Sedem:
Di 10’ê Hezîrana 1963’an de rejîmê dîsa dest bi êrîşa li dijî Kurdistanê kir û hemû hêzên xwe yên çekdar şandin qadên şer, leşkerê Kurdistanê ji bo parastina êrîşan gelek eniyên şer vekirin û bersiva êrîşan hat dayîn, di vê heyamê de Serok Mistefa Barzanî çendîn name ji Mekteba Siyasî ya PDK re şand û daxwaz ji Îbrahîm Ehmedî sekreterê partiyê û mekteba siyasî kir ku çendîn êrîşan bo ser artêşê li navçeyên wan pêk bînin, lê Mekteba Siyasî bi taybet Îbrahîm Ehmed bersiva daxwazên wan neda û rê neda ku fermandar bêyî razîbûna wan êrişî hêzên hikûmetê bikin, van reftaran wekir sarbûnek di navbera Serok Mistefa Barzanî û Îbrahîm Ehmed de çêbibe.
Di 18’ê Mijdara 1963’an de hikûmeta Be'sê ji aliyê artêşê ve kodeta (derbe) li ser hat kirin û hat hilweşandin. Piştî kodetayê, Ebdulselam Arif dest danî ser desthilatê û rasterast bang li serkirdayetiya şoreşê kir ku danûstandinan bikin,
Di Kanûna Pêşîn a sala 1963an de û piştî şêwirîna Serok Barzanî li gel mekteba siyasî, danûstandin dest pê kirin û parêzgarê Silêmaniyê Colonel Ebdulrezaq Mehmûd weke nûnerê hikûmetê hat Ranya û li gel Serok Mistefa Barzanî, Celal Talebanî û Nûrî Şawês Endamên Mekteba Siyasî civiya û di danûstandinan de di navbera her du aliyan de lihevkirinek çêbû û di 10ê Sibata 1964an de ji aliyê hikûmetê ve daxuyaniya lihevkirinê hat ragihandin û tê de hat gotin ku “dewlet mafên kurdan yên netewî nas dike”.
Di roja 17 Sibata 1964ê de Îbrahîm Ehmed, Seyîd Ezîz Şemzînî û Omer Mistefa Dababa hatin Sengesar û bi Serok Barzanî re hevdîtin pêk anîn û encama civînê lihevkirina hemû aliyan li ser rêkeftina 10ê Sibatê bû. Piştî hefteyekê li Sengaserê Îbrahîm Ehmed û hevalên xwe vegeriyan Mawetê û li wir dîsa dest bi dijberiya xwe kirin, ev jî bû sedem ku hejmareke zêde ya fermandar û Pêşmergeyan ji Mawetê derkevin û li Sengesar biçin cem Serok Barzanî û pilana Mekteba Siyasî ji Serok Barzanî re eşkere bikin, piştî hatina fermandeyên Pêşmerge, Serok Barzanî civînek li gel wan pêk anî û piştî şêwiran biryar da hemû fermandeyên ku peyrewê Mekteba Siyasî bûne ji kar bên dûrxistin û li şûna wan fermandeyên din ên ku pêbawer in bên danîn, fermandarên ku hatin derxistin jî Celal Talebanî, Omer Mistefa Debabe, Elî Askerî û Kemal Muftî bûn, di bersivê de Îbrahîm Ehmed û Mekteba Siyasî di 9ê Nîsanê de konferansê Mawetê li dar xist.
Lidarxistina konferansê:
Ji 4ê Nîsanê heta 9ê Nîsana 1964an konferans li dibistana seretayî ya gundê Mawetê dest pê kir, destpêkê biryar bû Konferans di 1’ê Nîsana 1964’an de li gundê Malome bê lidarxistin, lê piştre hate veguhestin bo Mawetê, ji ber ku Mekteba Siyasî di nameya xwe de ji nûnerên vexwendî re gotiye ku dê di 1ê Nîsanê de konferansek were lidarxistin, lêbelê, piştî sê rojan ji jivanê wê hat lidarxistin. Rapora Mekteba Siyasî ji aliyê Îbrahîm Ehmed ve hate xwendin, ji hemû endamên Komîteya Navendî, di civînê de deh endam û berpirsên her pênc liqên yek a Mûsil, liqa du a Hewlêr, liqa sê a Kerkûk, liqa çar a Silêmanî û liqa pênc a Bexdayê amade bûn. Civîn bi serokatiya Nûrî Şawês, Elî Ebdullah, Seyîd Ezîz Şemzînî û Îbrahîm Ehmed birêve çû, Celal Talebanî, Omer Mistefa, Salih Yûsfî, Ebdul Husên Feylî, Haşim Akreyî û Nahîde Şêx Selam Ehmed ji ber sedemên cuda beşdarî konferansê nebûn. Colonel Îsa Pêjman nûnerê îstîxbarata Îranê SAVAKê di demê konferansê de li Mawetê bû.
Armanca sereke ya Îbrahîm Ehmed Fetah di civîna Mawetê de, dijberiya Mistefa Barzanî û dûrxistina wî ji serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû, di heman konferansê de şandek ji bo hevdîtina di navbera Mekteba Siyasî û Serok Mistefa Barzanî de hat pêk anîn, bi vê mebestê jî şand çû cem Serok Barzanî û biryar hat dayîn heta şand venegere konferans bi dawî nebe. Şand li gel Serok Barzanî gihişte encameke hevbeş û vegeriyane Mawetê, dema şand vegeriya konferans bi dawî bibû û mekteba siyasî li dijî Serok Barzanî daxuyaniyek bi sernavê ((Rêkeftina Barzanî û Muşîr aştiye ye yan xweradestkirine?) derxist bû, her li gorî bernameyê kar û mebesta hatye danîn di roja dawî ya civînê de biryara rawestandina karê Serok Mistefa Barzanî hat dayîn.
Çavkanî:
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd, 1958-1961, Bergê 2, (2012).
- Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê, Kongre û Konferans (Bername û Rêziknameya Navxweyî), Komîteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê, bergê 1, (Hewlêr - Çapxaneya Roxana - 2021).
- Selah El-xirsan, El-teyarat El-siyasiyeh Fî Kurdistan El-Iraq, Qîraet Fî Melefat El-herkat We El-ahizab El-kurdîyeh Fî El-Iraq 1946- 2001, (Beyrût- Metbeet El-belax- 2001).
- Şekîb Eqrawî, Senewat El-mihneh Fî Kurdistan, ehem El-ehdas El-siyasîyeh we El-eskerîyeh Fî Kurdistan We El-Iraq Min 1958- 1980, El-tebe El-saniyeh, (Erbîl- Metbet El-minareh- 2007).
- Hebîb Muhemed kerîm, Tarîx El-hizb El-dîmoqratî El-Kurdistanî-El-Iraq (fî Mihetat reisiyah 1946 - 1993), (Dohûk- Metbet Xebat- 1998.
- Nizar Xeylanî, Esed Xeylanî deftera bîranînên xwe vedike, (Hewlêr - Weşanxaneya Bedirxan - Çapxaneya Hêvî - 2014).
- Ebdulstar Tahir Şerîf, Têkoşîna bi Jiyanê re Bîranîn 1971-1935, Bergê 1, (Kerkûk - Çapxaneya Arabxa - 2005).
- Husên Mihemed Ezîz, Pênc saet bi Braîm Ehmed re, Silêmanî, çapxaneya Sîma, çapa 3, 2002.