Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.


Jiyanname

Mişîr Resûl Hacî, di sala 1951’an de li gundê Gwanê yê navçeya Diyanayê ji dayik bûye, ji ber nebûna dibistanê neçû dibistanê, lê paşê hînî xwendin û nivîsandinê bûye, di sala 1975’an de piştî têkçûna Şoreşa Îlonê koçberî Îranê bûye û li bajarê Kirmaşanê bi cih bû, paşê bo bajarê Ehwazê hat veguhastin. Ji wir jî veguhestin Xaneqînê û birin bajarê Kerbelayê, du mehan li bajarê Necefê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hat girtin. zimanên Kurdî, Erebî û Farisî dizane.


Xebatname

Mişîr Resûl Hacî di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di yekeya yekem a hêza Balek de bû Pêşmerge, heta Peymana 11ê Adara 1970î li ser erkê xwe ma û çalakiyên xwe yên Pêşmerge berdewam kir. Di sala 1974’an de dema ku şer û pevçûnên di navbera şoreş û artêşa Iraqê de ji nû ve dest pê kir, li Serê Bardê li ser erkê xwe bû, di şerê Çiyayê Gorezê de beşdar bûye, di vî şerî de du pismamên wî bi navên Ebdulwahid Hemed Law û Wesû Hemed Law şehîd bûn, ew jî bi giranî birîndar bû. Ji bo dermankirinê şandin bajarê Urmiyê.

Di sala 1978 de, piştî ku destûr jê re hat dayîn, vegeriya gundê xwe Gwanê, lê dîsan bi rêya Hemîd Efendî pêwendî bi hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê re kir, li gel çend xizmên xwe çûye gelyê Goste yê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de. Piştî ku tevlî hêzên Pêşmerge bû, pileya fermandariya yekîneyê wergirt, li deverên Biradost û Balekayetiyê pêşmerge bû.

Di 2’ê Cotmeha 1979’an de ji bo beşdarbûna 9’emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) çû Rojhilatê Kurdistanê û li gundê Zêwa beşdarî kongreya nehemîn bû, heta sala 1980’î ​​li Rojhilatê Kurdistanê ma, piştre vegeriya Başûrê Kurdistanê jibo ku erka xwe pêk bîne, piştî ku ji bo kirîna erzaq û pêdiviyên rojane ji bo Pêşmerge çû gundê Şepeta yê Bakurê Kurdistanê, dikeve çemê Rûbarokê, lê ji aliyê deverê ve tê rizgarkirin. Ji ber pêlên çem birîndar dibe û ji ber nebûna navendên tendirustî û dermankirina pizîşkî li çermê dewaran tê xistin.

Di sala 1981ê de di nav Hêzên Pêşmerge de pileya fermandarê yekîneyê werdigire, di heman salê de dema li nêzî gundê Kevnegundê yê navçeya Mêrgasûrê bi erka xwe radibû, ket kemîna leşker û çeteyên Iraqî û piştî parastineke pir dijwar, bi zehmetî rizgar dibe.

Di sala 1985'an de ji bo devera Balekê hat veguhestin û bû endamê Komîteya navçeya Rwandizê ya peşa Leşkerî, heta sala 1988ê li erkê xwe berdewam kir, di heman salê de beşdarî di çend şeran de kir, ji wana di şerê Wartê, Konekotir, Hîran û Nazanînê. Ji ber êrîşa kîmyawî ya li ser devera Melekanê rastî çekên kîmyawî hatibû û demekê bi nexweşiya bêhintengiyê ketibû.

Di sala 1991ê de beşdarî serhildanên Soran, Hewlêr û Akrê bû, li gel Serok Mesûd Barzanî vegeriya Ranya û bi Omer Osman Mêrgesorî û Cemal Murtke re bi awayekî aktîf beşdarî serhildana Hewlêrê bû.

Di sala 1992’an de piştî avakirina Hêzên Yekgirtî li Rwandizê, weke fermandarê alayê hate destnîşankirin û heta sala 1994’an erka xwe domand, di avakirina Artêşa Şeşemîn de bi fermandariya Mistefa Nêrweyî ji bo fermandarê tabûra şeşan hat destnîşankirin. Di sala 1995’an de ji bo leşkeriya 5’emîn a Spîlkî hat erkdarkirin û berpirsyarê tevgera artêşê bû, di sala 1999'an de bû endamê Fermandariya Halgurdê, niha jî bi pleya Lîwa erkê xwe berdewam dike.

Di sala 2014an de li eniyên Mehmûdiye, Zumar û Başîkê li dijî terorîstên DAIŞê beşdarî şerê parastina serweriya axa Herêma Kurdistanê bû.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Komkujiya li ber deriyê Seray li bajarê Silêmaniyê

Ev komkujî di havîna 1963’an de di dema rejîma Be'sê de li parêzgeha Silêmaniyê pêk hat ku di wê baweriyê de bûn ku eger komkujî û êrîşeke berfireh li ser Kurdistanê pêk bînin, wê di demeke nêz de Şoreşa Îlonê hilweşînin û tevahiya Kurdistanê bixin bin kontrola xwe, her çende li Silêmaniyê dest bi girtin û komkujiya mirovên bêguneh kirin jî, ku ne bi tenê serketî nebûn lê li şûna vê di hemû êrîşên xwe yên li ser Çiyayê Ezmerê têk çûn.

Agahiyên bêtir

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Nûrî Şawês

Nûrî Sedîq Elî Resûl bi nasnav Endezyar Nûrî Şawês tê naskirin, di sala 1935’an de tevlî refên Komeleya Azadiya Kurd dibe, di sala 1951 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Duyem) tê hilbijartin. Di sala 1953an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya Sêyem) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Nejat Elî Salih

Nejat Elî Salih di sala 1985an de tevlî Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bû, di sala 2010an de di kongreya 13an de bû endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK).

Agahiyên bêtir

Fatih Mihemed Emîn

Fatih Mihemed Emîn Murteza, ku bi navên Fatih Mihemed Emîn Beg, Fatih Siyamensûrî û Birusk jî tê nasîn, mamoste û siyasetmedar, di sala 1964an de wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, salên (2001-2005) bûye endamê Civata Niştîmanî ya Kurdistanê, di sala 2020ê de koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir