Peymana Cezayîrê

Ji bo dorpêçkirina Şoreşa Îlonê û bidawîkirina têkoşîna rizgarîxwaza Kurd li Kurdistana Iraqê, di roja 6ê Adara 1975an de bi navbeynkariya hikûmeta Cezayîrê di navbera hikûmeta Iraqê û Şahê Îranê de peymanek hat îmzekirin, ku piştre bi navê Peymana Cezayîrê hat naskirin, dorpêçkirina şoreşa Kurdistanê û lawazbûna tevgera rizgarîxwaz ji xalên wê yên sereke bûn, li ....


Ji bo dorpêçkirina Şoreşa Îlonê û bidawîkirina têkoşîna rizgarîxwaza Kurd li Kurdistana Iraqê, di roja 6ê Adara 1975an de bi navbeynkariya hikûmeta Cezayîrê di navbera hikûmeta Iraqê û Şahê Îranê de peymanek hat îmzekirin, ku piştre bi navê Peymana Cezayîrê hat naskirin, dorpêçkirina şoreşa Kurdistanê û lawazbûna tevgera rizgarîxwaz ji xalên wê yên sereke bûn, li gorî peymanê rejîma Be's nîvê Şetûl Ereb radestî Îranê kir, di berdêla wê de, Tehran dê bi tevahî alîkariya rejîma Be's di dorpêçkirina Şoreşa Kurdistanê ya bi serokatiya Mistefa Barzanî de bike, weke ku di metna peymanê de tekezî li ser wergirtina rêkarên ewlehiyê ji bo vê yekê tê kirin. Peymana Cezayîrê weke yek ji pîlanên herêmî û navneteweyî yên li dijî tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê tê dîtin.

Sedem:

Di 26'ê Adara 1974'an de, piştî rawestandina çend gerên danûstandinan di navbera hikûmeta Iraqê û serkirdayetiya Şoreşa Îlonê de, rejîma Be'sê careke din şer li dijî Kurdan ragehand, ku ji ber peymana 11’ê Adara 1970’î çend sal hatibû rawestandin. Hikûmetê hemû taburên pasevanên sînor hilweşandin û dîsa şer di navbera Pêşmerge û artêşa rejîmê de dest pê kir, topxaneyên artêşê wê mehê dest bi topbarankirina deverên di bin kontrola Pêşmerge de li ser sînorê Îranê kirin.

Di nîvê meha Nîsanê de, êrîşên hikûmetê li ser deverên di bin kontrola şoreşê de dest bi kirin, di 15’ê Nîsana 1974’an de artêşa rejîmê ji Mûsilê ber bi Zaxoyê çû, armanca artêşa Iraqê girtina baregeha Zaxoyê bû, piştî şer û pevçûnên dijwar di 8ê Gulanê de, hikûmet gihîşt armanca xwe û Zaxo xist bin kontrola xwe, di 24’ê Nîsana 1974’an de hêzên asmanî yên Iraqê êrîşî bajarê Qeladizê kirin û navenda zanîngeha Silêmaniyê bombebaran kirin. Piştî du rojan, di 26ê Nîsanê de, firokeyên rejîmê Helebce û derdora wê bombebaran kirin. Piştre jî di 29ê Nîsanê de pira Gelale hat bombekirin.

Bi hatina havînê re, artêşa rejîmê dîsa dest bi êrîşên xwe kir, di 8’ê Îlona 1974’an de hêzên artêşa rejîmê bi tank û balefiran çûne ser Gelale, Rewandiz û Hacî Omeran û di 19ê Îlonê de li ser rêya navbera çiyayên Korek û Bêxalê bi tank û maşînên zirxî êrişî rêya giştî ya ku Rewandizê bi Bexalê ve girêdide, kirin, di encamê de hêzên pêşmerge neçar man ku berê xwe bidin Zozikê, Hendrîn, Geliyê Omer Axa û Geliyê Akoyan. Piştî van êrîşên rejîmê, tenê çeperên stratejîk ên di destê Pêşmerge de mabûn, çiyayên Hendrîn û Zozikê yên li ser rêya Hamiltonê bûn.

Ji destpêka şer heta Îlona 1974an, hikûmeta Iraqê serketinên mezin li hember kurdan bi dest xistin, piranîya erdên bakur zeft bikin û pêşmergeyan bikşînin ser sînorê Îranê. Lê di destpêka îlonê ya heman salê de hevsengiya şer dîsa di berjewendiya kurdan de guherî, hêzên Pêşmerge bi alîkariya Îranê karîn rê li pêşdeçûna artêşa Iraqê bigrin û li gelek cihan jî paşde vekişin û vegerînin bin kontrola xwe.

Hikûmeta Be'sê ya Iraqê niyeta wê bû ku heta payîz û zivistanê dawî li Şoreşa Îlonê bîne, lê piştî şikestinên xwarîn hikûmetê daxuyand ku şer wê heta demeke nediyar bidome.

Ji ber ku şer berdewam kir, windahiyên hikûmetê gelek qat zêde bûn, hikûmet jî neçar ma ku yedekên xwe yên darayî û mirovî bikişîne. Ji aliyê aborî ve şer ji dewletê re gelek bedel dabû ku bi qasî 3 milyar dolar dihat texmînkirin. diviyabû Rejîma Be'sê ji bo pirsgirêka Kurd li çareseriyeke din bigeriya, piraniya serkirdeyên Ereb ji Sedam Huseyn re peymanek bi Îranê re pêşniyar kirin ku alîkariya Kurdan rawestîne di berdêla xewna padîşahê Îranê ya kevnar de.

Di navbera 4 û 6ê Adara 1975an de li Cezayîra paytexta Cezayîrê bi amadebûna nûnerên 13 welatên endamên rêxistinê civîna OPECê hat lidarxistin. Di kongireyê de şahê Îranê Mihemed Riza Pehlewî û cîgirê serokwezîrê Iraqê Sedam Husên beşdar bûn. Di vê heyamê de pirsgirêkên di navbera Îran û Iraqê de gihiştiye asta herî jor, li ser pêşniyara serokê Cezayîrê Hawarî Bomîdiyan li kêleka kongireya du rojan her yek ji Mihemed Riza Şah û Seddam Husên du caran bi amadebûna Hawarî Bomîdiyan civiyan, cara duyemîn êvara 5ê Adarê li koşka serokatiya Cezayîrê bû, Bomîdiyan yekem car bi awayekî taybet bi şahê Îranê re hevdîtin pêk anî da ku şah bi Seddam Husên re hevdîtinê pêk bîne, di vê yekê de bi ser ket û şah û Seddam Husên rû bi rû hatin cem hev. Şahê Îranê di berdêla bidestxistina axên Şett al-Ereb û başûrê Îraqê de amade bû dest ji alîkariya Kurdan berde. Encama wê rêkeftinê ew bû ku Îran alîkariya Iraqê bike da ku şoreşa Kurdan dorpêç bike, sînorên xwe ligel Iraqê biparêze û êdî destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Iraqê de neke, di berdêla dayîna çend axa (Şet El-Ereb) ji Îranê re û vegerandina sînorên avê yên her du welatan ji bo peymana Konstantînopolê ya sala 1913 di navbera Îran û Împaratoriya Osmanî de û aktîvkirina Xeta Avê ya Talogê weke sînorê avê (Şet El-Ereb) di navbera her du dewletan de.

Rejîma Be's a Iraqê ji aliyê xwe ve alîkariya dewleta Îranê bi sedema serketina Şoreşa Îlonê dihesiband, lewra li hember nehiştina vê alîkariyê, amade bû ku xewna kevnar a şahê Îranê pêk bîne ku vegerandina axa (Şet El-Ereb) bo ser axa Îranê û ji nû ve xêzkirina sînorên avê yên di navbera her du welatan de.

Hikûmeta Îranê ji sala 1962’an ve bi awayekî demdemî alîkariya şoreşa Başûrê Kurdistanê dikir, ku gav bi gav bi pêşniyara xwe alîkariya Îsraîl û Amerîkayê jî hatibû ser, ev alîkarî di sala 1975’an de gihiştin lûtkeya xwe û şoreşa Kurd li başûrê Kurdistanê ber bi rûxandina rejîma Be'sê ve birin.

Sedam Husên, yê wê demê cîgirê serokwezîrê Iraqê piştî şikestinên payîza 1974an, wî pê hesiya ku welatê wî neçar e ku serî li ber daxwazên şahê Îranê bide. Hikûmeta Îranê jî piştî ku fêkiyên gelek salan ji piştgiriya şoreşa Kurd li Başûrê Kurdistanê stand ku wê demê bi çekan alîkariya wê kiribû razî bû ku ax û artêşa xwe bêxe xizmeta hikûmeta Iraqê ji bo êrîşkirina şoreşa Kurd a li Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya General Mistefa Barzanî. Ev yek ji xalên nehênî yên rêkeftina di navbera her du welatan de bû ku di 18ê Adarê de General Nesîrî piştî hatina wî ya Hacî Omeran ji general Mistefa Barzanî re ev yek ragihand, bi vê yekê jî tu hêviyek ji bo serkirdayetiya şoreşê tune bû ku şoreşê bidomîne, ji ber vê yekê, serkirdayetiya şoreşê biryar da ku şoreşê bi awayekî demkî rawestîne û li benda derfeteke din be ku ji nû ve destpê bike.


Çavkanî:

• Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Hewldanên kuştina Serok Mistefa Barzanî

Her tim baweriyek navxweyî heye ku bi mirin an wêrankirin an kuştina serkirdeyekî, dibe ku şoreşek an jî doza miletekî bi dawî bibe, lê ev her tim ji bo her miletî ne raste. Dijminên gelê Kurd ji mêj ve fêm kiribûn ku Serok Mistefa Barzanî biryarder û navenda giraniya tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd e, lewma çendîn hewlên kuştina wî hatin kirin.

Agahiyên bêtir

Hewldana kuştina Mesûd Mistefa Barzanî

Mesûd Mistefa Barzanî di destpêka Şoreşa Îlonê de bû Pêşmerge û piştî damezrandina Ajansa Parastinê, di şoreşê de bû navekî navdar û ji ber beşdarbûna wî di rêkevtina 11ê Adarê de û piştre jî piştî têkçûna şoreşê û nexweşiya Serok Mistefa Barzanî, di vejandina û destpêkirina Şoreşa Gulanê de roleke hîn zêdetir hebû.

Agahiyên bêtir

Hewldana kuştina Îdrîs Mistefa Barzanî

Îdrîs Mistefa Barzanî yek ji navdartirîn serkirdeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) û kurê Serok Mistefa Barzanî bû. Piştî beşdarbûna di Şoreşa Îlonê de, wek alîkarê Serok Mistefa Barzanî di warê leşkerî û civakî de kar kir, dost bi xuyabûna vî serkirdeyê jêhatî kêfxweş dibûn û dijmin jî xemgîn dibûn.

Agahiyên bêtir

Hêza Zaxo

Damezrandina hêza Zaxo vedigere dema ku Mistefa Barzanî û 400 Pêşmerge ji Barzan derbasî devera Behdînan bûn, çûyîna Barzanî û hêzên wî bo deverê destpêkek girîng û qonaxeke dîrokî bû ji bo wê deverê, ji ber ku herêmeke berfireh ji artêşa Iraqê hat rizgarkirin û ket bin kontrola şoreşê û bû herêmeke azad, ev bû destpêka damezrandina hêza Zaxo.

Agahiyên bêtir

Topxaneya Şoreşê

Topxaneya şoreşê beşeke girîng û bibandor a hêzên Pêşmerge bû, bi giştî ji sala 1965ê ve pêşkeftineke baş di warê dabînkirina efser û Pêşmergeyên rahênandî de bi rêya korsên taybet û peywendiyên hinek efserên artêşa Iraqê yên ku di warê topxaneyê de xwedî ezmûn bûn, çêbûye.

Agahiyên bêtir