Topxaneya Şoreşê

Topxaneya şoreşê beşeke girîng û bibandor a hêzên Pêşmerge bû, bi giştî ji sala 1965ê ve pêşkeftineke baş di warê dabînkirina efser û Pêşmergeyên rahênandî de bi rêya korsên taybet û peywendiyên hinek efserên artêşa Iraqê yên ku di warê topxaneyê de xwedî ezmûn bûn, çêbûye.


Di destpêka Şoreşa Îlonê de, ji ber nebûna çek û cebilxane û pisporiya çekan, top kêm bûn, bi taybetî top û hawanên qalibên mezin, di sala 1965’an de serkirdayetiya şoreşê karî 8 hawanên 81mm û 4 hawanên 120mm dabîn bike, piştî ku çek gihiştin destê şoreşê, hinek efser û leşkerên artêşa Iraqê tevlî refên Pêşmerge bûn, ku di beşa topxaneyê ya artêşê de perwerde dîtibûn û jêhatî bûn.

Piştre ji bo xurtkirina beşa topxaneyê, serkirdayetiya şoreşê 8 kes şandin kursa taybet a bi hawanên 120 mm, ew jî ev bûn:

1- Rais Bekir Ebdulkerîm

2- Milazim Xidir Debax

3- Milazim Xalid Şemseddîn

4- Milazim Newzad Xoşnaw

5- Omer Axa Dolamerî

6- Elî Dolamarî

7- Halî Dolamerî

8- Mistefa Reşo

Topxaneya Şoreşê di salên 1965-1965-an de pêşkeftineke girîng bi dest xist, di nav çekên wê de hawanên 60 mm, hawanên 81 mm yên Amerîkî, hawanên 120 mm, 25 topên tîrêj, 122 mm û 155 mm hebûn. Di vê heyamê de gelek topçiyên jêhatî hatin erkdarkirin ku hin ji wan efserên kurd ên artêşa Iraqê bûn, lê di dema danûstandinên di navbera serkirdayetiya şoreş û hikûmetê de, serkirdayetiyê biryar da ku vegerin nav rêzên artêşa Iraqê yên weke Milazim Newzad Xoşnaw, Milazim Îsmaîl Nadir, Milazim Xalid Şemseddîn, Milazim Teriq Çawşîn û Milazim Elî Rubîtin.

Yên din ên ku di rêvebirina topxaneyê de berpirsyar bûn ev in: Halî Dolamerî, Omer Osman Mêrgesorî, Erîf Şêxe, Hemedemîn Reşaşçî, Ebdulrehman Bêşeyî, Dilawer Fayîq, Milazim Xidir Elwan, Milazim Enwer Mîrî, Milazim Xidir Debax, Firyad Qadir, Esed Elî, Erîf Cebar û Erîf Esed Karwançî, Erîf Sedîq Qadir, Celal Silêman Ajgeyî, Mihemed Mehmûd Harkî, Nayib Zabit Celal, Nayib Zabit Cemal, Mam Tofîq Dergeleyî û Mistefa Dolamerî.

Di havîna sala 1967an de, korseke din a topan li navenda leşkerî ya Çomanê, bi çavdêriya Milazim Xidir Elwan ku efsereke jêhatî û pisporê topxane û nexşeyên leşkerî yên artêşa Iraqê ser bi Partiya Komûnîst ve bû, hat vekirin, di wê kursê de beşdar fêrî bikaranîna topên 25 tîrêj, hawanên 60, 82, 120 mm, bazook û çekên din bûn, her wiha fêrî nexşeyên leşkerî, kumpas, nexşe, dûrbîn, tabloyên leşkerî, dîmen, bikaranîna topan ji bo piştgirîkirina hêzên xwe, lêdana çeperên dijmin û veşartina topan bûn.

Diyar e ji ber girîngiya serkirdayetiya şoreş, topxane roj bi roj mezin dibû, li ser hawanên 81 mm û 120 mm, hingaftin (Çavdêr) û nexşeyên leşkerî kursên cuda hatin vekirin, di salên 1970-1974an de, ji bo fêrbûna topên 25 tîrêj, 122 mm û 155 mm, çend kursên din hatin vekirin, di Nîsana 1974’an de bi beşdariya 25 pêşmergeyan li Gelale kurseke 40 rojî ya hawanên 120 û 60 mm hate vekirin, di Gulana 1974an de kursek din ji bo fêrbûna topa 122mm û di hezîranê de jî kursek din ji bo fêrbûna topa kevanê 122mm di bin çavdêriya Milazim Faraidoon de hatin vekirin, di havîna sala 1974ê de, çend pêşmerge bo beşdariya di kursa bikaranîna topan li binkeya leşkerî ya Peswe, ku ji aliyê mamostayên Îranî û biyanî perwerde dihat kirin, bo Îranê hatin şandin, piştî bidawîkirina kursê vegeriyan Kurdistanê û beşek ji wan di bin çavdêriya Milazimê Yekem Kemal Pêdawî de bûn mamostayên Topxaneya Şoreşê.

Di sala 1974’an de dema ku şer ji nû ve dest pê kir, topxaneyên şoreşê piştgiriyeke xurt a hemû hêz û tabûran bû, wê demê tenê 6 topên mezin ên 25 tîrêj ligel 812 guleyên bi vî rengî hebûn, di dema êrîşan de jî, topên 75 mm, hawanên 120 mm û topên 25 tîrêjê navên taybet hebûn ku ji hêla Bêtelê ve ji bo qada şer hatine daxwazkirin, mînakî, navên Şemal 1, 2, 3, 4, 5, 6 ji bo topên 75 mm, navên Birzo 1, 2, 3, 4, 5, 7 ji bo hawanên 120 mm û navên Lafaw 1, 2, 3, 4.  Ji bo topên 25 tîrêj dihatin bikaranîn.

Di dawiyê de, topxaneyê roleke mezin di êrişkirina ser bingeh û navendên leşkerî yên Iraqê li seranserê Kurdistanê lîst, bi taybetî li devera Balekayetî.

Rola Topxaneya Şoreşê di hin şer û dastanan de 

Di sala 1965an de li Dastana Çiyayê Korekê sê çeperên artêşa Iraqê topbaran kirin, di encamê de ziyaneke mezin gihişte her sê çeperan û Pêşmerge karîn 2 ji wan bigirin, her di di sala 1965an de topxaneyên şoreşê karîn baregeha leşkerî ya Ranyayê topbaran bikin û ziyaneke mezin gihandin baregeha leşkerî û agir bi depoya cebilxaneyan ket, di sala 1974an de dema ku şer ji nû ve dest pê kir, serkirdayetiya şoreşê biryar da ku Rebayên Çiyayê Gorezê bigire û artêşa Iraqê derbixe, di vê kampanyayê de Topxaneya Şoreşê roleke girîng û diyarker lîst, bi taybetî di şerê Rebayên dawî de ku leşkeran bi xurtî berevanî kirin, lê dema ku topxaneyê karîbûn armancê bixin û ziyanek mezin gihandin leşkerên Rebayê, Pêşmerge di demeke kurt de bêyî ku ziyanên canî çêbibin Rebayê bi dest bixin.

Di sala 1974an de, serkirdayetiya şoreşê fermana girtina baregeha leşkerî ya Spîlkî li rojavayê bajarokê Xelîfan da, lê Pêşmerge di vê pêngavê de bi ser neket, lewra biryar hat dayîn ku bi tundî wê binkeyê topbaran bikin, ji ber ku gelek leşkerên hazir têde hebûn ku êrîş bikin û pêşde biçin, ji bo vê yekê rasterast fermandarê topxaneyê Halî Dolemarî hat erkdarkirin, ji bo pêkanîna fermanan di şevekê de du top gihandin Xelan Biyaw, li Çiyayê Biradostê jî Fermandarya topxaneyê û fermandarya tabûra 2. a Zozik çavdêriya topbaranê dikirin, di dema derketina rojê de ferman hat dayîn ku topanxaneyê dest bi kar bikin, piştî topbarana dijwar, baregeh rastî ziyanek mezin hat, weke teqîn di cebilxane û tankên sotemeniyê yên di nava baregehê de.

Di sala 1974an de dema êrîşa artêşa Iraqê li ser Geliyê Omer Axa ya li Deşta Diyanayê, Topxaneya Şoreşê roleke gelek girîng di têkşikandina êrîşê de lîst û ziyaneke mezin gihandin artêşa Iraqê û êrîş hat şikandin.


Çavkanî:

  1. Muqedem rukin Senger Ibrahîm Xoşnaw, Bûyerên Leşkerî yên Şoreşa Îlonê, 1970-1975, Çapa 1, Hewlêr, 2022.

  2. Milazim Xidir Ebdullah Debax, Bîranîn û Topxaneya Şoreşa Mezin a Îlonê – Çapa Sêyem – Çapxaneya Roşnbîrî– Hewlêr, 2020.

  3. Îsmaîl Gundejorî, Şoreşa Îlonê li Balekayetiyê, Çapxaneya Rojhelat, Çapa 1, 2018.

  4. Abdullah Rahman Melazade, Şêweyê pêkhateya Leşkerî ya Şoreşa Mezin a Îlonê, Çapa Duyem, Dihok, 2012.

  5. Omer Osman, Jiyana Kurdekî, Çapxaneya Mukriyanî, çapa 2, berg 1 û 2, 2008.

  6. Hevpeyvîn, Gorgîs Yelda Terxan, Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê, Arşîva Insîklopediyê.

  7. Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta Barzanî de ... Hacî Bêroxî, berg 1, Çapa Duyem, 2021.


Gotarên Têkildar

Hewldanên kuştina Serok Mistefa Barzanî

Her tim baweriyek navxweyî heye ku bi mirin an wêrankirin an kuştina serkirdeyekî, dibe ku şoreşek an jî doza miletekî bi dawî bibe, lê ev her tim ji bo her miletî ne raste. Dijminên gelê Kurd ji mêj ve fêm kiribûn ku Serok Mistefa Barzanî biryarder û navenda giraniya tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd e, lewma çendîn hewlên kuştina wî hatin kirin.

Agahiyên bêtir

Hewldana kuştina Mesûd Mistefa Barzanî

Mesûd Mistefa Barzanî di destpêka Şoreşa Îlonê de bû Pêşmerge û piştî damezrandina Ajansa Parastinê, di şoreşê de bû navekî navdar û ji ber beşdarbûna wî di rêkevtina 11ê Adarê de û piştre jî piştî têkçûna şoreşê û nexweşiya Serok Mistefa Barzanî, di vejandina û destpêkirina Şoreşa Gulanê de roleke hîn zêdetir hebû.

Agahiyên bêtir

Hewldana kuştina Îdrîs Mistefa Barzanî

Îdrîs Mistefa Barzanî yek ji navdartirîn serkirdeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) û kurê Serok Mistefa Barzanî bû. Piştî beşdarbûna di Şoreşa Îlonê de, wek alîkarê Serok Mistefa Barzanî di warê leşkerî û civakî de kar kir, dost bi xuyabûna vî serkirdeyê jêhatî kêfxweş dibûn û dijmin jî xemgîn dibûn.

Agahiyên bêtir

Hêza Zaxo

Damezrandina hêza Zaxo vedigere dema ku Mistefa Barzanî û 400 Pêşmerge ji Barzan derbasî devera Behdînan bûn, çûyîna Barzanî û hêzên wî bo deverê destpêkek girîng û qonaxeke dîrokî bû ji bo wê deverê, ji ber ku herêmeke berfireh ji artêşa Iraqê hat rizgarkirin û ket bin kontrola şoreşê û bû herêmeke azad, ev bû destpêka damezrandina hêza Zaxo.

Agahiyên bêtir