Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.


Jiyanname

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin di sala 1939’an de li gundê Gwêzlînge yê navçeya Balekayetiyê ya navçeya Çomanê ji dayik bûye, piştî hilweşîna şoreşê di sala 1975’an de Mela Mihemed Emîn û malbata xwe koçberî Îranê dibin û jibo bajarê Îsfehanê  tên veguhastin, 5 kur û 2 keçên wî hene, di 81 saliya xwe de di 17’ê Hezîrana 2020’an de koça dawî kirû li gundê Gwêzlînge ya navçeya Çomanê hate veşartin.


Xebatname

Di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû û bû kargêrê rêxistina Helgurd li Kerkûkê, Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey li Kerkûkê leşker bû û di sala 1961ê de li gel destipêkirna Şoreşa Mezin a Îlyonê tevlî şoreşê bû û vegeriya devera Balekayetiyê.

Piştî salek pêşmergetiyê,Mela Mihemed Emîn di sala 1962an de, li gundê Bêşe yê navçeya Smîlanê, cara yekem Mela Mistefa Barzanî dibîne, di heman hevdîtinê de dibe cihê baweriya Mela Mistefa Barzanî, di sala 1963'an de beşdarî Dastana Bersîrîn dibe, di girtina bingehên navçeyên Gelale û Rayat de rolek mezin lîst û piştî van serkeftinan Mela Mihemed Emîn ligel Mela Mistefa Barzanî û pêşmergeyên xwe çû devera Bêtwate, di sala 1964’an de bi hevalên xwe re vedigere deverê û li Dergele, Hawdîyan û Dêlziyan baregeha xwe ava dike, gelek dastanên pir serwerî tomar dikin, di sala 1967an de bi fermana serkirdayetiyê dibe endamê beşa leşkerî ya Mekteba Siyasî, di sala 1970’an de dibe endamê navçeya Balekê û di Dadgeha Şoreşê de karê xwe berdewam dike.

Piştî têkçûna şoreşê di sala 1975an de, koçberî Îranê bû û bo bajarê Esfehanê hate veguhastin û li wir bû serokê rêxistina Esfehanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, di sala 1983an de bû serokê îdareya baregeha serkirdeyê nemir Îdrîs Barzanî li Hacî Omeran, di sala 1979’an de bû kargêrê navçeya Balekî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), di navbera salên 1981 û 1993an de, kargêrê liqa duyemîn û berpirsyarê beşa darayî û şehîdan bû.

Di sala 1988an de wek farmandarê hêza liqa duyemîn beşdarî Dastana Xwakurkê bû û roleke girîng dilîze û di wê Dastanê de birîndar dibe.

Di serhildana 1991 de di azadkirina Kurdistanê de beşdar bû û di azadkirina Kerkûkê de roleke berçav hebû.

Di kongreyên 7 heta 13 yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de weke endam beşdar bûye û di kongreya 11. De li sala 1993ê berbijarê serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû, di sala 1993an de piştî kongreyê wek kargêrê liqa 10 yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hate destnîşankirin, di navbera salên 1999 û 2000î de bûye endamê Dezgeha Îlonê li Soran, di 2007 de, dibe endamê Dezgeha Bilind a Îlonê, sala 2010 di kongreya 13 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de, ji ber rola wî ya berbelav di nav Partî û Pêşmerge de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve, bi medalyaya Barzanî hat xelatkirin.


Çavkanî:

  • 1. Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.

Gotarên Têkildar

Komkujiya li ber deriyê Seray li bajarê Silêmaniyê

Ev komkujî di havîna 1963’an de di dema rejîma Be'sê de li parêzgeha Silêmaniyê pêk hat ku di wê baweriyê de bûn ku eger komkujî û êrîşeke berfireh li ser Kurdistanê pêk bînin, wê di demeke nêz de Şoreşa Îlonê hilweşînin û tevahiya Kurdistanê bixin bin kontrola xwe, her çende li Silêmaniyê dest bi girtin û komkujiya mirovên bêguneh kirin jî, ku ne bi tenê serketî nebûn lê li şûna vê di hemû êrîşên xwe yên li ser Çiyayê Ezmerê têk çûn.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Nûrî Şawês

Nûrî Sedîq Elî Resûl bi nasnav Endezyar Nûrî Şawês tê naskirin, di sala 1935’an de tevlî refên Komeleya Azadiya Kurd dibe, di sala 1951 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Duyem) tê hilbijartin. Di sala 1953an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya Sêyem) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Nejat Elî Salih

Nejat Elî Salih di sala 1985an de tevlî Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bû, di sala 2010an de di kongreya 13an de bû endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK).

Agahiyên bêtir

Fatih Mihemed Emîn

Fatih Mihemed Emîn Murteza, ku bi navên Fatih Mihemed Emîn Beg, Fatih Siyamensûrî û Birusk jî tê nasîn, mamoste û siyasetmedar, di sala 1964an de wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, salên (2001-2005) bûye endamê Civata Niştîmanî ya Kurdistanê, di sala 2020ê de koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir