Şoreşa Barzan a Yekem

Di 14’ê Kanûna yekem a 1914’an de piştî bidarvekirina Şêx Abdulselam Barzanî ji aliyê dewleta Osmanî ve, Şêx Ehmed Barzanî di 18 saliya xwe de şûna birayê xwe yê mezin girt û bû serokê olî û civakî yê herêma Barzan.


Di salên 1931-1932an de yekemîn şoreşa Barzan bi serokatiya Şêx Ehmed Barzanî di navbera hêzên Barzan û hêzên hikûmeta Iraqê de bi piştevaniya hêzên Brîtanyayê dest pêk kir, piştî çend şer û pevçûnan hêzên hikûmetê karîn herêma Barzanê kontrol bikin û hêzên Barzan neçar kirin ku bo nav axa Tirkiyê paşde vekişin.

Pirsa Kurd piştî Şerê Cîhanê yê Yekem (1914-1918) weke pirseke girîng li herêma Rojhilata Navîn, mijara gelek gotûbêjên herêmî û neteweyî li ser bû, Herêma Barzanî jî weke hemû herêmên Kurdistanê ji pirsgirêk û nakokiyan bêpar nebû, di dawiya 1914 de, hukûmeta Brîtanî fêm kir ku Împaratoriya Osmanî hevalbendê çavlêkerê Brîtanya bi niyaz e ku biçe nava şer û mijûlî tevgerê ye û Brîtaya jî himber vê helwesta dewleta Osmanî dixwest berijwendiyên xwe biparêze, ji ber vê yekê jî herêma Besrayê dagîr kir, piştî sê salên şer, artêşa Osmanî kontrola şer winda kir, Brîtanya û Rûsyayê karîbûn beşek ji Iraq û Îranê dagir bikin, di peymana Sykes-Picot a sala 1916an de Mûsil ket destê Fransa û Brîtanyayê karîbû Fransa razî bike ku Mûsilê bi para xwe biguherîne. Di 11ê Adara 1917an de Brîtanyayê bi serokatiya Sir Stanley Maud Bexda dagir kir, di 30ê Tebaxa sala 1918an de, piştî bidawîhatina Şerê Cîhanê yê Yekem, Peymana Modros hişt ku Brîtanya beşek ji Mûsil, Bexda û Besrayê dagir bike û Împaratoriya Osmanî têk bibe, di Çiriya Paşîn a 1918an de Şêx Mehmûd Hefîd bi fermana Îngilîzan wek serokê sivîl ê herêma Silêmanî hat tayînkirin û navê Neqîb (lîtanê) jê re hat dayîn, Şêx Mehmûd wek nûnerê kurd daxwaza mafên kurdan kir û dema ku Şoreşa Şêx Mehmûd di Gulana 1919an de li Silêmaniyê li dijî dagirkeriya Brîtanyayê dest pê kir, Şêx Ehmed hêzeke Barzanî ya di bin serokatiya Mistefa Barzanî de ji bo alîkariya şoreşa Şêx Mehmûd şand û ji serokên eşîran xwest ku hevkariyê bikin.

Dema ku Şêx Ehmed, bi fermandariya birayê xwe Mihemed Sedîq, hêzek ji bo parastina êrîşa li ser Akrê şand, di 4ê Çiriya Paşîn a 1919an de, Kolonel Bill û Captain Scott di kemînekê de hatin kuştin, piştî van bûyeran Îngilîzan Şêx Ehmed wek dijminê mezin ê Brîtanyayê dîtin û dest bi handana Asûriyan li dijî Barzanîyan kirin, lê ew pûç bûn. di 3ê Adara 1920an de kongreya San Remoyê Iraq di bin desthilatdariya Brîtanyayê de ragihand û ev yek jî bû sedema destpêkirina Şoreşa Netewî li Iraqê.

Di 25 Cotmeha 1920 de, di danûstandinên Sir Percy Cox, nûnerê Samî yê Brîtanî û Ebdulrehman Neqîb de, lihevkirinek ji bo avakirina yekem hikûmeta demkî ya Iraqê hate kirin, ev hikûmet ji heşt wezîr û duwazdeh wezîrên bê wezaret pêk dihat û di nav wan de kurd tunebûn, di 23’ê Tebaxa 1921’an de şah Feysel kurê Huseyn bû şahê Iraqê, weke gava yekem ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe hikûmeta Iraqê di sala 1925’an de hikûmeta Iraqê yekemîn navenda polîsan li Barzanê ava kir, Şêx Ehmed Barzanî hizir dikir ku hewlên hikûmetê ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan bo herêmê ye, lê armanceke din ya hikûmetê hebû.

Di sala 1925an de li Bakurê Kurdistanê şoreşa Şêx Seîdê Pîran dest pê kir, Şêx Ehmed hêzek bi serokatiya Mistefa Barzanî ji bo alîkariya şoreşê şand heya bi dawî bûy, di sala 1927an de hikûmeta Îngilîz a Iraqê li dijî Şêx Ehmed dest bi êrîşa leşkerî kir û bi qehremanî ji aliyê Barzaniyan ve hat bersiv hat dayîn, di heman salê de hikûmetê li herêma Bilê baregeheke leşkerî ava kir. Di vê rewşê de Komeleya Piştevaniya Kurdan hate avakirin û Şêx Ehmed bû serokê wê Komeleyê, di 31ê Sibata 1928an de qasidê Samî ji bo ku rewşê aram bike, Major Wîlson şand cem Şêx Ehmed.

Di vê rewşê de Şêx Ehmed nameyek ji şah Feyselê Yekem re şand û tê de daxwaza yekrêziya helwêstên neteweyên kurd û ereb kir ku îngilîzan ji Iraqê derbixin, Şêx Ehmed birayê xwe Mistefa Barzanî dişîne cem waliyê Mûsilê da ku hêzên Brîtanyayê bi hêzêke Iraqê biguherîne, waliyê Mûsilê razî bû û hêzêke Iraqî bi serpereştiya Mihemed Berqî şûna hêza Brîtanî girt, Îngîlîz ji van kirinên Şêx Ehmed bandor bûn û dest bi pîlangîriyê kirin.

Di Nîsana 1931ê de Şêx Ehmed daxwaza serxwebûna Kurdistanê ji Komeleya Miletan kir, Îngilîz ji vê helwesta Şêx Ehmed hîn bêhtir hêrs bûn û li dijî Takya Barzan û serokê wê dest bi propagandayê kirin, ev bû sedem ku Biradostî di sala 1931ê de bi handanan Îngilîzan du caran êrîşî eşîra Şêrwanî û gundên Girkal, Kolek û Babkê bikin. Hêzên Barzan ên di bin fermandariya Şêx Ehmed de, yekem car di havîna sala 1931ê de bi serokatiya Mistefa Barzanî, di 25ê Mijdara 1931ê de, cara duyem di bin fermandariya Welî Beg de, karîn êrîşa Bradostiyan têk bibin, li hember van bûyeran Qaymeqamê Zêbarê hewl da navbeynkariyê bike û di 3ê Kanûna yekem a 1931an de Qaymeqamê Zêbarê ji Şêx Ehmed daxwaz kir ku nûnerê xwe bişîne cem wî, Şêx Ehmed jî birayê xwe Mihemed Sedîq bi hêzekê şand ku Mistefa Barzanî ji bo armanceke din ji dervey Barzan bû, Hikûmetê pê hesiya ku li gundê Barzan tenê çend kes mane, lewma biryar da ku êrîşî Barzan bike.

Di 9ê Kanûna yekem a sala 1931ê de hêzên Iraqê ji sê aliyan ve êrişî gundê Barzanî kirin, lê hêzên êrişker têk birin û 126 leşker hatin kuştin û çendîn dîl hatin girtin, li hember de hêzên Barzan 5 şehîd hebûn, ev şer bi navê şerê Barqî Beg tê naskirin, ev berxwedan bû sedema derketina Şoreşa Barzan a Yekemîn. Piştî vî şerî, ji ber hatina zivistanê û tevlîbûna beşek ji hêzên wan di şoreşa Şêx Mehmûd a duyem de, hikûmetê daxwaza Şêx Ehmed qebûl kir ku şer heta bihara 1932ê rawestîne, Di dema agirbestê de hikûmetê karibû çend Axa û serok eşîrên herêmê li dijî Barzanîyan bicivîne û hêzên zêdetir li herêma Rwandiz, Akrê û Amêdî kom bike. Di 12ê Kanûna yekem a 1932an de civata wezîran biryara êrîşa li ser Barzan da, di 18ê sibata 1932an de nameyek ji hukûmeta tirk re şand da ku rê li Barzanî bigirin nekevin nav axa Tirkiyê, Piştî van helwestan Şêx Ehmed pê hesiya ku dewlet dixwaze xwe ji nû ve birêxistin bike û hêzê kom dike ku êrîşî Barzan bike.

Di 10ê Adara 1932an de hikûmetê ji Şêx Ehmed re peyamek şand û jê xwest ku derkeve pêşberî Qaymeqamê Zêbarê (Bile) û tenê du roj muhlet dan wî ku amade bibe û razî bibe ku baregeha hikûmetê li Barzan were damezrandin, Şêx Ehmed hay ji niyeta hikûmetê hebû, lewma ev daxwaz red kir, piştî redkirinê, hikûmetê bi piştgiriya hêzên asmanî yên Brîtanyayê ji sê aliyan ve êrîşa pejayî kir, di çarçoveya amadekariyên parastinê de, hêzên Barzanî li ser sê eniyan hatin dabeşkirin: Eniya Mêrgasur-Şêrwan bi serokatiya Mistefa Barzanî, eniya Balinda-Amedî bi serokatiya Mihemed Sedîq û alîkarê wî Hacî Taha Akreyî, Hêzek jî bi serokatiya Şêx Ehmed li Barzan ma. Di 18'ê Adara 1932'an de yekem pevçûn di navbera her du eniyan de li Korkê rû da û hêzên dewletê têk çûn û berê xwe dan Mergasûrê. Di 3’ê Nîsana 1932’an de şerê Dola Vajê bi beşdariya hêzên Day li hember hêzên Barzan ji aliyê Mêrgasurê heta Geliyê Vajê û Mamîsk pêk hat, di vî şerî de zîyanên hêzên hikûmetê gihişt 253 kuştî û birîndaran û çend serbazên hikûmetê dîl hatin girtin û di wî şerî de leşkerê Barzan 13 şehîd û 34 birîndar hebûn, piştî şikestina artêşa Iraqê, hêzên asmanî yên Brîtanyayê ji her alî ve devera Barzanî bombebaran dikir, Di 27’ê Nîsana 1932’an de balafireke Brîtanyayê ji aliyê Barzaniyan ve hat xistin, firokevan û alîkarê wî li Şêrwan Mazen hatin girtin, Şêx Ehmed daxwaz kir ku bijîşkan bişînin da ku girtiyan derman bikin, di 3ê gulana 1932an de Kaptan Holt tevî doktor û zimanzan gihîştin cem Şêx Ehmed, Şêx Ehmed û Kaptan Holt li ser êrîşa hikûmetê gotûbêj kirin, li ser berdana 25 Barzaniyên ku Sedîq Axayê Oremarî li eniya Amediyê radestî hikûmetê kiribûn li hev kirin, di himberî wê de divê firokevan û alîkarê wî bên berdan.

Di dawiya Gulana sala 1932an de, Şêx Nûredîn Birifkanî çû serdana Şêx Ehmed û daxwazên hikûmetê radigihîne, bi şertê ku li gundê Hostan li nêzîkî baregehakê leşkerê Iraqê gotûbêj bên kirin, Şêx Ehmed ji ber bêbaweriya hikûmetê û Îngilîzan ev daxwaz red kir, du roj piştî vegera Şêx Nûredîn Birîfkanî, êrîşên asmanî yên Brîtanyayê yên tund dest pê kirin, gundî neçar man xwe li şikeftan bigrin û gundan vala bikin, di van êrîşan de 79 gund wêran bûn û hezar û 365 xanî şewitîn, piştî vê rewşa nebaş, Şêx Ehmed kesên navdar ên wekî Welî Beg, Xelîl Xoşewî, Ehmed Nadir, Ebdullah Kirkemoyî û Hesen Mihemed Emînî li hev kom kirin û li ser rewşa herêmê gotûbêj kirin, biryara paşvekişînê bo nava Tirkiyê hat dayîn, di 10ê Hezîrana 1932an de hemû malbat li Geliyê Zêtê û gundên derdora wê kom bûn û xwe amade kirin ku derbasî nav axa Tirkiyê bibin. Lê beriya ku biçin, Şêx Ehmed bi kesên navdar re civîneke din li dar xist û hin biryar hatin girtin, ji wan jî ku kêm malbat derbasî Tirkiyeyê bibin, yên ku di metirsiyê de nebin vegerin gundên xwe û hin çekan radestî hikûmetê bikin, nêzîkî 200 heta 300 kesên di bin fermandariya Xelîl Xoşewî, Ehmed Nadir, Ebdullah Kirkemoyî û Hesen Mihemed Emîn de dê bi çekên zêde li ser sînorê gundên Gerdiyan di dema pêwîst de bimînin û tevgera çekdarî berdewam bikin û malbatên koçberkirî biparêzin heta ku derbasî Tirkiyê bibin.

Di 12'ê Hezîrana 1932'an de koma bi Çeteyên Kalhe Rekanî re êrîşî herêma Mazûriyê kir û têk çûn, di 15ê Hezîrana 1932an de artêşa Iraqê ber bi Şêrwana Mazin ve pêşde çû, ji 19 heta 20ê hezîrana 1932an êrişî geliyê Zetê kirin û têk çûn û 75 kes ji wan hatin kuştin. Di 20ê Hezîrana 1932an de Mihemed Sedîq û Hacî Taha Akreyî bo gundê Girane hatin şandin ji bo ku bi rayedarên dewleta Tirk re danûstandinan bikin û rê bidin malbatên Barzaniyan ku derbasî Tirkiyê bibin û hikûmetê jî bi şertê ku çekan radestî wan bikin qebûl kir. Di 21ê Hezîrana 1932an de Barzanî ketin nav axa Tirkiyê, di 22ê Hezîrana 1932an de Şêx Ehmed ket nav axa Tirkiyê, bi paşvekişîna wan Şoreşa Barzan a Yekemîn bi dawî bû, lê tevgera çekdarî berdewam kir, piştî ketina nava Tirkiyê Şêx Ehmed, Hacî Taha Akreyî û Elî Barzanî bo Enqerê, Mistefa Barzanî û Mihemed Sedîq jî bo Erziromê hatin veguhestin.

Piştî ku Barzanî çûn Tirkiyeyê, hikûmeta Iraqê kontirola xwe li devera Barzan sepand û gelek baregehên polîs û leşkerî li deverê ava kirin, pevçûn heta bihara sala 1933'an sist bûn û piştî peymana sê alî ya di navbera Tirkiye, Iraq û Îngîlîzan de dewleta Tirk Şêx Ehmed radestî dewleta Iraqê kir, ev jî bû sedem ku xelkê Barzan nerazî bin û ji Tirkiyê derkevin û berê xwe bidin Barzan, piştî ku Barzanî di dawiya Tebaxa 1933an de vegeriyan, hikûmeta Iraqê ditirsiya ku Barzanî dîsa şoreşê dest pê bikin. Ji ber vê yekê Şêx Ehmed serbest berdan, di himber berdana wî de soz da hikûmetê ku Mistefa Barzanî bişîne Mûsilê, di himber wê de hikûmetê biryar da ku lêbûrîna giştî bide Barzanîyan ji bilî Xelîl Xoşawî.

Piştî demeke kin Şêx Ehmed ji bo Mûsilê hat gazîkirin, piştî çûyîna wî Şêx Ehmed ji Mûsilê qasidek şand Barzanê ku bangî Mistefa Barzanî bike, piştî çûyîna Mistefa Barzanî, herdu jî hatin girtin û Mihemed Sedîq, Babo, zarokên Şêx Ebdulselam û hemû malbatên wan ji bo Mûsilê hatin gazîkirin, piştre ji bo başûrê Iraqê hatin veguhestin, piştî van nûçeyan Xelîl Xoşewî, Ehmed Nadir û Ebdullah Kirkamoyî ku piştî Şoreşa Barzan a Yekem weke tevgerên çekdarî yên Barzan li herêmê mabûn, xwe spartin çiyayan. Pevçûn heta şehîdbûna Ehmed Nader di Îlona 1935an de û şehîdbûna Xelîl Xoşewî di Sibata 1936an de berdewam bûn, bi vî awayî yekemîn şoreşa Barzan heta hat tepisandin heya piştî vegera Mele Mistefa Barzanî di sala 1943an de.


Çavkanî:

  1. Mistefa Mihemed Kerîm, Pêşketinên Siyasî yên Herêma Barzan di Salên (1902-1932), (Hewlêr - Çapxaneya Roxana-2022), r. 136-182.
  2. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd (1931-1958), Bergê 1, Çapa 2, rûpel 24-54.
  3. Ebdulazîz Eloqeylî, Tarix Herêkat Barzan Elolaa Eam 1932, (Bexdad- Metbeat Elşebab- 1956m).
  4. Behram Weled Beg, Şoreşên Barzan Şêx Ehmed di Belgeyên Îranê de (1909-1970), Bergê 1, (Tehran-Çapxaneya Sazman Çep Ehmedî-2021), r. 109-161.

 


Gotarên Têkildar

Komkujiya li ber deriyê Seray li bajarê Silêmaniyê

Ev komkujî di havîna 1963’an de di dema rejîma Be'sê de li parêzgeha Silêmaniyê pêk hat ku di wê baweriyê de bûn ku eger komkujî û êrîşeke berfireh li ser Kurdistanê pêk bînin, wê di demeke nêz de Şoreşa Îlonê hilweşînin û tevahiya Kurdistanê bixin bin kontrola xwe, her çende li Silêmaniyê dest bi girtin û komkujiya mirovên bêguneh kirin jî, ku ne bi tenê serketî nebûn lê li şûna vê di hemû êrîşên xwe yên li ser Çiyayê Ezmerê têk çûn.

Agahiyên bêtir

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Nûrî Şawês

Nûrî Sedîq Elî Resûl bi nasnav Endezyar Nûrî Şawês tê naskirin, di sala 1935’an de tevlî refên Komeleya Azadiya Kurd dibe, di sala 1951 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Duyem) tê hilbijartin. Di sala 1953an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya Sêyem) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Nejat Elî Salih

Nejat Elî Salih di sala 1985an de tevlî Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bû, di sala 2010an de di kongreya 13an de bû endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK).

Agahiyên bêtir