Omer Debabe

Omer Mustefa, ku bi navê Omer Debabe tê naskirin, Yasanas, fermandar û siyasetmedar, di sala 1948an de li Bexdayê tevlî rêzên Partiya Dêmokrat a Kurd bû, di kongreyên duyem, sêyem, çarem û pêncan de bûye endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK), di sala 1964an de ji rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) hat dûrxistin û di sala 1992an de li Silêmaniyê koça dawî kir.


Jiyanname

Omer Mistefa di sala 1923an de li taxa Qelatê li bajarê Koyê yê parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, xwendina seretayî û navîn li Koyê û kolêja yasayê li Bexdayê (1946-1951) qedandiye.

Xebatname

Omer Mistefa di sala 1948an de li Bexdayê tevlî rêzên Partiya Dêmokrat a Kurd bû, di sala 1951ê de li Bexdayê di duyemîn kongreya veşartî ya partiyê de û bi dengê nûnerên kongreyê wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, di heman salê de ji ber xebatên siyasî ket girtîgehê, lê di demeke kurt de hat berdan.

Di sala 1953an de û di Kongreya Sêyemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê ji aliyê nûnerên Kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin û piştre bû endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Di sala 1956an de wek endamê Komîteya Navendî hat destnîşankirin, di sala 1959an de ji aliyê nûnerên kongreya çarem a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK)ve wek endamê Komîteya Navendî yê Partiyê hat hilbijartin.

Ji desteya 60 kesî ye ên daxwaza destûra fermî a karkirna Partîya Dêmokrata Kurdistanê ye ji bo qonaxa karê eşkere, di sala 1960 de, di Kongreya Pêncemîn de, bi dengê nûnerên kongreyê bûye endamê komîteya navendî û piştre jî endamê Mekteba siyasî a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK), di sala 1961ê de nûnerê Mekteba Siyasî ya PDKê bû ji bo cem Serok Mistefa Barzanî ji bo agahdarkirina wî ji êrîşa hikûmeta Iraqê bo ser Kurdistanê û gihandina helwesta Mekteba Siyasî li ser vê mijarê.

Di sala 1962an de beşdarî civîna berfireh a Ewdalanê a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû û di heman salê de beşdarî şerê Qişla Rayatê bû, di sala 1963an de ji aliyê serkirdayetiya şoreşê ve ji bo posteke bilind di hikûmeta Iraqê de hat destnîşankirin, di sala 1963an de beşdarî Kongreya Giştî ya Koyê bû û piştre wek endamê şanda danûstandinan a PDKê bi hikûmeta Iraqê re hat destnîşankirin, yek ji organîzatorên civîna Mawetê bû ku di meha Nîsana 1964an de pêk hat bû, her di sala 1964an de tevlî koma Celal Talabanî-Îbrahîm Ehmed dibe û di kongreya şeşan de bi piraniya dengên nûnerên kongreyê ji nav refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) tê derxistin, di 29'ê Kanûna duyem a sala 1992'an de li Silêmaniyê koça dawî kir û li Koyê hat veşartin. Zimanên Erebî û Îngilîzî baş dizanibû.


Çavkanî:

-Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Komkujiya li ber deriyê Seray li bajarê Silêmaniyê

Ev komkujî di havîna 1963’an de di dema rejîma Be'sê de li parêzgeha Silêmaniyê pêk hat ku di wê baweriyê de bûn ku eger komkujî û êrîşeke berfireh li ser Kurdistanê pêk bînin, wê di demeke nêz de Şoreşa Îlonê hilweşînin û tevahiya Kurdistanê bixin bin kontrola xwe, her çende li Silêmaniyê dest bi girtin û komkujiya mirovên bêguneh kirin jî, ku ne bi tenê serketî nebûn lê li şûna vê di hemû êrîşên xwe yên li ser Çiyayê Ezmerê têk çûn.

Agahiyên bêtir

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Nûrî Şawês

Nûrî Sedîq Elî Resûl bi nasnav Endezyar Nûrî Şawês tê naskirin, di sala 1935’an de tevlî refên Komeleya Azadiya Kurd dibe, di sala 1951 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Duyem) tê hilbijartin. Di sala 1953an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya Sêyem) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Nejat Elî Salih

Nejat Elî Salih di sala 1985an de tevlî Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bû, di sala 2010an de di kongreya 13an de bû endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK).

Agahiyên bêtir