Franso Herîrî

Franso Toma Kanun, ku bi (Franso Herîrî), mamosta û siyasetmedar tê nasîn, di sala 1963 an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bûye. Di sala 1969 an de bûye berpirsê Komîteya Herêma Balekê ya girêdayî Komîteya Şaxê Duyemîn. Di sala 1979 an de di Kongreya Nehemîn de wek endamê yedek ê Komîteya Navendî hatiye hilbijartin. Di sala 1992 an de bûye endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê. Di kongreyên Yazdemîn û Dozdemîn de wek endamê Komîteya Navendî hatiye hilbijartin...


Jiyanname

Franso Toma Kanun Herîrî, di sala 1937 an de li bajarokê Herîrê yê girêdayî qezaya Şeqlawe ya Parêzgeha Hewlêrê, di malbateke Kirîstiyan a Aşûrî, bi ayîna Mesîhî ya Ortodoks a Rojhilatî de, hatiye dinê. Qonaxên xwendina seretayî li Herîrê xwendiye. Qonaxa navîn li bajarokê Şeqlaweyê xwendiye. Di sala 1960 an de Enstîtuya Mamostayan li bajarê Hewlêrê qedandiye. Zewicî bûye û xwedî çar kur û keçekê bûye. Di salên (1960 - 1961) de li herêma Bilê û Barzanê, wek mamostayê werzîşê hatiye damezrandin. Lîstikvanekî baş û werzîşhez bûye. Di salên (1953 - 1955) de beşdarî lîstika bazdanê ya di pêşbirkên dibistanan de kiriye û li bajarê Bexdayê nûneratiya Parêzgeha Hewlêrê kiriye.

Di sala 1953 an de bi xwendevanên dibistana amadehiyê ya Hewlêrê ya kuran re beşdarî pêşwaziya Feyselê Yekem, Şahê Iraqê bûye. Di sala 1956 an de endamê tîma futbolê ya Klûba Birûsk (Hewlêr) bûye. Di 7 ê Kanûna Yekemîn a 1957 an de li bajarê Hewlêrê wek aktor beşdarî şanoya Şehrazadê kiriye ku qazanca vê şanoyê ji bo mexdûrên lehîya bajarê Silêmaniyê hatibû terxankirin. Di 7 ê Cotmeha 1958 an de ji bo pêşwaziya Cenabê Mistefa Barzanî (1903 - 1979) ku ji Yekîtiya Sovyetê vegeriyabû, serdana bajarê Bexdayê kiriye. Di sala 1959 an de di tîma Birûsk a Hewlêrê de lîstiye. Di 5 ê Hezîrana 1959 an de ji bo hilbijartina Komîteya Parastinê ya Komara Iraqê li bajarê Hewlêrê û bi nûneratiya Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Iraqê ya girêdayî Partiya Komunîst a Iraqê, hilbijartina desteya rêveberî ya nû kiriye.

Di sala 1975 an de piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, koçberî welatê Îranê dibe û li Parêzgeha Urmiyê cîh dibe. Paşê diçe Kerecê û li wir bi cih dibe. Di sala 1991 an de piştî raperîna gel a Kurdistanê vedigere Başûrê Kurdistanê. Gelek erk û berpirsiyarî dîtiye û roleke berçav di pêşvebirina bajarê Hewlêrê de hebû. Zimanên Kurdî, Erebî, Siryanî û Farsî baş dizanîbû.


Xebatname

Franso Toma Herîrî, yekem qonaxa karê wî yê siyasî dibe endamê Partiya Komunîst a Iraqê û berpirsê Komîteya Herêma Rewandizê ya hizbê. Di sala 1961 an de berpirsê şaxê Hewlêrê yê Yekîtiya Giştî ya Iraqê ya girêdayî Hizba Komunîst a Iraqê bûye. Lê ji ber ku bi kesayetiya Barzanî Nemir bandor dibe û heyrana wî dibe, di sala 1963 an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê dibe. Di heman demê de tevlî refên hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Îlonê dibe. Di sala 1963 an de berpirsê şopandina Pêşmerge û karûbarên civakî li herêma Balekayetî ya girêdayî Parêzgeha Hewlêrê bûye. Di sala 1964 an de wek berpirsê asayîşa bajarokê Gelala ya girêdayî Parêzgeha Hewlêrê hatiye destnîşankirin. Di sala 1965 an de cîgirê fermandarê Hêza Balekê ya girêdayî Leşkerê Duyemîn bûye. Di sala 1966 an de di destana Zozikê ya li sînorê Parêzgeha Hewlêrê de piştevaniya hêza Pêşmerge girt ser xwe. Di sala 1966 an de di bin çavdêriya Elî Qasim ku bi Elî şingalî tê nasîn de, amadekariya cihê lidarxistina Kongreya Heftemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê li bajarokê Gelala girt ser xwe. Di sala 1967 an de di nav damezrînerên dezgeha Parastinê de bûye. Di sala 1967 an de li nêzîkî bajarokê Rewandizê yê girêdayî Parêzgeha Hewlêrê û bi hevrêtiya Serok Mistefa Barzanî, di pêşwaziya Doktor Ebdulrehman Bezzaz (1914 - 1973) serokwezîrê Iraqê de bûye ku ji bo danûstandinan serdana Kurdistanê kiribû. Di sala 1968 an de nivîskar û bêjerê beşa zimanê Aşûrî ya Êzgeya Dengê Kurdistanê bûye. Di sala 1970 an de bûye berpirsê Komîteya Herêma Balekê ya girêdayî Komîteya Şaxê Duyemîn ê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê. Di 15 ê Tîrmeha 1970 an de beşdarî merasîma vekirina Kongreya Şeşemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li gundê Nawperdanê li sînorê Parêzgeha Hewlêrê kiriye. Di sala 1970 an de wek dadwerê futbolê di pêşbirkên di navbera tîma Mekteba Siyasî û xwendekarên Gelala de li yarîgeha Nawperdanê beşdar bûye. Di 1 ê Tîrmeha 1970 an de bi fermana Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê wek yekemîn qeymeqamê Çomanê (Hewlêr) hatiye destnîşankirin. Di 15 ê Tîrmeha 1970 an de wek mêvan beşdarî Kongreya Şeşemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li gundê Nawperdanê kiriye. Di destpêka sala 1971 an de wek qeymeqamê Çomanê xizmet kiriye û ji aliyê Wezîrê Dadê ve wek dadwerê cezayî yê pileya duyemîn hatiye destnîşankirin. Di sala 1974 an de bûye endamê Komîteya Şaxê Heftemîn ê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.

Di meha Adara 1975 an de ji bo bilindkirina morala penaberên kampa Zêwe ya li Rojhilatê Kurdistanê serdana wan kiriye û ji wan re axiviye. Di meha Nîsana 1975 an de ji aliyê Heval Mesûd Barzanî ve hatiye peywirdarkirin ji bo amadekariya Şoreşa Gulanê. Di nîvê sala 1977 an de di bin çavdêriya Îdrîs Barzanî (1944 - 1987) de beşdarî civîna berfireh a Kerecê kiriye ji bo alîkariya serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û çavdêriya penaberên Başûrê Kurdistanê li Padîşahiya Îranê. Û mala wî bûye navenda civînan û cihê veşartina birîndaran. Di sala 1977 an de mala wî ya li bajarokê Kerecê li Padîşahiya Îranê wek cihê yekbûna yên ku tevlî hêzên Pêşmerge yên serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê dibûn an jî ji herêmên azadkirî yên Başûrê Kurdistanê vedigeriyan, bi armanca têkiliyê bi Îdrîs Barzanî re bûye. Di sala 1979 an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1984 an de pileya wî hatiye bilindkirin bo endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê. Di sala 1984 an de endamê Komîteya Çavdêriyê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê ji bo sînorê Komîteya Şaxê Sêyemîn û Komîteya Şaxê Çaremîn bûye. Ji 30 ê Mijdara 1985 an heta 4 ê Nîsana 1986 an mamostayê dersa hizbên siyasî yên xula heştemîn a Enstîtuya Kadîran a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê li gundê Rajanê yê Rojhilatê Kurdistanê bûye. Di dawiya sala 1985 an heta dawiya sala 1986 an di xebatkarê bîstemîn ê Komîteya Şaxê Duyemîn ê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê de ji bo cara yekemîn wek berpirsê komîteya şaxê hatiye destnîşankirin. Di sala 1986 an de sernivîskarê kovara "Sefîn" organa Komîteya Şaxê Duyemîn ê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bûye. Di sala 1988 an de endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bûye. Di sala 1988 an de wek endamê Nivîsgeha Cîbicîkar (Al-Mekteb Al-Tenfîzî) ya Eniya Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1988 an de beşdarî destana Xwakurkê ya li sînorê Parêzgeha Hewlêrê li dijî hêza artêşa Iraqê kiriye. Di 13 ê Kanûna Duyemîn a 1990 an de wek berpirsê têkiliyên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê di Eniya Kurdistanê de hatiye destnîşankirin. Di rojên 8 - 10 ê Adara 1990 an de beşdarî civîna berfireh a Eniya Kurdistanê kiriye.

Di sala 1991 an de bi hevrêtiya Serok Mesûd Barzanî di pêvajoya raperîna Başûrê Kurdistanê de bûye. Di sala 1991 an de beşdarî azadkirina bajarê Kerkûkê bûye. Di sala 1991 an de berpirsê Mekteba Navendî ya Têkiliyên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bûye. Ji 16 ê Kanûna Yekemîn a 1991 an heta 18 ê Sibata 1992 an mamostayê dersa rewşa siyasî ya Kurdistan û Iraqê di xula nehemîn a Enstîtuya Kadîran a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê de li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî Parêzgeha Hewlêrê bûye. Di 19 ê Adarê de beşdarî civîna Eniya Kurdistanê kiriye ji bo diyarkirina dema hilbijartinên Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê û rewşa aborî û ewlehiyê ya Başûrê Kurdistanê. Di destpêka sala 1992 an de bi nûneratiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê beşdarî civîna Eniya Kurdistanê kiriye ji bo damezrandina Komîteya Bilind a Çavdêriya Hilbijartinên Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê. Di rojên 23 - 28 ê Kanûna Yekemîn a 1992 an de ji aliyê Eniya Kurdistanê ve bûye endamê Komîteya Panzde Kesî ya nivîsandina projeya qanûna Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê. Di 4 ê Hezîrana 1992 an de bûye endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê li ser lîsteya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê. Di sala 1992 an de bûye serokê fraksiyona Zer (Partiya Dêmokrat a Kurdistanê) di Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê de. Di sala 1993 an de ji aliyê desteya rêveberî ya Klûba Werzîşî ya Hewlêrê ve wek serokê rûmetî yê klûbê hatiye hilbijartin. Di sala 1993 an de wek xwedî îmtiyazê rojnameya "Gulan" ê destûra fermî ji Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye. Di meha Tîrmeha sala 1993 an de wek serokê Komîteya Pêşwaziya Kongreya Yazdemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtî hatiye destnîşankirin. Di sala 1993 an de endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Yazdemîn li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 1993 an de ji aliyê nûnerên Kongreya Yazdemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtî hatiye hilbijartin. Di sala 1994 an de mamostayê dersa mijarên giştî yên xula lezgîn a pêşketî ya Enstîtuya Kadîran a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê li bajarokê Pîrmamê bûye. Di sala 1994 an de bûye berpirsê Komîteya Şaxê Duyemîn ê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtî. Di 19 ê Tîrmeha 1994 an de li Şawêsê li sînorê Parêzgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ve rastî gulle baranê hatiye û rizgar bûye. Di 16 ê Tebaxa 1996 an de ji ber xizmeta wî di Şoreşa Îlonê, Şoreşa Gulanê û raperîna Başûrê Kurdistanê de di Yûbîla Zêrîn a Partiyê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve Madalyaya Barzanî Nemir pê hatiye bexşandin. Di sala 1996 an de di kabîneya sêyemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bûye Wezîrê Herêmê. Ji 1 ê Cotmeha 1996 an heta 18 ê Sibata 2001 an Parêzgarê Hewlêrê bûye. Di dema ku di posta Parêzgarê Hewlêrê de bû, gelek karên girîng pêk anî, nemaze avakirina yarîgeha navneteweyî ya Hewlêrê (Şehîd Franso Herîrî) û Koşka Hunerê, herweha Orkestraya Kurdistanê jî bi alîkarî û piştevaniya wî hate damezrandin. Gelek kar û projeyên din ên şaristanî jî kirin. Roleke berçav di pêşxistina sektora werzîşê li Herêma Kurdistanê de hebû û piştevaniya werzîşvan û ciwanan dikir û alîkariya wan dikir ku mafên xwe bi dest bixin. Beşdarî gelek projeyên bedewkirin û nûjenkirina bajarê Hewlêrê kir û wek piştevaniyeke xurt a projeyên perwerdeyê, tenduristî û werzîşê li Hewlêrê dihat nasîn.

Di 18 ê Kanûna Yekemîn a 1996 an de di Kabîneya Sêyemîn de Wezîrê Herêmê bûye. Roja Yekşemî 23 ê Sibata 1997 an de ji kiryareke terorîstî xilas bûye. Di 26 ê Tîrmeha 1997 an de beşdarî yekemîn kongreya Komeleya Kurdên Feylî bûye ku li bajarê Hewlêrê û di bin çavdêriya Serok Mesûd Barzanî de hatiye lidarxistin. Di sala 1998 an de xwedî îmtiyaza kovara "Hewlêr" bûye. Di sala 1999 an de ji aliyê nûnerên Kongreya Dozdemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hatiye hilbijartin. Roja Duşema 24 ê Kanûna Duyemîn a 2000 an de di xebatkarê bîst û heştemîn ê Komîteya Şaxê Duyemîn ê Hewlêrê de ji bo cara duyemîn wek berpirsê komîteya şaxê hatiye destnîşankirin. Di 14 ê Adara 2000 an de ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê ve bûye endamê Komîteya Bîranînê (Çûyîn) ya vejandina bîranîna jidayikbûna rêberê neteweya Kurd Barzanî Nemir.

Franso Toma Herîrî, di roja 18 ê Sibata 2001 ê de di dema ku diçû ser karê xwe li ser rêya 60 metreyî ya Hewlêrê ji aliyê grûpek Tevgera Yekbûnî ya Îslamî (Hareketa Tewhîdî Îslamî) ve hate teror kirin. Du roj piştî şehîdkirina wî, di roja 20 ê Sibata 2001 ê de li cihê ji dayikbûna wî li bajarokê Herîrê bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî û zêdetirî nîv mîlyon kesî hate veşartin.

Berhemên Wî :

1 - Çima PKK wiha dike? – (Çapa Yekemîn – 2000, Çapa Duyemîn – 2018).

2 - Ji bo ku Dîrok Bi Çewtî Neyê Nivîsandin – 1995. Di sala 1996 an de çapa wê ya Erebî bi navê (Lîkey la yûktib al-tarîx mûherrefan) hatiye çapkirin.


Çavkanî :

1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.

2 - Enwer Ebdullah (amadekar), 29 ê Îlona 1971 ê Barzanî Nemir ji Plana Dijminan Mezintir bû, Rojnameya Birayetî, Organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtî, Hejmar 2934, Hewlêr, Çarşemî, 29 Îlon 1999, r. 2.

3 - Derbarê Hewldana Kuştina Birêz Feranso Herîrî de, Rojnameya Xebat, Organê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Hejmar 816, Hewlêr, Înî, 28 Sibat 1997, r. 2.

4 - Kongre, Encama Hilbijartinên Komîteya Navendî ya Partiya me Radigihîne, Rojnameya Birayetî, Organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtî, Hejmar 1729, Hewlêr, Înî, 27 Tebax 1993, r. 1.

5 - Şêrzad, Çalakiyên Komîteyên Kongreya Partiya me, Rojnameya Birayetî, Organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Hejmar 1691, Hewlêr, Duşemî, 12 Tîrmeh 1993z, r. 4.

6 - Hamîd Gewherî, Madalyaya Barzanî, Xelata Bilindtirîn a Rêzdariyê, Pirtûka Duyemîn, Çapa Duyemîn, (Hewlêr – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî – 2019z), r. 32-37.

7 - Hoşyar Nûrî Lek, Navdarên Kurd di Rêzekê de, (Hewlêr – Çapxaneya Çarçira – 2010), r. 24.

8 - Kener Ebdullah, Beşdariya Siyasî ya Jinan li Başûrê Kurdistanê, (Silêmanî – 2016), r. 74, 81.

9 - Franso Herîrî, Çima PKK Wiha Dike?, Çapa Duyemîn, (Hewlêr – Çapxaneya Roksana – 2018), r. 1, 105.

10 - Elî Sincarî, Pirsa Kurd û Partiya Baas a Ereban a Sosyalîst li Iraqê, Beşa Sêyemîn, (Dihok – Çapxaneya Xanî – 2012), r. 362, 371.

11 - Ji bo Aştî û Yekîtiya Niştimanî, ji bo Cîbicîkirina Peymana Adarê, Beşa Dehemîn, Rojnameya El-Teaxî, Dar Al-Teaxî ji bo Çap û Weşanê, Hejmar 1190, Bexda, Çapxaneya Times, Yekşemî, 19 Mijdar 1972, r. 8.

12 - Sefer Jajokî, Bîranînek ji bo Şehîdê Rêber Franso Herîrî, Rojnameya Xebat, Hejmar (4506), 18/2/2014.

 


Gotarên Têkildar

Elî Hejar

Parêzer Elî Ebdullah Elî, di sala 1962 an de tevlî refên hêzên Pêşmerge bûye. Di sala 1970 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Heştemîn) hatiye hilbijartin. Di 24 ê Mijdara 1983 an de li girtîgeha Kerkûkê hatiye îdamkirin.

Agahiyên bêtir

Elî Eskerî

Elî Ebdullah Reza, di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin. Di 10 ê Sibata 1971 an de ji bo cara duyemîn tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bûye. Di sala 1973 an de ji aliyê serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê ve bûye fermandarê Hêza Deşta Hewlêrê.

Agahiyên bêtir

Ebdulsemed Bena

Ebdulsemed Mihemed Ebdulrehman Îbrahîm, di sala 1946 an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bûye. Di sala 1946 an de di yekbûna yekemîn de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Yekemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Ebdulazîz Teyib

Mamoste Ebdulazîz Teyib Ehmed Mihemed, di sala 1970 an de tevlî refên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bûye. Di sala 1970 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1993 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtî (Kongreya Yazdemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Dr Cercîs Hesen

Dr Cercîs Hesen Ebdula, bi navê (Dr Cercîs hatiye), nas kirin. Di sala 1967 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye. Di sala 1979 an de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (kongreya nehem) de hatiye hilbijartin. Di sala 1980 an heta 1985 an berpirsê lîjneya leqa 1 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1989 an de bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin. Li kabîneya sêyem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Wezîrê Perwerdeyê b

Agahiyên bêtir