Sedem
Piştî serketina darbeya 8ê Sibata 1963an û Partiya Be'sê li Iraqê desthilat xist destê xwe, çend dewreyên danûstandinan di navbera nûnerên serkirdayetiya şoreşê û hikûmeta nû ya Iraqê de derbarê wan sozên ku darbekeran dabûn serkirdayetiya şoreşê berî destbiserkirina desthilatê hatin lidarxistin, ku ya dawî serdana şanda şoreşê bo Bexda û herdu welatên Misir û Cezayîrê bû.
Bi giştî ji danûstandinan ti encam derneket, hikûmetê vê carê jî bi şandina çend şandên fermî ji Serok Mistefa Barzanî re hewl da gotûbêjan berdewam bike, her ji bo vê yekê jî şanda yekem bi serokatiya Tahir Yehya Serokerkanê Artêşê û Endamê Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li Çiwarqurrne li gel Serok Barzanî civiya, Serok Barzanî pirojeya otonomiyê û daxwazên şoreşê radestî şanda mîhvan kir û gef kirin ku eger heta dawiya buharê ew daxwaz neyên cîbicîkirin, dê şer dîsa dest pê bike, Proje pêşkêşî Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê hate kirin û xwest daxwazên wan kêm bike, ji bo vê mebestê û ji bo guhertina helwesta serkirdayetiya şoreşê, şandeke din ji bo Çiwarqurrne vegeriya û li wir careke din li gel Serok Mistefa Barzanî civiya û ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser çend xalan rêkeftin, di 11’ê Adara 1963’an de Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê daxuyaniyek belavkir ku têda pirsa Kurd û daxwazên wê yekla kiribûn.
Di daxuyaniya Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê de Tiştek ji bo Kurdan tune bû, danustandna jî encamekî baş jê derneket, li ser vê pirsê Serok Mistefa Barzanî pêwîstî dît ku ji bo pirseke wiha niştimanî şêwirîna Mekteba siyasî û Serkirdeyên niştimanperwer biket û kongreya giştî pêk bîne, bi vê mebestê qasidên xwe yên taybet şandin her quncikekî Kurdistanê, ku nûnerên xwe bişînin kongreyê, piştî ku amadekarî bi dawî bûn, di 16’ê Adara 1963’an de nûnerên hemû texên civakê, netew û olên cuda jî di nav de, Serkirdeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK), fermandarên yekîneyên Pêşmerge yên Şoreşa Îlonê û serokên eşîrên şoreşger gihîştin bajarê Koyê.
Li darxistna kongrey
Kongre ji 18 heta 22 Adara 1963an, bi serokatiya Serok Mistefa Barzanî, di bin sîwana hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê de, li mala Kake Kake Ziyad Axayê Koyê hat lidarxistin, 2500 kes beşdar bûn ku 200 ji wan mafê dengdanê hebû, armanca kongreyê formulekirina daxwazên kurdan bû ji hikûmeta Iraqê, di encamê de şandek bi serokatiya Celal Talebanî hat avakirin ku ji Salih Yousfî, Mesûd Mihemed, Husên Xaneqa, Ebdul Semed Mihemed Bena, Hebîb Mihemed Kerîm, Egîd Sadiq, Şaxawan Namiq, Babekir Resûl, Mistefa Ezîz û Îhsan Şêrzad pêk dihat, ai Adara 1963an de şand şandin Bexdayê.
Hemû danûstandin bê encam man, desthilatdar a darbeyê li Bexdayê hizra yekbûna bi Komara Misir û Komara Sûriyê re dikir, ji bo bibin yek komara Erebî ya yekgirtî. Herwiha şanda Kurdî ya bi serokatiya Celal Talebanî jî bo wergirtina piştevaniya Cemal Ebdul Nasir, bo cara duyem ligel şandeke hikûmeta Iraqê serdana Qahîreya paytexta Komara Erebî ya Yekbûyî kir.
Lêbelê, danûstandin bê encam bûn û di destpêka hezîrana 1963an de, artêşa Iraqê dîsa dest bi şerê xwe yê yekalî û ji nişka ve li dijî Kurdistanê dest pê kir, beşek ji şandê ji cih û warên xwe reviyan û hinek jî di 9ê hizêrana 1963ê de, dema vegeriyan Kurdistanê, li firokexaneya Kerkûkê hatin girtin.
Çavkanî:
1. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd 1961-1975, Berg 3, Beş 1, (Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 2004).
2.Dîroka Partî Demokratî Kurdistan, Kongre û Konferans (Bername û Rêziknameya Navxweyî), berg 1 û 2, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhelat- 2021).
3.Hebîb Muhemed kerîm, Tarîx El-hizb El-dîmoqratî
El-Kurdistanî-El-Iraq (fî Mihetat reisiyah 1946 - 1993), (Dohûk- Metbet Xebat- 1998.
4.Mahmûd El-Durra, El-qeziyeh El-kurdîyeh We El-qewmîyEh El-erEbiyeh Fî Mereket El-Iraq, (Beyrût- Menşurat Dar El-Tali’a- 1963m) .
5.Ehmed Dilzar, Bîranînên Rojên Jiyana Min, (Hewlêr - Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan - Çapxaneya Şahab - 2019).
6. Kirîs Kuçîra, Cumbêşê Milîyêj kurd, Tercumêyh Îbrahim Yonsî, Çapê Dovum, (Têhran- Întêşaratê Nêgah- 1377h.ş).
7.Selah Reşîd, Mam Celal Dîdarî Temen, ji Ciwanî berbi Koşka Komarî, (Silêmanî – Çapxaneya Cardo – 2017).
8.Selah El-xirsan, El-teyarat El-siyasiyeh Fî Kurdistan El-Iraq, Qîraet Fî Melefat El-herkat We El-ahizab El-kurdîyeh Fî El-Iraq 1946- 2001, (Beyrût- Metbeet El-belax- 2001).