Samî Ebdulrehman

Endezyar û siyasetmedar Mihemed Mehmûd Ebdulrehman Xidir, ku bi navên (Samî, Samî Ebdulrehman, Salih û Dara), dihat nasîn, di sala 1957 an de bû endamê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê. Di sala 1966 an de bû endamê Encûmena Serkirdetiya Şoreşa Kurdistana Iraqê.


Endezyar û siyasetmedar Mihemed Mehmûd Ebdulrehman Xidir, ku bi navên (Samî, Samî Ebdulrehman, Salih û Dara), dihat nasîn, di sala 1957 an de bû endamê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê. Di sala 1966 an de bû endamê Encûmena Serkirdetiya Şoreşa Kurdistana Iraqê. Di her du kongreyên heftemîn (1966) û heştemîn (1970) ên Partiyê de wek endamê Komîteya Navendî û paşê wek endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin. Di sala 1975 an de bû endamê Serkirdetiya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê. Di sala 1979 an de di kongreya nehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê de ji rêzên Partiyê veqetiya. Di sala 1981 an de Partiya Gel a Demokrata Kurdistanê damezrand. Di sala 1993 an de vegeriya rêzên Partiyê û di kongreyên yanzdehemîn (1993) û dozdehemîn (1999) de wek endamê Komîteya Navendî û paşê wek endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê Yekgirtî hat hilbijartin. Di 1 ê Sibata 2004 an de di êrîşeke terorîstî de li navenda Leqê Du yê Partiyê li bajarê Hewlêrê hate şehîdkirin.

Jiyanname

Mihemed Mehmûd Ebdulrehman di sala 1933 an de li Şingal – Mûsilê ji dayik bûye. Di sala 1952 an de ji aliyê hikûmetê Bees ve ji bo Brîtanyayê hatiye şandin û di sala 1953 an de li Zanîngeha Manchesterê hatiye qebûlkirin. Di sala 1957 an de mastera xwe ya endezyariya elektrîkê wergirtiye û vegeriyaye Iraqê. Di sala 1958 an de li Wezareta Neftê wek endezyar hatiye erkdarkirin. Di heman salê de yek ji damezrênerên Sendîkaya Endezyaran a Iraqê bû û di sala 1959 an de wek sekreterê Sendîkaya Endezyaran a Iraqê hat hilbijartin. Di sala 1959 an de li Mûsilê efserê duyemîn ê yedek bû û di dema serhildana Ebdulwehab Şewaf (1916 - 1959) de piştgirî da Zeîm Rukin Ebdulkerîm Qasim ( - 1963) û li dijî serhildana Ebdulwehab Şewaf rawestiya. Di sala 1961 an de bi dotmama xwe Fewziye Emîn Ebdulrehman re zewicî. Di 1 ê Sibata 2004 an de di êrîşeke terorîstî de li bajarê Hewlêrê ji aliyê rêxistina terorîst El Qaîde ve hate şehîd kirin. Ew bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî dizanî.

Xebatname

Mihemed Mehmûd Ebdulrehman di sala 1954 an de dema li Brîtanyayê xwendekar bû, di Komeleya Xwendekarên Iraqî ya girêdayî Partiya Komunîst a Iraqê de têkoşîn kiriye û ji bo Desteya Rêvebir a Xwendekarên Partiya Komunîst a Iraqê li Zanîngeha Manchesterê ya Brîtanyayê hatiye hilbijartin. Di sala 1957 an de wek endamê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê hatiye qebûlkirin. Di salên pêncî yên sedsala bîstan de berpirsê Partiya Komunîst a Iraqê li Brîtanyayê bû.

Piştî derbeya 8 ê Sibata 1963 an û dûrxistina komunîstan, tevlî rêzên Hêza Pêşmerge bû û ewil wek ragihandinkar dest bi têkoşînê kir. Ew endamê desteya nivîskarên Radyoya Dengê Kurdistana Iraqê bû, ku ji şikefta Girderreş a li sînorê parêzgeha Silêmaniyê dihat weşandin. Di sala 1965 an de bû endamê desteya nivîskarên rojnameya Xebat a organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û di heman salê de wek berpirsê radyoya Dengê Kurdistanê hat destnîşan kirin.

Di 1 ê Tebaxa 1966 an de wek endamê Encûmena Serkirdetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê hat destnîşan kirin û paşê bû endamê Mekteba Cîbicîkar a Encûmena Serkirdetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê. Di her du kongreyên heftemîn (1966) û heştemîn (1970) ên Partiyê de wek endamê Komîteya Navendî û paşê Mekteba Siyasî ya Partiyê hat hilbijartin. Di heman salê de bû alîkarê berpirsê Mekteba Leşkerî di Mekteba Cîbicîkar a Encûmena Serkirdetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê de û di heman demê de bû endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mekteba Cîbicîkar a Encûmena Serkirdetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê. Di 15 ê Nîsana 1967 an de di bin çavdêriya Serok Mistefa Barzanî de wek endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê nûnerê Konferansa Leşkerî - Siyasî ya Kanî Simaq bû. Ji dawiya salên şêstan ve her dem di perwerdekirina kadroyan de xwedî rol bûye û wek mamostayê dersên qursên perwerdehiyê xizmet kiriye.

Navborî wek rêberekî leşkerî roleke girîng lîstiye û di 18 ê Mijdara 1969 an de serperiştiya Destana Pîremegrûnê kiriye û di dawiya heman salê de serperiştiya şerê Surdaşê kiriye. Di 1 ê Adara 1969 an de wek fermandarê giştî yê operasyona lêdana Kompanya Neftê ya Kerkûkê li Baba Gurgurê hat destnîşan kirin. Ji ber nasîna wî ya bi têkoşîna siyasî û dîplomasî re her dem cihên pêwîst de pêwîstî bi pişt bi şiyan û jêhatîbûna wî dihat girêdan. Di sala 1970 an de endamê Komîteya Aştiyê ya heft kesî ya di navbera Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û Partiya Bees a Erebî ya Sosyalîst bû. Di 10 ê Çileya 1970 an de endamê şanda neh kesî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bû ji bo danûstandinên li ser otonomiya Başûrê Kurdistanê bi karbidestên Partiya Bees re li bajarê Bexdayê. Di 11 ê Adara 1970 an de endamê şanda Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bû ji bo ragihandina Rêkeftina 11 ê Adarê ya ji bo mafê otonomiya Kurdistanê ji aliyê Serok Komar Ehmed Hesen Bekir (1914-1982) ve.

Di 29 ê Adara 1970 an de di kabîneya Ehmed Hesen Bekir de wek Wezîrê Karûbarên Bakur hat erkdarkirin. Di 7 ê Tebaxa 1970 an de bi hevalbendiya Îsmaîl Ezîz Mistefa (1938 - 2017), ku bi Şêx Îsmaîl Mela Ezîz cîgirê berpirsê Komîteya Leqê Pênc ê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bû, bi mebesta dubare girêdana bi rêzên Partiyê re serdana Serok Mistefa Barzanî li navenda havînî ya li Hecî Omeran kir.

Di 12 ê Adara 1974 an de ji ber cîbicî nekirina Rêkeftina 11 ê Adarê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, îstîfaya xwe pêşkêşî Ehmed Hesen Bekir, Serok Komarê Iraqê kir. Di 7 ê Nîsana 1974 an de bi fermana komarî ji wezîrtiya karûbarên bakur di kabîneya Ehmed Hesen Bekir de hate dûrxistin. Di 28 ê Nîsana 1974 an de piştî ku mala wî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hat desteserkirin, malbata wî ber bi deverên azadkirî ve hat derxistin. Di destpêka Adara 1974 an de ji bo demeke kurt wek berpirsê Sekreteriya Giştî ya Perwerde û Xwendina Bilind a Şoreşa Îlonê hat destnîşan kirin. Di sala 1974 an de bi destpêkirina şer di navbera artêşa Iraqê û artêşa şoreşger a Kurdistanê de wek berpirsê ragihandinê hat destnîşan kirin.

Di sala 1975 an de piştî têkçûna Şoreşa Îlonê wek penaber berê xwe da Îranê û di heman salê de piştî demeke kurt ber bi Brîtanyayê ve koç kir. Di destpêka Nîsana 1975 an de ji aliyê heval Mesûd Barzanî ve ji bo amadekariya Şoreşa Gulanê hat erkdar kirin û di sala 1976 an de bû endamê Serkirdayetiya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Konferansa Berlînê).

Di sala 1977 an de bi riya Bakurê Kurdistanê û bi alîkariya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê ya Tirkiyê dubare tevlî rêzên Hêza Pêşmerge bû û di bin navê veşartî Salih û paşê Dara de têkoşînê kir. Di sala 1977 an de li deverên azadkirî yên Şoreşa Gulanê, gotara vekirinê ji Radyoya Kurdistana Iraqê xwend. Di 15 ê Mijdara 1977 an de beşdarî civîna berfireh a Bîdawî ya Serkirdayetiya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bû ji bo rêkxistina Hêza Pêşmerge û ji nû ve destpêkirina rêxistinên rêxistinê.

Heya kongreya nehemîn wek sekreterê demkî yê Serkirdayetiya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hat destnîşan kirin. Di sala 1979 an de ji aliyê desthilatdarên Komara Îslamî ya Îranê ve hat girtin û beşdarî kongreya nehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê nebû. Di sala 1979 an de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî, Îdrîs Barzanî, (WesIey Gryk) berpirsê beşa parastina penaberan di Komîsyona Bilind a Karûbarên Penaberan de û Komara Gel a Lîbyayê ve hewl hat dayîn ku ew ji destê Komara Îslamî ya Îranê bê azad kirin. Di dawiya Îlona 1980 an de ji zîndana Komara Îslamî ya Îranê hat azadkirin û vegeriya Şahnişîna Brîtanyayê.

Di sala 1981 an de Partiya Demokrat a Gel a Kurdistanê damezrand. Di 26 - 30 Tîrmeha 1981 an de di yekemîn kongreya Partiya Demokrat a Gel a Kurdistanê de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek sekreterê giştî yê partiyê hat hilbijartin. Di sala 1992 an de ji aliyê nûnerên yekemîn kongreya Partiya Yekbûna Kurdistanê ve wek endamê Komîteya Navendî hat hilbijartin û bû endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekbûna Kurdistanê (Pasok, HSK, Gel). Di sala 1993 an de di kongreya yanzdehemîn de bû endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Yekgirtî. Di 4 ê Gulana 1994 an de di civîna hevbeş a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de, agirbest û asayîkirina rewşa Başûrê Kurdistanê de îmze kir.

Di 20 ê Çileya 1999 an de li beramberî Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê sonda yasayî xwar û di kabîneya çaremîn de bû cîgirê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê. Di sala 1999 an de di kongreya dozdehemîn de wek endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê dubare hat hilbijartin. Di 12 ê Tebaxa 2003 an de ji aliyê Encûmena Desthilatdar a Iraqê ve wek endamê Komîteya Hilbijartina Endamên Kongreya Destûrê hat destnîşan kirin. Di sala 2003 an de bû endamê Komîteya Nivîsandina Destûra Iraqê.

Di 1 ê Sibata 2004 an de di êrîşeke terorîstî de li bajarê Hewlêrê ji aliyê rêxistina terorîst El Qaîde ve hate şehîd kirin û Serok Mesûd Barzanî bi vê boneyê sersaxî ji gelê Kurdistanê re şand. Di Roja Sêşemê 3 ê Sibata 2004 an de Nêçîrvan Îdrîs Mistefa, ku bi navê Nêçîrvan Barzanî hatibû nas kirin û Serokê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bû, bi vê boneyê sersaxiyê ji gelê Kurdistanê re şand. Ew di dema şehîdbûna xwe de sekreterê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû.

Berhemên wî :

1 - Cewle fî El - Erd El - Muherreqe – 1988.

2 - El - Bîdayat we El - Afak – 1988.

3 - Min Ewraqî – 1991.

4 - El - Alem Yetetelle' îla El - Selam El - Kurdî – 1998, bi sernavê "Dunya Çaverêya Aştiya Kurd e" bo Kurdî hatiye wergerandin.

5 - Fî Usûl El - Dîplomasîyetî we El - Hîwar we El - Tefawuz – 1998, bi sernavê "Di Rêwresmên Dîplomasî, Diyalog û Danûstandinê de" bo Kurdî hatiye wergerandin.

6 - Derbarê Dîplomasiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – 1999.

7 - Pêgîhandina Kadîran – Bê Sal.

8 - Derbarê Dîplomasiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – 1999.


Çavkanî :

1 - Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.

2 - Elî Sîncarî, Doza Kurdî û Hizba Be'esa Ereban a Sosyalîst li Iraqê, Beşa Sêyem, (Dihok – Çapxaneya Xanî – 2012)

3 - Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Kongre û Konferans (Bername û Rêziknameya Navxweyî), Desteya Ansîklopediyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Cilda Yekem, (Hewlêr – Çapxaneya Roxana – 2021).

4 - Hebîb Mihemed Kerîm, Kerkûk û Şoreşa Îlonê ya Pîroz, Kovara Gulana Erebî, Navenda Çandî ya Gulanê, Hejmar 70, Sala Şeşemîn, Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 31ê Adarê 2002.

5 - Newzad Elî Ehmed, Rojnamevaniya Partiya Dêmokrata Kurdistanî li Derveyî Welêt, (Silêmanî – Dezgeha Jîn ji bo Zindîkirina Mîrata Belgefîlmî û Rojnamegerî ya Kurdî – 2010).

6 - Pale Bawênî, Kesayetiya Şehîd Samî û Çend Bîranîn, Kovara Xazir, Navenda Çandî ya Berdereş, Hejmar 9, Hewlêr, Çapxaneya Minare, Bihara 2005.

7 - Amadekirin û Rastkirin: Şerîf Hejarî, Tevgera Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê 1961 – 1977 di Belgenameyên Veşartî yên Wezareta Derve ya Brîtanyayê de, Wergera Pasar Şêrko, (Silêmanî – Çapxaneya Pencere – 2016).

8 - Mihemed Sehl Teqûş, Dîroka Kurdan 637 – 2015, (Beyrût – Dara Nefais ji bo Çap û Belavkirinê – 2015).

9 - Hamîd Gewherî, Mistefa Barzanî Pêşmerge û Serok, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhilat – 2017).

10 - Hebîb Mihemed Kerîm, Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistana – Iraq (Di Rawestgehên Sereke de) 1946 – 1993, (Dihok – Çapxaneya Xebat – 1998).

11 - Samî Şoreş, Kurdistan û Kurd, Çapa Duyemîn, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhilat – 2019).

12 - Samî Ebdulrehman, Ji Belgeyên Min, (Kurdistan – Weşanên Partiya Gel a Demokrata Kurdistanî – Çapxaneya Gel – 1991).

13 - Elî Sîncarî, Doza Kurdî û Partiya Be'esa Ereban a Sosyalîst li Iraqê, Beşa Sêyem, (Dihok – Çapxaneya Xanî – 2012).

14 - Elî Sîncarî, Rastiya Rêwîtiya Şoreşa 11 ê Îlonê 1961, (Dihok – Çapxaneya Xanî – 2013).

15 - Ebdulrehman Gundikî, Nameyek ji Şirnexê, (Stenbol – Weşanxaneya Doz – 2016).

16 - Kerîm Şareza, Siyasetmedarê Kurd Şehîd Samî Ebdulrehman, Qamûsa Navên Nemir, Cilda Yekem, Amadekirin û Çavdêrî: Mumtaz Heyderî, Hêrîş Sîncarî û Karwan Qasim, (Hewlêr – Pirtûkxane û Arşîva Mumtaz Heyderî – Çapxaneya Rojhilat – 2014).

17 - Mihemed Mela Qadir, Xebatname Kurte Dîroka Partiyê û Çanda Barzanî Nemir, Çapa Duyemîn, (Hewlêr – Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras – 2007).

18 - Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurdî, Cilda Sêyem, Çapa Duyemîn, (Hewlêr – Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê – 2002).


Gotarên Têkildar

Salih Yûsifî

Salih Ebdullah Necmedîn Teha, bi navên (Seyda Salih - Salih Yûsifî) tê naskirin, nivîskar, rojnamevan, helbestvan û siyasetmedar bû. Di sala 1939 an de endamê Partiya Hîwa (Hêvî) ya Kurd bû. Di sala 1945 an de tevlî refên Partiya Rizgarî ya Kurd bû. Di sala 1946 an de di kongreya yekem de wekî endamê Komîteya Cîbicîkar a Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurd hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Salih Ruşdî Tahir

Salih Ruşdî Tahir, di sala 1946 an de li bajarê Mûsilê tevlî rêzên Partiya Dêmokrata Kurd bûye. Di sala 1950 an de ji aliyê nûnerên konferansê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd (Konferansa Yekemîn a Bexdayê) hate hilbijartin. Di 30 ê Hezîrana 1959 an de li konferansa duyemîn a Bexdayê, ji ber çeprewiya xwe, endametiya wî ya serkirdatiyê hate rawestandin. Di sala 1959 an de ji aliyê nûnerên Kongreya Çaremîn Bi praniya dengan a Nonerên Kongreyê ve ji ber çeprewiya xwe ji rêz

Agahiyên bêtir

Ebdullah Agrîn

Ebdullah Ezîz Xalid Mihemed, bi navê (Ebdullah Agrîn), tê naskirin, siyasetmedar û akademîst e. Di sala 1959an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bûye. Di sala 1974 an de tevlî refên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bûye. Di sala 1993 an de piştî yekbûna çaremîn, ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtî (Kongreya Yazdemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Dr Elî Baba Şawês

Elî Baba Îsmaîl Heqî Elî Resûl, ku bi navên (Dr Elî Baba, Dr Elî û Xale Doktor), tê naskirin, di sala 1957 an de tevlî rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê) bûye. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Dehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê) hatiye hilbijartin. Di sala 1989 an de berpirsê duyemîn ê Komîteya Şaxa (Leqa) Çaran bûye.

Agahiyên bêtir

Ebdulhuseyn Feylî

Ebdulhuseyn Elî Elûş, di sala 1951 an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurd bûye. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin. Di sala 1964 an de ji aliyê Nonere Kongreya Şeşemîn, Bi Praniya Dengan a Nonerên Kongreya Şeşema Partiyê ve, ji refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hatiye dûrxistin.

Agahiyên bêtir