Hewldana kuştina Îdrîs Mistefa Barzanî

Îdrîs Mistefa Barzanî yek ji navdartirîn serkirdeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) û kurê Serok Mistefa Barzanî bû. Piştî beşdarbûna di Şoreşa Îlonê de, wek alîkarê Serok Mistefa Barzanî di warê leşkerî û civakî de kar kir, dost bi xuyabûna vî serkirdeyê jêhatî kêfxweş dibûn û dijmin jî xemgîn dibûn.


Herwiha piştî tevgera Rizgarîxwaz a Gelê Kurd bi serokatiya general Mistefa Barzanî rêberê Şoreşa Îlonê bi hikûmeta Iraqê re ket nava danûstandinên aştiyê, di van danûstandinan de rola Idrîs Barzanî nayê piştguhxistin, ji ber vê yekê dijmin hewl didin rêyek ji bo tunekirina wê bibînin û ji bo vê yekê ew ê her rêyek bigirin û ji yekê zêdetir hewl bidin.

Piştî rêkeftina 11ê Adarê, serkirdayetiya Partiya Beis daxwaz ji Serok Mistefa Barzanî kir ku birêz Îdrîs wek cîgirê serokomarê Iraqê destnîşan bike, lê Barzanî razî nabe, herwiha Îdrîs Barzanî serdana Amerîka kir û li gel berpirsên payebilind ên Amerîka ji wan berpirsê dezgeha hewalgiriya (îstixbarata) Amerîka Richard Hilmes û Cîgirên Wezîrê Derve û Berevaniya Amerîka jî dicive, tevî ku ev serdan veşartî bû jî, lê nayê zanîn ku dezgeha hewalgiriya Iraqê bi wê yekê dizane yan na, ev her du gav dupat dikin ku Îdrîs Barzanî ne tenê di warê civakî û leşkerî de xwedî rol û bandor bûye, di warê siyasî de jî pêbawer bûye.

Ev hemû navûdeng û rola çalak a wî, rejîma Beisê pal dide ku hewl bide Îdrîs Barzanî ji nav bibe û bikuje. Di 01.12.1970ê de ji bo şopandin û gotûbêjkirina çawaniya cîbicîkirina rêkeftina 11ê Adarê 1970ê, bi taybetî çarenivîsa Pêşmerge û avakirina Hêza pasevanên Parastina Sînor ji Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê, Îdrîs Barzanî serdana Bexdayê kir û ligel Serokomarê wê demê yê Iraqê Ehmed Hesen Bekir û Cîgirê Serokomar Sedam Husên civiya, lê li wir hewl tê dayîn bê kuştin, Serok Mesûd Barzanî di pirtûka xwe ya bi navê Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Gelê Kurd de vê bûyerê wiha tomar dike:

Ji bo cîbicîkirina peymana 11ê Adarê bi taybetî jî mijara pêkhateya pasevanên parastina sînor, roja 01.12.1970 Îdrîs Barzanî ligel hejmarek ji serkirdeyên Pêşmerge û di nav wan de Hemîd Berwarî serdana Bexdayê kir û ligel serok û cîgirên wî û hindek berpirsan civiya, diviyabû 3 rojan li Bexdayê bima, lê nameyek şandibû û tê de gotibû ku serokomar daxwaz ji wî kiriye ku çend rojên din jî bimîne, lê mamê me Şêx Babo ku bi mebesta serdana me li Hacî Omeran bû, xwest ku vegere Barzan û li bendê bû ku Îdrîs vegere û bi wî re here Barzan, di 6ê Kanûna yekem de, mamê min ji min pirsî, gelo ez dikarim biryara vegera Îdrîs bizanim? ger di sê rojan de vegere, ez ê li benda wî bimînim, ger ew bêtir bimîne, ez ê bi serê xwe herim, min xwest bi telefonê bi Îdrîs re biaxivim, lê xeta telefonê lawaz bû û min tiştek fêm nekir, piştre min telefona rêveberê polîsê Hewlêrê Şêx Riza Gulanî kir û jê re got, hewl bide ku telefona Îdrîs bikin û jê re bêjin ku mamê min bi lez û bez e ku vegere Barzan, ger piştî sê rojan vegere, dê li benda wî bimîne, nexwe dê bi tenê vegere Barzan, Xwedê xwest ku Şêx Riza fehm bike ku vegera Îdrîs gelek giring e û divê demildest vegere.

Îdrîs Mercedesa ku ji aliyê serokomarê Iraqê ve hatibû diyarîkirin şandibû garajê da ku hin kêmasiyan sererast bike, ji ber wê jî li benda çêkirina otomobîla xwe namîne û bi taksiyê vegeriya Hewlêrê, bêyî ku kes bizane, wê êvarê Mercedes dîsa anîn û diviyabû ku roja din her yek ji Hemîd Berwarî û Mihemed Ezîz ku pê re hatibûn Bexdayê û li wir mabûn, vegerin, êvara çûyîna Îdrîs ji Bexdayê di 6ê Kanûna yekem de, Hemîd Berwarî û Mihemed Ezîz bi Mercedesê xwe diçin mêhvandariyek xwarinê, xuya ye ku hinek ji caşan bi hevkariya rêveberê Ewlekariya Giştî Nazim Gizar ji bo tunekirina Îdrîs pîlan çêkiribûn, ez bi xwe dûr nabînim ku hin berpirsên payebilind ên Iraqê di nava vê pîlanê de bûn, tîmên çîbçîkirna pîlanê li gelek nuqteyên stratejîk kemîn danîbûn ji bo pêşîgirtina li otomobîlê û fikirîn ku Îdrîs di otomobîlê de ye, di demjimêr 10 êvarê de otomobîl hat gulebarankirin û wan fikirîn ku Hemîd Berwarî Îdrîs e ji ber ku ew hinekî dişibin hev, Hemîd Berwarî bi giranî birîndar bû, birîn paşê bû nexweşî û ji wê cefayê kişand, zêdetirî 50 gule li otomobîlê ketin, lê Mihemed Ezîz û ajokarê wî zirar nedîtin û rizgarbûna wan bi rastî mûcîze bû, ajokar navê wî Hesen Kawanî bû û şofêrek bi lez û bez û şiyar bû û bi lez û bez otomobîlê di ajot û diçe cîhekî dûrî ciyê kemînê. Bi vê yekê çarenûsa Îdrîs wiha bû ku ji pilana kuştinê xilas bibe, ji ber ku pîlanger fikirî ku Îdrîs di wê otomobîlê de ye ku serok daye wî, di demekê de ku Îdrîs vedigeriya welat bêyî ku haya kesekî jê hebe.

Hewldana terorîstî ya kuştina Îdrîs Barzanî bi ser neket û tenê Hemîd Berwarî birîndar bû, hikûmeta Iraqê jî weke her carê xwe ji wê bûyerê bêpar kir û daxwaz ji serkirdayetiya şoreşê kir ku, her zanyariyek di destê wan de hebe, bide wan, ji bo dîtin û cezakirina sûcdaran, PDKê jî bi rêya liqê xwe yê Bexdayê hemû agahiyên di destê wan de hebûn, bi Saddam Husên didin.

Seddam nameyek destnivîs ji Serok Mistefa Barzanî re şand û jê re tekez kir ku tişta hatiye kirin li dijî rêkeftina 11ê Adarê ye û kesên ku dixwazin ew rêkeftin neyê cîbicîkirin hene.

Kesên ku dixwestin Idrîs Barzanî bikujin hatin eşkerekirin û bi rêya Dadgeha Sewre hatin cezakirin, lê yên ku biryara kuştina wî dabûn veşartî man, heta kodetaya Nazim Gizar di sala 1973an de, piştre hikûmeta Iraqê qebûl kir ku Nazim Gizar ev kar kiriye.


Çavkanî:

  • Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, berg III, Beş II, Şoreşa Îlonê 1961-1975, Çapa Yekem (Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Pêşmerge, 2004).

Gotarên Têkildar

Hewldanên kuştina Serok Mistefa Barzanî

Her tim baweriyek navxweyî heye ku bi mirin an wêrankirin an kuştina serkirdeyekî, dibe ku şoreşek an jî doza miletekî bi dawî bibe, lê ev her tim ji bo her miletî ne raste. Dijminên gelê Kurd ji mêj ve fêm kiribûn ku Serok Mistefa Barzanî biryarder û navenda giraniya tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd e, lewma çendîn hewlên kuştina wî hatin kirin.

Agahiyên bêtir

Hewldana kuştina Mesûd Mistefa Barzanî

Mesûd Mistefa Barzanî di destpêka Şoreşa Îlonê de bû Pêşmerge û piştî damezrandina Ajansa Parastinê, di şoreşê de bû navekî navdar û ji ber beşdarbûna wî di rêkevtina 11ê Adarê de û piştre jî piştî têkçûna şoreşê û nexweşiya Serok Mistefa Barzanî, di vejandina û destpêkirina Şoreşa Gulanê de roleke hîn zêdetir hebû.

Agahiyên bêtir

Hêza Zaxo

Damezrandina hêza Zaxo vedigere dema ku Mistefa Barzanî û 400 Pêşmerge ji Barzan derbasî devera Behdînan bûn, çûyîna Barzanî û hêzên wî bo deverê destpêkek girîng û qonaxeke dîrokî bû ji bo wê deverê, ji ber ku herêmeke berfireh ji artêşa Iraqê hat rizgarkirin û ket bin kontrola şoreşê û bû herêmeke azad, ev bû destpêka damezrandina hêza Zaxo.

Agahiyên bêtir

Topxaneya Şoreşê

Topxaneya şoreşê beşeke girîng û bibandor a hêzên Pêşmerge bû, bi giştî ji sala 1965ê ve pêşkeftineke baş di warê dabînkirina efser û Pêşmergeyên rahênandî de bi rêya korsên taybet û peywendiyên hinek efserên artêşa Iraqê yên ku di warê topxaneyê de xwedî ezmûn bûn, çêbûye.

Agahiyên bêtir