Şewket Mela Îsmaîl

Şewket Mela Îsmaîl Hesen, pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bû, Berpirsiyarê Dezgeha Bêtela Şoreşê bû, pileya fermandarê 3’yemîn Betalyona Hêzên Parastina Sînor di sala 1970’î de û serleşker di sala 1992’î de, di sala 1994an de hatye malinşînkirin.


Jiyanname

Şewket Mela Îsmaîl Hesen di sala 1937an de li taxa Gwêja li Silêmaniyê ji dayik bûye, xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li Silêmaniyê qedandiye, di sala 1957an de ji bo xwendina li kolêja polîsî çûye Bexdayê û di sala 1961ê debi pileya efseriyê qedandiye û piştre di polîsê gerok de hatiye damezrandin.

Şewket Mela Îsmaîl Hesen di sala 1961ê de piştî destpêkirina şoreşa mezin a Îlonê, di Kanûna yekê a wê salê de tevlî refên Şoreşa Îlonê dibe, ji ber pisporiya wî di amûrê Bêtelê de, ew li baregeha Barzanî hat damezrandin û di nava deh rojan de karî Bêtela Şoreşê di navbera baregeha Barzanî û hêzên Pêşmerge de bêxe kar û di heman salê de bû Berpirsiyarê Dezgeha Bêtela Şoreşê.

Di sala 1962 de, wî karî yekem koda Bêtelê di navbera dezgeha Bêtela navendî li baregeha Barzanî û hemû şaneyên Bêtelê yên hêzên Pêşmerge û baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê ava bike û tora hevbendiyê di navbera wan de saz bike, bi vî awayî piraniya çalakiyên hêzên pêşmerge û serkirdayetiya PDKê ji navberê hatin parastin, ew pispor bû di şîrovekirina kodên Bêtela hêzên Iraqî de ji bo berjewendiyên şoreşê.

Di sala 1970’an de piştî peymana 11’ê Adarê weke fermandarê betalyona sêyem a hêzên parastina sînor hate damezrandin û bi berpirsyariya hêza Kerkûkê ya PDK’ê hate erkdarkirin.

Di sala 1974’an de piştî ku hikûmeta Iraqê pêkanîna peymana 11’ê Adarê red kir û dîsa dest bi êrîşên xwe yên li ser şoreşê kir, ew vegeriya nav Hêzên Pêşmerge û wek berpirsê Bêtela Şoreşa Îlonê hat destnîşankirin, di sala 1975an de, piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, xwe radestî hikûmeta Iraqê kir û ji bo bajarê Semawayê li başûrê Iraqê hat dûrxistin, di dûrxistinê dev ji kurdayetiya xwe berneda û dest bi nivîsandina ferhenga kurdî bo kurdî, kurdî bo îngilîzî, îngilîzî bo îngilîzî kir.

Piştre di sala 1991ê de piştî serhildana gelê Kurdistanê vegeriya Silêmaniyê û piştî damezrandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 1992an de, di nav hêzên polîsan de pileya lîwa werdigire û di sala 1994an de li ser daxwaza xwe malnişîn bû û çû dervey Herêma Kurdistanê û li Almanyayê bi cih bûye.


Ji berhemên wî:

  • 1985 Ferhenga Kurdî-Îngilîzî.
  • Ferhenga Kurdî-Kurdî.
  • Ferhenga Îngilîzî-Îngilîzî.
  • Sala 2006 Wergera pirtûka Tewfîq Wehbî ya bi navê (Êzdî mîratgirên Mîtra ne) (Yezeedees are the remnants of Mithraism).
  • Di sala 2007an de ferhengeke Kurdî ji bo Şivanê Kurdî danaye.
  • Pirtûka Rojên wî di Şoreşa Îlonê de (1961-1975).
  • Di sala 2008 de ferhenga Kurdî-Îngilîzî jibo mamostetiyê danaye.

Çavkanî:

  • 1. Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Mistefa Goronî

Mistefa Ebdullah Hemed Ehmed, ku bi navê Mistefa Goronî jî tê naskirin, Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlonê û Golanê bû, di sala 1991ê de beşdarî serhildanê dibe, di sala 1979an de jî endamê kongreya 9emîn bûye

Agahiyên bêtir

Necmedîn Goronî

Necmedîn Ebdullah Hemed, bi nasnav Necmedîn Goronî tê naskirin, fermandar û pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulanê û Serhildanê ye, di sala 1961ê de tevlî hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, serliq bû û Erkê wî parastina baregeha Barzanî bû, di 3ê Mijdara 1994an de koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Hesen Axa Berzêweyî

Hesen Ebdulrehman, bi nasnavê Hesen Axa Berzêweyî tê naskirin, di sala 1965’an de tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bû, di Şoreşa Îlonê de pileya cîgirê betalyona 1. a Zozkî wergirtiye, di sala 1979’an de bû fermandarê hêza serkirdayetiyê, di sala 1986 de, ew bû Berpirsiyarê komîteya navçeya Rwandizê.

Agahiyên bêtir