Konferansa Bexdayê

Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê - destpêka sala 1950) Ev konferans ji aliyê Komîteya Herêmî ya Bexdayê ve hat li dar xistin,weke bersivek li hember civîna Koyê ya di sala 1950 de, ku bi mebesta avakirina komîteyeke navendî ya demkî û amadekariya kongreya duyemîn a PDK’ê bû.


Rewş û sedem

Di 6'ê Kanûna 1949'an de li Iraqê kabîneya Nûrî Seîd dest bi wezîfeya xwe kir û li ser vê yekê qanûnên Orfî destnîşan kirin û hemû partî û rêxistinên nehênî û neteweyî tepeser kirin, Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) jî ji vê lêdanê bêpar nebû, Hemze Ebdullah, Sekreterê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê hat girtin û birin Bexdayê, Cefer Mihemed Kerîm, endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) Hemwelatiya wî ya iraqî jê hat standin û bo Îranê hat şandin, Îbrahîm Ehmed, serokê Komîteya Herêma Silêmaniyê û Omer Mistefa serokê Komîteya Herêmî ya Bexdayê bi du sal zîndan hatin mehkûm kirin, Reşîd Ebdulqadir, endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bi 3 sal zîndan hat mehkûmkirin, herwiha Awnî Yûsif, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bi salek û nîv cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin, hejmarek ji endamên din ên çalak ên PDKê, ji wan Nûrî Ehmed Taha, Salih Dîlan, Hilmî Elî Şerîf û Xefûr Reşîd Dara Axa, hatin girtin û cezakirin, Hejmarek ji endamên komîteya navendî, di nav wan de Salih Yûsfî û Reşîd Bajalan, Wan dev ji karê xwe berda û rêxistin lawaz bûn.

Di wê rewşê de, Di destpêka salên 1950 de, komek endamên partiyê, di nav wan de Elî Ebdullah (endamê Mekteba Siyasî), Bekir Hacî Îsmaîl, Ebdulkerîm Tofîq, Mihemed Emîn Merûf û Omer Hebîb Ebdullah, di bin çavdêriya Ziyadê Koye (cîgirê duyem ê serokê PDKê) de, hewl dan komîteyeke navendî ya demkî ava bikin, partiyê ji nû ve birêxistin bikin û rê li ber kongreya giştî vekin, lê belê ev komîteye nekarî erka xwe pêk bîne, wê demê Komîteya Herêmî ya Bexdayê çalaktir bû, ji ber wê jî biryarên civîna Koyê pesend nekirin û rasterast daxwaza lidarxistina kongreya giştî kir, lê li şûna kongreyê, Konferansa giştî ya partiyê hat lidarxistin.


Lidarxistina konferansê

Bi amadebûna nûnerên Silêmanî, Bexda, Helebce, Kerkûk, Mûsil û Koyê, her wiha bi amadebûna Elî Ebdullah û Ewnî Yûsif weke du endamên serkirdayetiyê, di destpêka sala 1950î de konferans li Bexdayê dest pê kir, di konferansê de serkirdayetiyeke demkî ya lawaz ava kir, ku ji Elî Ebdullah, Aûnî Yûsif, Elî Hemdî, Salih Ruşdî Tahir, Mistefa Kerîm Xefûr, Mihemed Mûsa Sadiq Feylî û Nûrî Mihemed Emîn pêk dihat.

Ji bilî Elî Ebdullah, piraniya kesên din nikarîbûn kar bikin, Salih Ruşdî û Mistefa Kerîm ji partiyê veqetiyan, Mihemed Sadiq hîn xwendekarê dibistana amadeyî bû, Nûrî Hema Emîn dev ji karê xwe berda, lewma ev konferans negihîşt armancên xwe.


Çavkanî:

1.Hebîb Muhemed kerîm, Tarîx El-hizb El-dîmoqratî El-Kurdistanî-El-Iraq (fî Mihetat reisiyah 1946 - 1993), (Dohûk- Metbet  Xebat- 1998. 

2. Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê, Kongre û Konferans (Bername û Rêziknameya Navxweyî), Komîteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Berg 1, (Hewlêr - Çapxaneya Roxana - 2021).

3. Nameya Celal Talebanî (Pîrot) ji bo: Serkirde General Mistefa Barzanî û hevalê wî yê hêja Mîrhac Ehmed, (5/10/1955 – Pekînê), Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera

4. Rizgarîxwaz a Kurd 1931-1958, Berg 1, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdehiyê - 2004), Belgenameya hejmar 7.

5. Selah Reşîd, Mam Celal Dîdarî Taman, ji Ciwanî berbi Koşka Komarî, (Silêmanî – Çapxaneya Kardo – 2017).


Gotarên Têkildar

Komkujiya li ber deriyê Seray li bajarê Silêmaniyê

Ev komkujî di havîna 1963’an de di dema rejîma Be'sê de li parêzgeha Silêmaniyê pêk hat ku di wê baweriyê de bûn ku eger komkujî û êrîşeke berfireh li ser Kurdistanê pêk bînin, wê di demeke nêz de Şoreşa Îlonê hilweşînin û tevahiya Kurdistanê bixin bin kontrola xwe, her çende li Silêmaniyê dest bi girtin û komkujiya mirovên bêguneh kirin jî, ku ne bi tenê serketî nebûn lê li şûna vê di hemû êrîşên xwe yên li ser Çiyayê Ezmerê têk çûn.

Agahiyên bêtir

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Nûrî Şawês

Nûrî Sedîq Elî Resûl bi nasnav Endezyar Nûrî Şawês tê naskirin, di sala 1935’an de tevlî refên Komeleya Azadiya Kurd dibe, di sala 1951 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Duyem) tê hilbijartin. Di sala 1953an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya Sêyem) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Nejat Elî Salih

Nejat Elî Salih di sala 1985an de tevlî Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bû, di sala 2010an de di kongreya 13an de bû endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK).

Agahiyên bêtir