Jiyanname
Fatih Mihemed Emîn Murteza li parêzgeha Kerkûkê ji dayîk bûye, ji eşîra Siyamansûrî Feylî ye ku bav û kalên wê ji herêma Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê koçî başûrê Kurdistanê kirine, di sala 1959an de dikeve beşa Kurdî ya Kolîja Wêjeyê li zanîngeha Bexdayê, di 9’ê Cotmeha 1962’an de birayê wî Hasîb Mihemed Emîn (1926-1962) di şerê Axcelarê yê parêzgeha Kerkûkê de, di êrîşa hêzên bejayî yên artêşa hikûmeta Iraqê de şehîd bû, ku mamosteyê yekem ê di Şoreşa Îlonê de şehîd bûye tê qebûlkirin, di sala 1963an de Bachelor (lîsans) di warê Kurdî de li zanîngeha Bexdayê wergirtiye, di salên 1970-1974an de Cîgirê Rêveberê Perwerdeyê li Kerkûkê û berpirsê perwerdeya Kurdî bû, di Tebaxa 1971ê de nûnertiya kongreya birêvebirên perwerdeyê yên parêzgehên bakurê Iraqê li bajarokê Pîrmam a ser bi parêzgeha Hewlêrê kir, ji bo gotûbêjkirina pirsên xwendin û karî. Bi zimanên Kurdî, Erebî, Tirkmenî, Farisî, Îngilîzî û Almanî baş dizanibû.
Xebatname
Fatih Mihemed Emîn Murteza di sala 1957'an de di dema payşahîya Iraqê de tevlî PDK'ê bûye, bi nasnavê Birusk kar dikir, di sala 1959an de tevlî Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê dibe, di salên 1959-1962an de Endamê Komîteya Rêkxistinî ya Zanîngeha Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bûye, di sala 1963an de tevlî refên Hêzên Pêşmerge dibe û di nav hêza Qeredax de berpirsekî siyasî bû, di sala 1963an de li parêzgeha Kerkûkê li dijî artêşa Iraqê beşdarî şerê Zenbûrê bû, di sala 1963’an de kargêrê liqa sêyemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû, di sala 1964an de di Radyoya Dengê Kurdistanê de di beşa zimanê Tirkmenî de wek bêjer kar dike, di sala 1964an de bû berpirsyarê duyem yê Komîteya liqa pêncê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK), di sala 1964an de li dijî biryarên Civîna Giştî ya Mawetê ku ji aliyê baskê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ve hatibû sazkirin derket û piştgirî da Serok Mistefa Barzanî.
Di sala 1964ê de, endamê şanda danustandinan a duwazdeh kesî ya Kongreya şeşemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû ku bi erêkirina Serok Mistefa Barzanî (1903-1979) çûbû aliyê baskê Mekteba Siyasî ji bo beşdarbûna di kongreya şeşemîn de, lê ji ber rijdiya baskê baskê Mekteba Siyasî ku beşdar nebe, şande bi ser neket, di sala 1964an de ji aliyê nûnerên Kongreya Şeşemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, di sala 1966an de ji aliyê nûnerên Kongreya heftemîn ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, di sala 1966an de weke berpirsyarê komîteya liqa sêyemîn hat destnîşankirin, di sala 1967an de ji aliyê rayedarên hikûmeta Iraqê ve tê girtin û di zindanên Neqliyet, Mewqîf a giştî û Rumadiyê de tê girtin û bi tundî hatiye îşkencekirin, di dawiya sala 1969 de hat berdan, di sala 1969 de, ew rêveberê Dibistana Navîn a Gelale bû, ku tenê ew dibistana navîn a Şoreşa Îlonê bû, di sala 1969an de bû endamê desteya nivîskarên kovara Tişk, di 5ê Tebaxa 1970ê de, li gundê Nawpirdanê yê parêzgeha Hewlêrê, nûnerê sêyemîn kongreya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê bû, di sala 1970ê de nûnerê 8emîn kongreya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bû li gundê Nawpirdan yê parêzgeha Hewlêrê, di sala 1970ê de ji stafa yazdehem wek berpirsê duyem ê baregeha komîteya liqa yekem a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hate destnîşankirin.
Di sala 1970 de, bû serpereştyarê komîteya liqa yekem, di sala 1971ê de li baregeha komîteya liqa çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) pêşwaziya boksorê cîhanê Ednan Qeysî kir, di sala 1972an de li Hewlêrê bû nûnerê kongreya çaremîn ya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, di sala 1972an de berpirsê liqa Kerkûkê ya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê bû, di nîvê sala 1973an de endamê komîteya damezrêner a Komela Kultûrî ya Kurd li Kerkûkê bû, di sala 1973an de wek endamê komîteya kargêrî ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê liqa Kerkûkê hat hilbijartin, ji 1 heta 3ê Sibata 1974ê, nûnerê pêncemîn kongreya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê bû li Silêmaniyê, di sala 1974an de wek berpirsê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê liqa Kerkûkê hat destnîşankirin, di sala 1974an de bû berpirsê Komîteya navçeya Sîrwan a ser bi Komîteya liqa Sêyem ve, di sala 1975an de di şerê Tûzxurmatû yê parêzgeha Kerkûkê de ji aliyê artêşa Iraqê ve birîndar dibe.
Di sala 1975-1976’an de, piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, li bajarokê Nexede li Îranê penaber bû, di sala 1976an de piştî ku vedigere başûrê Kurdistanê, jibo navenda Iraqê tê dûrxistin, salên (1976-1982) li Dîwaniyeyê li derbederiyê jiyana xwe derbas kiriye, ji sala 1982 heta 1991 li Baqûba, navenda parêzgeha Diyalayê, li derbederiyê jiyana xwe derbas kiriye, di sala 1991ê de wek mamosta ji bo Hewlêrê hat veguhestin û di sala 1991ê de wek berpirsê duyem ê Mekteba Rêxistinên cemawerî (Komî) yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) hat destnîşankirin, di sala 1992an de berbijêrê xula yekem a Parlamentoya Kurdistanê bû di lîsteya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) de, di sala 1992an de bi rêkxistina şeşemîn kongreya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê asankarî kir, di salên 1992-1994 bû Rêveberê Giştî yê Perwerdeyê li Silêmaniyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Di sala 1993an de nûnerê yezdehemîn Kongreya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Yekgirtû li Hewlêrê bû, di salên 1993-1994 kargêrê komîteya liqa duyem a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Yekgirtû bû li Hewlêrê, di sala 1995’an de wek penaber derbasî Komara Federal a Almanyayê bû, di salên 1999-2001 berpirsê Rêxistina Berlînê ya komîteya liqa Şeşemîn a Ewropayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû, di salên 2001-2005 bûye Endamê Parlamentoya Kurdistanê, di 4’ê Nîsana 2002’an de bû endamê Komîteya Karûbarên Perwerde û Xwendina Bilind a Parlamentoya Kurdistanê xula yekem, di sala 2005an de wek berpirsê Ofîsa Mafên Mirov li parêzgeha Kerkûkê hat destnîşankirin, di 12’ê Mijdara 2002an bû endamê Komîteya Karûbarên Perwerde û Xwendina Bilind a Parlamentoya Kurdistanê xula yekem, di salên 2011-2019an de wek endamê Encûmena Serkirdatiya parêzgeha Kerkûk-Germyanê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) kar kiriye, roja duşemê 2ê Mijdara 2020an koça dawî kiriye.
Çavkanî:
- Arşîva Komîteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.
- Nameya Sersaxiyê, Rojnameya Xebat, Hejmar 6032, Hewlêr, Duşem, 02.11.2020, r 6.
- Reza Şwan, yekem mamostayê şehîdê ê Şoreşa Îlonê Hasîb Mihemed Emîn Beg, Kovara Sîrwan, Liqa 15 ya Xaneqînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, hejmar 18, Bihar 2014, rûpel 21, 25.
- Elî şingalî, Pirsgirêka Kurd û Partiya Be's a Erebî ya Sosyalîst, Beşa Sêyem, (Dihok - Çapxaneya Xanî - 2012), r. 382.
- Şwan Mohammed Emîn Taha Xoşnaw, Hewlêr di navbera salên 1963-1970î de: lêkolîneke dîrokî li ser rewşa siyasî, (Hewlêr - Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn - 2016), r. 28, 30-31, 198-199.
- Reza Şwan, Hasîb Mohammed Beg Siyamensûrî 1925-1961, Omer Elî Şerîf, 100 navdarên Kerkûk û Germiyanê, (Silêmanî - Çapxaneya Karo - 2019), r. 122-127.
- Latîf Nadir Rewandzî, Girîngiya Dezgeha Zanyariyan ya Kurdistanê di Şoreşa Mezin a Îlonê de, Kovara Gulan, hejmar 132, Hewlêr, 02.08.1997, r. 45, 47.
- Birayê Fetih Mihemed Emîn, rojnama El-Taxî, hejmar 938, Bexda, Çapxaneya Times, Duşem, 15 Çile 1972, rûpel 14, 16.
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, bergê Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002), r. 144.