Di havîna sala 1963an de hikûmeta Iraqê bi serokatiya Ebdulselam Arif êrîşeke berfireh li deverên cuda yên Kurdistanê dest pê kir, di radyoya Bexdayê de daxuyaniyek da û red kir ku bi rêberiya şoreşa kurdî re danûstandinan bike û biryar da ku ji nû ve şerekî bi xwîn li dijî kurdan bide destpêkirin, paşê dest bi êrişa bajar, bajarok û gundan kir, piştre li hemû deverên ku rastî êrîşê hatîn dest bi girtin, derxistin û komkujî kirin bi wî awayî ku Be'siyan wesa şîrove dikir ku rejîma Ebdulkerîm Qasimî beriya wan bi awayekî cidî şerê Kurdan nekiribû, di şûna wê de dikarin di demeke kin de şoreşa Kurd têk bibin, ev jî nîşan dide ku Ebdulselam Arif ti carî bawerî bi doza Kurd li Iraqê nebû, ev yek di axaftinên wî yên ku kurdan nas nedikir û peyva Kurdistanê bi kar nedianî de derket hole.
Berî destpêkirina şer di 20ê Gulana 1963an de, Serfermandarê Giştî yê leşkerî fermana dûrpêça aborî li ser Kurdistanê da, bi destpêkirina şer a 10’ê Hezîranê re li gelek cihan tawanên giran li dijî nirxên exlaqî û mirovî hatin kirin, eşkere ye ku di vê heyamê de Silêmanî ji hemû bajarên din ên Kurdistanê zêdetir ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibû tepeserkirin, her ku ji her alî ve leşker û karwanên leşkerî rastî êrişa Pêşmerge dihatin, dihatin û tola xwe li xelkê sivîl ên Silêmaniyê dibirin.
Yek ji van kiryarên tundûtûjî û nemirovane bûyera Silêmaniyê bû ku bi fermana fermandeyê lîwaya 20, Zeîm Sidîq Mistefa, ku wek lîwaya herî hovane di dîroka Iraqê de tê naskirin û destên wî bi xwîna bi hezaran ciwanên vî welatî sor bibûn, bajarê Silêmaniyê jî li hemberî neyarên xwe çirayekî herî pêkrî bûye, di kampanyaya qirkirinê de 5 hezar sivîl hatin girtin û ji wan 86 kes hilbijartin û bi saxî binax kirin, tenê sûcê wan ew bû ku Be'siyan wêneyê rêberê şoreşa Kurd Mistefa Barzanî anîne nav xelkê hatin girtin û ferman dane wan ku heqaretê li wî bikin, ew ne amade bûn ku bi çi awayek wê yekê qebûl bikin, xuyaye yek ji girtiyan bersiva wan dabû û gotibû “Eger hûn bixwazin bêhurmetiyê bidin serokê xwe wê demê em ê guh bidin we, ji ber vê yekê Be'siyan ji wan nehiştin û ew komkujî kirin.
Çavkanî:
1. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.