û ji her komîteyeke herêmê herî kêm 2 nûner hatin wdestnîşankirin, Komîteyên navçeyan bi dengdanê endamek ji nav xwe hilbijartin û bi serokê komîteya navçeyê re rasterast çûn konferansê û bi raporekê hatin Berlînê, ji bo civînên konferansê salona Zanîngeha Berlînê hat kirêkirin, komîteya amadekar a konferansê ji Samî Ebdulrehman, Nûrî Şawês, Heme Reza û Arif Teyfûr pêk dihat.

Di 11ê Tebaxa 1976an de konferansê di bin serokatiya Samî Ebdulrehman û komîteya amadekar de dest bi civînên xwe kir, hejmara endamên Komîteyên navçeyî yên Ewropayê yên Liqa Şeşemîn çil endam bûn, li gel endamên Serkirdayetiya Demkî, kadroyên ku nû hatibûn Ewropayê û mêvanên ku di nav wan de Îsmet Şerîf Wanli jî hebû, hejmara beşdaran gihaşt çil û heşt bo pêncî kesan, di nav wan de Tarq Akreyî, serokê Liqa şeşan, Ezîz Şêx Riza, Siyamend Benna, Remzî Şaban, Dr. Pîrot Ehmed, Hemîd Akreyî, Pola Mexdîd Qesab Koyî, Mihemed Salih Cuma, Fewzî Es'ed, Mihemed Miso, Cemal Alamdar, Dr. Omer Oremarî, Ferhad Sofî (Ferhad Cubraîl), Tofîq Feylî, Mecîd Feylî, Izzadîn Berwarî, Ebdulqadir Berwarî, Ebdulselam Berwarî, Faîq Nêrweyî, Mihemed Emîn Delewî, Aza Mehmûd Xefaf, Wirya Saatî, Ebdulrehman Pêdawî, Xazî Zêbarî, Mihemed Hesen Ewnet, Dr. Sebah Merîwanî.

Lidarxistina konferansê

Konferans ji 11 heta 16ê Tebaxê berdewam kir, di destpêka civînan de, Samî Ebdulrehman reşnivîsa belavokeke heştê rûpelî ya bi nave (Rêbaza tevgera rizgarîxwaza kurd) wxend ku ji aliyê komîteya amadekar a konferansê bi taybet Samî Ebdulrehman û Nûrî Şawês ve hatibû amadekirin, ku ew belavokek rexneyî bû li ser Şoreşa Îlonê û serkirdayetiya şoreşê û di bin bandora hizra çepgir a tund a Marksîst-Lenînîst de hatibû nivîsandin, belavok ji aliyê endamên konferansê ve hate gotûbêjkirn û piştre deng li ser hat dayîn. Xala duyem ji karên konfêransê ew bû ku navên yanzdeh endamên serkirdayetiya demkî ku berê wek endamên serkirdayetiyê hatibûn hilbijartin, bên destnîşankirin û 4 endamên din li wê bên zêdekirin, pêwîst bû 4 endamên nû yên serkirdayetiya demkî piştî ku navên wan hatin eşkerekirin vegerin Başûrê Kurdistanê, piştî dengdanê, her yek ji Warya Saatî, Dilşad Mîran, Aza Xefaf û Ebdulrehman Pedawî wek endamên nû yên serkirdayetiyê hatin hilbijartin û li lîsteya endamên serkirdayetiya demkî hatin zêdekirin, bi vî awayî hejmara endamên serkirdayetiya demkî bû panzdeh û bi awayekî yasayî hatin damezrandin.

Ji bilî kar û erkên konferansa Berlînê, di wê konferansê de çendîn biryarên siyasî hatin dayîn, ji wan jî hilbijartina Serok Mistefa Barzanî wek Serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) û amadekariyên kongreya nehemîn a PDKê ji biryarên herî giring bûn.

Piştî bi dawî hatina kar û erkên serkirdayetiya demkî û hilbijartina endamên nû û damezrandina wan, konferans ji aliyê liqê şeşan ve berdewam kir, Piştî diyarkirina namzetan, biryar hat dayîn ku ji bo liqa şeşemîn a Ewropayê du kargêrên komîteyên liqê bên hilbijartin, di encama dengdanê de Tarq Akreyî careke din wek serokê liqê û Siyamend Bana û Ebdulselam Berwarî jî wek kargêrên liqê hatin hilbijartin. Paşê Dr. Cercîs Hesen û Hemîd Eqrawî li komîteya kargêrî ya liqê hatin zêdekirin.

Konferans şeş rojan berdewam kir û di 16ê Tebaxa 1976an de bi dawî bû, ku heman roja damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bû û merasîmeke biçûk hat lidarxistin û piştre danê êvarê biryarên konferansê ji endam û beşdarên konferansê re hatin xwendin, ji ber hestyariya rewşa siyasî ya wê demê, bi helkefta bidawîhatina konferansê ti daxuyanî nehat dayîn, belavokeke bi nave (Rêbaza tevgera rizgarîxwaza kurd) hat drexistin, paşê ew belavok wek raporta siyasî ya serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya 11 heta 15 Tebax 1976 hatî derxistin, hate pejirandin.


çavkanî:

1.Farûq Mihemed Mihemed Emîn, Siyaseta Îranê li hember Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd li Başûrê Kurdistanê (1975-1989), (Silêmanî, Çapxaneya Rêya Nû, 2014).

2.Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê, Kongre û Konferans (Bername û Rêziknameya Navxweyî), Komîteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Bergê 1, (Hewlêr - Çapxaneya Roxana - 2021).

  3. Selah El-xirsan, El-teyarat El-siyasiyeh Fî Kurdistan El-Iraq, Qîraet Fî Melefat El-herkat We El-ahizab El-kurdîyeh Fî El-Iraq 1946- 2001, (Beyrût- Metbeet El-belax- 2001).

4.Kirîs Kuçîra, Cumbêşê Milîyêj kurd, Tercumêh Îbrahim Yonsî, Çapê Dovum, (Têhran- Întêşaratê Nêgah- 1377h.ş).

5.Konfêransê Seranê Opêk Ba Îxtarê Bomêdyen Bê Xêrb Teşkîl Şod, Roznamê Îtelaet Şomarêyh 14651, çarşembê 14 Îsfend 1353h.ş.

6. Elî Teter Nêrweyî, Tevgera Rizgarîxwaz a Netewa Kurd li Kurdistana Iraqê di Salên Şerê Iraq û Îranê de (1980-1988), Çapa 1mîn, (Hewlêr-Çapxaneya Hacî Haşim-2008).

7.Miswedet El-nîzam El-Daxilî”El-mutemer El-samin”(1970), El-fesil El-Erebî (El-munezmat El-hizbyeh Wacîbatuha We Selahîyatuha), El-madeh El-Sabî’e eşer- El-Licneh El-merkezîyeh, Feqereh 2).

8.Hemîd Gawherî, Îdrîs Mistefa Barzanî û Barzaniyan baştir binasin dîroka Devkî, (Stockholm- 2014).

9.Mihemed Mela Qadir, Xebatname, Kurte Dîroka PDK û Barzaniyê Nemir, Çapa Sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Aras- 2012).

10.Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.

11.Serkirdayetiya demkî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Rêbaza Tevgera Rizgariya Kurdistanê, Nirxandina Şoreşa Îlonê û Bernameya Nû ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Rapora Siyasî ya Serkirdatiya Demkî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku di Konferansa PDK’ê ya 11-15’ê Tebaxa 1976an de hat qebûlkirin.


Gotarên Têkildar

Komkujiya li ber deriyê Seray li bajarê Silêmaniyê

Ev komkujî di havîna 1963’an de di dema rejîma Be'sê de li parêzgeha Silêmaniyê pêk hat ku di wê baweriyê de bûn ku eger komkujî û êrîşeke berfireh li ser Kurdistanê pêk bînin, wê di demeke nêz de Şoreşa Îlonê hilweşînin û tevahiya Kurdistanê bixin bin kontrola xwe, her çende li Silêmaniyê dest bi girtin û komkujiya mirovên bêguneh kirin jî, ku ne bi tenê serketî nebûn lê li şûna vê di hemû êrîşên xwe yên li ser Çiyayê Ezmerê têk çûn.

Agahiyên bêtir

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Nûrî Şawês

Nûrî Sedîq Elî Resûl bi nasnav Endezyar Nûrî Şawês tê naskirin, di sala 1935’an de tevlî refên Komeleya Azadiya Kurd dibe, di sala 1951 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Duyem) tê hilbijartin. Di sala 1953an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya Sêyem) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Nejat Elî Salih

Nejat Elî Salih di sala 1985an de tevlî Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bû, di sala 2010an de di kongreya 13an de bû endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK).

Agahiyên bêtir