Nûrî Şawês

Nûrî Sedîq Elî Resûl bi nasnav Endezyar Nûrî Şawês tê naskirin, di sala 1935’an de tevlî refên Komeleya Azadiya Kurd dibe, di sala 1951 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Duyem) tê hilbijartin. Di sala 1953an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya Sêyem) hat hilbijartin.


Jyanname

Nûrî Sedîq Elî Resûl, bi nasnav Endezyar Nûrî Şawês tê naskirin, di sala 1922an de li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye, kurê Sedîq Şawês e, efserê serdema Şêx Mehmûdê Hefîd (1881-1956) ku beşdarî şerê Derbenda Baziyanê li dijî artêşa Brîtanyayê bûye.

Bi Nahîde Şêx Selam Ehmed (1922-2005) re zewicî ye, ku bi navê Nahîde Selam jî tê naskirin endama Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê ye, bavê Dr.Roj Nûrî Şawês endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) û Brûsk Nûrî Şawês endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) ye.

Di sala 1945an de Koleja Endezyariyê li Bexdayê qedandiye, di sala 1946an de wek endezyar ji bo Hilê tê veguhestin, di sala 1948an de ji aliyê desthilatdarên Padîşahiya Iraqê ve jibo bajarê Hilê tê dûrxistin, di sala 1962an de wek cîgirê rêvebirê kar û akincîbûnê li Bexdayê hat damezrandin, di sala 1964an de li Gelaleyê di yekane dibistana navendî ya şoreşê de mamoste bû, di 29ê Adara 1970î de di kabîneya Ehmed Hesen Baker (1914-1982) de wek wezîrê rê û piran hat damezrandin.

Di sala 1970î de li Amerîkayê li Nexweşxaneya Clevelandê niştergerîya dil bo hat kirin, di sala 1972an de ligel Elî Ebdullah li ser navê Serok Mistefa Barzanî li Silêmaniyê beşdarî merasima cenazeyê Şêx Letîf Hefîdî dibe, roja yekşemê, 2ê tîrmeha 1972an, ji aliyê rayedarên Sovyetê ve ji bo dermankirina bo dema mehekê gazî Moskovayê tê kirin.

Di Îlona 1972 de, ew endamê damezrîner ê Klûba Malbata Selahedîn li Bexdayê bû, di 12ê Tebaxê de bi biryarnameya komarê ve wek Wezîrê Dewletê hat damezrandin, di destpêka sala 1974an de bû Sekreterê Giştî yê Sekreteriya Xanî û Şaredariyan a Şoreşa Îlonê, di sala 1974an de, piştî derxistina yasaya encumenên yasayî û kargêrî yên Herêma Kurdistanê wek Wezîrê Gihandin û Rêyên hat damezrandin, di 7'ê Nîsana 1974'an de bi biryarnameyeke komarê ji kabîneya Ehmed Hesen Bekir hat dûrxistin.

Di 28'ê Nîsana 1974'an de piştî ku dewleta Iraqê dest danî ser mala wî, malbata wî ji bo deverên rizgarkirî hatin dûrxistin, di sala 1975’an de piştî têkçûna Şoreşa Îlonê koçberî Îranê dibe, di Mijdara 1976 de, wî daxwaza penaberiya siyasî li Padîşahiya Yekbûyî ya Brîtanyayê kir, di 14ê Gulanê de li Brîtanyayê mafê penaberiya siyasî wergirt, di 15'ê Mijdara 1983'an de li Padîşahiya Yekbûyî ya Brîtanyayê koça dawî kir, bi Kurdî, Erebî û Îngilîzî baş dizanibû.


Xebatname

Endezyar Nûrî Şawês di sala 1935’an de tevlî refên Komeleya Azadiya Kurd dibe, di sala 1936an de li Silêmaniyê beşdarî xwepêşandana merasîma cenazeyê General Mistefa Paşa Yamulkî (1866-1936) dibe, di 20’ê Adara 1937’an de ji ber vekirina agirê Newrozê li Girê Mameyare yê Silêmaniyê ji alîyê polîsan ve tê girtin‌, di sala 1937'an de li dijî Peymana Saadabadê, dest di weşandina daxuyaniya Komeleya Azadiya Kurd de hebû, di sala 1937’an de ji bo rakirina parêzgar, rêveberê polîs û dadwerê Silêmanî yên dijberê Kurdan, di komkirina îmzeyan dest hebû, di sala 1937an de li Silêmaniyê di nava Komeleya Biratiya Kurdan de karê siyasî kiriye, di sala 1937an de yek ji damezrînerên Komeleya Darker bû li Kerkûkê, di sala 1939an de yek ji damezrînerên Partiya Hîwa ya Kurd bû li Kerkûkê, di sala 1939’an de di kongreya yekemîn a Partiya Hîwa ya Kurd de wek cîgirê serokî tê hilbijartin, di sala 1940î de bawerpêkiriyê serokê Partiya Hîwa ya Kurd bû li Silêmaniyê, di sala 1947an de beşdarî merasim û veşartina du şehîdên bi navên Mistefa Mistefa (1912-1947) bi nasnavê Mistefa Xoşnaw û Mihemed Mehmûd Mihemed (1922-1947) bi nasnavê Mihemed Qudsî dibe, di sala 1948 de, ew beşdarî xwepêşandanên li dijî Peymana Portsmous bû, di sala 1951ê de di kongreya duyemîn de wek endamê komîteya navendî ya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdîstanê (PDK) hat hilbijartin.

Di sala 1953an de ji aliyê endamên kongreyê ve wek endamê serkirdatiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (kongreya sêyem) hat hilbijartin, di sala 1955an de wî û Celal Talebanî (1933-2017) li ser navê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq nameyek nerazîbûnê ji Partiya Komunîst a Iraqê ji Partiya Komunîst a Brîtanya re şandine, di sala 1959 de, nûnerê Komîteya Liqê yekem bû di Kongreya Çaran de, piştî kongreya çaremîn, ji koma çaremîn û pêncemîn ew wek serokê komîteya Liqa yekem hat destnîşankirin, di sala 1959an de ji aliyê endamên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (kongreya Çarem) hat hilbijartin, di sala 1959’an de di tepeserkirina derbeya Kolonel Ebdulwehab Şewaf (1916-1959) li Mûsilê dest hebû, di 28ê Hezîrana 1959an de li ser navê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû li eniya yekîtiya niştîmanî nameyek piştgirî ji Serokomarê Iraqê Ebdulkerîm Qasim re şand, di sala 1959an de bûye endamê Sendîkaya Endezyarên Iraqê û di sala 1959an de bûye cîgirê serokê Sendîkaya Endezyarên Iraqê, di Nîsana sala 1959an de li salona Gel a Bexdayê li ser vegera hevalên Barzanî ji Yekîtiya Sovyetê gotarek li ser navê Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) pêşkêşî amadebûyan kir.

Roja şemî 08.12.1960 endamê komîteya damezrêner a qonaxa vekirî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Iraq bû, di sala 1960ê de endamê komîteya konferansan ya pêncemîn kongreya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq li beşeke devera Germiyanê bû, di sala 1960’an de serpereştiya konferansên Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Iraq li devera Germesêrê ji bo hilbijartina nûnerên kongireya pêncem kir, di sala 1960ê de ji alîyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) kongreya pêncemîn hat hilbijartin, di sala 1960î de dev berdana xwe ji Partiyê ji Mistefa Barzanî, serokê partîyê kir û daxwaza wî nehat pejirandin, di sala 1961ê de ji bo amadekariya şoreşê beşdarî civîna dawî ya serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li mala Dr.Mûrad Ezîz bû, di sala 1961an de berî ku ji aliyê hêzên îstixbarata Iraqê ve were girtin reviya û demekê li Bexdayê xwe veşart, di Îlona 1961ê de bi Cemal Heyder Asim (1926-1963) naskirî bi Cemal Heyderî endamê Mekteba siyasî ya Partiya Komunîst a Iraqê re hevdîtin kir ji bo alîkariya wan di şoreşa Başûrê Kurdistanê de, ji 18 heta 23 Kanûna yekem a 1961an, ji bo berdewamiya Şoreşa Îlonê beşdarî civîna Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li gundê Ewalan yê parêzgeha Silêmaniyê bû, di sala 1962an de tevlî refên Hêzên Pêşmerge bû, di 19.12.1963an de endamê şanda danûstandinan a Şoreşa Îlonê ligel nûnerê hikûmeta Iraqê li Ranya ya parêzgeha Silêmaniyê bû, di sala 1963 de, ligel David Adamson, rojnamevanê Sunday Telegraph a Brîtanyayê re hevpeyvîn hebû, di sala 1964an de wek nûnerê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê beşdarî vekirina Kongreya 9. a Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê li bajarê Hannoverê yê Almanyayê dibe.

Di 1964 de, alîgirê baskê Mekteba Siyasî bû ku li dijî baskê serok şer bike, di sala 1964an de di kongreya şeşan a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) de ji ber ku piştgirî daye biryarên civîna berfereh ya Mawatê ji PDKê hat derxistin, piştî ku di 28'ê Kanûna 1966'an de koma Îbrahîm Ehmed- Celal Talebanî tevlî hikûmeta Iraqê bûn û pişta xwe dan Şoreşa Îlonê, di roja 21.02.1966ê de ligel Elî Ebdullah û Nûrî Ehmed Taha nameyek ji Serok Mistefa Barzanî re nivîsandin û amadehiya xwe bo xizmetkirina Şoreşa Îlonê û PDKê nîşan dan, di nîvê sala 1966an de ji aliyê komîteya navendî a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ve wek endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Heftemîn hate destnîşankirin, di sala 1966an de di kongreya heftemîn de wek rêzgirtin ji bo helwesta wî wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, di sala 1966an de di yekemîn civîna Komîteya Navendî de wek endamê Mekteba Siyasî hat hilbijartin, di sala 1966 de, ew wek endamê Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê hat destnîşankirin, di sala 1966an de, weke endamê nivîsgeha Cîbicîkar ya Encumena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê hat destnîşankirin, di 15ê Nîsana 1967an de di bin çavdêriya Serok Mistefa Barzanî de weke endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) nûnerê Konferansa Leşkerî-Siyasî ya Kanî Simaqê (Hewlêr) bû, di Mijdara 1968 heta Sibata 1969 mamostayê bername û rêzikên navxwe yê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li qonaxa yekem a dibistana kadroyên PDKê li navçeya Çoman a parêzgeha Hewlêrê bû, ji Nîsana 1969ê heta Tebaxa 1969ê mamostayê bernameya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li qonaxa duyem a dibistana kadroyên PDKê li gundê Nawpirdanê yê parêzgeha Hewlêrê bû, di 10ê Kanûna duyem a 1970ê de, endamê şanda 9 kesî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû ji bo danûstandinên Otonomiya Başûrê Kurdistanê ligel berpirsên Partiya Be's li Bexdayê, di 11ê Adara 1970ê de, endamê şanda Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû ji bo pesendkirina Peymana 11ê Adarê ya li ser Otonomiya Kurdistanê ji aliyê Serokomar Ehmed Hesen Bekir (1914-1982) ve.

Di sala 1970 de di kongreya 8. de wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hate hilbijartin, di sala 1970 de di yekemîn civîna Komîteya Navendî de wek endamê Mekteba Siyasî hat hilbijartin, roja Înê 12.06.1970 bi fermana Serok Mistefa Barzanî bû endamê şanda Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) ku serdana Necefê li rojavayê Iraqê bike ji bo ku beşdarî merasîma cenazeyê Ayetullah Abdul Mohsen Hekîm (1889-1970) Mercayê Şîa yê Bilind ê cîhanê bibin, roja yekşemî 16 ê Tebaxa 1970ê li Bexdayê beşdarî şahiya 24 saliya damezrandina Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû, ji Tîrmeha 1970 heta Mijdara 1970 mamostayê bername û rêzikên navxwe yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) di korsa sêyem a dibistana kadroyên PDKê li Bexdayê bû, di sala 1970ê de endamê şanda Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû ligel Partiya Be's ku Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê û Yekîtiya navendî aMamostayên Iraqê li hev bikin ku jiber rijdiya aliyê himber serkeftin li ser pêşmergeyan bi dest nexistin, di dawiya Cotmeha a sala 1970ê de, ew endamê şanda Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû ji bo nehiştina destwerdana Partiya Be's di hilbijartinên Qutabiyan (xwendekaran) de li parêzgeha Kerkûkê, di sala 1971ê de mamostayê korsa sêyem a dibistana kadroyan bû li Bexdayê, roja duşemî 01.02.1971ê, beşdarî merasima derçûna qonaxa sêyem ya kadroyên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li baregeha komîteya liqê pêncem li Bexdayê bû, roja yekşemî 30.05.1971ê, tevî Hebîb Feylî li Bexdayê pêşwaziya şanda Komîteya Navendî ya Partiya Komonîst a Bulgaristanê kir, di roja 16 ê Tebaxa 1971ê de, beşdarî şahiya 25 saliya damezrandina Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li baregeha komîteya liqê pêncem li Bexdayê bû.

Roja pêncşemê 1ê Hezîrana 1972an, ligel şandeke Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û şandeke Partiya Komunîst a Iraqê bi Sedam Husên (1937-2006) re hevdîtin pêk anî û li ser xwemalîkirina petrola Iraqê gotûbêj kirin, di sala 1972an de jibo serdana saziyên hikûmetê û Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) serdana bajarê Zaxo yê parêzgeha Dihokê kir, di Tebaxa sala 1972an de li ser daxwaza Partiya Komunîst a Sovyetê bi şandeke Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) re bi rayedarên Sovyetê re hevdîtin pêk anî û li ser peywendiyên dualî gotûbêj kirin, roja sêşemî 17.07.1973ê, li Balyozxaneya Sovyetê li Bexdayê, digel Şeref Reşîdov, berbijêrê Mekteba siyasî Partiya Komûnîst a Yekîtiya Sovyetê, hevdîtinek pêk anî, di sala 1973ê de mamostayê bername û rêzikên navxwe yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) li kursa çarem a dibistana kadroyên PDKê li gundê Nawpirdanê yê parêzgeha Hewlêrê bû, roja Înê 01.02.1974ê weke endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) û wezîrê dewletê di kabîneya Ehmed Hesen Bekir de (1914-1982) li Silêmaniyê beşdarî merasîma vekirina pêncemîn kongreya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê bû, di 12ê Adara 1974an de ji ber cîbicînekirina rêkeftina 11ê Adarê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, dest ji kar berdana xwe pêşkêşî Serokomarê Iraqê Ehmed Hesen Bekir kir, di 6ê Adara 1975an de, di civîna dawî ya Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) de, piştgiriya berdewamiya şerê bi artêşa Iraqê re kir, di sala 1976ê de endamê Mekteba Siyasî ya Serkirdatiya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû (Konferansa Berlînê), di sala 1979an de di kongreya 9. de wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, di sala 1979ê de di yekemîn civîna Komîteya Navendî de wek endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, Di sala 1979ê de ji Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) veqetiya, ji 26 heta 30 Tîrmeh 1981 wek endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Gel a Dêmokrata Kurdistanê (PGDK) Kongreya Yekemîn hat hilbijartin, di sala 1982’an de hewlên lihevkirina Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) û Partiya Gel a Dêmokrata Kurdistanê (PGDK) kirin, ji 26 heta 30 Kanûna yekem a 1989an Duyemîn kongreya Partiya Gel a Dêmokrata Kurdistanê (PGDK) bi navê wî hat lidarxistin.

Di berhemên wî de:

  1. Ji rojnivîskên min - 1985.

Çavkanî:

  1. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.
  2. Ebdil Mecîd Şewqî El-Bekrî, Destana Mûsilê di Şermezariya Komunîstê de, (Mûsil - Çapxaneya El-Cumhuriye - 1963 Mîladî), r. 62.
  3. Felakeddîn Kakeyî, Derbeya Rûhanî, wergerandina Şêrzad Heynî, (Hewlêr – Çapxaneya Şahab ​​– 2016), r 74.
  4. Yasîn Qadir Berzencî, Şanogeryên Silêmaniyê Di sala 1926-1961 de, (Silêmanî, Weşanxaneya Serdam, 2001), r 49.
  5. Aso Omer Suwara, Silêmanî û axa wê, (Silêmanî - Çapxaneya Şivan - 2019), r. 366, 503.
  6. Ezîz Hesen Barzanî, Tevgera Rizgariya Netewî ya Kurd li Kurdistana Iraqê 1939-1945, (Duhok – Weşanxaneya - Spîrêz Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002), r. 124.
  7. Zekî Xeyrî, Dengvedana Salan Di Bîranîna Komunîstekî Îraqî yê dêrîn de, (Stockholm - 1994), r. 231.
  8. Aqila Rwandzi, Yad u Aferin, (Hewlêr, Navenda Şawşka ya Çalakiyên Çandî, Çapxaneya Perwerdeyê, 2005), r. 159-161.
  9. Ferhad Ewnî, Sir û razên hilbijartinên xwendekaran li parêzgeha Kerkûkê 32 sal berê, Kovara Golan El-Erebî, Dezgeha Golan a Çand û Ragihandinê, Hejmar 66, Sala şeşan, Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 30.11.2001, r. 135.
  10. Chris Kuchra, Tevgera Neteweyî ya Kurd, wergerandina Ebrahim Younesi, çapa duyemîn, (Tehran, Weşanxaneya Negah, 1998), r. 169, 188, 244, 255, 260, 327, 338, 344, 384.
  11. Newzad Elî Ehmed, Çapemeniya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê li Derveyî Welat, (Silêmanî - Dezgeha Jîn ji bo Vejîna Mîrata Belgeyî û Rojnamegeriya Kurdî - 2010), r. 11.
  12. David Adamson, Têkoşîna Kurdistanê, wergerandina Cewad Hatifî, (Tehran - Weşanxaneya Ataî - Çapxaneya Mihemed Elî Elmî - 1348 H.), r. 125, 131.
  13. Mehdî Mohammed Qadir, Pêşhatên Siyasî li Kurdistana Iraqê 1945-1958, (Silêmanî, Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê, 2005), r. 95, 126, 129, 132, 134.
  14. Şwan Mihemed Emîn Taha Xoşnaw, Hewlêr di navbera salên 1958 û 1963an de, lêkolînek li ser rewşa siyasî, (Hewlêr, Çapxaneya Rojhelat, 2012), r 293.
  15. Şwan Mihemed Emîn Taha Xoşnaw, Hewlêr di navbera salên 1963-1970 de: lêkolîneke dîrokî li ser rewşa siyasî, (Hewlêr, çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, 2016), r. 61, 149, 155, 171, 331.
  16. Abdurrahman Şerefkendî, Çêştî Micêwir, (Parîs, 1997), r 356.
  17. Amadekar: Selah Reşîd, Hevdîtina temenê, Beş 1, Çapa Duyem, (Silêmanî - Çapxaneya Karo - 2017), r. 183-184.
  18. Ekramê Salihê Reşe, Silêmanî, Bergê 5, (Silêmanî - Çapxaneya Rahand - 2018), r 555.
  19. Andrews Bakurî, Ezge, (Hewlêr - Çapxaneya Şahab ​​- 2009), r. 175, 177.
  20. Ji kar avêtina pênc wezîran û damezrandina pênc wezîran, rojnama El-Taxî, hejmar 1512, Bexda, Çapxaneya Times, Duşem, 08.04.1974, r. 1.
  21. Fermana Wezîran jimare 99, Rojnameya Alweqa' a Îraqî, Wezareta Îrşadê li Îraqê, Hejmar 480, Sala Sêyem, Bexda, Sêşem, 7ê Sibata 1961, r 3.
  22. Saadi Osman Herutî, Peywendiyên Kurd û Sovyetê di Sê Belgeyên Brîtanî de, Kovara Rugeh, Navenda Lêkolînên Kurdî ya Zaxo, Hejmar 6, Bihar 2019, r 35.
  23. 5 wezîrên kurd ji desteya wezîran hatin dûrxistin, rojnama Itîlaatê, hejmar 14373, Tehran, Duşanbe, 19ê Nîsana 1353 H r. 2.
  24. Damezrandina Klûba Selahedîn, rojnama El-Taxî, hejmar 1132, Bexda, Çapxaneya Times, Şemî, 9ê Îlona 1972, r. 4.
  25. Carcîs Fethallah, parêzer, Iraq di serdema Qasim de, Dîtin û raman 1958-1988, Beşa Duyem, (Swêd – Mala Nebez bo Çap û Weşanê - 1989), r. 728.
  26. Hebîb Mihemed Kerîm, Dîroka Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê (westgehên sereke) 1946-1993, (Duhok, Çapxaneya Xebat, 1998), r. 28, 47, 50, 57, 61, 67-68, 117, 124, 147, 152, 159, 488.
  27. Samî Şoreş, Kurdistan û Kurd, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojahlat - 2019 Mîladî), r. 125.
  28. Samî Abdul Rahman, ji bîranînên min, (Kurdistan - Weşanên Partiya Gel a Dêmokrat a Kurdistanê - Çapxaneya Gel - 1991), rûpel 29-31.
  29. Şaban Seîd Mihemed, Ez û Pêşbirk û Pêlên Xeman, (Duhok - Çapxaneya Koleja Şerîa - 2000), r 42.
  30. Şekîb Eqrawî, Salên Tengasiyê li Kurdistanê, Girîngtirîn Bûyerên Siyasî û Leşkerî li Kurdistan û Iraqê ji sala 1958 heta 1980, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Manara - 2007), r. 152, 303.
  31. Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojên dîroka Şoreşa Îlonê,, Çapi Duyem, (Hewlêr - Ofîsa Tefsîr - 2016), r 210.
  32. Îsmet Şerîf Wanlî, Kurdistana Iraqê, Nasnameyeke Netewî (Lêkolînek li ser Şoreşa 1961ê), wergerandina Sûad Mihemed Xidir, (Silêmanî - Dezgeha Jîn - Çapxaneya Şivan - 2012), r. 326, 328.
  33. Mersûmê Komarî jimare 180, Rojnameya Alweqa' a Îraqî, Wezareta Ragehandina Îraqê, Hejmar 1867, Sal Duwazdeh, Bexda, Sêşem, 14 Nîsan 1970, r 11.
  34. Nûrî Şewês, ji bîranînên min, (Bê Cih - Weşanên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - 1985), rûpel 10 - 12, 14, 18, 20 - 21, 25, 34, 52, 62, 79, 81, 83. - 85, 89 - 90.

Gotarên Têkildar

Komkujiya li ber deriyê Seray li bajarê Silêmaniyê

Ev komkujî di havîna 1963’an de di dema rejîma Be'sê de li parêzgeha Silêmaniyê pêk hat ku di wê baweriyê de bûn ku eger komkujî û êrîşeke berfireh li ser Kurdistanê pêk bînin, wê di demeke nêz de Şoreşa Îlonê hilweşînin û tevahiya Kurdistanê bixin bin kontrola xwe, her çende li Silêmaniyê dest bi girtin û komkujiya mirovên bêguneh kirin jî, ku ne bi tenê serketî nebûn lê li şûna vê di hemû êrîşên xwe yên li ser Çiyayê Ezmerê têk çûn.

Agahiyên bêtir

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Nejat Elî Salih

Nejat Elî Salih di sala 1985an de tevlî Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bû, di sala 2010an de di kongreya 13an de bû endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK).

Agahiyên bêtir

Fatih Mihemed Emîn

Fatih Mihemed Emîn Murteza, ku bi navên Fatih Mihemed Emîn Beg, Fatih Siyamensûrî û Birusk jî tê nasîn, mamoste û siyasetmedar, di sala 1964an de wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, salên (2001-2005) bûye endamê Civata Niştîmanî ya Kurdistanê, di sala 2020ê de koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir