Idrîs Barzanî

Siyasetmedar Idrîs Mistefa Şêx Mihemed Şêx Ebdulselam Barzanî, bi navê Idrîs Barzanî û endezyarê aştiyê tê naskirin, di sala 1961ê de tevlî refên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bû, di sala 1962an de sekreterê Serok Mela Mistefa Barzanî bû...


Siyasetmedar Idrîs Mistefa Şêx Mihemed Şêx Ebdulselam Barzanî, bi navê Idrîs Barzanî û endezyarê aştiyê tê naskirin, di sala 1961ê de tevlî refên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bû, di sala 1962an de sekreterê Serok Mela Mistefa Barzanî bû, di sala 1966 de, ew bû serokê Mekteba leşkerî ya nivîsgeha cîbicîkar û endamê komîteya pêwendiyên derve ya Mekteba cîbicîkar ya Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê, di Gulana heman salê de, di dema Şoreşa Îlonê de bû yekem berpirsê baregeha Barzanî û fermandariya Dastana Hendirînî li dijî artêşa Iraqê kiriye, di sala 1970ê de berpirsê ofîsa leşkerî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (DK) bû û di heman salê de di kongreya heştemîn de wek endamê komîteya navendî ya PDKê hat hilbijartin, di sala 1975ê de yek ji damezrênerên serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bû û di sala 1976an de roleke berçav di Şoreşa Gulanê û şandina Pêşmergeyan bo Kurdistanê hebû û alîkariya lojîstîk bû ji bo Pêşmergey, di kongreya nehemîn de bû endamê Komîteya Navendî û piştre jî ji bo endamê Mekteba Siyasî û berpirsê Pêwendiyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin.


Jiyanname

Idrîs Mistefa Şêx Mihemed Şêx Ebdulselam Barzanî di 14ê Adara 1944an de li gundê Barzan ji dayik bûye, ji malbata şêxên Takya Barzan e û kurê Serok Mistefa Barzanî (1903-1979) ye, di sala 1945an de, piştî rûxandina Şoreşa Barzan a Duyem, dema ku temenê wî kêmî du salî bû, tevî malbata xwe vedigere gundê Kekle yê navçeya Pîranê û deşta Barazgar û di 11’ê Cotmeha heman salê de bi piraniya xelkê devera Barzan re bi rêya Kêleşîn û Dalamperê berê xwe dan Rojhilatê Kurdistanê, di sala 1947an de, piştî rûxandina Komara Demokratîk a Kurdistanê, ligel apê xwe Şêx Ehmed Barzanî (1892-1969) vegeriya Başûrê Kurdistanê.

Di navbera salên 1947-1958an de tevî malbata xwe bi dûrxistî li bajarên Besra, Mûsil û Bexdayê dijiya, di sala 1952an de, tevî zehmetiyên jiyana malbata wî li koçberyê û zindanên hikûmeta Iraqê, li Besrayê ji bo xwendinê hat şandin û heta sala 1954an li wir berdewam kir, di heman salê de, hikûmetê malbata wî bar kir Mûsilê û li wir xwendina xwe domand, di sala 1956an de hukûmetê dîsa wan bar dike bajarê Bexdayê, rewşa ne aram a malbata wî bandor li ser berdewamiya xwendina wî nekir, li şûna wê, heta dibistana seretayî qedandiye û paşê xwendina xwe ya navîn li Bexdayê berdewam kiriye û di heman demê de xwendina olî jî dixwîne.

Piştî duwanzdeh salan ji hezkirina bavê xwe bêpar ma, di sala 1958 de bi dîtina bavê xwe şa bû, di sala 1964an de bi Nazdar Xana keça Hama Awrehman Axa re dizewice. Bi zimanên kurdî, Erebî, Farisî û Ingilîzî baş dizanibû.


Xebatname

Îdrîs Mistefa Barzanî di sala 1961ê de tevlî refên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bû û di sala 1962an de sekreterê Serok Mela Mistefa Barzanî bû, di sala 1963an de beşdarî berfireh a Koyê dibe, di sala 1964an de weke mêvan beşdarî 6emîn kongreya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li Qeladizê bû, di sala 1966 de, ew wek serokê Mekteba leşkerî ya ofîsa cîbicîkar û endamê komîteya peywendiyên derve ya Mekteba cîbicîkar ya encumena serkirdayetiya şoreşê li Kurdistana Iraqê hate destnîşankirin, di destpêka Gulana 1966an de fermandariya Dastana Hendrîn li dijî artêşa Iraqê kiriye, di heman salê de dibe nûnerê Kongreya Heftemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê. Di Gulana wê salê de di dema Şoreşa Îlonê de wek yekem berpirsê baregeha Barzanî hat destnîşankirin, di sala 1966an de li devera Balekayetî pêşwaziya şanda danûstandinan a aştiyê ya hikûmeta Iraqê kir û piştî salekê li gel şandeke Partiya Dêmokrat a Kurdistanê li Koşka Kesk a Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Colonel Ebdulrehman Mihemed Arif (1916-2007) re civiya, di Adara 1967an de li bajarokê Gelale ligel Serok Mistefa Barzanî pêşwaziya Receb Ebdulmecîd, cîgirê serokwezîrê Iraqê kir, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de hatibû.

Di sala 1969an de serpereştiya şerê Helac-Dabana Mezin li devera Germiyanê li dijî hêzên koma Îbrahîm Ehmed – Celal Talebanî dike, di heman salê de di bin fermandariya Serok Mistefa Barzanî de li eniya Ranya-Sarkebkan pêşiya pêşveçûna artêşa Iraqê girt.

Idrîs Barzanî di jiyana xwe de gelek caran rastî hewldana kuştinê hatiye û ketiye zindanê, di 6ê Kanûna Pêşîn a sala 1970î de li Bexdayê otomobîla wî ji aliyê sîxurên Partiya Be's ve hat gulebarankirin, lê ew di otomobîla xwe dw nebû û rizgar bû û carek din di destpêka Hezîrana 1972an de bi bombekirina TNT hewl hat dayîn ku wî, bavê wî û birayê wî Mesûd Barzanî bikujin, lêbelê berî ku ew kar were kirin, hewldan eşkere bû û hat betal kirin, di sala 1978'an de ji ber xebatên siyasî ji aliyê SAVAK'a Îranê ve ji bo demeke kurt hate girtin û jêpirsîn di gel da hat kirin.

Di 10ê Kanûna duyem a 1970ê de, ew endamê şanda 9 kesî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû ji bo danûstandinên otonomiya Başûrê Kurdistanê ligel berpirsên Partiya Be's li Bexdayê û endamê şanda îmzekirina rêkeftina 11ê Adarê ligel hikûmeta Iraqê bû û piştre ji aliyê Partiya Be's ve ji bo postê cîgirê serokomar hat destnîşankirin, lê Serok Mistefa Barzanî bi vê yekê razî nebû.

Di sala 1970 de di kongreya heştan de wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hate hilbijartin, ji 27 heta 29 Mijdara 1973an beşdarî Konferansa Siyasî-Leşkerî ya Çomanê dibe.

Di 8ê Adara 1974an de, wî gera dawî ya danûstandinan ligel Sedam Husên (1937-2006) li Bexdayê pêk anî, berî ku artêşa Iraqê êrişî deverên rizgarkirî yên Şoreşa Îlonê bike û pêşniyar kir ku yekalîkirina yasaya Herêma Otonomiya Kurdistanê ji bo saleke din were paşxistin da ku danûstandinên zêdetir bên kirin, lê aliyê din red kiriye.

Di 4'ê Kanûna duyem a 1975'an de bû endamê Komîteya Plansaziya Leşkerî ya Şoreşa Îlonê û beşdarî civîna 8ê Adarê ya li Hacî Omeran bû ji bo berdewamkirina berxwedana li dijî peymana Cezayîrê ya di navbera Îran û Iraqê de, ku armanca wê astengkirina şoreşa Îlonê bû û di civînê de û ji bo berdewamiya şoreşê dengê “erê” da.

Di sala 1975an de, piştî têkçûna şoreşa Îlonê, koçberî Îranê dibe û berpirsatiya karûbarên penaberan li wî welatî kiriye, di sala 1976ê de di Konferansa Berlînê de wek endamê Mekteba Siyasî ya Serkirdayetiya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hat destnîşankirin.

Di sala 1976ê de roleke berçav di Şoreşa Gulanê de û şandina Pêşmergeyan bo Kurdistanê û alîkariya lojîstîstekî ji bo Pêşmergey hebû, di nîveka sala 1977an de li bajarê Kerecê civîneke mezin bi serperşitiya wî hat saz kirin ji bo alîkariya serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) û ji bo serperşitiya 150.000 penaberên Başûrê Kurdistanê li Îranê.

Di 05 Adara 1979ê de li ser gora Mistefa Barzanî li bajarê Şino bi amadebûna 100 hezar kesî li ser navê malbata Barzanî gotarek pêşkêş kir, di heman salê de endamê Komîteya Amadekar a Kongireya Nehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû û wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û piştre di yekemîn civîna Komîteya Navendî de wek endamê Mekteba Siyasî û berpirsê peywendiyan hat hilbijartin.

Ji Îlona 1981ê heta bihara 1982an fermandariya hêzên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li Başûrê Kurdistanê kir û baregeha wî li deşta Berazgirê a parêzgeha Hewlêrê bû. Di sala 1983 de, ew weke endamê Komîteya Serkirdayetiya Leşkerî ya Hêzên Bereya (CUD) hate hilbijartin, di sala 1983’an de li Şamê bi Abdullah Ocalan re peymana hevkariyê îmze kir.

Di 8’ê Mijdara 1986’an de bi serokatiya şandeke Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) çû Tehrana paytexta Komara Îslamî ya Îranê, li gel Celal Talebanî (1933-2017) Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê peymana aştiyê îmze kir.

Endezyarê lihevhatina hêzên siyasî yên Kurdistanê bû û di damezrandina Bereya Kurdistanê de ku piştre di Gulana 1988an de hat damezrandin, roleke sereke lîst.

Di 31’ê Kanûna duyem a 1987’an de li bareeha xwe ya li gundê Silîvane yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber krîza dil koça dawiyê kir û li goristana Helec ya Rojhilatê Kurdistanê li kêleka gora Mistefa Barzanî hat veşartin.

Di 6ê Cotmeha 1993an de termê Idrîs Barzanî û bavê wî Mistefa Barzanî bi du helîkopterên Komara Îslamî ya Îranê derbasî deriyê sînorî yê Başmaxê li parêzgeha Silêmaniyê bûn û ji aliyê Celal Talebanî, Nêçîrvan Barzanî, rêberên din ên tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê û cemawereke gelek mezin ve hatin pêşwazîkirin, di 8’ê Cotmehê de piştî du rojan derbazkirina tabûta nemiran li gund, bajar û bajarokên Kurdistanê, cara dawî li gundê Barzan bi amadebûna gelek kes û serkirdeyan hatin veşartin.


Çavkanî:

  1. 27 Salên Têkoşînê, Bultena Nûçeyên Kurdistanê, ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Mekteba Siyasî, Dezgeha Weşan û Ragihandinê, Hejmar 17, Tebax 1973.

  2. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.

  3. Elî Mocanî, Solmaz Sidqî..., Çanda Mêrên Îraqî yên Hevdem, (Tehran - Navenda Belgeyên Encumena Şûra ya Îslamî - 1390 H.S.).

  4. Aso Hacî, Barzanî, Pêşmergeyê Serxwebûnê, (Hewlêr - Tora Medyayî ya Rûdawê - 2019).

  5. Şehîd Idrîs Barzanî .. Çend Rûpelên Ronahî yên Jiyan û Têkoşîna wî, Rojnameya Birayetî, Organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 1861, Hewlêr, Duşem 31.12.1994.

  6. Idrîs Barzanî Şehîd di çend rêzan de, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, hejmar 616, dawiya Sibata 1992ê.

  7. Bekir Berzencî, navdarên Kurd, Berg 5, (Beyrût, Navenda Çandî ya Libnanî ya Çap, Weşan, Werger û Belavkirinê, 2012).

  8. Bêwar Ebdulrehman, Keşkola Şehîdekî, (Hewlêr - Weşanxaneya Mukrianî - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).

  9. Kurteyek ji jînenîgariya birêz Idrîsê Herdem zîndî, rojnama Brayatî, organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK)-Yekgirtû, hejmar 2266, Hewlêr, pêncşem 30/12/1997.

  10. Hebîb Mihemed Kerîm, Dîroka Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Westgehên sereke) 1946 - 1993, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998m).

  11. Samî Şuriş, Kurdistan û Kurd, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojehlat - 2019 Mîladî).

  12. Silav li giyanê şehîd Idrîs Barzanî, rojnama Brayatî, organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK)-Yekgirtû, hejmar 1861, Hewlêr, Duşem 31.12.1994.

  13. Şekib Eqrawî, Salên Tengasiyê li Kurdistanê, Girîngtirîn Bûyerên Siyasî û Leşkerî li Kurdistan û Iraqê ji sala 1958 heta 1980, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Manara - 2007).

  14. Şaban Elî Şaban, Çend Agahiyên Siyasî û Dîrokî, Çapa Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhelat - 2013).

  15. Ezzat Silêman Beg, Dastana şerê Hindrînî yê navdar di sala 1966an de, beşa 1, rojnama Brayatî, Organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, hejmar 1643, Hewlêr, pêncşem, 13.05.1993.

  16. Elî Şengalî, Pirsgirêka Kurd û Partiya Be's a Erebî ya Sosyalîst li Iraqê, Beşa Sêyem,Dihok - Çapxaneya Xanî - 2012).

  17. Elî Şengalî, Rûpelên ji kaniya bîranîna min di Partiya Dêmokrat a Kurdistanê de, (Dihok - Çapxaneya Xanî - 2015).

  18. Elî Kemal Berzî, Navdarên Kurd di Sedsala Bîstan de, Bergê 1, (Hewlêr - Pirojeya Berzî - Çapxaneya Zanko - 1999).

  19. Felekedîn Kakeyî, Bîranîna Idrîs Barzanî 1944-1987, Rojnameya El-Taxî, Dar El-Texî bo Çap û weşanê, hejmar 4180, Gera sêyem, Bexda, Yekşem, 29.02.2004.

  20. Karwan Jewher Mihemed, Idrîs Barzanî 1944-1987 Jiyan û Rola Siyasî û Leşkerî di Tevgera Rizgarîxwaza Kurd de, (Hewlêr - Çapxaneya Hêvî - 2019).

  21. Mihemed Mela Qadir, Serbora Nemiran, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2014).

  22. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Bergê Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002).

 


Gotarên Têkildar

Hiwa Geylanî

Hîwa Qadir Ehmed bi nasnav Hîwa Geylanî di sala 1970ê de li gundê Gênawî yê devera Pişder a parêzgeha Silêmaniyê ji dayîk bûye

Agahiyên bêtir

Vala Ferîd

Vala Ferîd Îbrahîm Sîan di sala 1976ê da li Hewlêrê ji dayîk bûye.Di sala 2003an da li zanîngeha Selahedînê mastera hiqûqê û Di sala 2008an de li zanîngeha Selahedînê doktoraya xwe di beşa Hiqûqa Giştî de wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Omid Xoşnaw

Omîd Ebdulrehman Hesen bi nasnav Omîd Xoşnaw, di 1ê Hezîrana 1977ê de li Hewlêrê ji dayîk bûye. Peymangeha teknîkî ya Hewlêrê qedandi.

Agahiyên bêtir

Omid Sabah Osman

Omîd Sebah Osman di sala 1980ê de li Kerkûkê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li Kerkûkê qedandiye, lîsansa qanûnê li zanîngeha Kerkûkê, masterê di beşa yasaya taybet li zanîngeha Selahedîn û diktora yasaya taybet li zanîngeha Silêmaniyê wergirtiye.

Agahiyên bêtir