Necmedîn Goronî

Necmedîn Ebdullah Hemed, bi nasnav Necmedîn Goronî tê naskirin, fermandar û pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulanê û Serhildanê ye, di sala 1961ê de tevlî hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, serliq bû û Erkê wî parastina baregeha Barzanî bû, di 3ê Mijdara 1994an de koça dawî kiriye.


Jiyanname

Necmedîn Ebdullah Hemed di 1ê Tîrmeha 1935an de li gundê Goronî yê navçeya Çoman ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, ji ber ku li gundê wî dibistan tune bû, neçû dibistanê, piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, ji aliyê berpirsên hikûmeta Iraqê ve ji bo bajarê Dîwaniyê hat derxistin, piştî du salan li wî bajarî, di sala 1976an de vedigere Kurdistanê û piştre tevî malbata xwe koçî Îranê dike û li wî welatî bi cih bibin, di sala 1991ê de vegeriya Kurdistanê û li bajarokê Pîrmamê bi cih bû. Ji ber giraniya birîna wî di 3’ê Mijdara 1994’an de li nexweşxaneyeke bajarê Nexede ya Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kiriye.


Xebatname

Di sala 1961ê de tevlî hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1964-1974an de berpirsê zêrevanên baregeha Barzanî bû, beşdarî şerên Çiyayê Zozikî bûye, di sala 1974’an de li herêma Diyanayê weke fermandar beşdarî şerê Gelyê Omer Axa dibe û bi giranî birîndar dibe û birayê wî Wesman Ebdullah jî şehîd dibe.

Di sala 1976ê de, di destpêka Şoreşa Gulanê de, tevlî hêzên Pêşmerge bû, li devera Balekayetî wekî Yekîneyên destipêkî rola xwe dilîze, di Şoreşa Gulanê de çendîn erk û berpirsyariyan werdigire ji wana di salên 1979-1984’an de Berpirsiyarê Komîteya Navçeya Balekê, di sala 1988’an de kargêrê liqa duyemîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) beşa leşkerî bû di heman demê de berpirsê hêzên Pêşmergeyên Bereya Kurdistanê bû li devera Balekayetî.

Di dema Şoreşa Gulanê de weke Berpirsiyarê Komîteya Navçeya Balek û Rwandizê û fermandarê hêzên Balek serperiştiya gelek şer û çalakiyên partîzanî kiriye, sala 1981 Şerê Kospê Spî li jêr gundê Pîrswan yê Geliyê Mincelayatî, sala 1982 Şerê Qubeya Gelale li navçeya Gelale ser bi navçeya Çomanê, sala 1982 kuştina efsereke artêşa rejîmê bi navê (efserê dîn) ku wî efserî gelek fهşar li gelê herêmê kiribû û ji bo gelê herêmê bû metirsiyeke mezin. Sala 1984ê êrîşkirin li ser nivîsgeha çandinê ya navçeya Gelale, sala 1985 êrîşkirin li ser îstîxbarata hikûmetê li Çomanê, di heman salê de êrîşkirin li ser xala kontrolê ya leşkerî ya Nawpirdanê.

Di sala 1991ê de wek fermandar beşdarî serhildana gelê Başûrê Kurdistanê bû, di heman salê de dema ku artêşa Iraqê careke din êrîş kir da ku tevahiya Kurdistanê dagir bike, Necmedîn Goronî yek ji fermandaran bû ku şerê Korê bergirî kirî.

Çend erk û berpirsyarî wergirtîne, ji wana di sala 1992an de dibe endamê Liqa 2 û Berpirsiyarê beşa leşkerî, sala 1993 Fermandarê Leşkerê 5 ê Balek, di sala 1994'an de li demê avakirina liqa 10'an wek kargêrê Liqê û Berpirsiyarê beşa leşkerî hat destnîşankirin, di Îlona 1994an de wek endamê mekteba leşkerî ya Pîrmamê hat destnîşankirin. Di sala 1994an de di şerê Rwandizê de bi giranî birîndar dibe, di heman salê de li Qubeya bajarokê Gelale di kemînekê de bi giranî birîndar dibe û  ji ber giraniya birînê şehîd bû.


Çavkanî:

  • 1. Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.

Gotarên Têkildar

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Mistefa Goronî

Mistefa Ebdullah Hemed Ehmed, ku bi navê Mistefa Goronî jî tê naskirin, Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlonê û Golanê bû, di sala 1991ê de beşdarî serhildanê dibe, di sala 1979an de jî endamê kongreya 9emîn bûye

Agahiyên bêtir

Hesen Axa Berzêweyî

Hesen Ebdulrehman, bi nasnavê Hesen Axa Berzêweyî tê naskirin, di sala 1965’an de tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bû, di Şoreşa Îlonê de pileya cîgirê betalyona 1. a Zozkî wergirtiye, di sala 1979’an de bû fermandarê hêza serkirdayetiyê, di sala 1986 de, ew bû Berpirsiyarê komîteya navçeya Rwandizê.

Agahiyên bêtir

Şewket Mela Îsmaîl

Şewket Mela Îsmaîl Hesen, pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bû, Berpirsiyarê Dezgeha Bêtela Şoreşê bû, pileya fermandarê 3’yemîn Betalyona Hêzên Parastina Sînor di sala 1970’î de û serleşker di sala 1992’î de, di sala 1994an de hatye malinşînkirin.

Agahiyên bêtir