Jiyanname
Salih Ruşdî Tahir, ku bi (dadwer Salih Ruşdî), tê naskirin, di sala 1926 an de li bajarê Dihokê ji dayik bûye. Ji malbata Muftiyê Amêdiyê ye. Xwendina xwe ya seretayî li bajarokê Amêdiyê û qonaxên navîn û amadeyî li bajarê Silêmaniyê Qedandiye. Di sala 1951 an de Koleja Maf (Hiqûqê) li Bexdayê qedandiye. Di sala 1957 an de wek dadwer li Dadgeha Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Mûsilê dest bi kar kiriye. Di sala 1957 an de li Şeqlaweyê li ser sînorê parêzgeha Hewlêrê dadwer bûye. Di 24 ê Mijdara 1958 an de bi fermana komarî û bi îmzeya Encûmena Serweriya Iraqê wek cîgirê dadwer li dadgehên sivîl ên Iraqê hate damezrandin.
Di salên (1963 - 1964) de ji aliyê asayîşa Iraqê ve hatiye girtin û gelek êşkence lê hatiye kirin. Piştî azadkirina xwe di sala 1964 an de, Komara Iraqê terikandiye û li Komara Libnanê niştecih bûye û li wir mamostetî kiriye. Di salên (1965 - 1990) de li Şahnişînî (Keyaniya) Erebî ya Siûdî jiyaye û di karûbarên bankê de li bajarê Riyadê paytextê kar kiriye. Di salên (1990 - 1999) de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jiyaye. Di sala 1999 an de li eyaleta Kansasê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê koça dawî kiriye û li wir bi axê hatiye veşartin. Ew şehrezayê zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî bûye.
Xebatname
Salih Ruşdî Tahir, ku bi (dadwer Salih Ruşdî), tê naskirin, di sala 1944 an de di destpêka çalakiya Komeleya Jiyaneweya Kurd (J.K) de li bajarê Silêmaniyê tevlî wan bûye û ji endamên wan ên çalak bûye. Di sala 1945 an de endamê şanda dibistana amadeyî ya Silêmaniyê bo bajarê Bexdayê bûye bi mebesta pêşkêşkirina stran û govendên Kurdî li Mala Mamosteyên Bilind a Bexdayê û Xaneya (Kluba) Serkeftina Kurdan û Qesra Keyaniya Iraqê. Di sala 1945 an de endamê Komeleya Jiyaneweya Kurd (J.K) bûye. Di sala 1946 an de li bajarê Mûsilê tevlî rêzên Partiya Dêmokrata Kurd bûye. Di 19 ê Hezîrana 1947 an de endamê şanda wergirtina term û cenazeyên çar efserên şehîd Îzet Ebdulazîz Ebdulletîf (1912 - 1947) ku bi (Îzet Ketanî), dihat naskirin, Mistefa Mistefa Mistefa (1912 - 1947) ku bi (Mistefa Xoşnav), dihat naskirin, Xeyrûla Ebdulkerîm Ebdula (1912 - 1947) ku bi (Xeyrûla Gurcîzade), dihat naskirin û Mihemed Mehmûd Mihemed (1922 - 1947) ku bi (Mihemed Qudsî), dihat naskirin bûye û ligel karwanê cenazeyê Îzet Ebdulazîz çûye cihê dawî yê şehîd Îzet Ebdulazîz li gundê Qûlasinc ê nêzîkî bajarokê Amêdiyê.
Di sala 1948 an de nûnerê Kongreya Şêran a Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Iraqê bûye. Di 21 ê Çileya 1948 an de beşdarî çalakî û xwepêşandanên li dijî Peymana Portsmûsê li bajarê Bexdayê kiriye. Di sala 1948 an de berpirsê Komîteya Şaxa Mûsilê ya Partiya Dêmokrata Kurd bûye. Di sala 1950 an de ji aliyê nûnerên konferansê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd (Konferansa Yekemîn a Bexdayê) hate hilbijartin. Di sala 1951 an de Kongreya Duyemîn a Partiya Dêmokrata Kurd boykot kiriye. Di havîna sala 1953 an de ji ber çalakiya Kurdayetiyê ji aliyê karbidestên Keyaniya Iraqê ve li girtîgeha kampa leşkerî ya Reşîd a nêzîkî bajarê Bexdayê hatiye girtin. Di sala 1957 an de di serkirdatiya Komîteya Şaxa Yekemîn a Partiya Dêmokrata Yekgirtî ya Kurdistanê de bûye. Di sala 1957 an de dest bi xurtkirina rêxistina Partiya Dêmokrata Yekgirtî ya Kurdistanê li herêma Xoşnawetiyê kiriye.
Piştî darbeya 14 ê Tîrmeha 1958 an, di nav daxwazên Eniya Niştimanî ya Demokrat a Iraqê de ji bo hêzên siyasî yên li ser qadan bûye. Di meha Tebaxa 1958 an de, ligel şanda Partiya Dêmokrata Yekgirtî ya Kurdistanê, di pêşwaziya Şêx Ehmed Şêx Mihemed Şêx Ebdulselam (1892 - 1969) de bûye, ku bi (Şêx Ehmedê Barzanî), dihat naskirin, ê ku nû ji girtîgeha Basrayê li Başûrê Iraqê hatibû azad kirin û bi trênê gihîştibû bajarê Mûsilê. Ji bo bilind kirina moralê Kurdan li bajarê Mûsilê, bi zimanên Erebî û Kurdî dirûşm ji bo Serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979) gotiye, ku di wê serdemê de ji bo wî bajarî karekî girîng û wêrek bûye, ji ber ku xelkê vî bajarî ji aliyê fanatîzma Erebî ve serdest bûne.
Di 10 ê Çileya 1959 an de wek serokê Klûba Karmendan a Şeqlaweyê hate hilbijartin. Di 21 ê Adara 1959 an de çavdêriya şahîya Newrozê ya bajarokê Şeqlaweyê kiriye û bi navê Partiya Dêmokrata Yekgirtî ya Kurdistanê gotarek pêşkêşî gel kiriye. Di 19 ê Hezîrana 1959 an de li bajarokê Şeqlaweyê, bi nûneratiya Partiya Dêmokrata Yekgirtî ya Kurdistanê, rêveberê şahîya bîranîna çar efserên şehîd Îzet Ebdulazîz Ebdulletîf (1912 - 1947) ku bi Îzet Ketanî dihat naskirin, Mistefa Mistefa Mistefa (1912 - 1947) Mistefa Xoşnav, Xeyrûla Ebdulkerîm Ebdula (1912 - 1947) ku bi Xeyrûla Gurcîzade dihat naskirin û Mihemed Mehmûd Mihemed (1922 - 1947) ku bi )Mihemed Qudsî(، dihat naskirin bûye. Di 30 ê Hezîrana 1959 an de li konferansa duyemîn a Bexdayê ji ber çeprewiya xwe endametiya wî ya serkirdatiyê hate rawestandin. Di sala 1959 an de ji aliyê nûnerên Kongreya Çaremîn Bi praniya dengan a Nonerên Kongreyê ve ji ber çeprewiya xwe ji rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Iraq hate dûrxistin. Di sala 1960 an de li bajarokê Beledê yê ser bi parêzgeha Diyalayê wek dadwer kar kiriye. Piştî darbeya 8 ê Sibata 1963 an, bi fermandariya Partiya Baasê ya Erebî û ji aliyê milîsên Parastvanên Neteweyî (El - Hers El - Qewmî) ve di salên (1963 - 1964) de hatiye girtin û bi giranî hatiye îşkence kirin.
Berhemên wî :
1 - Çîrok û Efsaneyên ji Edebiyata Kurdî - 1967.
2 - Şoreşa Kurd.
3 - Şirovekirina Qanûna Reformên Çandiniyê.
4 - Pêwendiyên Çandiniyê di Qanûna Reformên Çandiniyê de - 1960.
Çavkanî :
1 - Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.
2 - Mehdî Mihemed Qadir, Pêşhatên Siyasî yên Kurdistana Iraqê 1945 – 1958, (Silêmanî – Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê – 2005), r. 66, 128.
3 - Mistefa Nerîman, Ferhenga Edîb û Nivîskarên Kurd, (Bexda – Emîndariya Giştî ya Rewşenbîrî û Ciwanan – Çapxaneya Esed – 1986), r. 69.
4 - Cemal Baban, Silêmaniya Bajarê Min a Geş, Cildên Yekem û Duyemîn, Çapa Duyemîn, (Hewlêr – Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras – Çapxaneya Aras – 2012), r. 418 – 319.
5 - Mam Celal, Îbrahîm Ehmed Rêberekî Bilîmet û Zîrek ê Serdemek Nû ya Kurdayetiyê, Kovara Xak, Hejmar 58, Sal Pêncemîn, Silêmanî, Çapxaneya Ofset a Dilêr, 10 Nîsana 2002, r. 6 – 7.
6 - Mam Celal, Sala Kongreya Xwendekaran, Beşa Pêncemîn, Kovara Xak, Hejmar 14, Sal a Duyemîn, Silêmanî, Çapxaneya Ofset a Dilêr, 10 Tebaxa 1998, r. 8.
7 - Mam Celal, Xebat Ji Ku Hat û Çawa Bû Organa Partiyê? Û Çawa Dihat Rêvebirin?, Kovara Xak, Hejmar 55, Sal a Pêncemîn, Silêmanî, Çapxaneya Ofset a Dilêr, 10 Çileya 2002, r. 5.
8 - Hilbijartinên Klûba Şeqlaweyê, Kovara Hetaw, Hejmar 148, Sal a 5, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Şemî, 31 Çileya 1959, r. 24.
9 - Îzedîn Mistefa Resûl, Beşek ji Bîranînên Min, Cild Yekemîn, (Silêmanî – Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Serdem – Çapxaneya Dezgeha Hemdî – 2006), r. 178.
10 - Cejna Newrozê li Şeqlaweyê, Kovara Hetaw, Hejmar 153, Sal 5, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Çarşemî, 15 Nîsana 1959, r. 17.
11 - Ferhad Ewnî, 36 Name û Çend Kesayetiyên Dîwana Min, (Hewlêr – Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn – 2019), r. 313.
12 - Salih Ruşdî, Eniya Niştimanî ya Dêmokrat a Yekgirtî, Kovara Şefeq, Hejmar 9, Cild 1, Kerkûk, Çapxaneya Kerkûk, Cotmeha 1958, r. 5.
13 - Cemal Baban, Geşta Xwendekarên Silêmaniyê Bo Bajarê Bexdayê, Kovara Silêmanî, Şaredariya Silêmaniyê, Hejmar 51, Dewra Duyemîn, Silêmanî, Çapxaneya Dilêr, Cotmeha 2004, r. 11 – 12.
14 - Hebîb Mihemed Kerîm, Dîroka Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Iraq (di qonaxên sereke de) 1946 – 1993, (Dihok – Çapxaneya Xebat – 1998), r. 42, 60 – 61.
15 - Ebdulfetah Elî El - Botanî, Herêma Behdînan 1925 – 1970 Lêkolînek di Rastî û Pêşketinên Siyasî de, Beşa Duyemîn, (Hewlêr – Akademiya Kurdî – 2017), r. 457.
16 - Ebdulfetah Elî El - Botanî, Herêma Behdînan 1925 – 1970 Lêkolînek di Rastî û Pêşketinên Siyasî de, Beşa Yekemîn, (Hewlêr – Akademiya Kurdî – 2017), r. 312.
17 - Letîf Berzencî, Nozdehê Hezîran, Kovara Hetaw, Hejmar 157, Sal 6, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Sêşemî, 30 Hezîrana 1959, r. 19 – 20.
18 - Mam Celal, Têkoşerekî bi Taybetmendiyên Baş û Taybetiyên Mirovanî û Sifetên Nadir û Exlaqê Bilind, Rojnameya El-Îttihad, Rojnameya Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Hejmar 384, Sal Heştemîn, Silêmanî, În, 5 Tebaxa 2000, r. 3.
19 - Mam Celal, Îbrahîm Ehmed Rêberekî Bilîmet û Zîrek ê Serdemek Nû ya Kurdayetiyê, Kovara Xak, Hejmar 58, Sal Pêncemîn, Silêmanî, Çapxaneya Ofset a Dilêr, 10 Nîsana 2002, r. 6.
20 - Fermana Komarî Hejmar 502, Rojnameya El Waqiyên Iraqî, Wezareta Rêwşenbiriyê li Iraqê, Hejmar 102, Sal Yekemîn, Bexda, Çarşemî, 31 Çileya 1958, r. 3.
21 - Mûseddeq Tûvî, Kovara Ronahî, (Hewlêr – Navenda Jîn ji bo Nûjenkirina Kelepûra Belgenameyî û Rojnamegerî ya Kurdî, Çapxaneya Rojhilat – 2014), r. 130 – 131.




