Jiyanname
Elî Qasim Xidir Mihemed, ku bi navê Elî şingalî û bavê Serdar jî tê naskirin, di sala 1933an de li parêzgeha Mûsilê ji dayîk bûye, xwediyê dîplomaya elektrîkê li Peymangeha Teknîkî ya Mûsilê ye, di sala 1953an de wek karmendê hunerî di beşa elektrîkê ya rêya hesinî ya Mûsilê de kar dike, di sala 1955an de li Ofîsa rêya hesinî ya Mûsilê kar dike, di sala 1955an de bû endamê Yekîtiya Karkerên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK), di sala 1956 de, ji ber beşdarbûna xwenîşandanên li dijî êrîşa sê alî ya Brîtanya, Fransa û Îsraîlê li ser Komara Misrê, li Mûsilê hat girtin û ji kar hat dûrxistin, Di sala 1957an de li bajarê Mûsilê li navenda telefonê hat damezrandin, di sala 1975’an de, piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, derbasî Şahnişîna Îranê bû, di 16’ê Îlona 1975’an de bi malbata xwe re wek penaber gihişte Şamê, li Komara Erebî ya Sûriyê, roja Şemiyê 05.09.2020 li Duhokê koça dawî kir, bi Kurdî, Farisî û Erebî baş dizanibû.
Xebatname
Elî Qasim Xidir Mihemed bi nasnavê Elî şingalî di 21ê Adara 1954an de weke berendam di nava Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Îraq hat wergirtin, di sala 1955an de, şanaziya endametiya di refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) de wergirt, di Gulana 1955an de beşdarî xwenîşandanên Mûsilê li dijî rejîma Padîşahiya Iraqê dibe, di sala 1956an de berpirsê komîteya rekxisinî ya Komîteya Navçeya Mûsilê bû, di sala 1958an de endamê Komîteya Navçeya Mûsilê ya komîteya liqê yekem ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bû, Di sala 1958an de bi şandeke Mûsilê re li Bexdayê Serok Mistefa Barzanî (1903-1979) dîtiye gava ji derve vegeriya bû, di sala 1959an de ji ber dijberiya ku PDKê bibe paşgoyê Partiya Komunîst a Iraqê ji aliyê baskê çep ê PDKê ve şeş mehan ji karê partiyê hat dûrxistin, Lêbelê, bi bestina konferansa duyemîn a li Bexdayê hate vegerandin, di sala 1959 de, ew bû endamê liqê di komîteya liqa yekem de hat destnîşankirin, di sala 1960 de, ew bû berpirsê komîta pişkinîn û çavdêriyê ya liqa yekem, sala 1960, ew bû endamê komîteya liqa yekê, di sala 1960î de ji koma şeşan wek endamê komîteya liqa yekem a di bin berpirsiyariya Salih Ebdullah Necmeddîn (1918-1981), ku bi navê Salih Yousfi jî tê naskirin, hat destnîşankirin, di destpêka sala 1961ê de di komîteya liqê yekem de berpirsê xeta nehênî ya rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû, di 9ê Îlona 1961ê de li Mûsilê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hat girtin û îşkence kirin, ji bo lêkolînên zêdetir bo bajarokê Zaxo yê parêzgeha Mûsilê hat şandin û piştre ji bo lêkolînên zêdetir bo bajarokê Duhokê yê parêzgeha Mûsilê hat şandin û bi kefalet hat berdan, di Kanûna yekem a sala 1962an de, piştî serbestberdana wî bi kefalet, wek karmendê hunerî di Emîndariya Bexdayê de hat damezrandin.
Di sala 1962an de berpirsê xeta nehênî ya rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) di komîteya liqê pêncem de û berpirsê beşê pêwendiyên komîteya liqê pêncem bû, di nîsana 1963 de ji ber xebatên xwe yên kurdî ji aliyê desthilatdaran ve ji kar hat avêtin.
Di sala 1963an de, piştî girtina piraniya karmendên komîteya liqê pêncan ji aliyê dezgeha ewlekariya giştî ya Iraqê, ew wek berpirsê komîteya liqê pêncem hat destnîşankirin, di tîrmeha 1963an de bi alîkariya xeta leşkerî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) depoya petrolê ya Dora tevî rêya hesin teqandin heta ku artêşa Iraqê cebilxane û leşkerên xwe ji Til Mihemed a nêzî Bexdayê ber bi başûrê Kurdistanê ve neşîne, di 24ê Sibata 1964an de wek nûnerê Serok Mistefa Barzanî (1903-1979) li Kufeyê serdana rêberê mezin ê şîeyan Abdul Mohsen Hekîm (1889-1970) kir, di 4ê Nîsana 1964an de beşdarî civîneke berfireh li Mawatê bû û di 10 Nîsana 1964ê de bi şandekê re ji bo çareserkirina pirsgirêkan serdana Serok Mistefa Barzanî kir, lê belê bi derxistina daxuyaniyeke destpêkê ya Mekteba Siyasî, di hewla xwe de bi ser neketin û piştgiriya baskê serok kirin.
Di destpêka Hezîrana 1964an de wek endamê Komîteya Amadekar a Kongreya şeşemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hat hilbijartin, di sala 1964an de di kongreya şeşan de wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, di sala 1964an de nûnertiya Duyemîn Kongreya Gel (Kongreya Qeladizê) kir, di sala 1964 de bû endamê Encumena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê, di destpêka sala 1965an de wek berpirsê komîteya liqa çar a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hat destnîşankirin, di Sibata 1965an de wek nûnerê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê beşdarî konferansa sêyemîn a Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê li Qeredaxê bû, di Tebaxa sala 1965an de ji koma kadroya şeşem a komîteya liqê duyem a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû berpirsê komîteya liqê.
Di sala 1965’an bû fermandarê Hêza Safîn a Artêşa Duyem, di dawiya Mijdara 1965an de fermandariya şerê Kepkê Gerote li Çiyayê Safîn li dijî artêşa Iraqê dike û di wê de bi ser ket, di 27'ê Mijdara 1965'an de li dijî êrîşa leşkerê yekem ê artêşa Iraqê ya li ser Çiyayê Şekrokê li parêzgeha Hewlêrê şer kir û karîbû pêşî li êrîşê bigire, di Kanûna yekem a 1965an de, ew wek endamê Mekteba Siyasî û Mekyeba Cîbicîkar ya Encumena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê hat destnîşankirin.
Di destpêka sala 1966an de, ew bû berpirsê yekem ê rêvebirina nivîsgeha Cîbicîkar, Pirisgeh, Pasewanên nivîsgeha Cîbicîkar û wergirtina postê, di Mijdara 1966an de berpirsê amadekariyên kongreya heftemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû li gundê Gelale yê parêzgeha Hewlêrê, di sala 1966an de di kongreya heftan de wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, di sala 1966an de bû berpirsê nivîsgeha cîbicîkar a Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê, di sala 1966an de wek endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, di Mijdara 1966an de dest ji endamtiya Mekteba Siyasî berda, di sala 1966 de, ew berpirsiyarê rêkxsintên komîteya liqa pêncan bû, di Adara 1967an de, cara duwem bi Serok Mesûd Barzanî re nameyeka Serok Mistefa Barzanî ji Ayetullahê Mezin Abdul Mohsen Hekîm (1889-1970) re li Necefê hilda, di 15ê Nîsana 1967an de, di bin çavdêriya Serok Mistefa Barzanî de nûnerê Konferansa Leşkerî-Siyasî ya Kanî Simaqê a Hewlêrê bû, di Mijdara 1967an de bi tawana kuştina Celal Talebanî fermana girtinê ji aliyê dezgeha îstixbarata leşkerî ya Iraqê ve ji bo wî hat dayîn, di Sibata 1968an de wek berpirsê komîteya liqa sêyemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hat damezrandin, di sala 1968’an de bû fermandarê hêza Qeredaxê ya artêşa sêyemîn, di 13’ê Cotmeha 1968’an de fermandariya êrîşa kontra ya koma Îbrahîm Ehmed Celal Talebanî ya li Çiyayê Silbatû ya parêzgeha Kerkûkê kir ku bi navê Şerê Şeş Saetî tê naskirin, di sala 1970 de di kongreya 8. de wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, di sala 1970ê de di yekemîn civîna Komîteya Navendî de wek endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, di dawiya sala 1970ê de ji koma kadroya yazde berpirsê liqa yekem a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû, di sala 1970ê de mamostayê kursa sêyemîn a rêxistina nehênî li dibistana kadroyî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê bû, di 07.12.1970 de beşdarî vekirina navenda Yekîtiya Afretên (Jinên) Kurdistanê li Bexdayê bû, di sala 1971ê de mamostayê korsa sêyem a dibistana kadroyan bû li Bexdayê, roja duşemî 01.02.1971ê, beşdarî merasima derçûna qonaxa sêyem ya kadroyên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li baregeha komîteya liqê pêncem li Bexdayê bû, roja pêncşemî 3ê Hezîrana 1971ê, li parêzgeha Mûsilê pêşwaziya şandeke Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Bulgaristanê kir, di 16ê Tebaxa 1971ê de li ser navê komîteya liqê di şahiya 25 saliya damezrandina Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) de gotarek pêşkêş kir, di dawiya Nîsana 1972an de, wî bi dizî nameyeke taybet a Serok Mistefa Barzanî pêşkêşî Hafiz El-Esed, serokê komara Erebî ya Sûriyê kir û tê de alîkarî û piştgirî xwest, di 13’ê Tîrmeha 1972’an de bi fermana Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê malnişîn bû.
Di nîvê meha Cotmeha sala 1972an de li ser fermana Serok Mistefa Barzanî beşdarî kongreya Partiya Dêmokrat a Kurd li Sûriyê (Serkirdayetiya Qonax) li gundê Dawidiyê ê parêzgeha Duhokê bû.
Di 17ê hizêrana 1973ê de, wî nûneratiya Serok Mistefa Barzanî li merasîma cenazeyê metran Mario Ale, endamê Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê kir, ji 16 heta 19ê Tebaxa 1973an li Berlînê beşdarî vekirina Kongreya 16. a Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê (K.S.S.E) dibe û li ser navê komîteya liqa yekem axaftinek xwend, di 18ê Tebaxa 1973an de, wî yadaştnameyeke serokê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) general Mistefa Barzanî derbarê yedekên gazên jehrî yên artêşa Iraqê pêşkêşî Xaça Sor a Navdewletî li Cenevê (Swîsre) kir, di nîvê Hezîrana 1973 de, wî nûnertiya Serok Mistefa Barzanî li merasîma cenazeyê Metran Andraws Tiyadors Eyud Berwari (1938-1973) li Bexdayê kir, ku endamê Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê bû, di 1ê Kanûna duyem a 1975an, bû berpirsê komîteya liqa pêncan, di sala 1974ê de, di destpêka şerê navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) û Partiya Be's a Sosyalîst a Erebî de, tevlî refên Hêzên Pêşmerge bû.
Di 29ê Adara 1977an de, Komîteya Damezirîner a Yekîtiya Dêmokrat a Kurdistanê (YDK) ragihand, di 9ê Hezîrana 1977an de damezrandina Yekîtiya Dêmokrat a Kurdistanê (YDK) ragihand û bû sekreterê giştî, di sala 1978ê de hewla çareserkirina nakokiyên di navbera serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) da, lê bi ser neket, di sala 1979ê de di kongreya nehemîn ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) de ji Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hat dûrxistin û di 20ê Kanûna duyem a 1980ê de nameyek ji Serok Mesûd Barzanî re nivîsand û nerazîbûna xwe nîşan da, di sala 1981ê de Alîkariya Perwerdehiyê jibo şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Komara Erebî ya Sûriyê kir, di sala 1981ê de bi mebesta hemahengî û pevguhertina nêrînan li ser rewşa Başûrê Kurdistanê serdana Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li gundê Rajanê yê Rojhilatê Kurdistanê kir.
Di 14ê Kanûna yekem a 1984an de li Trablusê bi serokê Komara Gel a Lîbyayê Muamer Qedafî re hevdîtin kir, di 17 Kanûna yekem a 1986an de, li bajarê New Yorkê bi karbidestên Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir, ji 15 heta 17 Adar 1991, li Stockholmê (Swêd) wek sekreterê giştî yê Yekîtiya Dêmokrat a Kurdistanê beşdarî Kongreya Navdewletî ya Doza Kurd bû, di sala 1992an de endamê desteya şêwirmendiya Kongreya Opozîsyona Iraqê (Kongreya Mesîf Selahedîn) bû, di 26ê Gulana 1992an de wek Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Dêmokrat a Kurdistanê bi Yekîtiya Niştimanî ya Iraqê û Partiya Niştimanî ya Tirkmenan re peymanek hevkariyê îmze kir, di sala 1992’an de bi lîsteya Yekgirtinê bû namzetê Parlamentoya Kurdistanê, di 9ê Hezîrana 1993an de di konferansa Duhokê ya Yekîtiya Dêmokrat a Kurdistanê (YDK) de pêşniyara vegera bo nav refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) kir û Yekîtiya Dêmokrat a Kurdistanê (YDK) hilweşand, di sala 1993an de di kongreya yazdehan de wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Yekgirtû hat hilbijartin. Di nîvê meha Îlona 1995an de endamê şanda Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû ku serdana Komara Erebî ya Sûriyê kir.
Di 29ê Hezîrana 1996an de li gel Serok Mesûd Barzanî beşdarî merasima derçûna gera yekem a Zanîngeha Duhokê bû, di sala 1997an de bû şêwirmendê Serokê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li ser pêwendiyên Ereban, di 1ê Îlona 1998ê de bi biryarnameyeke Serok Mesûd Barzanî wek Şêwirmendê Serokî bo Peywendiyên Erebî hat destnîşankirin, roja yekşemî 29ê Mijdara 1998ê, li gel Hişyar Mehmûd Mihemed naskirî bi Hişyar Zêbarî ji aliyê Ebdullah El-Ehmer cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Be's a Sosyalîst a Erebî ya Sûriyê ve hatin pêşwazîkirin, roja çarşemî 02.12.1998ê li gel Hişyar Mehmûd, naskirî bi Hişyar Zêbarî, li Şamê ji aliyê cîgirê serokê Sûriyê Ebdulhelîm Xedam ve hat pêşwazîkirin, roja çarşemî 24ê Sibata1999ê, endamê şanda Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK)-Yekgirtû bû ku bi mebesta pêşkêşkirina sersaxiyê ji bo koça dawî ya Şahisênê Haşimî (1999) serdana Emmanê kiribû.
Di sala 1999ê de nûnerê 12mîn kongreya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê bû, roja çarşem 13.10.1999 di kongireya 12 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) de, ji ber têkoşîna wî ya di Şoreşa Îlonê, Şoreşa Gulanê, Serhildana Başûrê Kurdistanê û qonaxa Serwerî de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi medalyaya Barzanî ya Nemir hat xelatkirin, di 24'ê Adara 2000'an de weke endamê Komîteya Rêveber a Komeleya Dostaniya Kurd û Ereb li Hewlêrê hate hilbijartin, di sala 2010ê de nûnerê Kongreya 13an a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê bû.
di berhemên xwe de:
- Tevgera Rizgariya Kurd: Helwest û Nerîn - 1997.
- Kaxezên ji Arşîvên Kurdistanê - 2007.
- Pirsgirêka Kurd û Partiya Be's a Sosyalîst a Erebî li Iraqê - 2006 - Beşa Yekem.
- Pirsgirêka Kurd û Partiya Be's a Sosyalîst a Erebî li Iraqê - 2009 - Beşa Duyem.
- Pirsgirêka Kurd û Partiya Be's a Sosyalîst a Erebî li Iraqê - 2012 - Beşa Sêyem.
- Rastiya Karwanê şoreşa 11ê Îlonê 1961 - 2013.
- Rûpelên ji çavkaniya bîranîna min di Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - 2015.
- Ronahî li ser rastiya peywendiyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi Sûriyê re.
- Rastî û belgeyên derbarê Kongreya Netewî ya Kurdistanê - 1996.
Çavkanî:
- Arşîva Desteya insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Bergê Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002), r. 144, 253.
- Elî şingalî, Kaxezên ji Arşîvên Kurdistanê, (Duhok - Weşanxaneya Spîrêz - Çapxaneya Xanî - 2007).
- Elî şingalî, Pirsgirêka Kurd û Partiya Be's a Sosyalîst a Erebî li Iraqê - Beşa Yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2006).
- Elî şingalî, Rastiya Karwanê şoreşa 11ê Îlonê 1961 – 2013, Duhok - Çapxaneya Xanî – 2013.
- Elî şingalî, Tevgera Rizgariya Kurd: Helwest û Nerîn, Duhok - Çapxaneya Xanî – 1997.
- Elî şingalî, Rastî û belgeyên derbarê Kongreya Netewî ya Kurdistanê – (bê cih – 2013).
- Elî şingalî, Pirsgirêka Kurd û Partiya Be's a Sosyalîst a Erebî li Iraqê - 2012 - Beşa Sêyem, Duhok - Çapxaneya Xanî – 2012.
- Elî şingalî, Rûpelên ji çavkaniya bîranîna min di Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Duhok - Çapxaneya Xanî – 2015.
- Hemid Gawherî, Medalya Barzanî, Bilinditrîn Xelata Rêzgirtnê, Pirtûka 3, (Hewlêr - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî - 2019), r. 15-20.
- Ehmed Banîxêlanî, Bîranînên Min, (Stockholm, 1997), r. 223-224.
- Şwan Husên Şink Balekî, Cewher Namq Salim 1946-2011 Jiyan, Xebat û Rola Siyasî, Zanîngeha Soran, Fakulteya Wêjeyê, 2016, (Teza Masterê ya Neçapkirî), r 55.
- Silêman Mistefa Hesen, Kurd û Serpêhatiya Yekem, (Hewlêr – Çapxaneya Karo – 2017), r 280.
- Şaban Seîd Mihemed, Ez û Hevrikî û Pêlên Xeman, (Duhok - Çapxaneya Koleja Şerîa - 2000), r 47.
- Şekîb Eqrawî, Salên Tengasiyê li Kurdistanê, Girîngtirîn Bûyerên Siyasî û Leşkerî li Kurdistan û Iraqê ji sala 1958 heta 1980, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Manara - 2007), r. 157.
- Îsmet Şerîf Wanlî, Kurdistana Iraqê, Nasnameyeke Niştîmanî (Lêkolînek li ser Şoreşa 1961ê), wergerandina Sûad Mihemed Xidir, (Silêmanî - dezgeha Jîn - Çapxaneya Şivan - 2012), r. 316.
- Biryara Encumena Serkirdayetiya Şoreşê hejmar 1319, Rojnameya Alweqa a Îraqî, Wezareta Ragehandina Iraqê, Hejmar 1933, Bexda, Çarşem, 4ê Mijdara 1970ê, rûp 2.
- Lia Duyem, Liqa Duyem Di Nîv Sedsala Têkoşînê de, (Hewlêr - Çapxaneya Aras - 2010), r 39.
- Malpera Liqê Yekem a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK): www.pdk ـ leqa1.com.
- Necmedîn El-Yusufî, Şoreşa Îlona birûmet, (Duhok - Liqa Yekem a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Yekgirtû Çapxaneya Koleja Şerîa - 1995), rûpel 20, 26, 32.