Şoreşa Îlonê

Şoreşa Îlonê (Şoreşa Neteweyî ya Îlonê - 11 Îlon 1961). Bi serokatiya Mistefa Barzanî li dijî Hikûmeta Komara Iraqê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, heta sala 1975 û Peymana Cezayîrê dom kir.


Sedem

Piştî şoreşa 14’ê Tîrmeha 1958’an, guhertinên mezin di rewşa siyasî û civakî ya Iraqê de çêbûn ku di berjewendiya hemû gelên Iraqê de bû, yek ji girîngtirîn destkeftên şoreşê ji bo Kurdan, danîna maddeya 3 ya destûrê bû, ku tê de hat gotin, (Kurd û Ereb hevpişkin di Iraqê de û mafên wan ên netewî bi destûrê di çarçoveya Iraqeke yekgirtî de hatiye naskirin). Di warê azadîya xebata siyasî û rêxistinî de, piştî vegeryana serokê PDKê, piştî 12 salan ji koç kirinê, Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bi fermî destûra xebatê wek yekane partiya kurdî li Iraqê wergirt.

Hevpişkiya Kurd û Ereban li Iraqê tenê demeke kim dom kir û madeya 3 ya destûrê qet nehat cîbicîkirin, rewşa siyasî her ku diçû aloztir dibû û

 hukûmetê jî ji sozên ku dabûn kurdan paşve gav avêt, dest bi derxistina efser û memûrên kurd ji artêşê û memûrên kurd ji ofîsên wan, bi taybetî li parêzgehên kurdî kir, li herêmên kurdan perwerdeya kurdî hat rawestandin û li Kurdistanê pirtûkên siyasî û edebî hatin qedexekirin û desthilat jibo razîkirina dilê derebegan kefte giyanê cotkaran.

Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) li dijî siyaseta hikûmetê derket, bi taybetî piştî ragihandina destûra demkî ya Iraqê û danîna maddeya 2 ya destûrê ku tê de gotibû (Iraq beşek ji umeta Erebî ye). Di 19ê Çiriya Pêşîn a sala 1960î de rojnameya Xebat li ser vê mijarê û bi giştî li ser vê rewşê nivîsek weşand, di nivîsînê de ligel pêşkêşkirina xalên 2 û 3 yên destûrê, daxwaza bidawîkirina biryarên Urfî û dema veguhêz, hilbijartinên azad û demokratîk û berdana girtiyên siyasî û destberdan ji dûrxistina endamên partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên cotkaran hat kirin. Li hember vê yekê, hukûmetê rojnameya Xebatî girt û senvîskarê wê da dest dadgehê, bi taybetî piştî derketina hejmara 462 di 28ê Adara 1961ê de, ku bi helkefta cejna Newrozê gotarek belav kir û tê de gelek pesnê Serok Mistefa Barzanî da û êrişên tund li ser karbidestên hukûmetê kirîn, piştre hikûmetê dest bi girtina hejmarek ji kadro û endamên komîteya navendî ya PDKê kir, bi vî rengî rewşa partiyê vegeriya rewşa beriya şoreşa 14'ê Tîrmehê û dîsa dest bi xebat û têkoşîna xwe ya veşartî kir.

Serok Mistefa Barzanî roja 5.11.1960 li ser vexwendina hikûmeta Sovyetê ji bo beşdarîkirina di şahiya Oktuberê de serdana Moskovayê kir, di hevdîtinên ligel berpirsên bilind ên Sovyetê de, wî daxwaz ji wan kir ku alîkariya asayîkirina peywendiyên di navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) û hikûmeta Iraqê de bikin, her di wan di hevdîtinan de gelek pirsgirêkên di navbera PDK û Partiya Komonîst a Iraqê de hatin çareserkirin.

Roja 13.1.1961ê Serok Mistefa Barzanî vegeriya Bexdayê û di meha sibatê de ligel Ebdulkerîm Qasim civiya, di hevdîtinê de Serok Mistefa Barzanî hewl da ku gumanên wan ji holê rake û hemû belgeyên xweşbîniya Kurdan li hember hikûmetê pêşkêşî Ebdulkerîm Qasim kir, lê bê mifa bû, Serok Barzanî di destpêka Adara 1961ê de bi yek carî ji Bexdayê derket û vegeriya Barzan, bi vê yekê roj bo roj rewşa di navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) û hikûmeta Iraqê de ber bi xirabbûnê ve diçû, hikûmetê dest bi çekdarkirina wan eşîran kir yên ku caşatî (Çetatî) ji xwe re kiribûn pîşe, Serok Barzanî jî hewl da ku çekan peyda bike da ji bo her êrîşeke ji nişka ve ya hikûmetê amade bin.

Di dawiya Hezîrana 1961ê de Komîteya Navendî ya PDK'ê ji bo lêkolînkirina rewşê li hev civiya û biryar da ku ji Abdulkerîm Qasim re yadaştekê bişîne, yadaşt di 30ê Tîrmeha 1961ê de hat şandin û tê de daxwaza rawestandina nakokiyên navbera PDK û Ebdulkerîm Qasim, vegerandina aramiyê li Kurdistanê û pêşîgirtina li xirabûna rewşê hat kirin, lê Ebdulkerîm Qasim guh neda yadaşta Komîteya Navendî ya PDK'ê û rewş xerabtir bû. Beriya ku yadaşt bê şandin, di 12ê Tîrmeha 1961ê de Celal Talebanî ji aliyê Komîteya Navendî ya Partiyê ve bo Barzanê hat şandin û biryarên dawî yên Komîteya Navendî pêşkêşî Serok Mistefa Barzanî kirin, Talebanî amadehiya Mekteba Siyasî ji bo rûbirûbûna her geşedaneke nişkêve nîşan da û Serok Mistefa Barzanî di wê baweriyê de bû ku heta niha ti tiştek neyê kirin û amadekarî berdewam bin û piştre Celal Talebanî bi şîretên Serok Barzanî vegeriya Silêmaniyê.

Siyaseta şovenîst a hikûmeta Ebdulkerîm Qasim li hember gelê Kurd berdewam kir û rewş her ku diçû ber bi teqînê ve diçû, ji bo pêşîlêgirtina şer, wekî nerazîbûn li dijî siyaseta hukûmetê, di 6ê Îlona 1961ê de Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li seranserê Kurdistanê greva giştî pêk anî, vê grevê hemû parçeyên Kurdistanê girtin û ev jî giranî û hêza PDK’ê nîşan da, armanca grevê ew bû ku rê li hikûmet bê girtin ku hêzên xwe neşîne Kurdistanê.


Destipêkirna şoreşê

Tevî hemû hewldanên PDKê yên ji bo nêzîkbûna hikûmetê û nehiştina şer, ev hemû hewldan ji aliyê Ebdulkerîm Qasim ve hatin paşguhkirin û di 11ê Îlona 1961’an de hêzên artêşê dest bi bombebarana asmanî ya Derbendî Bazyan, Geliyê Xelkan û derdora Duhokê kirin, li hember wê yekê di 19ê Îlona 1961'ê de, Mekteba Siyasî ya PDKê biryara rûbirûbûna hikûmetê da, gelê Kurd neçar kir ku ji bo parastina xwe serî li têkoşîna çekdarî bide.

Piştî çend şer û pevçûnan, hikûmetê karî heta 23ê Îlona 1961ê, ji bilî hinek deverên Barzan, hemû deverên Kurdistanê bixe bin kontrola xwe, di 6ê Cotmeha 1961ê de Omer Debabe û Elî Ebdullah endamên Mekteba Siyasî ya PDKê gihîştin Barzanê û bi Serok Mistefa Barzanî re civiyan, di civînê de biryara ji nû ve xwe rêkxistnê hat dayîn û biryar hat dayîn ku di navbera hêzên Barzan, hêzên çekdarên PDKê û çekdarên eşîrên ku hê ji qada şer derneketine de hemahengî bê çêkirin.

Piştî birêxistinkirinê û çendîn serkeftinên li ser artêşa Iraqê, di Sibata sala 1962an de, civîneke berfireh ji aliyê endamên komîta navendî ya partiyê ve li gundê Ewdalan yê parêzgeha Silêmaniyê hat lidarxistin, di civînê de Endamên komîteya navendî yadaştnameyek ji Ebdulkerîm Qasim re şandin û tê de gotin, şerê ku ew dikin şerê xweparastin û berevaniyê ye, ne şerê êrîşkirinê ye. Her wiha di yadaştnameyê de navê Pêşmerge ji bo şervanên xwe hilbijart û dirûşma “Demokrasî ji bo Iraqê û Otonomî ji Kurdistanê re” bilind kirin. Hin ji beşdarên civînê ji Îbrahîm Ehmed, Elî Eskerî, Ehmed Ebdullah, Omer Debabe, Elî Ebdullah, Mela Ebdullah Îsmaîl, Şemseddîn Muftî, Ebdulrehman Zebîhî, Nûrî Ehmed Taha bûn, zêrevanên civînê hêzeke 15 polîsên Hewlêrê bûn, ku nû bûne pêşmerge, di civînê de bi yekdengî biryara berdewamiya bergiriyê hat dayîn.

Serkeftinên artêşa Iraqê demkî bûn û hêzên Pêşmerge di demeke kin de karîn xwe ji nû ve birêxistin bikin û Artêşa Rizgariya Kurdistanê ava bikin ku hejmara wan nêzîkî 20 hezar Pêşmerge bû, vê hêzê karîbû heta nîvê sala 1962ê ji bilî navenda bajarên mezin piraniya Kurdistanê azad bike, di destpêka sala 1963’an de hikûmet neçar ma agirbestê bike, ku çend caran hate dirêjkirin heta hilweşandina hikûmeta Abdulkerîm Qasim di 8’ê Sibata 1963ê de û di vê heyamê de, Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) li gel hikûmetê hewla çareseriya aştiyane ji bo arîşeyên xwe da û ev hewlên wê ji aliyê raya giştî ya Iraqê ve hatin pêşwazîkirin.


Kodetaya Be'siyan

Şoreşa Îlonê rê li ber kodetaya 8ê Sibata 1963ê li dijî hikûmeta Abdulkerîm Qasim xweş kir, ev kodetaye di encama rêkeftina di navbera Partiya Be's û efserên niştimanî de bû, ku di dema amadekariyên kodetayê de pêwendî bi Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) re kirin û li ser pêkanîna hemû daxwazên siyasî û neteweyî yên şoreşa Kurdistanê li hev kirin û bi rêya Salih Yousfî, soza otonomiyê ji bo gelê Kurd ji Serok Mistefa Barzanî re hat dayîn piştî serkeftina kodetayê, himberî wê  serkirdayetiya şoreşgê jî soza rawestandina şer li dijî hikûmetê dabû.

Piştî serkeftina kodetaya 8ê Sibatê, Partiya Be'sê nameyek ji sekreterê PDKê Îbrahîm Ehmedî re şand û daxwaz ji wî kir ku çend kesên kurd ji bo beşdarîkirina di hikûmeta nû de destinîşan bikin, Mekteba Siyasî piştî erêkirina Serok Mistefa Barzanî wiha bersiva Partiya Be's da û got: (Demokrasî ji bo Iraqê û otonomî ji bo Kurdistanê siyaseta partiya me ye), navên me yên pêşniyarkirî jî ev in: Babe Elî Şêx Mehmûd, Fuad Arif, Bekir Ebdulkerîm, Omer Mistefa, Celal Talebanî û Elî Eskerî.

Di 18ê Sibata 1963an de, şandeke Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Celal Talebanî û Salih Yûsfî ji bo danûstandinan ligel hikûmeta nû ji bo Bexdayê hat şandin, roja din şand bi rayedarên hikûmetê re hevdîtin kir û Be'siyan hewl dan xwe ji sozên beriya kodetayê dabûn kurdan veşêrin. Herwiha di civînê de biryar hat dayîn ku Celal Talebanî bêyî ku vegere cem Serokê PDKê û Mekteba Siyasî, ligel şandeke hikûmetê serdana Misir û Cezayîrê bike û pirsa kurdî gotûbêj bike, di vê serdanê de, Celal Talebanî ligel Serokomarê Misirê Cemal Ebdul Nasir û Serokomarê Cezayîrê Ehmed Bin Bella civiya û her du welatan piştgirî dan çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd.


Encûmena serkirdayetiya şoreşê

Di rojên 28-29.09.1964ê de li bajarokê Qeladizê bi amadebûna Serok Mistefa Barzanî û hejmarek ji kadroyên pêşeng ên Partiya Dêmokrata Kurdistanê, fermandarên leşkerî û kesayetên civakî yên girêdayî eşîret û malbatan, civînek ji bo birêxistinkirina karûbarên şoreşê, nivîsandina destûrê û çawaniya danûstandina ligel Bexdayê lidar xistin. Serok Mistefa Barzanî di destpêka kongreyê de axaftinek kir û tê de behsa danûstandin û rêxistina refên şoreşê kir û daxwaz kir bi hilbijartinên azad (Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê) ji bo birêvebirina xebatê were hilbijartin.

Di dawiya Îlona 1964ê de Serok Mistefa Barzanî û Mekteba Siyasî li ser biryarên Kongreya Şeşemîn û Civîna Qeladizê, li ser roja 7’ê Cotmeha 1964’an de ji bo avakirina Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li hev kirin, ji bo birêvebirina deverên rizgarkirî, di destpêkê de gundê Boskîn weke cihê civînê hatibû destnîşankirin, lê piştre civîn derbasî gundê Girdespî yê devera Pişderê bû û 10 rojan di nava hevdîtinê de bûn, di civînê de 63 kes beşdar bûn, ku ji wan 17 endamên Serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK), 17 fermandarên hêzan, 29 rêveberên olî yên îslamî, mesîhî û êzîdî, kesayetiyên civakî, serok eşîr û kesayetiyên malbatan bûn.

Berê serokên eşîran di nav xwe de li ser bijartina xwe li hev kiribûn û bi hejmareke mezin derketin, her wiha Endamên serkirdayetiya Partiyê û fermandarên hêzan jî ji bo Encûmenê hatin destnîşankirin. Di 9ê Çiriya Pêşîn a sala 1964an de li gundê Boskîn destûra Encumena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê hat îmzekirin û di 10ê Çiriya Pêşîn a 1964an de biryar û pêşniyarên Komîteya Dadwerî ya wîlayeta Kurdistanê di 13 xalan de hatin îmzekirin, piştre qanûn û rêziknameyên îdarî di 12 xalan de hatin amadekirin û qanûn û rêzikên darayî di sê beşên darayî ya şoreşê, bac û gumrikan de hatin birêxistinkirin.

Bi biryara Encûmenê, mekteba rêveber a ji yanzdeh kesan hate avakirin ku Mustafa Karadaxi sekreter bû, paşê hate guhertin û bû Mehmûd Osman, di asta kemîneyên etnîkî de, tirkmen ji ber şert û mercên xwe yên taybet di encûmenê de cih negirtin, her çend Serok Mistefa Barzanî di vî warî de hewlên mezin jî dan, ji bo wê yekê jî ku kesek nûneratiya encûmenê li Ewopayê jî bike, endamê encûmenê Îsmet Şerîf Wanlî ji bo vî karî hat destnîşan kirin, ku ew bi xwe beşdarî Kongreya Gel a Duyemîn û civînên avakirina encûmenê bû, vê encûmenê pênc komîte ava kir, ew jî ev bûn:

1. Komîteya Destûrî

2. Komîteya Dadwerî

3. Komîteya Leşkerî

4. Komîteya Rêveber

5. Komîteya Aborî.

Di dawiyê de endamên van komîteyan di sê astan de bi serpereştiya Serok Mistefa Barzanî hatin hilbijartin ku ji endamên Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, fermandarên Şoreşa Îlonê, serokên eşîran û kesayetiyên olî û niştîmanî pêk dihat. Endamên komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) ji ev bûn: Mistefa Barzanî, Hebîb Mihemed Kerîm, Dr. Mehmûd Osman, Salih Yûsfî, Ezîz Ekreyî, Dr. Fuad Celal, Ebdulkerîm Murad, Elî Qasim Şingalî, Neaman Îsa, Îsmaîl Arif, Haşim Akreyî, Şêx Îsmaîl Mela Ezîz, Şêx Mihemed Harsîn, Mistefa Qaradaxî, Mihemed Emîn Mihemed Elî, Omer Şerîf û Ramazan Akreyî. Fermandarên Şoreşa Îlonê Colonel Ebdulrehman Qazî, Colonel Nûrî Mela Merûf, Colonel Ruken Ebdul Kafî Nebawî, Colonel Şêx Salih Şêx Mihemed, Captain Nafîz Celal Hewîzî, Captain Nûrî Mela Hekîm, Captain Bekir Ebdulkerîm Hewîzî, Captain Yûsif Cemîl Mîran, Captain Şêx Riza Gulanî, Reşîd Sindî, Efserê polîs Ebdulwehab Etroşî, Esed Xoşawî, Îsa Suwar, Huso Mîrxan Dolamerî, Elî Xelîl, Ebdullah Axa Pişderî û Hacî Şêx Qadir bûn. Serokên eşîran, kesayetên olî û niştîmanî jî ev bûn: Dr. Îsmet Şerîf Wanlî, Dr. Kemal Fuad, Şêx Letîf Hefîd, Kake Ziyad Xefûrî, Mohsen Dizeyî, Şêx Huseyîn Boskin, Bapîr Babekir Axa, Şêx Mihemed Balîsanî, Wehab Axa Cundiyanî, Ebbas Mamend Axa, Îsmaîl Suwara Axa, Salih Beg Mîran, Silêman Hacî Bedrî Sindî, Ehmed Mihemed Emîn Dizayî, Mehmûd Beg Gulayî, Mistefa Beg Caf, Şêx Kawkasî Seyîd Taha Nehrî, Kwîxa Îsmaîlî Telan, Hacî Axa Hêro, Mecîd Hema Reşîd Xan, Mehmûd Ebbas Axa, Ebdulrehman Axa Norek, Şêx Reûf Hencîre, Hacî Îbrahîmî Çermega, Şêx Mohîdînî Sandulan, Matran Mario Wala, Metran Polis Bêdarî, Gorgîs Melik Çeko û Tehsîn Beg Seîd Beg.

Avakirina Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê di xebatên rêxistinî û rêveberiyê de gaveke girîng bû, Ev Encûmen di asta herî jor de bi erkdarkirina karbidestên qeymeqam, Rêveberên nawçedariyan, danan û belavkirina pile û sernavên serkirdeyên curbicur ên artêşa şoreşê, destnîşankirina Mekteba Siyasî ji bo xebatên partiyê û hilbijartina sekreterekî ji bo xwe, damezrandina Mekteba cîbicîkar ku berpirsa birêvebirin û cîbicîkirina biryarên taybet li ser karûbarên navxweyî û serperiştiya dezgehên hikûmetê li navçeyên rizgarkirî bû, ev Encûmen rasterast bi serokatiya Serok Mistefa Barzanî bû.

Leşkirê şoreşê bi vî rengî hat rêkxistin:

• Serokê Giştî: Serok Mistefa Barzanî

• Sererkan: Nûrî Mela Merûf

• Leşkirê yekem li Badînan: Esed Xoşawî, hêzên wî ji:

Hêza Zaxo: Îsa Suwar

• Hêza Duhokê: Elî Xelîl

• Hêzên Şêxan û Akrê: Huso Mîrxan Dolamarî

• Leşkirê duyem li Hewlêrê: Reşîd Sindî, hêzên wî ji:

• Hêza Safîn: Tahir Elî Walî

• Hêza Kawa li Pişder: Huso Mîrxan jajokî

• Hêza Betwata: Elî Şaban

• Leşkirê sêyem li Silêmanî û Kerkûkê: Colonel Ezîz Akreyî, hêzên wî ji:

• Hêza Xebat: Ebdulwehab Atroşî

Hêza. Qeredax: Fazil Talabanî

• Hêza Rizgarî: Tariq Ehmed.

Ji nû ve destpêkirina şer 1965

Di dawiya sala 1964an de, di bin kabîneya nû ya Tahir Yehya de, hikûmeta Iraqê û Encûmena Serkirdatiya Şoreşê hewlên xwe zêde kirin ji bo nehiştina şer, her ji bo vê yekê roja 17.12.1964 şandeke hikûmetê serdana Serok Mistefa Barzanî kir û di 10ê Kanûna duyem a 1965an de Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê şandek şand Bexdayê û ev hewldan heta Adara 1965an berdewam kirin, dema ku gotûbêj rawestiyan û têkiliyên her du aliyan dîsa aloz bûn û di sibata 1965an de şer ji nû ve dest pê kir.

Di vê qonaxa şer de, hikûmet tevî ku piraniya hêzên xwe yên leşkerî bikar anîn sûd ji hejmareke mezin a Çeteyan wergirt,

êrîşên artêşa hikûmetê û Çeteyan di nîvê nîsana 1965an de bi êrîşa li ser Çiyayê Safîn a parêzgeha Hewlêrê dest pê kir, Şerên herî girîng ên vê serdemê ev in: Şerê Safîn di Nîsana 1965an de, Şerê Piramagrûnê di 28ê Nîsana 1965an de, Şerê Qeredaxê di 4ê Hezîrana 1965an de, Şerê Azmar û Çawartayê di 25ê Hezîrana 1965an de, Şerê Zînatîrê di Payîza 1965an de, Şerên Eniya Rewandzê 5ê Tebaxa 1965an de, Şerê Kêwerş, 6 Îlon 1965, Şerê girtina Pêncwênê, 23 Kanûna yekem 1965. Di encama wan şeran de artêşa Iraqê karîn li çend cihan pêşde biçin û li gelek cihan jî ji aliyê hêzên Pêşmergeyên şoreşê ve hatin paşvexistin û neçar man paşde biçin.

Her di vê demê de û piştî efûkirina Serok Mistefa Barzanî, di 06.07.1965ê de koma Mekteba Siyasî bi serokatiya Îbrahîm Ehmed ji Îranê vegeriya Başûrê Kurdistanê û li Hacî Omeran bi cih bûn, Piştî demekê di destpêka sala 1966’an de ev kom tevlî hikûmetê dibe û li dijî şoreşê derdikeve.

Pilana (Tewekeltu Ela Allah), Qonaxa Nû ya Şer 1966

Piştî mirina Ebdulselam Arif di 13ê Nîsana 1966an de û û destijkarkêşana kabîneya Tahir Yehya, Ebdulrehman Arif bû serokomarê Iraqê û kabîneya nû ji aliyê Ebdulrehman Bazaz ve hat avakirin, her di vê navberê de Koma Mekteba Siyasî ji şoreşê veqetiya û tevlî hikûmetê bûn, van faktoran wekir ku hikûmet xwe bilindtir bibîne, ji ber vê yekê Wezîrê Berevaniyê Lîwa Ebdulezîz Oqeylî pilan kir ku êrişî hêzên Pêşmergeyên şoreşê bike û nave (Tewekeltu Ela Allah) lê kir, ev pilan di 3'ê Gulana 1966'an de ji aliyê Lîwaya 4'emîn a Çiya, bi piştgiriya Lîwaya 1'emîn, li Çiyayê Hindren û Lîwaya 3'emîn a bi piştgiriya Lîwaya 14'an a li Zozkê hatiye destpêkirin, di vê êrîşê de hikûmetê piraniya hêzên Çeteyan bikar anî, ev êrîşa artêşa hikûmetê di 12ê Gulana 1966an de Dastan Hindrînî je derkeft, ku bû sedema têkbirina hêzên hikûmetê û Çeteyan û derketina daxuyaniya 29ê Hezîrana 1966an û razîbûna hikûmetê bi daxwazên serkirdayetiya şoreşê û daxuyanî hi aliyê Abdulrahman Bazaz ve hat xwendin.


Qonaxa Nû ya Şoreşê û Rola Çeteyan (1966-1970)

Piştî ku wan nekarîn plana “Tewekeltu Ela Allah” bi cih bînin, hikûmetê bi vekirina baregehan û biçekkirina Çeteyan, bi taybetî koma Mekteba Siyasî ya kevin hewl da ku planên xwe yên li dijî şoreşê pêk bîne, Çeteyan bi awayekî herî xirab erka xwe pêk anîn û bûn şahid û cîbicîkarê planên hikûmetê.

Li hember de jî hikûmetê bi şandina şandan bo baregeha Barzanî û vexwandin û pêşwaziya şandên şoreşê li Bexdayê hewl da ku bi gel û cîhana derve ragihîne ku peywendiyên xwe li gel serkirdayetiya şoreşê di asta herî bihêz de ye, serdanên herî girîng ên vê serdemê, serdana Serok Ebdulrehman Arif bo Berzêwa ji bo dîtina Serok Mistefa Barzanî di 28ê Cotmeha 1966an de, piştre jî serdana Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî yek li dûv yek bo Bexdayê di Kanûna duyem a 1967an de bû.

Di dema agirbestê de, serkirdayetiya şoreşê bi mebesta bihêzkirina leşkerê şoreşê, kursên leşkerî yên cuda ji Pêşmerge re vekirin û di 17’ê Nîsana 1967’an de kongreya leşkerî ya Kanî Simaq bi serokatiya Serok Mistefa Barzanî hate lidarxistin û di wê kongreyê de destûrek ji bo pêkanîna erkên şoreşê hate qebûlkirin, Hikûmetê hin sozên ku di beyana 27ê hezîranê de dabûn bi cî anin, nemaze piştî ku serokwezîr Tahir Yahya di Tebaxa 1967an de serdana Serok Mistefa Barzanî kir û gundên Dubizê yên ku ereb lê rûniştibûn ji xwediyên wan ên kurd re vegerandin.

Têkiliyên di navbera serkirdayetiya şoreşê û hikûmetê de careke din aloz bûn dema di 7'ê Cotmeha 1967'an de şandeya hikûmetê serdana serkirdayetiya şoreşê kir,. Şandeyê ragihand ku hikûmet ji danûstandinan vekişiyaye û niyeta ji çekkirina Çeteyan tune ye û Serokwezîr di nameyekê de bo Serok Barzanî da zanîn ku di vî warî de ti desthilatek nîne û Serokkomar jî di bin bandora efserên artêşê de ye, bi vê yekê jî serkirdayetiya şoreşê biryar da ku bi erkê xwe rabe û hêzên Pêşmerge bişîne ser navenda Çeteyan li Bekreaco, di wê demê de Serokkomar Wezîrê Çandiniyê Ebdulkerîm Ferhan şand cem Serok Mistefa Barzanî û jê xwest ku êrişê rawestîne û Serok Barzanî jî bi wê daxwazê ​​razî bû, li hember vê yekê hikûmetê hejmareke zêde ya hêzên xwe ji bo piştevanîkirina Çeteyan şandin Silêmaniyê û piştî wan bûyeran li Hewlêr û navçeyên din diyardeya kuştina kadro û endamên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) ji aliyê Çeteyan ve zêde bû, di bersivê de, serkirdayetiya şoreşê hewl da ku bi şandina hêzên çekdar li dijî Çeteyan bersivê bide û ev rewş bû sedem ku serokwezîr Tahir Yehya nameyek ji Serok Mistefa Barzanî re şand û jê xwest ku dest ji lêdana Çeteyan berde, li himberê de, wî jê re got ku çalakiya kuştina Çeteyan rawestîne û zindana Bekreco ya ku ji hêla Çeteyan ve tê birêvebirin bigire.

Di destpêka sala 1968’an de rewşa di navbera şoreşê û hikûmetê de careke din xerab dibe, hikûmetê bi rêya Çeteyan êrîşî şoreşê kir û bi hinceta aramkirina rewşê leşker şand Şêxan, li hember de jî Serok Mistefa Barzanî nameyek ji Serokkomar, Serokwezîr û Serokerkanê Artêşê re şand û daxwaz ji wan kir ku dawî li vê rewşê bînin, lê belê dûrketina hikûmetê ji rewşê bû sedema bersivdayîna hêzên şoreşê li hember êrîşên Çeteyan û artêşê.

Di 15’ê Nîsana 1968’an de careke din li deşta Hewlêrê şer di navbera leşkerê şoreşê, artêşa rejîmê û Çeteyan de derket û heta 18’ê Nîsana 1968’an berdewam kir û di encamê de artêşa Iraqê şikest û neçar ma ji deşta Hewlêrê vekişe.

Di 17’ê Tîrmeha 1968’an de hikûmeta Ebdulrehman Arif ji aliyê Be'siyan ve kodeta li sr hat kirin û hat hilweşandin û Ehmed Hesen Bekir ji aliyê Be'siyan ve weke serokkomar hat tayînkirin, bi vî awayî heta dawiya sala 1968’an di navbera leşkerê şoreşê û artêşê de şer derneket, li hember vê yekê êrîşên Çeteyan zêdetir bûn, rejîma nû ya Iraqê siyasetek nû pejirand û hewl da ku xwe nêzî komunîstan bike û girîngiyek zêdetir da Çeteyan, bi taybetî koma Mekteba Siyasî û Meydan ji bo vala kirin ku êrîşî hêzên şoreşê bikin û bi alîkariya leşkeran hewl dan deverên Qeredagê bixin bin kontrola xwe, di himber de serkirdayetiya Şoreşê di 12’ê Cotmeha 1968’an de hêzên Xebat, Rizgarî û Deşta Hewlêrê ji bo rûbirûbûna Çeteyan şandin Qeredagê, van hêzan karîn heta roja 28ê mehê wê deverê ji Çeteyan paqij bikin û di encamê de Çete ber bi baregehên hikûmetê yên li Kerkûkê ve vekişiyan.

Di Sibata 1969an de, serkirdayetiya şoreşê biryar da ku êrişî kêlgeha petrolê ya Baba Gurgur a Kerkûkê bike, ku jêdereke girîng a dahata hikûmetê bû û li dijî şoreşê dihat bikaranîn, piştî amadekariyan êrîş di 2'ê Adara 1969'an de bi serketî hat kirin û hikûmetê karvedaneke wesa nebû.

Di Sibata 1969 de, şer dîsa bi dijwarî dest pê kir, hikûmetê bi desteka Çeteyan ji her derê êrîşî hêzên şoreşê kir û di vê demê de, çend şer qewimîn, ku herî girîng ev bûn:

Şerê Şaxolan 21ê Sibata 1969ê, Şerê Geliyê Alane 13ê Tîrmeha 1969ê, Şerê Şarezûr û Helebceyê 25ê Gulana 1969ê, Şerê Dukanê 20ê Îlona 1969ê, Şerê Dekan û Sorya li nîvê Tebaxa 1969an de, di van şeran de gelek reşekujî ji aliyê leşker û Çeteyan ve hatin kirin û destên xwe ji tiştekî neparastin, Hikûmetê bi alîkariya Çeteyan êrîşên xwe yên li ser deverên Garmyian û Qeredagê zêde kirin û şer 3 mehên havînê dewam kir, di encamê de Pêşmerge neçar man paşde vekişin û li Çiyayê Sûrdaşê kom bûn, li aliyê din artêşê li deşta Hewlêrê serkeftineke ewqas bi dest nexist. Piştî van serkeftinan, hikûmet û Çeteyan plan kiribûn ku heya digehin devera Dilmanê ku baregeha Barzanî lê ye nerawestin, ji ber vê yekê dîsa dest bi êrîşan kirin, di nîvê Cotmeha 1969’an de êrîşeke berfireh li ser devera Merge pêk anîn û zeviyên Geliyê Şehîdan dagir kirin.

Piştî pêşdeçûna artêş û Çeteyan, di dawiya Çiriya Pêşîn a sala 1969ê de, hêzên Pêşmerge xwe ji nû ve birêxistin kirin û êrîşa dijber kir û di Dastana Gritk de di 31’ê Cotmeha 1969’an de artêş şikandin, piştî vê şikandinê artêşê çend şikestinên din di şeran de hatin, wek: Şerê Marga, 6 Çiriya Paşîn 1969, Şerê Piramagrun, 18 Çiriya Paşîn 1969, Şerê Çiyayê Sûrdaş, nîvê Çiriya Paşîn 1969, van şikestinan hukûmet neçar kir ku bi serkirdayetiya şoreşê re ji nû ve danûstandinan bike, ku ev yek bû sedema peymana 11-ê Adara 1970-an.


 

peymana 11-ê Adara 1970-an

Be'sîyan di hewldanên xwe yên leşkerî yên ji bo bidawîkirina şoreşê de şkestin xwar û şoreşê serkeftinên mezin bi dest xistin, Hikûmeta Be's jî bilî windakirina gelek çavkaniyên mirovî û madî tiştek jê re nemabû, ji ber vê yekê hizir kir ku bi kurdan re rêkeftinikê çêbike, di Îlona sala 1969an de, Be'sîyan yekem hewla xwe ji bo lihevkirina digel serkirdayetiya şoreşê bi rêya şandeke Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê) pêk anîn û danûstandin çend mehan berdewam kirin, şandên her du aliyan li ser asta herî bilind ji bo lihevkirinek di navbera Bexda û Navpirdanê de di hatin û di çûn, li dawiyê piştî serdana cîgirê serokkomarê Iraqê Sedam Husên bo Nawpirdanê û hevdîtina bi serok Mistefa Barzanî re di 11ê Adara 1970ê de, peymanek di navbera hikûmeta Be's a Iraqê û serkirdayetiya şoreşê de hate îmzekirin û di encamê de naskirina tiştê ku Kurdan ji bo wê dest bi şoreşê kiribû, ango mafên siyasî û netewî yên gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê hate naskirin.


Poşmanbûn ji peymana 11-ê Adarê û Peymana Cezayîrê ya 1975an

Peymana 11’ê Adara 1970’î ji aliyê hikûmeta Iraqê ve weke ku hatibû lihevkirin qet pêk nehat, bi vê yekê rewşa di navbera serkirdayetiya şoreşê û hikûmeta Iraqê de xirab bû.

Di 26’ê Adara 1974’an de rejîma Be's rawestandina  gotûbêjan bi serkirdayetiya şoreşê re ragihand, Paşê wî hemû yekeyên nobedarên sînor helweşandin û şer di navbera her du aliyan de ji nû ve dest pê kir, topxaneyên rejîmê di wê mehê de dest bi topbarankirina deverên di bin kontirola şoreşê de kirin û di dawiya meha Îlona sala 1974’an de piraniya navçeyên di bin kontirola şoreşê de kontirol kirin, serketinên artêşê dirêj neman û ji aliyê leşkerê şoreşê ve li herêmên ku dagir kiribûn neçar man ku paşve vekişin, Şoreş di vê demê de ji aliyê Hikûmeta Şahê Îranê ve bi awayekî berfireh hat piştgirîkirin.

Di dawiya payîza 1974 de, Bexdayê berdewabûna şer ragihand û belav kir ku şer dê di zivistanê jî de berdewam bike, ev şikestin ji bo rejîma Be's û Seddam Huseyîn bêtehemûl bûn, Hikûmet li hemberî şoreşê ewqas lawaz bû ku neçar ma endamên xwe yên yedek jî bikar bîne, pereyên yedek yên hukûmetê diqediyan, Şahê Îranê dixwest ku bi alîkariya şoreşê fişarê li Iraqê bike ku peymana Gulana 1937-an a li ser Şetul Ereb binirxîne, her ji bo vê armancê bû ku wî Amerîka razî kir ku bi dizî piştgiriya şoreşa di bin çavdêriya wî de bike.

Mihemed Reza Şahê Îranê her ku diçû nêzîkî armanca xwe dibû, di 6'ê Adara 1975'an de li Cezayîrê lûtkeya OPEC'ê bi amadebûna nûnerên sêzdeh welatên endam hat lidarxistin, di vê konferansê de bi alîkariya serokê welatê mêvandar, Hawari Bumidien peymana siyasî-leşkerî di navbera Sedam Husên de, ku wê demê cîgirê serokomarê Iraqê bû û Mihemed Riza Şah Pehlewî yê Îranê hat îmze kirin, encama wê rêkeftinê ew bû ku Îran alîkariya Iraqê bike ku şoreşa Kurdistanê dorpêç bike, sînorên xwe ligel Iraqê biparêze û êdî destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Iraqê de neke, di himber de Iraqê dê çend zeviyên (Şet El-Ereb) ji Îranê re bide û sînorên avê yên her du welatan bi peymana Konstantînopolê ya sala 1913’an a di navbera Îran û Împaratoriya Osmanî bê vegerandin.


Nisko ya şoreşê (Têkçûna şoreşê)

Dema ku Peymana Cezayîrê hat ragihandin, Serok Mistefa Barzanî li ser daxwaza Şahê Îranê ligel şandekê serdana Tehranê kiribû, Serok Barzanî, Mohsen Dzeyî ji Tehranê ber bi Hacî Omeran ve şand, ji bo lidarxistina civîneke awarte li gel endamên Mekteba Siyasî û serkirdeyên siyasî û leşkerî yên şoreşê û agahdarkirina wan ji pêşhatên dawî, roja 08.03.1975 piştî nîvro, Mohsen Dzeyî gihîşte Hacî Omeran û civînek lidar xist û nûnerê Barzanî ji amadebûyan re got ku, rejîma padîşahiya Îranê biryar daye ku ji 1ê Nîsana 1975an ve sînorên xwe bigire û êdî amade ne alîkariya şoreşê bike, Serok Barzanî daxwaz ji endamên serkirdayetiyê kiriye ku biryarê bidin ku koçberî Îranê bibin yan jî şoreşê berdewam bikin.

Piraniya endamên Mekteba Siyasî li gel wê yekê bûn ku şoreş bi rêya partîzanî berdewam bibe û radestî ti aliyekî nebin, Mohsen Dzeyî di roja 9ê Adarê de vegeriya Tehranê, Serok Barzanî li ser biryar û pêşniyarên civînê agahdar kir, di heman rojê de bersiva Serok Mistefa Barzanî ji Hacî Omeran re bi rêya ajansa Beytel a ofîsa PDKê ya li Tehranê ji Hacî Omeran re hat şandin û tê de piştevaniya pêşniyara serkirdatiya PDKê ya berdewamkirina şerê partîzanî kir.

Piştî vegera Mihemed Riza Şah ji Cezayîrê, di 11’ê Adara 1975’an de li Tehranê bi şanda serkirdayetiya şoreşê re hevdîtin pêk anî, Padîşah peymana xwe hincet kir û wiha got: (Min jî diviyabû berjewendiyên welatê xwe bixim pêş berjewendiyên din, çawa ku we ji bo berjewendiyên xwe peymana 11’ê adara 1970’an bi wan re îmze kir).

Roja 12ê Adarê Serok Mistefa Barzanî û şanda pê re vegeriyan Hacî Omeran û li gel endamên serkirdatiya partiyê civiyan, di civînê de biryara berdewamkirina şer hat dayîn, roja 13ê Adarê piştî ragihandina agirbestê, Serok Mistefa Barzanî civîneke berfireh li gel serkirdeyên leşkerî yên deverê, kesayetiyên siyasî û kadroyên pêşkeftî yên partiyan re pêk anî, biryar hat dayîn ku qadên şoreşê li ser çend beşan bên dabeşkirin û ji bo her beşekî serkirdeyekî taybet yê qadê bê destnîşankirin, her wiha ji bo sivikkirina barê şoreşê û kêmkirina hejmara Pêşmergeyan di nava hêzan de û hat ragihandin ku her kes azad e ku vegere Iraqê û efûya giştî wî bigre, yan weke penaber bireve Îranê yan jî li deverên di bin kontrola şoreşê de bimîne û şer bidomîne, piraniya kesên ku di civînê de amade bûn biryar dan ku bimînin.

Piştî biryara berdewamkirina şoreşê, roja 18ê Adarê General Mensûr Pûr nûnerê Mihemed Riza Şah hat devera di bin kontrola şoreşê de û ligel Serok Mistefa Barzanî û çend endamên Mekteba Siyasî civiya, Mensûr Pûr biryara dawî ya Şah li ser şoreşê anîbû û ji serkirdayetiya şoreşê re gotibû (eger şer berdewam bikin, dê hêzên leşkerî yên Iraqê ji bo têkbirina şoreşê derbasî nav axa Îranê bibin û eger pêwîst bike dê hêzên Îranê alîkariya wan bikin). Di 18’ê Adarê de serkirdayetiya şoreşê biryar da ku civîneke awarte bi amadebûna endamên Mekteba Siyasî û Komîteya Navendî pêk bîne, Serok Mistefa Barzanî nêrînên xwe ji beşdarên civînê re anîn ziman, ew jî divê şer ji bo demekê bê rawestandin û di demeke xweştir de ji nû ve dest pê bike, piştî gotûbêjkirina rewşa li gel berpirsên leşkerî û aliyên siyasî, hemûyan pêşniyara Serok Barzanî pesend kirin, di 25ê Adara 1975an de, piraniya serkirdayetiya şoreşê, pêşmerge û xelkê sivîl koçberî Îranê bûn û gelek ji wan hatin efûkirin û li Kurdistanê man û piştre hatin veguhestin bo başûr û naverasta Iraqê.


Çavkanî:

  1. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd, 1958-1961, Bergê 2, (2012).
  2. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd 1961-1975, Bergê 3, Beş 1, (Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 2004).
  3. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd 1961-1975, Bergê 3, Beş 2, (Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 2004).
  4. Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Kongre û Konferans (Bername û Rêziknameya Navxwe). Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Bergê 1, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhelat- 2021).
  5. Selah El-xirsan, El-teyarat El-siyasiyeh Fî Kurdistan El-Iraq, Qîraet Fî            Melefat El-herkat We El-ahizab El-kurdîyeh Fî El-Iraq 1946- 2001, (Beyrût-  Metbeet El-belax- 2001).                                                                    
  6. Hebîb Muhemed kerîm, Tarîx El-hizb El-dîmoqratî El-Kurdistanî-El-Iraq (fî Mihetat reisiyah 1946 - 1993), (Dohûk- Metbet  Xebat- 1998. 
  7. Tehîyet Icazet El-hizb El-dîmoqratî El-Kurdistanî, Cerîdêt Xebat(El-nîzal), Eledêt 141, Bexdad, 9ê Kanûna Pêşin 1960.
  8. Şêrko Fethullah Omer, Partiya Demokrat a Kurdistanê û Tevgera Rizgarîxwaz a Netewa Kurd 1946-1957, w. Suwara Qeladzeyî, (Çapxaneya Şehîd Azad Hewramî - 2013).
  9. Îsmet Şerîf Wanlî, Kurdistan Eliraqîyh Hiwîyh Wetenîyh (Diraseh Fî Sewret Eilol 1961), Tercomet Soead Mihemed Xizer, (Elslêmanîyeh- Moe’siset Jîn- Metbe’et Şiwan- 2012m).
  10. Şêrzad Zekeryah Mihemed, Mêclis Qîyadet Elsewreh Fî Kurdistan. Eliraq 1964- 1970 Diraseh Tarîxîyh Siyasîyeh Eameh, (Dihok- Merkez Eldirasat Elkurdîyeh We Hifz’e Elwesayq- Camiet Dihok-2012m). 
  11. Şuraî Fermandihîyh Inqilab Eeşayer Teşkîl Şod Komîteih Difa’e Ez Hiqoqê Eişayer, Roznaneh Îtilaat Şomarêh 11533, Têhran, Şembêh 16ê Aban 1343 h.ş.
  12. Bi Dinbalê Sodorê Eilamîyehê Eeayêh Eiraq Derbarê Xodmuxtari, Roznaneh Îtilaat Şomarêh 11534, Têhran, Şembêh 16ê Aban 1343 h.ş.13.
  13. Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojên Dîroka Şoreşa Eylûlê  1961-1975, (Hewlêr, Nivîsgeha Tefsîr a Weşan û Ragihandinê,  Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 2007).

 


Gotarên Têkildar

Şoreşa Barzan a Yekem

Di 14’ê Kanûna yekem a 1914’an de piştî bidarvekirina Şêx Abdulselam Barzanî ji aliyê dewleta Osmanî ve, Şêx Ehmed Barzanî di 18 saliya xwe de şûna birayê xwe yê mezin girt û bû serokê olî û civakî yê herêma Barzan.

Agahiyên bêtir

Şoreşa Gulanê

Şoreşa Gulanê - (Şoreşa Gulanê ya Pêşkeftinxwaz - 26 Gulan 1976). Ji aliyê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK)ê ve di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî de li dijî hikûmeta Be's li başûrê Kurdistanê hat destpêkirin û heta serhildana bihara sala 1991ê berdewam kir.

Agahiyên bêtir

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Berlînê – 11.08.1976), bi serokatiya Samî Ebdulrehman û hejmareke mezin ji endam û alîgirên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li derveyî welat, li Berlînê paytexta Almanyaya Rojava hat lidarxistin. Armanca konferansê nirxandina siyaseta berê ya PDK, ji nû ve birêxistinkirina organên partiyê û berfirehkirina şoreşa çekdarî bû li Başûrê Kurdistanê.

Agahiyên bêtir

Konferansa Bexdayê

Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê - destpêka sala 1950) Ev konferans ji aliyê Komîteya Herêmî ya Bexdayê ve hat li dar xistin,weke bersivek li hember civîna Koyê ya di sala 1950 de, ku bi mebesta avakirina komîteyeke navendî ya demkî û amadekariya kongreya duyemîn a PDK’ê bû.

Agahiyên bêtir

Konferansa Mawet

Konferansa Mawet - (Konferansa Mawetê ya Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Iraq – 9 Nîsan 1964), ji aliyê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, bi biryara Îbrahîm Ehmed sekreterê partiyê, ji bo dijberiya serok Mistefa. Barzanî, serokê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li gundê Mawet hat ldarxistin.

Agahiyên bêtir