Xidir Debax

Xidir Ebdullah Resûl, bi navê Xidir Debax jî tê naskirin, Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê, di sala 1963an de tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, bû fermandarê topxaneyên Şoreşa Îlonê û alîkarê Mele Mistefa Barzanî ji bo karûbarên topxaneyê.


Jiyanname

Xidir Ebdullah Resûl di 1ê Sibata 1936an de li bajarê Koyê yê parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, di 12ê Tîrmeha 1976an de Lîsans (Bachelor's) ji Koleja Bexdayê wergirtiye, di sala 1975’an de piştî têkçûna Şoreşa Îlonê koçberî Îranê bû, di heman salê de ji aliyê SAVAK a Îranê ve tê girtin, piştî salekê li Îranê, vegeriya Iraqê û ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bo bajarê Dîwaniyeyê hat dûrxistin û di sala 1978-1980 de bo bajarê Kut hat dûrxistin. Ji bilî zimanê zikmakî bi Erebî û Îngilîzî jî dizane.


Xebatname

Xidir Ebdullah Resûl di sala 1963an de tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bû, di hêza Çemê Rêzan de bû pêşmerge, di sala 1965an de bû fermandarê hêza topxane ya Şoreşa Îlonê û alîkarê Mela Mistefa Barzanî bo karûbarên topxaneyê, beşdarî çend kursên topanxanê bûye, di nav wan de qursek şeş-mehî ya topxaneyê, di heman salê de kursa Ehdas li Bexdayê, kursa (Amra al-Kitaib) li Bexdayê, 1962 Kursa Berxwedana Balafiran li Bexdayê, 1965 Kursa perwerdeyê li ser bikaranîna hawanên 12mm li Tehranê, sala 1970ê Kursa (amraa alisraye).

Di gelek şer û dastanan de beşdar bûye, ji wan sala 1965an şerên  Çiyayê Safîn, Çiyayê Korek, Ranya, Deşta Herîr û Şerê Xoşnewtî Balîsan. 1974: Şerê Spîlkî, Ranya, Ma'askar Serûçawe, Serkepkan, êrîşa li ser Rabaya Makok, êrîşa li ser artêşa Iraqê li Çiyayê Kêwereş.

Di Tebaxa 1974an de du helîkopterên artêşa Iraqê bi topê xistin xwarê. Di sala 1992ê de bi pileya Lîwa malnişîn bûye.

ji berhemên wî yên çapkirî:

- Bîranînên Min û Topxaneya Şoreşa Mezin a Îlonê de, li sala 2003 hat weşandin.

- Karê Berberokiyê li Koyê, sala 2019 hat weşandin.


Çavkanî:

  • 1. Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.

Gotarên Têkildar

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Mistefa Goronî

Mistefa Ebdullah Hemed Ehmed, ku bi navê Mistefa Goronî jî tê naskirin, Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlonê û Golanê bû, di sala 1991ê de beşdarî serhildanê dibe, di sala 1979an de jî endamê kongreya 9emîn bûye

Agahiyên bêtir

Necmedîn Goronî

Necmedîn Ebdullah Hemed, bi nasnav Necmedîn Goronî tê naskirin, fermandar û pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulanê û Serhildanê ye, di sala 1961ê de tevlî hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, serliq bû û Erkê wî parastina baregeha Barzanî bû, di 3ê Mijdara 1994an de koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Hesen Axa Berzêweyî

Hesen Ebdulrehman, bi nasnavê Hesen Axa Berzêweyî tê naskirin, di sala 1965’an de tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bû, di Şoreşa Îlonê de pileya cîgirê betalyona 1. a Zozkî wergirtiye, di sala 1979’an de bû fermandarê hêza serkirdayetiyê, di sala 1986 de, ew bû Berpirsiyarê komîteya navçeya Rwandizê.

Agahiyên bêtir