Sedema lidarxistinê
Di 10’ê Hezîrana 1963’an de êrîşa li dijî Kurdistanê dîsa dest pê kir û rejîmê hemû hêzên xwe yên çekdar şandin qadên şer, di van êrîşan de rejîm ji hêzên herêmê yên deverê jî alîkarî wergirt, hêzên asmanî yên Tirk û Îranê yên ku endamên (Peymana SENTO) bûn, destûr dan ku sînorê Iraqê derbas bikin û baregehên pêşmergeyan bombebaran bikin, Artêşa Sûriyê bi rêya bejahî derbasî nav axa Iraqê bû û li Badînan alîkariya artêşa Iraqê kir, hêzên navneteweyî yên wek Yekîtiya Sovyet û Brîtanyayê dest bi alîkariya artêşa Iraqê kirin.
Leşkerê Kurdistanê ji bo parastina xwe gelek eniyên şer vekirin û li hember êrîşan rawestiyan, di vê heyamê de çendîn name ji aliyê Serok Mistefa Barzanî ve bo Mekteba Siyasî ya PDKê hatin şandin û têde daxwaz ji Îbrahîm Ehmed ê sekreterê partiyê û mekteba siyasî hat kirin ku, çendîn êrîşan li ser hêzên artêşê li navçeyên xwe bikin, lê Mekteba Siyasî bi taybetî Îbrahîm Ehmed bersiv nedaye daxwazên wan û heta rêgirî ji li wan fermanderan kirin yên bêyî rizamendiya wan êrişî hêzên hikûmetê dikin, van reftaran sarbûnek di navbera Serok Mistefa Barzanî û Îbrahîm Ehmed de çêkir.
Di 18’ê Mijdara 1963’an de hikûmeta Be'sê ji aliyê artêşê ve hat hilweşandin, piştî kodetayê Ebdulselam Arif dest danî ser desthilatdariyê û rasterast bang li serkirdayetiya şoreşê kir ku danûstandinan bikin, di Kanûna Pêşîn a sala 1963an de, piştî şêwirîna Serok Mistefa Barzanî li gel mekteba siyasî, danûstandin dest pê kirin û parêzgarê Silêmaniyê Colonel Ebdulrezaq Mehmûd wek nûnerê hikûmetê hat Ranya û ligel Serok Mistefa Barzanî, Celal Talebanî û Nûrî Şawês endamên mekteba siyasî civiyan û di hevdîtinan de di navbera her du aliyan de lihevkirin çêbû û beyannameya Peymana 10ê Sibata 1964ê ji aliyê hikûmetê ve hat ragihandin ku (dewlet mafên kurdan yên netewî nas dike).
Di roja 17ê Sibata 1964ê de Îbrahîm Ehmed, Seyîd Ezîz Şemzînî û Omer Mistefa Dababa hatin Sengeser û bi Serok Barzanî re hevdîtin pêk anîn û encama civînê lihevkirina hemû aliyan li ser rêkeftina 10ê Sibatê bû. Piştî hefteyekê li Sengeserê, Îbrahîm Ehmed û hevalên xwe vegeriyan Mawatê û li wir dîsa dest bi dijberiya xwe kirin û di encamê de hejmareke zêde ji fermandar û pêşmergeyan ji Mawatê derketin û çûn cem Serok Barzanî li Sengeser û pilana mekteba siyasî ji bo Serok Barzanî aşkira bkin. Piştî hatina fermandeyên Pêşmerge, Serok Mistefa Barzanî li gel wan civînek pêkanî û piştî şêwirê biryar da ku hemû fermandeyên ku peyrewê Mekteba Siyasî bûne bên dûrxistin û li şûna wan fermandeyên din ên ku pêbawer in bên danîn. Fermandarên ku hatin derxistin Celal Talebanî, Omer Mistefa Debabe, Elî Eskerî û Kemal Muftî bûn, li hember vê yekê Îbrahîm Ehmed û Mekteba Siyasî di 9ê Nîsana 1964an de konferansa Mawetê li dar xist û biryar da ku Mistefa Barzanî ji serokatiya partiyê were sekinandin.
Ji egera birayara dûrxistina Serok Mistefa Barzanî, hêzên Pêşmerge li ser du eniyan dabeş bûn û Komîteya Bilind a Pişkinîn û Çavdêriyê pêşniyara lidarxistina şeşemîn kongreyê ji bo parastina yekrêziya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) kir. Bi vê mebestê jî serdana baregeha Mekteba Siyasî ya Mawetê û Baregeha Serok li Sengeser kir û di encamê de Serok Mistefa Barzanî bi lidarxistina kongreyê razî bû lê mekteba siyasî li gel lidarxistina kongreyê nebû.
Lidarxistina kongreyê
Kongre ji 1 heta 7ê Tîrmeha 1964an li bajarê Qeladizê bi beşdariya 639 endaman hat lidarxistin, her ji destpêka kongreya di 1ê Tîrmehê de, Serok Mistefa Barzanî ferman da şandeke ji dozdeh nûnerên kongreyê ku ji Îsmaîl Mela Ezîz, Elî Hejar, Mecîd Etroşî, Ehmed Etroşî, Fatih Mihemed Emîn, Celal Mehmûd Beg Şiwanî û hinekin din, serdana Mawetê kirin ji bo ku koma civîna Mawatê beşdarî kongreyê bibe û pirsgirêkên xwe di kongreyê de pêşkêş bike, Lê wan red kir ku beşdarî kongreyê bibin. Kongre her çende çend rojan hat taloqkirin jî dîsa dest bi karê xwe kir û çend biryar hatin derxistin ku ya herî girîng avakirina Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê, redkirina biryarên konferansa Mawatê û dûrxistina çardeh endamên serkirdayetiyê ji rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû, ew jî Îbrahîm Ehmed, Nûrî Şawês, Omer Mistefa Debabe, Seyîd Ezîz Şemzînî, Celal Talebanî, Elî Hemdî, Ebdulrehman Zebîhy, Elî Eskerî, Ehmed Ebdullah, Hilmî Elî Şerîf, Mihemed Hacî Tahir û Mela Ebdullah Îsmaîl (Mela Mator), Nûrî Ehmed Taha û Elî Ebdullah bûn.
Serok Mistefa Barzanî careke din bi yekdengî wek Serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin û komîteyeke nû ya navendî ya partiyê hate hilbijartin, 14 ji wan rasterast ji aliyê endamên kongreyê ve hatin hilbijartin, Sê kes ji aliyê serok ve ji bo endamtiya serokatiyê hatin destnîşankirin, ew jî Mustafa Qeredaxi, Mihemed Emîn Mihemed Elî û Omer Şerîf bûn. Endamên kongreyê hilbijartina van endaman spartibûn serok.
Komîteya nû ya navendî ji van kesan pêk dihat:
1. Mistefa Barzanî, Serok
2. Hebîb Mihemed Kerîm, sekreter
3. Dr. Mehmûd Osman
4. Salih Yûsfî
5. Ezîz Akreyî
6. Dr. Fuad Celal
7. Yadullah Feylî
8. Elî Şengalî
9. Naaman Îsa Şerîf
10. Îsmaîl Arif
11. Haşim Akreyî
12. Îsmaîl Mela Ezîz
13. Şêx Mihemed Hersîn
14. Mustafa Qeredaxi
15. Mihemed Emîn Mihemed Elî
16. Omer Şerîf
17. Ramazan Akreyî
18. Fatîh Mihemed Emîn.
Piştre komîteya navendî bi serokatiya Mistefa Barzanî endamên mekteba siyasî û sekreterê ku pêk dihat ji Hebîb Mihemed Kerîm - sekreter, Dr. Mehmûd Osman, Mistefa Qeredaxî, Îsmaîl Arif û Haşim Ekreyî hilbijartin. Komîteya Bilind a Pişkinîn û Çavdêriyê rasterast ji aliyê endamên kongreyê ve hat hilbijartin ku ji Şewket Hacî Elî, Faris Koramarkî, Mihemed Mela Qadir, Sebrî Botanî, Mela Salih Hacî û Mela Heyder Mihemed Hisên pêk di hat.
Her wiha di kongreyê de serkirdayetiya nû hat hilbijartin û bername û rêziknameya wê ya navxweyî hate pesendkirin.
Çavkanî:
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd, 1958-1961, Bergê II, (2012).
- Selah El-xirsan, El-teyarat El-siyasiyeh Fî Kurdistan El-Iraq, Qîraet Fî Melefat El-herkat We El-ahizab El-kurdîyeh Fî El-Iraq 1946- 2001, (Beyrût- Metbeet El-belax- 2001).
- Şekîb Eqrawî, Senewat El-mihneh Fî Kurdistan, ehem El-ehdas El-siyasîyeh we El-eskerîyeh Fî Kurdistan We El-Iraq Min 1958- 1980, El-tebe El-saniyeh, (Erbîl- Metbet El-minareh- 2007).
- Hebîb Muhemed kerîm, Tarîx El-hizb El-dîmoqratî El-Kurdistanî-El-Iraq (fî Mihetat reisiyah 1946 - 1993), (Dohûk- Metbet Xebat- 1998.
- Nizar Xeylanî, Es'ed Xeylanî bîranînên xwe vedike, (Hewlêr - Weşanxaneya Bedirxan - Çapxaneya Hêvî - 2014).
- Ebdulstar Tahir Şerîf, Têkoşîna bi Jiyanê re Bîranîn 1971-1935, Bergê 1, (Kerkûk - Çapxaneya Arabxa - 2005).
- Husên Mihemed Ezîz, Pênc saet bi Braîm Ehmed re, Silêmanî, çapxaneya Sîma, çapa 3, 2002.
- Elî Sincarî El-qeziye El-kurdiyeh we hizb El-beis El-erebi El-Iştrakî Fi El-Ireq El-cuzi El-sanî (Duhok- Metbet Xanî. 2012).
- Şekib Eqrawî, Senewat Elmehne Fî Kurdistanê, Eihem Elhewadis Siyasî We Eskerî Fî Kurdistan We Eliraq Mn 1958 Ela 1980, Eltebaa Sani, (Erbîl- Metbeat Manara - 2007).
- Dîroka Partî Demokratî Kurdistan, Kongre û Konferans (Bername û Rêziknameya Navxweyî), Bergê I û II, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhelat- 2021).