Hesen Axa Berzêweyî

Hesen Ebdulrehman, bi nasnavê Hesen Axa Berzêweyî tê naskirin, di sala 1965’an de tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bû, di Şoreşa Îlonê de pileya cîgirê betalyona 1. a Zozkî wergirtiye, di sala 1979’an de bû fermandarê hêza serkirdayetiyê, di sala 1986 de, ew bû Berpirsiyarê komîteya navçeya Rwandizê.


Jiyanname

Hesen Ebdulrehman di sala 1945an de li gundê Zêwe yê navçeya Rwandizê ji dayik bûye, zewicî bû û di sala 1975’an de piştî rûxandina Şoreşa Îlonê koçberî Îranê bûye, li bajarê Nelîvanê  bi cih bûye, paşê jibo bajarê Îsfehanê hat veguhastin, piştî şoreşa gelên Îranê di sala 1979’an de vegeriya Rojhilatê Kurdistanê û li bajarokê Zêweyê bi cih bû, di sala 1991ê de vedigere Başûrê Kurdistanê û li bajarokê Pîrmamê bi cih dibe, di 6ê Gulana 1997an koça dawî kiriye, di 7’ê Gulana 1997’an de li goristana gundê Berzeweyê ya navçeya Rwandzê hate veşartin. Zimanên Kurdî û Farisî dizanibû.


Xebatname

Di sala 1965’an de tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bûye, di betalyona 1 a hêza balek bûye serpel, paşê pileya cîgirê betalyona 1. a Zozkî wergirtiye, di navbera salên 1965 û 1966an de beşdarî di şerê Çiyayê Zozikê, Girdugoyê, Gundê Gwanê û Gelyê Omer Axa kiriye. Di sala 1974-1975an de beşdarî şerê Çiyayê Zozikê, Çiyayê Korek, Sertîz, Gelyê Bîşe, Gundê Hesinan û Çiyayê Hesen Begê dibe.

Di sala 1979’an de dibe fermandarê hêza serkirdayetiyê, di sala 1980 de beşdarî şerê Hacî Omeran dibe, her wiha beşdarî girtina baregeha artêşa Iraqê li Berde Teşa Rêsê bûye, di sala 1981’an de weke fermandarê hêza serkirdayetiyê vedigere Başûrê Kurdistanê û li deverên Şarezûr, Hewraman û Şarbajerê çalakiyan pêk tine, ji wana şerên Banenok, Hermê, Nalparêz, Pirxî Paşkend, Nawkêl û êrîşa li ser pergala Seîd Sadiq. Di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû, di sala 1981'an de piştî ku erka xwe ya li deverê bi dawî kir, ji bo Liqa duyemîn hat veguhastin û li devera Balekayetiyê weke berpirsê hêza Zozikê hat erikdarkirin, di sala 1982’an de weke kargêrê navçeyên Pîrmam û Lolanê hate destnîşankirin, di sala 1986 de, ew bû berpirsê komîteya navçeya Rwandzê, li geliyê Balîsan, Hîran û Nazenînê beşdarî gelek şer û çalakiyan bûye, di sala 1987’an de di serhildana gelê Rwandizê de li dijî rejîma Be's a bajêr de roleke aktîf lîst. Şeva 17-18-ê Sibata 1988-an di dema êrişa ser Rebaya artêşa Iraqê ya li Şikefta Şehîdan a Çiyayê Hindrîn de, ket mîneke artêşê û lingekekî xwe ji dest da.

Di sala 1991ê de li gel Serok Mesûd Barzanî vegeriya Başûrê Kurdistanê jibo beşdariyê di serhildana gelê Kurd de li dijî rêjîma Be's, di serhildanên Ranya û Akrê de beşdar bûye.

Di sala 1993an de li liqa 10 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) wek endamê liqê beşa leşkerî hate destnîşankirin, piştî damezrandina Artêşa 6emîn a hêza Pêşmerge, wek cîgirê fermandarê artêşê hat destnîşankirin, piştre bû endamê Fermandariya Sînor, di sala 1997an de bû endamê Mekteba Giştî ya Civakî ya Partiya Demokrata Kurdistanê.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Mistefa Goronî

Mistefa Ebdullah Hemed Ehmed, ku bi navê Mistefa Goronî jî tê naskirin, Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlonê û Golanê bû, di sala 1991ê de beşdarî serhildanê dibe, di sala 1979an de jî endamê kongreya 9emîn bûye

Agahiyên bêtir

Necmedîn Goronî

Necmedîn Ebdullah Hemed, bi nasnav Necmedîn Goronî tê naskirin, fermandar û pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulanê û Serhildanê ye, di sala 1961ê de tevlî hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, serliq bû û Erkê wî parastina baregeha Barzanî bû, di 3ê Mijdara 1994an de koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Şewket Mela Îsmaîl

Şewket Mela Îsmaîl Hesen, pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bû, Berpirsiyarê Dezgeha Bêtela Şoreşê bû, pileya fermandarê 3’yemîn Betalyona Hêzên Parastina Sînor di sala 1970’î de û serleşker di sala 1992’î de, di sala 1994an de hatye malinşînkirin.

Agahiyên bêtir