Mistefa Goronî

Mistefa Ebdullah Hemed Ehmed, ku bi navê Mistefa Goronî jî tê naskirin, Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlonê û Golanê bû, di sala 1991ê de beşdarî serhildanê dibe, di sala 1979an de jî endamê kongreya 9emîn bûye


Jiyanname

Fermandar Mistefa Ebdullah Hemed Ehmed di 1’ê Tîrmeha 1952’an de li gundê Goronî yê navçeya Çomanê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, ji ber ku li gundê wî dibistan tune bû, neçû dibistanê, ji ber vê yekê ew tenê bi xwendin û nivîsandinê dizane, di sala 1975’an de piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, koçberî Îranê dibe, di sala 1977’an de vedigere Başûrê Kurdistanê, di sala 1979’an de careke din koçberî Îranê dibe û li wir bi cih dibe heta sala 1991 û serhildana gelê Kurdistanê vegeriya Başûrê Kurdistanê û li bajarê Soranê bi cih bû, zimanên Kurdî û Farisî dizane.

Xebatname

Di sala 1965’an de yekem car tevlî hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bû û ji ber temenê xwe yê biçûk li baregeha Barzaniyê nemir wek zêrevan kar kir, di sala 1976’an de bi destpêkirina Şoreşa Gulanê ya Pêşverû re careke din tevlî hêzên Pêşmerge bû, wek fermandarê yekîneyê çû devera Balekayetiyê ji bo çalakiyên partîzanî pêk bîne, di heman salê de wan çend çalakiyên partîzanî pêk anîn, wek êrîşkirina jeepeke leşkerî li jêr gundê Rayat li nêzîkî kaniya Gulîngan û li baregeheke serbazî ya Iraqî li nêzîkî gundê Nawpirdanê, di sala 1977’an de li nêzî qubeya bajarokê Gelale ya navçeya Çomanê çend çalakiyên din ên wekî danîna kemînê ji bo leşkerên artêşa Iraqê pêk anîn.

Di Tebaxa 1977an de li devera Dolenê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin dorpêçkirin, lê li dawiyê rizgarbûn, di sala 1979’an de pileya endamê Komîteya navçeyê ya Balek beşa leşkerî werdigire, di sala 1979an de bû endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), di sala 1980ê de li gundê Zerwa yê nêzîkî gundê Berzêwe karwaneke jibo artêşa Iraqê datînê û çend leşker têde hatin kuştin, di sala 1983 de, pileya Serliq werdigire, di sala 1986’an de li Geliyê Baleyan a navçeya Çomanê bi giranî birîndar dibe.

Di sala 1991ê de vedigere Başûrê Kurdistanê û beşdarî serhildanê dibe, di Dastana Korê de li dijî dagirkeriya artêşa Iraqê bergiriyê dike, di sala 1996ê de beşdarî hemû şeran dibe yên ku li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hatibûn sepandin, di sala 2014an de wek fermandar beşdarî şerê dijî terorîstên DAIŞê bû, di heman salê de li eniya Zummarê bi giranî birîndar dibe, di sala 2016an de li sînorê Başîkê di encama êrişa terorîstên DAIŞê de carek din bi giranî birîndar bû, niha pileya Sertîpê Yekem di Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye.


Çavkanî:

  • 1. Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.

Gotarên Têkildar

Komkujiya li ber deriyê Seray li bajarê Silêmaniyê

Ev komkujî di havîna 1963’an de di dema rejîma Be'sê de li parêzgeha Silêmaniyê pêk hat ku di wê baweriyê de bûn ku eger komkujî û êrîşeke berfireh li ser Kurdistanê pêk bînin, wê di demeke nêz de Şoreşa Îlonê hilweşînin û tevahiya Kurdistanê bixin bin kontrola xwe, her çende li Silêmaniyê dest bi girtin û komkujiya mirovên bêguneh kirin jî, ku ne bi tenê serketî nebûn lê li şûna vê di hemû êrîşên xwe yên li ser Çiyayê Ezmerê têk çûn.

Agahiyên bêtir

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Nûrî Şawês

Nûrî Sedîq Elî Resûl bi nasnav Endezyar Nûrî Şawês tê naskirin, di sala 1935’an de tevlî refên Komeleya Azadiya Kurd dibe, di sala 1951 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Duyem) tê hilbijartin. Di sala 1953an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya Sêyem) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Nejat Elî Salih

Nejat Elî Salih di sala 1985an de tevlî Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bû, di sala 2010an de di kongreya 13an de bû endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK).

Agahiyên bêtir