Hewldanên kuştina Serok Mistefa Barzanî

Her tim baweriyek navxweyî heye ku bi mirin an wêrankirin an kuştina serkirdeyekî, dibe ku şoreşek an jî doza miletekî bi dawî bibe, lê ev her tim ji bo her miletî ne raste. Dijminên gelê Kurd ji mêj ve fêm kiribûn ku Serok Mistefa Barzanî biryarder û navenda giraniya tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd e, lewma çendîn hewlên kuştina wî hatin kirin.


Pêngava yekem a tunekirina wî bi girtin û rakirina wî di sê saliya xwe de dest pê kir, Împaratoriya Alî Osman ji ber şoreşê Şêx Ebdilselam Barzanî ew û malbata wî xistin zindana Mûsilê û piştre biryara derxistina wan bo Silêmaniyê dan. Piştî vê yekê Barzanî gihîşte temenê ku çek hilde û di şer de xwe spartiye ser xwe û gav bi gav navê wî li ser zarê her kurdekî ket.

Yekem: hewla kuştina Mela Mistefa Barzanî di sala 1936 de

Piştî tepeserkirina Şoreşa Barzan a Yekemîn û radestkirina Şêx Ehmed Barzanî û Mela Mistefa Barzanî ji aliyê tirkan ve bo dewleta padîşah a Iraqê, ew û malbatên xwe li Mûsilê hatin girtin, her weha piştî ku Xoşewî Awdîş şoreşa Xoşewî dest pê dike, hikûmeta paşayetî, bi taybetî Hassameddîn Cuma, ku wê demê hem rêvebirê polîs bû, hem jî karûbarên waliyê berê Omer Nezmî jî birêve dibir, wan bawer dikir ku Mela Mistefa bû yê ku tevgera Xoşewî teşwîq dikir û wan îlhama xwe jê digirtin, ji ber vê yekê di sala 1936an de hewl da Mela Mistefa Barzanî bijehr bikin û jehr xistin qahweya wî, piştî vê yekê Mela Mistefa du hefte bêhiş ma û bi awayekî mucîzeyî ji mirinê rizgar bû.

Di hewldana rizgarkirina Mela Mistefa de, ev nav tên gotin: Şêx Ecîl Yawer û malbata Keşmule û Ebawîn, herwiha gotegot hene ku pijîşkekî Firensî ku li Sûriyê dimîne, di dermankirina Mela Mistefa de rol lîstiye.

Duyem: hewla kuştina Mela Mistefa Barzanî di sala 1961ê de

Piştî destpêkirina Şoreşa Îlonê ya 11ê Îlona 1961ê û serkeftina Pêşmerge di çend şeran de, xuya bû ku hikûmeta Iraqê hewl dida ku bi serkirdayetiya siyasî ya Kurd re, bi taybetî general Mistefa Barzanî, nêzîk bibe û danûstandinan bike, lê wan çend caran bi dizî hewl dan Mela Mistefa bikujin û çendîn caran jî mirin û kuştina wî ragihand.

Ebdulkerîm Qasim ku bi tevahî ji xwe derketibû û hewl dida ku desthilatdariya xwe ya dîktatorî li Iraqê zêdetir xurt bike û xwest ku Mela Mistefa Barzanî dest ji mafên rewa yên gelê Kurdistanê berde û here ji bo xwe li Barzan rune, bi vê mebestê nameyek ji Şêx Ehmed Barzanî re şand û jê xwest ku Serok Mistefa Barzanî teşwîq bike û bi wan re rûnin, Şêx Ehmed red nekir û du nûnerên xwe şand cem Mela Mistefa da ku razî bibin bi nûnerê Ebdulkerîm Qasim, lîwa Hesen Ebûdî, ku berpirsê lîwaya pêncan bû, bicivin. Mesûd Barzanî di beşa yekem a berga sêyem a pirtûka xwe ya bi navê (Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd) de wiha dibêje:

Di 17ê Kanûn yekem de hikûmetê cihekî nêzîkî Sarsengê ji bo her du danûstandinkaran diyar kiribû, lê Barzanî neçû wir û li ciyekî li nêzîkî gundê Bamarnê ma, paşê qasid şandin cihê ku ji bo hevdîtinê hatibû diyarkirin, ji bo ku li benda hatina Hesen Ebûd bin û wî bibin cihê ku Barzanî ji bo hevdîtinê hilbijartibû. Nêrîna wî rast derket û Qasim dixwest wî û nûnerê wî Hesen Ebûdî bi hev re li cihê hevdîtina wan bikuje. Hema ku Hesen Ebûd ji cihê xwe derket û bi nûnerên Barzanî re çû cem Barzanî, çar firoke hatin û bi awayekî pir giran û rast ew cih bombebaran kir. Hesen Ebûd ji dûr ve bû şahidê bomberdûmana giran û gelekî şerm kir û ew helwest li cem wî pir giran bû.

Weke ku ev çîrok diyar dike, ezmûn û pêşbîniya nemir Barzanî pîlana dijminan pûç kir û nehişt ku xwestekên wan pêk were û hewla wan a terorîstî têk çû. Barzanî ji Hesen Ebûdî re got: “Ez ji Qasim tiştekî naxwazim bide min. Bila mafên gelê Kurd bide û ezê ji Iraqê derkevim.”

Sêyem: hewla kuştina Mela Mistefa Barzanî di sala 1971ê de

Tevî ku Şoreşa Îlonê hin armancên xwe bi dest xistibû jî, herwiha cara yekem bû otonomiya Kurdistanê jî bi fermî hatî qebûl kirin, Lê belê dijminên Kurdistanê û Serok Mistefa Barzanî dest ji hewlên xwe bernedan û bi pîlanên kuştina wî berdewam bûn.

Di 15ê Îlona 1971an de, du zanayên olî ku yek ji wan Ebdulcebar Ezemî Melayê Sunne û Ebdul Husên Dexîlî melayê Şîe bû serdana Mistefa Barzanî kirin û wî jî bi germî pêşwazî li wan kir. Her du zanayên olî gotin ku ji ber rewşa nebaş a di navbera şoreşê û rejîma Iraqê de û bandora vê rewşê li ser raya giştî ev serdan kiriye, her wiha agahî dan ku ew bi niyaz in ku di nav zanayên olî û di nava xelkê de bi giştî de kampanyayekê bidin destpêkirin, ji bo kêmkirina nakokiyan û xurtkirina aştiya heyî, ji ber vê yekê pêdiviya wan bi nêrîna Serok Mistefa Barzanî hebû.

Barzanî nêrîna xwe ji wan re got û ji hewldanên wan hez kir û piştgirî da wan. Heya niha kar asayî ye, lê tiştê neasayî ew e ku şofêrê ku her du melayan anîne zilamekî dezgeha hewalgiriya (îstixbarata) Iraqê bû ji bo dîtina tedbîrên ewlehiyê yên ji bo parastina Mela Mistefa Barzanî, herwiha ji bo naskirina erdnîgariya deverê û baregeha Barzaniyê nemir û ji bo dîtina ku Barzanî li ku dijî û li ku derê pêşwazî li mêvanên xwe dike, hatibû.

Di 29ê Îlona 1971ê de şandek hat Hacî Omeran ku ji Ebdul Husên Dexîlî, Şêx Ebdulcebar Ezemî, Şêx Ebdulwehab Ezemî, Şêx Îbrahîm Xanim Xuzaî, Şêx Ehmed Hîtî, Şêx Baqir Muzefer, Şêx Xazî El-Dilêmî, Şêx Nûr Yasîn û Şêx Ebdulcelîl El-Mûsewî pêk hatbûn û ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera şoreş û hikûmeta Iraqê de hatbûn. Şand bi du otombîlan hatbûn ku yek jê Toyota pîkap û ya din jî Chevrolet a sala 1963 ku Silêman Koxî û Mihemed Kamil Îsmaîl diajotin û her du jî girêdayî dezgeha hewalgiriya (îstixbarata) Bexdayê bûn.

Li ser xala kontrolê ya Hacî Omeran destûr nehat dayîn ku otombîl derbas bibin, lê endamê şandê Ebdulcebar Ezemî gef li pasewanan xwar ku eger rê nedin wan, ewê giliyê wan li cem Serok Mistefa Barzanî bikin, ji ber vê yekê destûr pê hat dayîn derbas bibin.

Dema şand hat Serok Mistefa Barzanî, Dr.Mehmûd û Mesûd Barzanî bi hev re bûn. Barzanî hat agehdarkirin ku mêvanên wî hatine û navên mêvanan jê re hatiye ragihandin, Barzanî biryar da ku piştî nimêja êvarê wan bibîne.

Mêvanan ji Melam Mistefa re Quranek û kitêbeke din a Şerîetê anîbûn, wî qebûl kir û spasiya wan kir. Piştî vê yekê çayçiyê navendê hat hundir û ji Şêx Hadî Xezrecê ku li hemberî Serok Mistefa Barzanî rûniştibû, dest bi danan çayê kir. Şêx Hadî ku bi dizî recorderek dengî ji bo tomarkirina dengê Mela Mistefa bi xwe re anîbû, firsend bi dest xistibû û çayçî jê re asteng kiribû û tiliya xwe xistibû recorder, lê ji dêvla tomarkirinê, recorder teqiya û şêx li wir perçe perçe bû û ode tijî dûman bû.

Mesûd Barzanî ku beriya teqînê ligel Serok Mistefa Barzanî bû, piştî ku dengê teqînê bihîst rasterast ço cihê teqînê, ew dibêje: Di destpêkê de min digot qey mala bavê min hatiye teqandin, paşê ji min re diyar bû ku bavê min ji dema ku destnîşan kiribû zûtir çûye cem mêvanan û li wir êrîşa terorîstî pêk hatiye. Min digot qey bavê min hatiye kuştin, lê pasewanekî wî ji min re got ku Serok Mistefa Barzanî tenê parçeyek lê ketiye û sax e.

Mesûd Barzanî bûyerên piştî êrîşa terorîsî wiha vedibêje:

Li odeya pêşwaziyê ji kesên hatin 4 kes bi bombeyê hatin kuştin. Kesên li ser kursiyên rast û çepê bavê min jî birîndar bûn û yê ku dikaribû bireviya, reviya, Barzanî ji odê derket û ji pêşmergeyan re got: “Kesekî ji wan nekujin, lê her du ajokar negihîştin Chevroletê - ku, mîna ya din, hatibû bombe kirin û roket li şûna çirayên dûvikê hatibûn girêdan da ku eger ajokar serketin û birevin, ew dikarin wan bibînin û her di otombîlê de wan bişopînin, ev her du ajokar çawa dimeşiyan, bombeyên destan avêtin… Saet pênc û bîst û pênc deqeyan bi kuştina pîlangeran her tişt hate qutkirin.

Di vê kiryara terorîstî de, 9 mela û 2 şofêr hatin kuştin, 2 pêşmerge jî şehîd bûn û çardeh jî birîndar bûn. herwiha gava ku wan hemû gel belav kirin, Toyota ya plankirî jî teqiya, lê tu ziyan çênebû.

Ji bo sersaxî bo Barzanî û dilxweşiya wan! bi rizgarbûna General Mistefa Barzanî ji hewldana terorîstî, destpêkê serkirdayetiya Partiya Beis a Iraqê nameyek şand, piştre Serokkoar Ebdulsetar Cewarî ku wezîr bû, li ser navê xwe ew şand cem Serok Barzanî û herduyan jî bêahgahbûna xwe ji wê kiryara terorîstî nîşan dan.

Ji bo eşkerekirina rastiyan û diyarkirina kesên destê wan di wê kiryara terorîstî de heye komîteyek hevbeş hat avakirin, lê bê encamp bû, ji ber ku li gorî agahiyên ku Ajansa Parastinê ya Şoreşê bi dest xistine, rejîmê ev pilan bi xwe amade kiribû.

Dibe Nazim Gizar, serokê wê demê yê dezgeha îstixbarata Iraqê, di cîbicîkirina planê de roleke bibandor hebû, lê biryarder di ser wî re bû, û ew tenê cîbicîkar bû.

Mesûd Barzanî di berga sêyem a beşa duyem a pirtûka xwe ya bi navê Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd de, dibêje ku Mam Celal ji min re gotiye ku dema ew di sala 1983an de ji bo danûstandinan li Bexdayê bû, Seddam ev yek qebûl kiribû ku haya wî ji hewla kuştina Mela Mistefa hebû û ji ber ku ev hewldan bi ser neket, gelekî nerazî bû.

Çaremîn: hewla kuştina Mela Mistefa Barzanî li sala 1972

Piştî hewldana terorîstî ya dezgeha hewalgiriya (îstixbarata) Iraqê li baregeha Barzanî, ajansê ders jê dernexist û çalakiyên xwe yên terorîstî berdewam kir, di 15’ê Tîrmeha 1972’an de kesê bi navê Îbrahîm Gabarî ji Sûriyeyê hat Iraqê û hat îdîakirin ku Hikûmeta Sûriyê li pey wî digere, Gabarî gelek seredana liqê pêncê yê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) dikir û peywendiyên xwe ligel dezgeha istixbarata Iraqê danî, ew jî karekî jê re destnîşan dikin.

Nazim Gizar ku wê demê berpirsê hewalgiriya (îstixbarata) Iraqê bû, ferman da Îbrahîm Gabarî ku xwe nêzîkî baregeha Barzanî bike û hewla kuştina wî bide, eger nikare wî bikuje jî, bila yan Îdrîs Barzanî yan jî Mesûd Barzanî ku kurên rêberê Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûn, yek ji wan bikujin. Gabarî qebûl dike û berê xwe dide deverên rizgarkirî yên di bin kontrola şoreşê de û li wir daxwaza dîtina Mesûd Barzanî dike ji ber ku razeke wî ya girîng heye.

Mesûd Barzanî bi Gabarî re dicive û Gabarî daxwaza hewalgiriya (îstixbarata) Iraqê ji hebû ji Mesûd Barzanî re dibêje, ew hî ji wî re dibêje ku dev jê bernede û karê xwe bidomîne, ka ew ji wî tiştekî din bixwazin.

Dezgeha hewalgiriya (îstixbarata) Iraqê da ku bawer bike ku ew nêzîkî baregeha Barzanî ye, ji Gabarî xwest ku bi Serok Mistefa Barzanî, Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî re wêneyan bigire, ev daxwaza Gabarî ji aliyê Mesûd Barzanî ve tê cîbicîkirin. Bi birina wêneyan ji Nazim Gizar re, ji Gabarî bawer kir û çenteyekî tije TNT şandin deverên rizgarkirî yên di bin kontrola şoreşê de, ji bo kuştina Mela Mistefa Barzanî û eger nekarî jî, bi yek ji du kurên wî re TNT biteqîne.

Çenteyê TNT radestî hewalgiriya (îstixbarata) Şoreşê hat kirin û piştre nûçeya hewla nezok a kuştina Barzanî di rojnameya Xebat de hat weşandin, lê belê rejîma Beis jî weke kiryarên xwe yên terorîstî yên berê vê hewla terorîstî red dike û nezanîna xwe radigihîne û Wezareta Navxwe jî hebûna ti dezgeheke hikûmeta Iraqê di vê hewla terorîstî de red dike.

Sedam Husên komîteyeke lêkolîna rastiyan ava kir ku ji Ebdulxaliq Semerayî nûnerê Partiya Beis, Mukerem Talebanî nûnerê Partiya Komûnîst, Mihemed Mehmûd Ebdulrehman nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê û Ezîz Şerîf û Dara Tewfîq û Îhsan Şêrzad pêk dihat. Komîtehat Nawpirdanê û li belgeyan mêze kir û bi Îbrahîm Gabarî re hevdîtin kir ku danpêdan bi her tişt li ser xwe kir û navên efserên ku beşdarî komployê bûne eşkere kirin, di nav wan de Efser Basil Erecî û Abdulxaliq Samerai jî heye û ji Îbrahîm Gabarî serûsîmayên efseran pirsîn û gotina wî rast derket, ji ber ku wî ew nas dikirin. Samarai soz da ku encamên komîteya lêkolînê ji berpirsên xwe re ragihîne, lê belê Partiya Beisê li hemberî vê bûyerê ti gav neavêt, heta ku Nazim Gizar di 20ê Hezîrana 1973an de kodetayek li dar xist, ji bo ku Serokomar Ehmed Hesen Bekir ji desthilatê bikşîne û li Iraqê desthilatê bi dest bixe, rejîma Beisê wê demê qebûl kir ku êrîşên terorîstî yên 29ê Îlona 1971ê û 15ê Tîrmeha 1972an karê Nazim Gizar e û ji aliyê destên biyanî ve hatiye kirin.

Ji bilî van hewlan, çendîn hewldanên terorîstî yên din jî bi armanca têkbirina ewlehiya şoreşê hebûn, lê ji ber hişyariya dezgehên ewlekariya şoreşê, nekarîn tiştekî bikin.Ya girîngtir ev e tu carî û di bin çi şert û mercan de serkirdayetiya şoreşê bersiv hewldanên terorîstî bi hewldanên terorîstan nedaye û Şoreş û Tevgera Rizgariya Kurdistanê her tim tola wan kesên ku ev kiryara terorîstî kirine hiltîne, ne jin, zarok û mirovên bêguneh, ev yeka bû ku Serok Mistefa Barzanî bi tevahî pê bawer bû û hertim derdora xwe û serkirdeyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê han didan ku ti carî operasyonekê nekin ku tê de mirovên bêguneh bihêne kuştin.


Çavkanî:

  1. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, berg 1, 1931-1958, Çapa Yekem (Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Pêşmerge, 2004).
  2. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, berg III, Beş II, Şoreşa Îlonê 1961-1975, Çapa Yekem (Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Pêşmerge, 2004).
  3. Arşîva Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.

Gotarên Têkildar

Hewldana kuştina Mesûd Mistefa Barzanî

Mesûd Mistefa Barzanî di destpêka Şoreşa Îlonê de bû Pêşmerge û piştî damezrandina Ajansa Parastinê, di şoreşê de bû navekî navdar û ji ber beşdarbûna wî di rêkevtina 11ê Adarê de û piştre jî piştî têkçûna şoreşê û nexweşiya Serok Mistefa Barzanî, di vejandina û destpêkirina Şoreşa Gulanê de roleke hîn zêdetir hebû.

Agahiyên bêtir

Hewldana kuştina Îdrîs Mistefa Barzanî

Îdrîs Mistefa Barzanî yek ji navdartirîn serkirdeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) û kurê Serok Mistefa Barzanî bû. Piştî beşdarbûna di Şoreşa Îlonê de, wek alîkarê Serok Mistefa Barzanî di warê leşkerî û civakî de kar kir, dost bi xuyabûna vî serkirdeyê jêhatî kêfxweş dibûn û dijmin jî xemgîn dibûn.

Agahiyên bêtir

Hêza Zaxo

Damezrandina hêza Zaxo vedigere dema ku Mistefa Barzanî û 400 Pêşmerge ji Barzan derbasî devera Behdînan bûn, çûyîna Barzanî û hêzên wî bo deverê destpêkek girîng û qonaxeke dîrokî bû ji bo wê deverê, ji ber ku herêmeke berfireh ji artêşa Iraqê hat rizgarkirin û ket bin kontrola şoreşê û bû herêmeke azad, ev bû destpêka damezrandina hêza Zaxo.

Agahiyên bêtir

Topxaneya Şoreşê

Topxaneya şoreşê beşeke girîng û bibandor a hêzên Pêşmerge bû, bi giştî ji sala 1965ê ve pêşkeftineke baş di warê dabînkirina efser û Pêşmergeyên rahênandî de bi rêya korsên taybet û peywendiyên hinek efserên artêşa Iraqê yên ku di warê topxaneyê de xwedî ezmûn bûn, çêbûye.

Agahiyên bêtir