Sedem
Di 6'ê Adara 1975'an de bi Peymana Cezayîrê ya di navbera rejîma Îranê û hikûmeta Be's a Iraqê de Şoreşa Îlonê bi dawî kir a di sala 1961'an ji aliyê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ve li başûrê Kurdistanê hatibû destpêkirin, piraniya serkirdayetiya şoreşger û endamên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bi malbatên xwe koçberî Îran û welatên cîran bûn, tenê rêxistinên partiyê li Ewropayê çalakiyên xwe berdewam kirin.
Peymana Cezayîrê ku bû sedema têkçûna Şoreşa Îlonê û koçberkirina zêdetirî 180 hezar Kurdan bo Îranê û di nav desthilatdarên Be'siyên Iraqê û heta padîşahiya Îranê de hesta serketina tam li ser kurdan çêkir, rejîma Be's, ji aliyê xwe ve, hest bi windabûna serkirdayetiyekê kir ku ji destpêka damezrandina xwe ve pêşengiya tevgerên kurdî li Iraqê kiribû, lewma dest bi pêkanîna pîlanên tinekirina Kurdistanê û siyaseta koçberkirin û erebkirinê kir, piştî rûxana şoreşê, rejîma Be's dest bi guhertina demografiya Kurdistanê kir û di demeke nêzîk de rûbereke berfireh ji Kurdistanê ber pêla koçberkirinê ket û hijmareke mezin ji welatiyên Kurd di civatên neçarî de hatine bicihkirin, mîna Iraqê, rejîma padîşahiya Îranê jî xwe li hemberî kurdan serketî didît, di wê baweriyê de bûn ku bî vî kari ew heyfa peymana 11ê Adara 1970ê ji Serok Mistefa Barzanî distînin, Îranê li ser daxwaza hikûmeta Iraqê sînorên xwe ji penaberan re girtin û kampên xwe ji berpirsên Iraqê re vekirin ji bo handana penaberan ku vegerin Iraqê, ew kurdên ku Îran hilbijartibûn, piştre hatin barkirin bo herêmên herî dûrî sînor ên rojhilat û başûrê Îranê.
Vê rewşa nebaş û metirsîdar, têkoşîna Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li Başûrê Kurdistanê xistibû metirsiya windabûnê û ber bi dawiyê ve biçe, ji ber vê yekê Mesûd Barzanî bi şêwirmendiya birayê xwe yê mezin Îdrîs Barzanî re pêşniyara dubare rêkxistina organên PDKê û şoreşê kir, di 2'ê Nîsana 1975'an de li Nexdeyê di civîneke berfireh de ku ji aliyê Serok Mistefa Barzanî ve jibo hevdîtina li gel penaberan hat bu rêkxistin, pêşniyar ji aliyê Mesûd Barzanî ve pêşkêşî Serok Mistefa Barzanî hat kirin û ew jî pê razî bû, di Nîsana 1975ê de ji aliyê Mesûd Barzanî ve dest bi amadekariyên şoreşê hat kirin.
Berhevî jbo destipêkirina şoreşê
Piştî civîna Nexdeyê di 02.04.1975ê de, Serok Mistefa Barzanî erkê ji nû ve birêxistinkirina partî û organên şoreşgerî sparte Mesûd Barzanî û ew jî ji aliyê desthelatdarên Îranê ve bo Tehranê hat dûrxistin, piştî guftûgoyan, Mesûd Barzanî û Îdrîs Barzanî li hev kirin ku Îdrîs Barzanî serpereştiya karûbarên penaberên Îranê bike û Mesûd Barzanî jî organên hizbî û şoreşê vejîne û ji bo vejandina şoreşa Başûrê Kurdistanê bixebitin, di heman demê de li bajarê Nexede yê Rojhilatê Kurdistanê jî têkilî dest pê kirin, ji ber ku serkirdayetiya kevin û kadroyên navdar ji aliyê dezgeha îstixbarata SAVAKê ve ji nêz ve dihatin şopandin, bêhtir xwe spartin ser kadroyên ciwan, bi taybetî yên ku berê bi Mesûd Barzanî re kar kiribûn û di rewşeke wiha de dikaribû zêdetir xwe bispêre wan.
Di 15'ê Nîsana 1975'an de yekemîn civîna nepenî ya partiyê li ser kaniyeke nêzî Nexdeyê ya bi navê Hawt Çeşma hate lidarxistin, di civînê de Mesûd Barzanî, Cewher Namiq Salim, Kerîm Şingalî, Azad Berwarî û Mihemed Riza amade bûn, di civînê de biryar hat dayîn ku Cewhar Namiq Salim, Kerîm Şingalî, Azad Berwarî, Arif Teyfor û Dr. Kemal Kerkûk, Izzet Ebdulezîz û Şêrko Elî ji bo Başûrê Kurdistanê û Samî Ebdulrehman û Mihemed Riza jî bişînin Ewropayê, Îdrîs Barzanî, Elî Ebdullah, Mohsin Dizeyî, Felakedîn Kakeyî û Firanso Herîrî ji bo çavdêriya karê penaberan hatin destnîşankirin, her wiha biryar hat dayîn ku di demek herî kurt de bi kadro û Pêşmergeyên ku li Iraq û Sûriyê mane careke din pêwendî bên kirin, di 16ê Nîsana 1975an de Mesûd Barzanî du name ji Mihemed Xalid Boselî û Celal Talebanî re şand ku wê demê li Sûriyê bûn.
Di Hezîrana 1975an de, Tariq Akreyî, serokê şaxa şeşemîn a Ewropayê, serokê Komeleya Xwendekarên Kurd û hevjîna xwe Şîrîn Ketanî, bi dizî vegeriyan Îranê û li Tehranê bi Serok Mistefa Barzanî re civiyan, paşî ji bo dîtina Mesûd Barzanî û hevalên din çû Nexdeyê, her di meha Hezîranê de li Nexdeyê bi amadebûna Mesûd Barzanî, Îdrîs Barzanî, Tariq Akreyî, Samî Ebdulrehman û Elî Ebdullah û Dr. Mehmûd Osman civîneke veşartî hat lidarxistin û li ser navê şaxa Ewropayê yekemîn pêşnûmeya daxuyaniya partiyê ya piştî têkçûna şoreşê hat amadekirin, her wiha biryar hat dayîn ku konferansa şaxa şeşemîn a Ewropayê û kongreya Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê di havîna heman salê de were lidarxistin, paşî ev pêşnûme li Tehranê ji Serok Mistefa Barzanî re hat şandin û piştî hin guhertinan birin Ewropayê û li wir hat weşandin.
Li hember hewlên serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) ji bo xwe rêkxistin û vejandina şoreşê, di 25ê Gulana 1975an de Celal Talebanî avakirina nîv-eniyekê bi navê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Sûriyê ragihand.
Di Îlona 1975an de Serok Mistefa Barzanî di bin çavdêriya tund a îstixbarata Îranê SAVAKê de ji bo dermankirinê şandin Amerîkayê, roja 15ê Îlonê li ser daxwaza Serok Barzanî, Mesûd Barzanî serdana Amerîkayê kir, piştî Piştî wergirtina tedawiya pêwîst di 10ê Cotmeha 1975an de vedigerin Îranê û li Azimiyeya Kerecê li nêzîkî paytext Tehranê bi cih dibin, di heman demê de kadroyên PDK’ê yên ku ji bo aktîvkirina rêxistinên veşartî yên PDK’ê hatibûn erkdarkirin, dîsa li dora Mesûd Barzanî û rêveberiya PDK’ê kom bûn.
Li ser daxwaza Mesûd Barzanî û piştî kombûna hevalan, di nîvê meha Çiriya Paşîn a sala 1975an de bi amadebûna Cewher Namiq, Kerîm Şingalî, Arif Teyfûr û Mihemed Riza li mala Mesûd Barzanî li Azimiyê ya bajarê Kerecê civîneke veşartî hat lidarxistin, di civînê de gelek biryarên girîng hatin girtin, di nav wan de avakirina serokatiyeke hevbeş di navbera rêveberiya kevin û nû ya PDK’ê de. Vegeryan bo Başûrê Kurdistanê û ji nû ve avakirina desteyên çekdar û rêxistinên veşartî yên partî û şoreşê, ji bo vê jî biryar hat dayîn ku herêmên Başûrê Kurdistanê bikin du herêm, herêma Yek û Herêma Duyem ku piştre bi navê Badînan û Soran dihatin naskirin, Rêya Hamilton weke sînorê çalak di navbera van her du herêman de hate destnîşankirin, di heman demê de her du herêm hatin azadkirin ku çalakiyên xwe li bajarên din ên Iraqê pêk bînin. Ji bo vê yekê Cewher Namiq û Kerîm Şingalî wek serkirdayetiya Herêma Yek (Bedînan) û Arif Taifûr, Şêrko Şêx Elî Sergelo û Şêx Azîz Şêx Yûsif wek serkirdeya Herêma Du (Soran) hatin destnîşankirin. vegerin sînorên çalakiyên xwe û demek ji wan re hat dayîn ku vegerin sînorên çalakiyên xwe.
Di heman civînê de biryar hat dayîn ku daxuyaniyek bê dayîn û Mesûd Barzanî rêhevalên xwe Cewher Namiq, Kerîm Şingalî, Arif Teyfûr û Hema Riza raspardin ve daxuyaniyê binivîsin û piştî vegera Tehranê daxuyaniyê nivîsand, roja paştir heval ji bo dîtina Mesûd Barzanî vegeriyan Azimiyeya kereçê û li wir dîsa daxuyanî hate nirxandin û piştî çend serrastkirinan gihandine Serok Mistefa Barzanî û bi weşandina wê razî bû, biryar hat dayîn ku daxuyanî li bajarokê Nexdeyê were çapkirin, hîn ne diyar bû ku dê daxuyanî bi kîjan navî bê weşandin û li wir cara yekem navê serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) hate diyarkirin, piştre di 10'ê Kanûna 1975'an de bi heman navî û li jêr navunîşanê (Kurdistan qada têkoşînê ya rastî ye) hate weşandin.
serkirdayetiya demkî
Di nîveka Çiriya Paşîn a sala 1975an de, di civîneke veşartî de li Kerecê biryar hat dayîn ku serokatiya partiyê ya demkî were avakirin, bi wê yekê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) ji ber rewşa ku têkçûn bi ser şoreş û gelê Kurd de anîbû, bi taybetî piştî derketina derveyî welat, koçberiya wan û têkdana rêxistinên navxwe yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bi kiryar têk çûbû.
Li gor bername û rêziknameya navxwe ya partiyê, divê endamên Komîteya Navendî di kongreyê de û bi dengê nûnerên kongreyê bên hilbijartin, lê rewşa piştî têkçûna şoreşê ji aliyekî ve û ji aliyê din ve çavdêriya tund a çalakiyên endamên partiyê ji aliyê dezgeha îstixbarata Îranê (SAWAK) ve, lidarxistina kongreyê bi karekî gelek zehmet xuya dikir. di civîna nîvê meha Mijdarê ya li Kerecê û piştre jî bi şêwirmendya Serok Mistefa Barzanî, biryar hat dayîn ku serkirdayetiya nû ya partiyê were destnîşankirin, lê belê ji ber ku endamên nû bi rêya kongreyê nehatin hilbijartin, biryar hat dayîn ku paşgireke (demkî) li serkirdayetiyê were zêdekirin, heta ku derfeta lidarxistina kongreya partiyê çêbibe, vana endamên serkirdayetiya demkî ya partiyê man û bi vî awayî serokatiya partiyê ya demkî, ku bi serokatiya demkî tê zanîn, ava kirin.
Di pêngava yekem de hejmara endamên serkirdayetiya demkî ya PDKê tenê heft kes bû: Mesûd Barzanî, Îdrîs Barzanî, Cewher Namiq, Kerîm Şingalî, Arif Teyfûr, Mihemed Riza û Azad Berwarî, bi vî awayî endamên serkirdayetiya demkî ya nû bi giştî ji ciwanan hatin avakirin, ji bilî Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî ku beriya têkçûna Şoreşa Îlonê endamên Komîteya Navendî ya PDK’ê bûn, yên din jî piştî hilweşandina komîteya navendî di civîna Kerecê de ji bo rêveberiya demkî hatin diyarkirin. Bi armanca zêdetir pêşxistina xebata bi kom û ji nû ve birêxistinkirina organên siyasî û leşkerî yên partiyê, biryar hat girtin ku têkilî bi endamên Komîteya Navendî ya kevin re bê kirin ku li Îranê mane û dixwazin têkoşîna xwe ya siyasî di çarçoveya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê de bidomînin û ji ezmûna wan ya siyasî sûd werbigirin, bi taybetî di nav wan de Samî Ebdulrehman û Dr. Mehmûd Osman. Ew piştî serdan û gotûbêjan her yek ji Samî Ebdulrehman, Nûrî Şawês û Elî Ebdullah li serkirdayetiya demkî ya partiyê hatin zêdekirin, piştî girtina Arif Teyfûr ji aliyê hikûmeta Îranê ve, Dr.Kemal Kerkûkî wek berpirsê herêma duyem bo Başûrê Kurdistanê hat şandin û navê wî di lîsteya endamên serkirdatiya demkî de cih girt, bi vî awayî hejmara endamên Serkirdayetiya Demkî giha yanzdehan û heta Konferansa Berlînê ya 11ê Tebaxa 1976ê wek xwe ma, di vî konferansê de çar endamên din jî bi dengdanê ji bo serkirdayetiya demî hatin zêdekirin ew jî Wirya Saatî, Dilşad Mîran, Aza Xefaf û Ebdulrehman Pêdawî bûn, bi vê yekê hejmara endaman giha panzdehan û navên wan heta kongreya 9emîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê di sala 1979an de wek xwe man.
Destipêkirina şoreşê
Piştî hilbijartina serkirdatiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) û dabeşkirina Başûrê Kurdistanê li ser du herêmên Soran û Badînan, avakirina rêxistinên partî û Pêşmerge li her du herêman û dervey welat, ji aliyekî din ve, hikûmeta Be's a Iraqê, bi koçberkirin û wêrankirina gundên kurdan de, gelê kurd tengav kir, di encamê de demê destipêkirina xebat û şoreşa çekdarî ji alîyê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve li djî rejêma be'si li Başûrê Kurdistanê hat, di 28ê Nîsana 1976an de Mesûd Barzanî bi Mihemed Reza, Arif Teyfûr û Azad Berwarî re civîneke veşartî pêk anî, di wê civînê de biryara dawî li ser dabeşkirina erk û amadekariyên şoreşa çekdarî hat dayîn.
Bi giştî meha Gulana 1976’an meha destpêkirina çalakiyên partîzanî û çekdarî bû li dijî artêşa rejêmê, pêşî, Hêzên Pêşmerge yên bi ser serkirdayetiya demkî li navçeyên Amêdî û Zaxoyê bi artêşa rejîmê re şer kirin, di encama van pevçûnan de hejmarek leşkerên rejîmê hatin kuştin, hêzên rejîmê piştî van pevçûnan neçar man ku hêzên asmanî bikar bînin û herêmên Nêrwa û Rêkan yên li ser sînorê Iraq û Tirkiyê bombebaran kirin, piştî nirxandina rewşê ji aliyê serkirdayetiya partiyê ve, roja 26ê Gulanê wek roja destpêkirina şoreşa çekdarî hat destnîşankirin û yekem guleya şoreşê di 26ê Gulana 1976an de di saet 04.00 sibê de li dijî artêşa rejîma Be'sê hat teqandin.
Di 26 Gulanê de, hêzeke Pêşmergeyên PDKê li Zînoya nêzîkî Hacî Omeran ji aliyê artêşa rejîmê ve ketin kemînê, paşî şer di navbera her du aliyan de dest pê kir, 8 leşkerên Iraqê hatin kuştin û 12 leşkerên din jî birîndar bûn, di vî şerî de fermandarê tabûra PDK’ê Seyîd Ebdullah şehîd bû û piştî têkçûna Şoreşa Îlonê bû yekemîn şehîdê şoreşê. Di heman rojê de, hêzeke din a çekdar a serkirdayetiya demkî ya PDKê, li gundê Keşanê yê devera Badînan bi fermandariya Ebû Newal êrişî çepereke artêşa rejîmê kir û bi vî awayî şer û pevçûnan li piraniya navçeyên sînorî bi taybetî li Badînan û li ser sînorê Tirkiye û Iraqê ji nû ve dest pê kir.
Bi giştî di salên (1976-1979) de, ku qonaxa yekem a Şoreşa Gulanê tê dîtin û ji aliyê serkirdayetiya demkî ve tê çavdêrîkirin, li gel hemû zehmetî û jorveçûn û daketinan, tevî avakirina çend rêxistinên din yên siyasî yên çekdar li Başûrê Kurdistanê ku bi navê destpêkirina şoreşê derketin çiyayên Kurdistanê û dijberiya xwe ya li dijî Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) danî pêşiya dijberiya xwe ya li dijî rejîma Be's û di dem û cihên cuda de Pêşmergeyên PDKê xistin nav şerê navxweyî, di gel wê yekê ji de û li gorî daxuyaniyên leşkerî yên serkirdayetiya demkî ya wê demê, ku bi berdewamî dihat derkirin, şer û pevçûn di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa rejîmê de, tevî ziyanên giyanî û madî yên artêşê, berdewam bûn, gelek caran piraniya navçeyên sînorî ji aliyê hêzên Pêşmergeyên şoreşger ve hatine kontrolkirin û hikumetê desthelat bi ser da nedima, di vê serdemê de çend dastanên berxwedanê yên wekî şerê Şeranşê di 18’ê Tebaxa 1976’an de, şerê Bangirdê 11ê cotmeha 1976an, şerê Şarsten 26 Kanûn yekê ya 1976, şerê Govkê, şerê Bêlmbîrê yê 25ê Gulana 1977an û şerê Qesrokê di sala 1978an de wek bingeha berdewamiya şoreşê di salên piştre de hatine tomarkirin.
Kongreya nehemîn û hilweşandina serkirdayetiya demkî
Di 19ê Hezîrana 1976an de Serok Mistefa Barzanî bo cara duyem di bin çavdêriya tund a îstixbarata Îranê SAVAKê de bo Amerîkayê hat şandin, Mesûd Barzanî ku berpirsê rêkxistinên wê partiyê bû, di wê geştê de ligel Serok Mistefa Barzanî bû û biryar bû ev serdan 6 heftiyan bidome û piştre vegere Îranê, lê vegera wan heta sala 1979ê bû ku Serok Mistefa Barzanî koça dawî kir.
Di vê heyamê de rêxistinên partiyê li hundirê welat ji aliyê serkirdayetiya demkî ve dihatin birêvebirin ku piraniya wan vegeriyane Başûrê Kurdistanê bi taybet Samî Ebdulrehman, Partî ji aliyê wan ve, bi taybetî piştî Konferansa Berlînê, rûyekî nû hat dayîn û bi tevahî rûyekî Marksîst pê hat dayîn ku ji siyaseta resen ya PDKê û rêbaza Barzanî dûr bû, di konferansa Berlînê de, Samî Ebdulrehman ji bo bihêzkirina pêgeha xwe, çar alîgirên xwe li serkirdayetiya demkî zêde kirin, bername û rêgezên navxwe yên partiyê guherandin û bi navê Rêbaza Tevgera Rizgariya Kurd pirtûkek weşand û tê de rêbertiya şoreşê rexne kir û xeta PDK’ê ji niha û pê de li ser şer bike diyar kir.
Ev kiryarên hin endamên serkirdayetiya demkî, bi taybetî Samî Ebdulrehman, her çend ne bi dilê rêveberiya PDKê nebûn jî, lê ji bo yekitiya PDKê û rêxistinên şoreşger zirarê nebîne, çareserî ji bo demeke maqûl hat paşxistin.
Di Sibata 1979’an de Rejîma Paşayatî li Îranê hilweşiya û li şûna wê Komara Îslamî hat avakiri, demek kêm derbaz bû nûçeya wefata Serok Mistefa Barzanî di 1ê Adara 1979an de li her derê Amerîka belav bû, rayedarên nû yên Îranê li hev kirin ku termê Mistefa Barzanî vegerînin Îranê bikin û demekê li wir bê veşartin, di 4’ê Adara 1979’an de termê wî vedigerin Îranê û li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê spartin axê.
Beşdarbûna merasîma cenazeyê Serok Mistefa Barzanî li Rojhilatê Kurdistanê bû sedem ku hemû endam, kadro, pêşmerge û serkirdatiya partiyê careke din li hev bicivin û biryarê li ser çarenivîsa partiyê piştî serok bidin, piştî çend civînan, biryara lidarxistina nehemîn kongreya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) hat dayîn.
Di roja 10.11.1979ê de, kongreya nehemîn ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li kampa Zêwayê li rojavayê Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin, di encama kongreyê de Mesûd Barzanî bi yekdengî wek serokê Partiyê hat hilbijartin û li şûna serkirdatiya demkî ya Partiyê komîteyeke navendî ya nû hat destnîşankirin ku li şûna serkirdatiya demkî ya partiyê cih girt, di heman demê de organên hizbî û leşkerî yên şoreşê ji nû ve hatin birêxistinkirin û heta radeyekê Partî li ser rêya xwe ya rast hat vegerandin.
Rewşa herêmî piştî sala 1979 û Şoreşa Gulanê
Piştî guhertina rejîma Îranê, desthilata siyasî li Iraqê jî guherîn bi serda hat, Serokomar Ehmed Hesen Bakrî îstifa kir û di 17ê Tîrmehê de Seddam Huseyn şûna wî girt, Piştî ku Seddam Huseyîn hat ser hukim, siyaseta rejîmê ya li hemberî kurdan xirab bû, hikûmeta Be'sê ji bo kontهrolkirina sînorên ku baregehên Pêşmerge lê hatine avakirin, 5 lîz, 50 hezar polîs, zêrevanên sînor û hêzên yedek bi cih kir, li gel wê yêke ji de û piştî çend şerên biçûk rejîmê nekarî rê li ber berfirehkirina çalakiyên leşkerî yên Pêşmerge bigire, di Hezîrana sala 1979an de hêzên asmanî yên Iraqê bi hinceta hebûna Pêşmergey çend gundên Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kirin. Rewşa Hêzên Pêşmerge li ser sînorê Tirkiyê jî têk çû, dema ku serokê îstixbarata Tirk Alî Heyder Ozga di 29’ê Adara 1979’an de ji bo çareserkirina nakokiyên sînorên di navbera her du welatan de çû Bexdayê, di 12ê Îlona 1980ê de general Kenan Êfrîn li Tirkiyê derbeya leşkerî pêk anî, di encamê de bi hezaran kurdên Bakurê Kurdistanê reviyan welatên cîran, bi hezaran leşker ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve li navçeyên sînorî yên Sûriye, Iraq û Îranê hatine bicihkirin û ferman dane ku êrişî Pêşmergeyên PDKê û hêzên din ên Kurdistanê li nêzîkî sînor bikin.
Di 16’ê Tebaxa 1979’an de li ser navê Seddam biryareke komarê hat derxistin û tê de daxwaza berdana hemû girtiyên siyasî kir û lêbûrîneke giştî ji bo hemû kurdên ku derketine çiyê yan jî derketine derve û vegeriyane da, kesên ku hatine efûkirin jî bila vegerin ser karên xwe yên berê, Kurdên ku ji bo naverast û başûrê Iraqê hatibûn koçberkirin, destûr hat dayîn ku vegerin Kurdistanê, lê piştî vegerê li kampên bi darê zorê hatin bicihkirin.
Di 22ê Îlona 1980ê de, piştî têkçûna peywendiyan, şer di navbera Iraq û Îranê de dest pê kir, ji ber ku Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) dijminê sereke yê rêjîma Beis bû û berî niha jî şoreşek li dijî wê dabû destpêkirin, di şer de alîkariya Komara Îslamî ya Îranê kiribû û alîkariya Îranê ji bo pêşdebirina armancên xwe yên netewî bikar anîbû.
Bereyê CUD
Piştî serketina Şoreşa Îslamî ya Îranê li sala 1979`an, hêzên opozisyona Iraqê hewl dan ku rêzên xwe bikin yek û peywendiyên xwe xurt bikin da ku bereyeke niştimanî ya bihêz ava bikin, Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) ji aliyê xwe ve, di kongreya xwe ya nehemîn de, daxwaza avakirina bereyeke siyasî kir û yek ji biryarên kongreyê jî ew bû ku bereyeke berfireh li Kurdistan û Iraqê bê çêkirin, li hember vê yekê YNKê di 7ê Nîsana 1980ê de êrişî pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) li herêma Hewramanê kir û daxwaz ji Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) kir ku têkiliyên xwe bi PDKê re qut bike û bi vî awayî hewla avakirina bereyeke opozîsyonê ya hevbeş jinav çû.
Bi armanca avakirina bereyeke yekgirtî ya opozîsyona Iraqê li dijî rêjîma Be's, di 12ê Mijdara 1980an de, bereyê CEWQED, bi kurtasî Bereyê Niştimaniya Demokratîk, li Sûriyê hat damezrandin ku her yek ji Partiya Sosyalîst a Be's a Erebî (Serkirdayetiya Herêma Iraqê), Tevgera Sosyalîst a Erebî, Partiya Komunîst a Iraqê, Partiya Sosyalîst a Iraqê, Artêşa Rizgariya Gelê Iraqê, Demokratên Serbixwe, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Sosyalîst a Yekgirtû ya Kurdistanê (HSK), endamên wê bûn, tevî ku nûnerên Partiya Komunîst gelek hewl dan ku PDK beşdarî vê eniyê bibe, lê YNKê ev yek red kir û Partiya Be's, Serkirdayetiya Herêma Iraqê û Tevgera Sosyalîst a Erebî piştgirî dan helwesta YNKê.
Piştî ku çend aliyan qebûl nekirin ku PDK bibe endama bereya CEWQED, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê û Partiya Komunîst a Iraqê tevlî PDK bûn û di 28ê Mijdara 1980ê de bereyeke nû bi navê CUD hat ragihandin.
Di 28.11.1980ê de li gundê Kewper êser bi Xanê ya Rojhilatê Kurdistanê ve di navbera Partiya dêmokrata Kurdistanê (PDK) û Partiya Sosialista Kurdistanê (HSK) Partiya komonista Iraqê (HŞI) de peymana hevkariyê hat îmzekirin, di cvînê de ji Partî Mesûd Barzanî, Elî Ebdullah, Dr.Mihemed Salih Cuma, Roj Nûrî Şawês û ji (HSK) Resûl Mamend, Tahir Elî Walî û ji (HŞI) Ehmed Banîxêlanî û Fatîh Resûl amade bûn, di 29.11.1980 de nûçeya damezrandina Eniya CUD li Radyoya Dengê Kurdistanê hate weşandin, ku armanca wê rûxandina rejîma Be's û avakirina rejîmeke demokratîk û netewî û otonomî ya Kurdistanê û bidawîkirina şerê navbera Iraqê û Îranê bû. Ev bereye ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve dihat piştevanîkrin, di 10’ê Mijdara 1981’an de (PASOK) tevlî bereya CUD bû, lê avakirina berey nekarî hemû hêzên opozîsyonê li hev bicivîne û li şûna nakokiya hizbî, nakokiya bereyî derketibû holê û bû sedema kûrbûna nakokî û şerê navxweyî di navbera aliyên Kurdistanî de.
Rewşa siyasî û leşkerî (1980-1986)
Piştî nûavakirina organên partiyê û hêzên Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK), bi taybet piştî destpêkirina şerê Îran û Iraqê, Pêşmerge li navçeyên sînorî li dijî artêşa rejîmê dest bi çalakiyên xwe kirin, bi awayekî li ser sînorê Îran û Tirkiyê li piraniya cihan hêzên Pêşmergeyên PDK serdet bûn û li artêşa Iraqê serwer bûn, ji aliyê din ve YNKê hertim hizir dikir ku têkçûna xwe ya sala 1978ê li navçeyên sînorî yên Tirkiyê û Colemêrgê li ser destê hêzên serkirdayetiya demkî ya PDKê qerebo bike, ji ber vê yekê di 14’ê Gulana 1980’an de bi alîkariya hikûmeta Be'sê li Elwatan li dijî hêzên PDK’ê dest bi şer kirin, êrîşên YNKê piştre derbasî nava hevalbendên PDKê bûn û şer veguherî şerekî bi bereyê (CUD) re ku ziyaneke mezin a canî û madî bi gişt aliyeke gihişt, desthilatdarên Be'sê bi awayekî herî hovane dest bi wêrankirina gundan û koçberkirin û paqijkirina wan kirin, di sala 1980 de, zêdetirî 10,000 kurdên Feyli winda kirin û di Gulana 1983an de jî piştî ku Elî Hesen Mecîd bû berpirsê karûbarên bakur yê Partiya Be'sê, zêdetirî 8000 Barzanîyên ku di nav civakên bi darê zorê de hatibûn bicihkirin winda kirin.
Kongreya Aştiyê ya Tehranê 1986
Di sala 1985’an de piştî têkçûna danûstandinan, têkiliyên YNKê û Partiya Be's a Iraqê qut bûn, di Cotmeha 1976an de di navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Komara Îslamî ya Îranê de peymanek siyasî-leşkerî hat îmzekirin û operasyonên leşkerî yên hevbeş li dijî artêşa rêjîmê pêk anîn, hatina Pasdarên bo Kurdistanê bi rêya YNKê û lêdana bîrên petrolê li Kerkûkê hikûmeta Be'sê karvedanên tund nîşan da û dest bi wêrankirina gundên kurdan kir bi taybetî li Kerkûkê.
Di dawiya sala 1986’an de, dewleta Îranê hewl da ku hêzên opozîsyona Iraqê li dijî rejîma Be'sê bike yek û li Tehranê Kongreya Hevkariya Gelên Iraqê bê li dar xistin, ji hemû partiyan re dawetname hatin şandin û kongre di 24’ê Kanûna 1986’an de li Tehrana paytexta Îranê hate lidarxistin. Îdrîs Barzanî wek serokê şanda Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) di konferansê de beşdar bû û roleke mezin di aştiya di navbera aliyan de bi taybetî YNK û PDKê û bihêzkirina hevpeymaniya ligel Komara Îslamî ya Îranê hebû.
Helwesta rejîma Be's piştî Konferansa Aştiyê ya Tehranê
Di destpêka sala 1987ê de hemû deverên sînorî yên Kurdistanê ji destê hikumetê derketin û ji aliyê Pêşmerge ve hatin rizgarkirin, di 12’ê Sibata 1987’an de hêzên Îranê bi alîkariya hêzên YNK û PDK’ê êrîşî Hacî Omeran kirin û bilindahiyên Girdmend û çend cihên din ên li rojhilatê Rewandizê bi dest xistin, di Gulana 1987’an de rêveberiya Partiya Be's biryar da ku Elî Hesen Mecîd weke sekreterê giştî yê Buroya Bakur li şûna Mihemed Hemze Zubeydî destnîşan bike û desthilatiya vekirî jê re hat dayîn, navhatî di destpêka karê xwe de gelek biryar dan, weke mînak divê deverên ku Pêşmerge lê hene weke deverên qedexe bên dîtin, li van deveran gulebaran û kuştin bê şert û merc serbest kirin, di 30ê Hezîrana 1987an de li gor biryara hejmar (457) ya Encûmena Serkirdatiya Şoreşê li Iraqê, li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê hemû dezgehên çandinê hatin rakirin û hemû cure alavên çandinê hatin qedexekirin.
Di sala 1988 de, piştî lawazbûna artêşa Îranê, artêşa Be's piraniya hêzên xwe derbasî Kurdistanê kirin û bi awayekî herî hovane dest bi êrîşên xwe kir, di heman dem da li gel koçberkirina xelkê, bombebarankirina baregehên şoreşê û kîmyabarana bajar û gundên Kurdistanê, dest bi berdewamkirina hemleya komkujî (Enfal) û qirkirina gelê Kurd kir, tenê di sala 1988’an de ji Germiyanê heta Badînanê di 8 qonaxan de zêdetirî 180 hezar Kurd hatin windakirin û Enfalkirin.
bereyê Kurdistanî
destpêkê hizra avakirina bereyekê yekgirtî yê Kurdistanê li başûrê Kurdistanê bo civînên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Îdrîs Barzanî û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Celal Talebanî li Tehrana paytexta Îranê vedigere, piştî serkeftina Konferansa Aştiyê ya Tehranê di Sibata 1987ê de, her du aliyan li ser avakirina bereyekê Kurdistanî daxuyaniyek hevbeş dan û soza yekgirtina hêzên Pêşmerge dan, di 18ê Tîrmeha 1987ê de, Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Sosyalîst, PASOK û Partiya Gel li baregeha Mekteba Siyasî ya PDKê civiyan û li ser yekkirina hêzên opozîsyona Iraqê daxuyaniyek belav kirin, bi taybetî hêzên Kurdistanî û biryara avakirina bereya Kurdistanê hate dayîn, piştre di 30’ê Tîrmeha 1987’an de bi daxuyaniyeke hevpar armancên bereya Kurdistanê hatin diyarkirin.
Piştî çendîn hevdîtinên di navbera aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de, bi taybetî rêkeftina aştiyê ya navbera YNK û PDKê di payîza sala 1987ê de, bereya Kurdistanê di 2'ê Gulana 1988'an de hat avakirin û di 12'ê Gulana heman salê de dest bi xebatên xwe kir û civîna xwe ya yekemîn di destpêka Hezîrana 1988'an de li Xwakurkê pêk anî.
Heta sala 1988’an hêz û partiyên Kurdistanî li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve li dijî rejîma Be'sê piştgirî dihat kirin. di 8ê Tebaxa 1988an de bi bidawîhatina şerê navbera her du welatan, alîkariya Îranê ya ji bo kurdan bi dawî hat û hikûmeta Iraqê bi hemû hêza xwe dest bi êrişa li ser Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kir, di 20ê Tîrmeha 1988an de, di civîna komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî biryara berevanî û berxwedanê da û bereyên şer li deverên Xirêna û Xwakurkê vekirin, serok Mesûd Barzanî bi xwe jî li qadê amade bû, piştre di encama êrişên artêşa rejîmê bo ser baregehên hêzên pêşmerge de, gelek şer û qehremaniyên hêzên pêşmerge hatin tomarkirin û bêgoman şerê Xwakurkê yek ji serbilindî û serweriya gelê Kurde di wê demê de.
Şoreşa Gulanê encama hemû şoreşên ku gelê Kurd di van dehan salên borî de li dijî rejîmên li pey hevên Iraqê pêk anîne û bi avakirina bereya Kurdistanî, yekgirtina hêzên Kurdistanî li Başûrê Kurdistanê û serhildana bihara 1991ê, bi avakirina herêmeke serbixwe ya parastî, armanca gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê pêk anî.
Şerên herî girîng ên qonaxa duyemîn a şoreşê (1980-1988)
Piştî bidawîhatina qonaxa yekem a şoreşê ku di navbera salên 1976-1979’an de dom kir û weke serdema serkirdayetiya demkî hate hejmartin, piştî koça dawî ya Serok Mistefa Barzanî û lidarxistina kongireya nehê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK), qonaxeke nû ya şoreşa li dijî rejîmê dest pê kir, ku hevdem bû bi destpêkirina şerê heşt salan di navbera Iraq û Îranê de, şerê di navbera her du welatan de bandorek mezin li şoreşê kir, serkirdayetiya PDKê ji wê derfetê sûd wergirt û bereyên şer li dijî rêjîma Be's berfirehtir kir û piştî rawestana şerê navbera her du welatan jî, şer ji aliyê hêzên Pêşmergeyên şoreşê ve berdewam bû, di vê heyamê de tevî hemû pirsgirêk û aloziyên navxweyî, hêzên pêşmergeyên şoreşê çendîn şer û dastanên qehremanane li dijî artêşa rejîmê tomar kirin ku roj bi roj siberoja gelê Kurd ronî kirin û mizgîniya serketineke temam dan wan, her ev şer û berxwedan bûn ku di dawiyê de bûn sedema serhildana bihara 1991 û azadkirina Başûrê Kurdistanê, ji şerên herî girîng ên vê serdemê:
Şerê Kanî Sêfê, 20ê Cotmeha 1980.
Şerê Hacî Omeran, 18ê Cotmeha 1980.
Şerê Çiyayê Sorîn, destpêka sala 1982.
Şerê Biyare, 3 Kanûna duyem 1982.
Şerê Şarezûr, 31 Gulana 1982.
Şerê Siyana Garay, 10 Kanûna yek a 1982.
Şerê Şarminê, 29ê Adarê, 1983.
Şerê Seîd Sadiq, 16 tebaxa 1983.
Şerê Kanyelinja, 21 Mijdara 1983.
Şerê Akrê, sala 1983.
Şerê Duhokê, Tebax 1984.
Şerê Sersing, bihara sala 1985.
Şerê Qeredagê, Hezîrana 1986.
Şerê Zaxo, 12ê Cotmeha 1986.
Şerê Baskê, 20 Kanûn yek a sala 1986.
Şerê Ehmedawa, 1ê Tîrmeha 1987.
Şerê Atrosh, 4ê Kanûna duyem 1987.
Şerê Bamernê, 26 Gulana 1987.
Şerê Basire, 27 Tîrmeha 1987.
Şerê Kanî Masê, 13 Îlona 1987.
Şerên Amediyê heta Dêrelokê, 11 Kanûna duyem 1987.
Şerê Qeredagê, 20 Nîsana 1987.
Şerê Dêrelûkê, 5ê Tebaxa 1987.
Şerê Hîranê, 16 Tebaxa 1987.
Şerê Dêrelûkê, 11 Kanûna duyem 1988.
Şerê Balîsan, 26 Sibata 1988.
Şerên Zaxo heta Batîfa, 26 Sibata 1988.
Şerê êrîşa Helebce, 12ê Adara 1988.
Şerê Alaya 143, 13ê Adara 1988.
Şerê Zaxo, 8 Kanûna duyem 1988.
Şerê Mandîlê, 10 Kanûna duyem 1988.
Çavkanî:
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd, 1958-1961, Bergê 2, (2012).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd 1961-1975, Bergê 3, Beş 1, (Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 2004).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd 1961-1975, Bergê 3, Beş 2, (Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 2004).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd 1961-1975, Bergê 4, Beş 1, (Hewlêr - Çapxaneya Roxana - 2021).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd 1961-1975, Bergê 4, Beş 2, (Hewlêr - Çapxaneya Roxana - 2021).
- Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Kongre û Konferans (Bername û Rêziknameya Karûbar). Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Bergê 1, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhelat- 2021).
- Selah El-xirsan, El-teyarat El-siyasiyeh Fî Kurdistan El-Iraq, Qîraet Fî Melefat El-herkat We El-ahizab El-kurdîyeh Fî El-Iraq 1946- 2001, (Beyrût- Metbeet El-belax- 2001).
- Hebîb Muhemed kerîm, Tarîx El-hizb El-dîmoqratî El-Kurdistanî-El-Iraq (fî Mihetat reisiyah 1946 - 1993), (Dohûk- Metbet Xebat- 1998.
- 5.Tehîyet Icazet El-hizb El-dîmoqratî El-Kurdistanî, Cerîdêt Xebat(El-nîzal), Eledêt 141, Bexdad, 9ê Kanûna Pêşin 1960.
- Şêrko Fethullah Omer, Partiya Demokrat a Kurdistanê û Tevgera Rizgarîxwaz a Netewa Kurd 1946-1957, û Siware Qeladizeyî, (Çapxaneya Şehîd Azad Hewramî - 2013).
- Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê