Hêza Zaxo

Damezrandina hêza Zaxo vedigere dema ku Mistefa Barzanî û 400 Pêşmerge ji Barzan derbasî devera Behdînan bûn, çûyîna Barzanî û hêzên wî bo deverê destpêkek girîng û qonaxeke dîrokî bû ji bo wê deverê, ji ber ku herêmeke berfireh ji artêşa Iraqê hat rizgarkirin û ket bin kontrola şoreşê û bû herêmeke azad, ev bû destpêka damezrandina hêza Zaxo.


Di Gulana 1962’an de piştî ku piraniya gundên herêma Behdînan ketin bin kontrola şoreşê, Ji bilî navendên navçedaryan û deverdaryan ku hê jî di bin kontrola hikûmeta Iraqê de bûn, gel bi kom tevlî şoreşê bûn û tevlî hêzên Pêşmerge bûn. Di destpêka şoreşê de hêzên Pêşmerge nehatin rêxistin, ji bo jinûve birêxistinkirina hêzên Pêşmerge bi rengekî yekgirtî, da ku bibin xwedî şêweyekî leşkerî, li ser pêşniyar û biryara rêberê şoreşê Mela Mistefa Barzanî, hewla birêxistinkirin îdarî û leşkerî li herêma Behdînan hat dayîn. Ji bo her herêmekê fermandarek hat destnîşankirin ku Îsa Suwar wek fermandarê herêma Zaxo, Elî Xelîl fermandarê herêma Duhokê, Heso Mîrxan Dolamerî fermandarê herêma Şêxan û Mihemed Emîn Mîrxan fermandarê hêzên êrîşbir û Esed Xoşewî fermandarê giştî yê herêmê bû, çend yekîneyên Pêşmerge di bin navên Qol, Liq, Sektor, serliq û fermandarên sektoran de hatin avakirin û rêxistin kirin, weke sîstema artêşa Iraqê, ji bo hêzên Pêşmerge, hêz, tabûr, liq û pel hatine destnîşankirin.

Hêza Zaxo yek ji hêzên Şoreşa Îlonê bû ku navçeyeke cografî ya berfireh girtibû ser xwe, piştî ku Îsa Suwar wek fermandarê herêma Zaxo hat destnîşankirin, tevî 60 pêşmergeyan çû herêmê, baregeha wê hêzê li gundê Ermiştê û piştre jî li gundê Bêzihê hate avakirin. piştî ku li herêmê bi cih bûn Îsa Suwar, çend serqol danîn, her yek ji 60 heta 100 pêşmergeyan tê de bûn, her yek li devereke cuda, wek qola Elî Elî Seyfeddîn, Haşim Mêrozî, Naîf Ehmed Mijdîn, Elî Halo, Erîf Derwêş, Elî Reşo, Mûsa Behravî, Ferhan Keşanî Gulî, Mela Hesen Hacî Sadiq Gulî, Selman Xorşîd, Ebdulrehman Dîno, Seyîd Ebûş Ebdî Xezala, Yasîn Reşîd Bêtasî , Şerîf Mûsa Miçulî û Abûş Mistefa. Ev qol di şêweyê desteyên eşîran de bûn, ku heta sala 1964an ev rêxistin bi vî şêwey man. Di navbera salên 1961 û 1963an de, hêzên Pêşmerge sîstema mûçe nebû û piraniya wan xwebexş bûn û piraniya xerciyên Pêşmerge li ser milê xelkê herêmê bû.

Di Adara 1962’an de ji ber nebûna çekan fermandarê vê hêzê li herêmê dest bi komkirina çekan kir, di encamê de 75 çek ji aliyê xelkê ve hatin pêşkêşkirin û hêzên pêşmerge dest bi êrîşa li ser 2 xalên leşkerî yên li çiyayê Bêxêrî kirin ku 17 polîs têde bûn, xala yekem li Kelfrînê û xala duyemîn jî li hindavî gundên Tirkija bû, ev operasyona leşkerî bû gava yekem ji bo destpêkirina şerên din ên li herêmê.

Piştî kodetaya leşkerî ya 8ê Sibata 1963ê û hatina Partiya Be's a Sosyalîst a Erebî û avakirina hikûmeta nû ya Iraqê, ku li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd rawestiyan û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hincet bikar anîn, piştî danûstandinên di navbera serkirdayetiya şoreş û hikûmeta Iraqê de, rewşa Kurdistanê careke din têk çû û hikûmeta Iraqê dîsa dest bi şer kir, di dema êrîşa hikûmeta Iraqê ya li ser Çiyayê Metînî di sala 1963an de, Artêşa Yekem û Hêza Zaxoyê bi 300 Pêşmergeyên yedek bi serkirdayetiya Îsa Suwar karîn hêzên hikûmetê ji çiyayê Metînî derbixin. Piştî rêkeftina 10ê Sibata 1964ê di navbera serkirdayetiya şoreşê û hikûmeta Iraqê û agirbestê, serkirdayetiya şoreşê dest bi rêkxistina siyasî û leşkerî kir, artêşa yekem li Behdînanê bi fermandariya Esed Xoşewî, artêşa duyemîn li Hewlêrê bi fermandariya Reşîd Sindî û artêşa sêyem jî li Silêmanî û Kerkûkê bi fermandariya Ezîz Akreyî pêk anî, leşkerê yekem li Behdînan ji Hêza Zaxo ya bi fermandariya Îsa Suwar, hêza Dihokê bi fermandariya Elî Xelîl û hêza Şêxan û Akrê bi fermandariya Hiso Mîrxan Dolemerî pêk dihat.

Piştî peymana 11'ê Adara 1970'î rêxistina leşkerî guherî bi ser da hat ku 4 tabûrên pasevanên sînor li sînorê Artêşa Yekem hatin avakirin ku 2 hezar Pêşmerge tê de bûn, tabûra 3 ya Amêdiyê bi serpereştiya Selîm Esed, tabûra 4 a Zaxoyê bi serpereştiya Îsa Suwar, tabûra 8 a Dihokê bi fermandariya Elî Xelîl û tabûra 9 a Şêxan jî di bin fermandariya Hiso Mîrxan Dolamerî de bû, her tabûrek ji 500 Pêşmergeyan pêk dihat. Piştî destpêkirina şer di sala 1974’an de tabûrên pasevanên sînor hatin hilweşandin û Artêşa Yekem wekek caran bi hin guhertinan hate avakirin.


Pêkhatina Hêza Zaxo:

Hêza Zaxo ku girêdayî Artêşa Yekemîn bû, di sala 1964an de hat damezrandin û li salên (1962-1965) baregeha wê li gundê Bêzihê û piştre li gundên Ermiştê û Asihê bû, herwiha nexweşxaneyek wî hebû û li gundê Ermiştê bû, ev hêz ji pênc tabûran pêk dihat:

  1. Tabûra yekem bi fermandariya Elî Halo ji sê liqan pêk dihat û di bin çavdêriya Elî Reşo Cundî, Omer Elî Halo û Ehmed Teyar Îsmaîl de bûn, li devera Sindiyan û gundê Behrava bi cih bû.

  2. Tabûra duyemîn a bi fermandariya Seyîd Ebûş Silêvaneyî û cîgirê wî Ramazan Salihbû, ji sê liqan pêk dihat û di bin çavdêriya Îsmaîl Hacî Bedrî, Ferhan Ebdullah Elî û Mela Taha Hacî Tahir de bûn, Li devera Silêvaneyan li gundê Bavya bi cih bû.

  3. Tabûra sêyem, bi fermandariya Elî Elî Sêvdîn û cîgirê wî Bozê Ehmed Elî bû, ji sê liqan bi fermandariya Seîd Hacî Mehmûd Boselî, Simo Salih Sindî û Remezan Mîrza Îbrahîm Gulî pêk dihat.

  4. Tabûra çarem bi fermandariya Ebdulqadir Husên Mihemed ji sê liqan bi serpereştiya Husên Ebdulkerem Reşo, Mûsa Ehmed Beşar û Ehmed Simê Ehmed pêk dihat.

  5. Tabûra pêncem bi fermandariya Ehmed Ebdullah Şane û cîgirê wî Elî Teha Qumrî, ji çar liqan pêk dihat û di bin çavdêriya Şewket Birîndar Qumrî, Ramazan Reşîd Mistefa, Silêman Mehmûd Îbrahîm û Neaman Hacî Merwan Taha de bûn.

Her tabûrek vê hêzê bû sê-çar liqan dihat dabeşkirin û liq ji sê pelan pêkdihat, di her tabûrekê de yekîneyeke piştgiryê hebû wek top, mayin, RBG, mîtralyoz û her tabûrekê yekîneyeke kîmyewî hebû ku ji pênc şeş kesan pêk dihat.

yekîneya endezyarî fermandariya pola endezyariyê ya wê hêzê di bin fermandariya Mihemed Xalid Boselî û alîkarê wî Ehmed Remo bû.

yekîneya kîmyewî di nav sînorên vê hêzê de bi Fermandariya Ebdulkerîm Osman Eskender bû û Seyîd Hemîd Mistefa jî alîkariya wî dikir, du tîmên kîmyewî hebûn ku ji aliyê Ebdulezîz Xeyat û Silêman Arif Çifitkî ve dihatin birêvebirin.

li sînorê Hêza Zaxoyê sê cure top hebûn: Eyûb Omer berpirsê topên 120 mm, Salih Emîn Salih berpirsê topên 82 mm û Salih Teyar berpirsê topên 62 mm.

herwiha Ehmed Yûsif Qasim jî berpirsê Bêtelê û alîkarên wî Erîf Salih û Silêman Mihemed Elî bûn ku ser bi Hêza Zaxo bûn.

Piştî peymana 11’ê Adara 1970’an hêzên şoreşê hatin guhertin û di bin çavdêriya hikûmeta Iraqê de bûn tabûra pasevanên sînor, Hêza Zaxo wek tabûra çarem a hêzên pasevanên sînor bi serpereştiya Îsa Suwar bi pileya pêşeng hat rêxistin, cîgirê vê tabûrê Remezan Îsa û alîkar jî Bahcet Amêdî bû, ev tabûre ji 500 Pêşmergeyan pêk dihat û baregeha wê li Tilkeberê bû, Serliqên tabûra pasevanên sînor ji Bozê Ehmed Mîrza, Mela Taha (reîs 'urefa wehde), Elî Elî Zêwkî, Erîf Derwêş, Seyîd Ebûş Ebdî Xezala û Seîd Halo pêk dihat.

Piştî sala 1974ê ku şer di navbera serkirdayetiya şoreşê û hikûmeta Iraqê de dest pê kir, hikûmeta Iraqê biryara hilweşandina tabûrên pasevanên sînor da û Hêza Zaxo wek berê ji nû ve birêxistin kir heta têkçûna sala 1975ê ku Îsa Suwar fermandarê wê hêzê bû, Seyîd Ebûş Ebdî Xezala, Erîf Derwêş, Elî Elî Zêwkî û Hecî Qado Giravî fermandarên tabûrê bûn, di heman demê de baregeha Hêza Zaxo ji Ermişte bo devera Lêfê hate veguhestin.

 

Şer û çalakiyên Hêza Zaxo:

  1. Şerên sala 1962an: Girtina tabûra leşkerî li Asîhê, şerê geliyê Zaxo, şerê Batîfa, operasyona Eyn Zale, şerê Peravê, Banya Nêrgiziyê.

  2. Di sala 1963an de şerê Çiyayê Metînî, geliyê Zaxo, deşta Silêvaneyan.

  3. Di sala 1965an de şerê Deşta Lêfê.

  4. Di sala 1967an de şerê Banya Nêrgiziyê.

  5. Şerên salên 1974-1975an de weke şerên deşta Silêvaneyan, Kelfirîn, Çiyayê Bêxêrî, Bavya û geliyê Zaxo.


Çavkanî:

  1. Mesûd Barzanî, Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Berg III, Beşa I, r (67-68), (92-95), (158-160), 187.

  2. Rojîn Çalbî Munîr, Zaxo, 14 Tîrmeha 1958-6 Adar 1975, (Navenda Zaxo ya Lêkolînên Kurdî, 2018), r. 145, 148, 149, 154, 158, 159, 165, 168, (209-211), (252-253),(309-311).

  3. Arî Farûq Nanekelî, Saziyên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Şoreşa Îlonê di navbera salên 1961-1975 de, r 144.

  4. Abdullah Rehman Melazade, Avahiya Leşkerî ya Şoreşa Mezin a Îlonê di 1965-1975 de, r 15-17, 25.

  5. Muqedim Rukin Senger Ibrahîm Xoşnaw, Bûyerên Leşkerî yên Şoreşa Îlonê 1970-1975, (Hewlêr, Çapxaneya Danişfer, 2022), r. 67-68.

  6. Wasfî Hesen, Destpêka Şoreşa Îlonê li Herêma Behdînan 1961-1963, (Duhok, Çapxaneya Xanî, 2012), r. 65,80.


Gotarên Têkildar

Hewldanên kuştina Serok Mistefa Barzanî

Her tim baweriyek navxweyî heye ku bi mirin an wêrankirin an kuştina serkirdeyekî, dibe ku şoreşek an jî doza miletekî bi dawî bibe, lê ev her tim ji bo her miletî ne raste. Dijminên gelê Kurd ji mêj ve fêm kiribûn ku Serok Mistefa Barzanî biryarder û navenda giraniya tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd e, lewma çendîn hewlên kuştina wî hatin kirin.

Agahiyên bêtir

Hewldana kuştina Mesûd Mistefa Barzanî

Mesûd Mistefa Barzanî di destpêka Şoreşa Îlonê de bû Pêşmerge û piştî damezrandina Ajansa Parastinê, di şoreşê de bû navekî navdar û ji ber beşdarbûna wî di rêkevtina 11ê Adarê de û piştre jî piştî têkçûna şoreşê û nexweşiya Serok Mistefa Barzanî, di vejandina û destpêkirina Şoreşa Gulanê de roleke hîn zêdetir hebû.

Agahiyên bêtir

Hewldana kuştina Îdrîs Mistefa Barzanî

Îdrîs Mistefa Barzanî yek ji navdartirîn serkirdeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) û kurê Serok Mistefa Barzanî bû. Piştî beşdarbûna di Şoreşa Îlonê de, wek alîkarê Serok Mistefa Barzanî di warê leşkerî û civakî de kar kir, dost bi xuyabûna vî serkirdeyê jêhatî kêfxweş dibûn û dijmin jî xemgîn dibûn.

Agahiyên bêtir

Topxaneya Şoreşê

Topxaneya şoreşê beşeke girîng û bibandor a hêzên Pêşmerge bû, bi giştî ji sala 1965ê ve pêşkeftineke baş di warê dabînkirina efser û Pêşmergeyên rahênandî de bi rêya korsên taybet û peywendiyên hinek efserên artêşa Iraqê yên ku di warê topxaneyê de xwedî ezmûn bûn, çêbûye.

Agahiyên bêtir