Haşim Akreyî

Mamosta Haşim Hesen Reşîd Hesen naskirî bi Haşim Akreyî, di sala 1946an de tevlî refên Partiya Demokrat a Kurdistanê dibe, di sala 1960an de ji aliyê nûnerên Kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) (Kongreya 5emîn) hat hilbijartin, di sala 1964’an de di yekemîn civîna Komîteya Navendî ya li gundê Sengesar a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve weke endamê Mekteba Siyasî hate hilbijartin.


Jiyanname

Mamosta Haşim Hesen Reşîd Hesen naskirî bi Haşim Akreyî û Haşim Hecî Hesen, di sala 1926an de li bajarê Akrê yê parêzgeha Mûsilê ji dayîk bûye, di sala 1948an de Mala Mamostayan li Silêmaniyê qedandiye, di salên 1954-1958 rêveberê dibistanê bû, di sala 1958an de rêveberê dibistana seretayî ya yekem li Akrê bû û pêşve xistin, di sala 1959an de wek mamoste hat dûrxistin bo gundê Elî Xerbî li parêzgeha Meysanê (Amara) li başûrê Iraqê, di destpêka sala 1960î de, ji aliyê desthilatdarên Îraqî ve bo parêzgeha Amara li başûrê Iraqê hat dûrxistin, di sala 1964 de, ew mamoste bû li dibistana navîn li Gelale, yekane dibistana navîn di Şoreşa Îlonê de, di 5’ê Cotmeha 1990’an de li Bexdayê koça dawî kir û li goristana Pîrban a bajarê Akrê yê parêzgeha Duhokê hate veşartin. Bi Kurdî, Erebî û Îngilîzî baş dizanibû.


Xebatname

Mamosta Haşim Akreyî di sala 1943an de li bajarê Akrê yê parêzgeha Mûsilê tevlî Partiya Hwaî a Kurdî bû, di sala 1946an de tevlî refên Partiya Demokrat a Kurd dibe, di sala 1953an de tevlî Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê dibe, di sala 1958an de berpirsê Komîteya Navçeya Akrê bû, di sala 1959an de nûnerê Kongreya Çaremîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê – Iraq bû, di sala 1959-da, ew endamê komîteya Liqa yekê bû, Di sala 1959’an de ji aliyê kodetakarên Mûsilê bi fermandariya Kolonel Ebdulwehab Şewaf ve tê girtin û îşkencekirin.

di sala 1960an de ji aliyê nûnerên Kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) (Kongreya 5emîn) hat hilbijartin, di sala 1960 de, piştî Kongreya Pêncemîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji koma kadroya pêncem di bin berpirsiyariya endezyar Nûrî Sedîq Elî (1922-1981), ku bi navê Nûrî Şaweys jî tê naskirin, wek endamê komîteya liqa yekem a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hate destnîşankirin, di sala 1961ê de, bi berpirsiyariya Salih Ebdullah Necmeddîn (1918-1981), ku bi navê Seyda Salih Yûsfî jî tê naskirin, di koma kadroya şeşemîn xizmeta xwe berdewam kir, di sala 1961ê de tevlî refên Hêzên Pêşmerge bû, di sala 1963'an de bû nûnerê Yekemîn Kongreya Gel (Kongreya Koyê), di sala 1963an de ji aliyê kongireya gel ve wek endamê şanda Şoreşa Îlonê ji bo danûstandinan ligel hikûmeta Iraqê hate destnîşankirin û di 30ê Adarê de gihîşt Bexdayê ji bo gotûbêjkirina mafên neteweya kurd û paşê ji aliyê dewleta Iraqê ve hat girtin û îşkence kirin heta sala 1964an piştî danûstandinên bi rayedarên Iraqê re hat berdan.

Di dawiya Kanûna yekem a sala 1963an de, ew beşdarî civîna berfireh bû a ji bo avakirina encûmena serkirdayetiya şoreşê li bajarokê Ranya yê parêzgeha Silêmaniyê, ku bê encam bû, di 4'ê Nîsana 1964'an de di Civîna Giştî ya Mawetê de ji ber piştgiriya Serok Mistefa Barzanî (1903-1979) ji aliyê Mekteba Siyasî ve ji nava refên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat dûrxistin, di destpêka Gulana 1964an de wek endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Şeşemîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê hat hilbijartin, di sala 1964an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (Kongreya şeşemîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê) hat hilbijartin, di sala 1964’an de di yekemîn civîna Komîteya Navendî ya li gundê Sengesar ê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve weke endamê Mekteba Siyasî hate hilbijartin, di sala 1964 de bû endamê Encumena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê, di sala 1964an bû endamê Komîteya Destûra Bingehîn a Nivîsgeha Rêveber, di sala 1965an de bû perpirsyarê komîteya liqa yekem, di 10ê Kanûna duyem a 1965ê de endamê şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Hebîb Mihemed Kerîm Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû ji bo danûstandinan ligel hikûmeta Iraqê, di sala 1966an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (Kongreya 7emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê) hate hilbijartin, di sala 1967an de gotar di kovara Dengê Kurdistanê (Sewt Kurdistan) de ku organa liqa yekem a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye de belav dikirn, sala 1968, ew berpirsiyarê komîteya liqa yekê bû, di sala 1968an de birêveberê kursa yekem a Saziya Mamosteyên Şoreşgerî bû li bajarokê Gelale, di salên 1968-1969an de birêveberê kursa yekem a Enstîtuya Mamosteyên Şoreşê bû û waneyên derûnnasiyê digotin, di salên 1968-1969 Rêvebir û mamosteyê beşa civaknasiyê ya yekemîn dewreya perwerdekirina kadroyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû li gundê Çomanê yê parêzgeha Hewlêrê, di sala 1969an de bû mamosteyê xwebexş yê zimanê erebî li Dibistana Navîn a Gelale, di sala 1969’an de rêveberê kursa duyemîn a Enstîtuya perwerdekirina mamosteyên şoreşê bû, di sala 1969an de bû rêvebir û mamosteyê civaknasî û dîroka nû di xula duyemîn a Dibistana perwerdekirina kadroyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de li gundê Nawpirdanê yê parêzgeha Hewlêrê, di sala 1970 de ji aliyê nûnerên Kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (Kongreya heştem ya Partiya Demokrat a Kurdistanê) hate hilbijartin.

ji berhemên wî:

  1. Nezerye li fhim El- dîmuqratiye fî fkir hizb El- Be's El-Erebî El-îştîrakî (Teoriya têgeha demokrasiyê di ramana Partiya Baas a Ereb a Sosyalîst de – 1980).

  2. Wehdetuna El-wetenye fî miwacihet El-Edu  1981. (Yekitiya me ya netewî li hemberî dijmin – 1981).


Çavkanî:

  1. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.

  2. Elî Sincarî, El-qezye El-kurdye û hizb El-Be'si El-Erebî El-îştîrakî fî El- Îraq, (Duhuk, metbe'et Xanî - 2013m) s 419.

  3. Krîs Kuçra, Cinbiş milî kird, tircmey abrahîm Younisî, çap dum, (Tihran  museset intişarat Niga  1377hi . Ş), ê 376.

  4. Mistefa Narîman, Ferhenga Nivîskarên Kurd, (Bexda, Emîndariya Giştî ya Çand û Ciwanan, Çapxaneya Esed, 1986), r 150.

  5. Şwan Mohammed Emîn Taha Xoşnaw, Hewlêr di navbera salên 1963-1970î de: lêkolîneke dîrokî li ser rewşa siyasî, (Hewlêr - Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn - 2016), rûpel 114, 158.

  6. Abdurrahman Şerefkendî, Çêştî Micêwr, (Parîs, 1997), r 442.

  7. Şewket Xeznedar, Sefer û muhetat El-hizb El-şiyo'î El-Îraqî ... Roye min El-daxil, (Beyrût - Dar El-Kunoz El-Adabiya - 2005), rû 281-282.

  8. Şeyun en sehafet Duhuk, mucelet Zargros, wezaret El-seqafe - Eqlîm Kurdistan, el'eded 5, Erbîl, Nîsan 1998, s 14.

  9. Tofîqê Mela Sedîqî, Bîranînên Rojên Partayetî, Pêşmerg û Derxistina min, Çapa Duyem, (Hewlêr, Çapxaneya Şahab, 1996), r. 56, 68, 70, 72, 81.

  10. Latîf Nadir Rewandzî, Girîngiya Ajansa Zanyariya Kurdistanê di Şoreşa metewî ya Mezin a Îlonê de, Kovara Gulan, hejmar 132, Hewlêr, 02.08.1997, r. 45-46.

  11. Cemîl Hisên El-Cibûrî, kîbar sase El-Îraq fî El-'esr El-cimhurî 1958  2003, El-cuz El-ewl, (El-Qahîre  El-mekteb.

  12. Malpera Liqê yekem a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): www.pdk ـ leqa1.com.

  13. Mihemed Mela Qadir, Xebatname Kurte Dîroka Partî û Çanda Barzaniyê Nemir, Çapa 2, (Hewlêr - Weşanxaneya Aras - 2007), r. 55, 61, 62, 68.

  14. Mersûm cimhurî reqem 63, cerîdet El-weqaî' El Îraqye, wezaret El-edil, El-eded 2638, Bexdad, El-îsneyn, 20 şibat 1978m, s 9.

  15. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Berg Sêyem, Çapa Duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002), r. 144, 253, 291.

  16. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Cild III, Beş II, (Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 2004), r 104.

  17. Wasfî Hesen, Destpêka Şoreşa Îlonê li Devera Behdînan 1961-1963, (Duhok, Çapxaneya Xanî, 2012), r 168.


Gotarên Têkildar

Hiwa Geylanî

Hîwa Qadir Ehmed bi nasnav Hîwa Geylanî di sala 1970ê de li gundê Gênawî yê devera Pişder a parêzgeha Silêmaniyê ji dayîk bûye

Agahiyên bêtir

Vala Ferîd

Vala Ferîd Îbrahîm Sîan di sala 1976ê da li Hewlêrê ji dayîk bûye.Di sala 2003an da li zanîngeha Selahedînê mastera hiqûqê û Di sala 2008an de li zanîngeha Selahedînê doktoraya xwe di beşa Hiqûqa Giştî de wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Omid Xoşnaw

Omîd Ebdulrehman Hesen bi nasnav Omîd Xoşnaw, di 1ê Hezîrana 1977ê de li Hewlêrê ji dayîk bûye. Peymangeha teknîkî ya Hewlêrê qedandi.

Agahiyên bêtir

Omid Sabah Osman

Omîd Sebah Osman di sala 1980ê de li Kerkûkê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li Kerkûkê qedandiye, lîsansa qanûnê li zanîngeha Kerkûkê, masterê di beşa yasaya taybet li zanîngeha Selahedîn û diktora yasaya taybet li zanîngeha Silêmaniyê wergirtiye.

Agahiyên bêtir