Haşim Mêrozî

Haşim Ezîz Ehmed naskirî bi Haşim Mêrozî, fermandar û pêşmergeyê her du şoreşên Barzan ya duyemîn û Şoreşa Îlonê ye, di sala 1945’an de tevlî Şoreşa Barzan a Duyemîn dibe, sala 1961ê di Şoreşa Îlonê de bûye pêşmerge, di 10’ê Gulana 1965’an de di şerê Çiyayê Etrûşê de şehîd dibe.


Jiyanname

Şehîd Haşim Ezîz Ehmed bi nasnav Haşim Mêrozî, di sala 1925’an de li gundê Mêrozê yê girêdayî devera Mizûrî Jûrî ya girêdayî navçeya Mêrgasorê li parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, du caran zewicî bû hevjînên wî navên wan Besna Xelîl û Feyrûz bûn, 6 kur û 4 keçên wî hene, du kurên wî bi navên Husên Haşim Ezîz Mêrozî di sala 1996an de û Sadiq Haşim Mêrozî di sala 1986an de şehîd bûne.


Xebatname

Di sala 1945’an de tevlî refên Şoreşa Barzan a Duyem dibe û bûye pêşmerge, yek ji Pêşmergeyên netirs û leheng ê Şoreşa Barzan bû, ji ber dilsozî û jêhatîbûna xwe di ciwaniya xwe de, di nav eşîra Mizûrî Jûrî de kesekî navdar bû, nûnerê Şêx Ehmed Barzanî bû di nav eşîra Mizûriyan de, di sala 1961ê de di Şoreşa Îlonê de bû pêşmerge, di heman salê de wek cîgirê Îsa Suwar Sêlkî, fermandarê hêza Zaxoyê hat destnîşankirin.

Di çendîn şer û dastanan de wek fermandar beşdarî û serpereştiya Hêzên Pêşmerge kiriye, ji wana şerên Geliyê Zaxo, Batîfa, Geliyê Spî, Eyn Zale, Metîna, Gare, Zawîte, Etrûş û Geliyê Qiyametê, du caran jî bi giranî birîndar bûye, di sala 1964an de ji ber jêhatî û mêrxasiyê wî bi fermana Barzanî yê nemir wek fermandarê hêza Şêxan hat destnîşankirin.

Di 10ê Gulana 1965an de di şerê Çiyayê Etrûşê de bi giranî birîndar dibe, piştî çend saetan ji ber birîna xwe ya giran şehîd bû û li gundê Hesneka yê devera Mizûriyan li Çiyayê Etrûşê hate veşartin, yek ji wan şehîdan bû ku gora wî nediyar bû, lê gora wî piştî 45 salan ji şehadeta wî hatiye dîtin.


Çavkanî:

  • Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Mistefa Goronî

Mistefa Ebdullah Hemed Ehmed, ku bi navê Mistefa Goronî jî tê naskirin, Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlonê û Golanê bû, di sala 1991ê de beşdarî serhildanê dibe, di sala 1979an de jî endamê kongreya 9emîn bûye

Agahiyên bêtir

Necmedîn Goronî

Necmedîn Ebdullah Hemed, bi nasnav Necmedîn Goronî tê naskirin, fermandar û pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulanê û Serhildanê ye, di sala 1961ê de tevlî hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, serliq bû û Erkê wî parastina baregeha Barzanî bû, di 3ê Mijdara 1994an de koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Hesen Axa Berzêweyî

Hesen Ebdulrehman, bi nasnavê Hesen Axa Berzêweyî tê naskirin, di sala 1965’an de tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bû, di Şoreşa Îlonê de pileya cîgirê betalyona 1. a Zozkî wergirtiye, di sala 1979’an de bû fermandarê hêza serkirdayetiyê, di sala 1986 de, ew bû Berpirsiyarê komîteya navçeya Rwandizê.

Agahiyên bêtir