Kongreya Sêyemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Kongreya Sêyem ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) (Partiya Dêmokrata Kurd - Iraq - 26 Kanûn 1953), di bin bandora veqetîna baskê Hemze Ebdullah ji partiyê de li bajarê Kerkûkê hat lidarxistin


Lidarxistina Kongreyê

Piştî cîbicîkirina pêşniyarên Kongireya Duyem ji aliyê Komîteya Navendî ya Demkî ya Partiyê ve li ser bername û rêzikên navxweyî û rewşa ku ji ber cudabûna baskê Hemze Ebdullah ji nav PDK’ê derketibû hole, Ji aliyê Komîteya Navendî ya demkî ya PDK'ê ve, lez lidarxistina Kongreya sêyemîn hat kirin.

Piştî amadekariyên berfireh, di 26ê Kanûna Pêşîn a 1953an de, bi amadebûna 35-40 nûnerên rêxistinên PDKê û bi amadebûna serkirdatetiya partiyê ya kevin û nû, bi veşartî di rewşeke ewlekarî ya dijwar de li mala Raîs Awal Fatîh Cebarî ya li Taxa Şatrlû ya Kerkûkê Kongreya sêyemîn a PDK'ê hat lidarxistin.

Piştî ku rapora kongreyê hat xwendin û ji aliyê beşdaran ve hat pesendkirin, biryara guhertina navê partiyê û sererastkirina bername û rêziknameya navxwe hat standin, ew bû Navê partiyê ji Partiya Dêmokrata Kurd a Iraqê bû Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Iraq û polanên guhertina bername û rêzikên partiyê hatin xêzkirin, ev kare heta piştî destinîşankirna endamên Komîteya Navendî ya Partiyê ma, piştre endamên kongreyê komîteyeke nû ya navendî hilbijart ku pêk dihat ji:

1. Mistefa Barzanî, Serok

2. Îbrahîm Ehmed, sekreterê giştî

3. Dr. Cafer Mihemed Kerîm

4. Mîrhac Ehmed Akreyî

5. Nûrî Şawês

6. Elî Ebdullah

7. Nûrî Ehmed Taha

8. Celal Talabanî

9. Omer Mistefa

10. Elî Hemdî Bêduhî

11. Reşîd Ebdulqadir

12. Mihemed Emîn Merûf

13. Celîl Hişyar.

Piştre 4 endam ji bo Mekteba Siyasî hatin destinîşankirn ew jî Îbrahîm Ehmed, Nûrî Şawês, Elî Ebdullah û Omer Mistefa bûn.

Di vê kongreyê de wê navê serok bi nivîskî bê gotin, weke ku di xala 29. a rêziknameya w de hatiye diyarkirin serokê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) – Iraq, Qehremanê rizgariya Kurdistanê General Mistefa Barzanî Serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) - Iraqê ye û di dîroka PDK’ê de cara yekem gotina sekreterê giştî hat bikaranîn.

Biryarên herî girîng ên kongreyê ev bûn:

  1. Guhertina navê PDK ji (Partiya Dêmokrat a Kurd) bo Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq.
  2. Hizra Marksîst-Lenînîst weke îdeolojiya PDK’ê hate destinîşankirn.
  3. Navê organa PDK'ê ji Rzgarî hate guhertin û bû Xebat.
  4. Avakirina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (Yekêtiya Qutabiyên Kurdistanê), Yekîtiya Ciwanên Dêmokrat ên Kurdistanê (Yekêtiya Lawên Dêmokrata Kurdistanê) û Yekîtiya Jinên Kurdistanê (Yekêtiya Afretên kurdistanê).
  5. Dûrxistina bi êkcarî ya Hamza Abdullah ji PDK’ê.
  6. Auni Yûsif bi tometa ku biryarên serkirdayetiya demkî ya kongreya duyemîn paşguh kiriye, weke nûnerê kongreyê nehat qebûlkirin.

Peykerê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) - Iraq, li ser bingeha rêziknameya kongreya sêyemîn, bi vî awayî hat rêxistin (Şane, Komîteya Herêmî, Komîteya Şax, Komîteya Navendî, Mekteba Siyasî, Sekreterê Giştî yê PDK, Serok).

Pejirandina îdeolojiya Marksîst-Lenînîst, her çendî bi baweriya Partiya Netewî re negunca be û li dijî xwestekên piraniya kadro û endamên PDK’ê jî bû, digel bîr û baweriyên serdest ên wê demê bû, xuya bû ku ev yek ji ber hevrikiya bi Partiya Komunîst re bû, ku bû sedem ku hejmareke mezin ji kesên komunîst û Marksîst ên li Kurdistanê tevlî PDK’ê bibin.

Di warê medya û weşanên partiyê de, piştî kongreya sêyem, ji bilî rojnameya Rizgarî, ku navê wê bû Xebat û organa PDKê bû, rojnameya (Nîda Kurdistan) bi zimanê erebî dest bi weşanê kir, du weşanên din ên bi navê Rêya Nû ya Rewşenbîr û Ciwanan û nalîna Cotkaran (Nirkey cotyar) ji bo Cotkaran bi kurdî hatin weşandin.


Çavkanî:

  1. Nameya Celal Talebanî (Pîrot) ji bo: Serkirde General Mistefa Barzanî û hevalê wî yê hêja Mîrhac Ehmed, (5/10/1955 – Pekînê), Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd 1931-1958, Berg 1, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdehiyê - 2004), Belgenameya hejmar 7.
  2.  Hebîb Muhemed kerîm, Tarîx El-hizb El-dîmoqratî El-Kurdistanî-El-Iraq (fî Mihetat reisiyah 1946 - 1993), (Dohûk- Metbet  Xebat- 1998.  
  3. Elî Ebdullah, Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê - Iraq heta Kongreya Sêyem, (cihê nenas - 1968).
  4. Naveroka rêzkenameya Navxweyî ya kongreya sêyem a partîya demokrata kurdistanê (PDK) – Iraq.
  5. Dîroka Partî Demokratî Kurdistanê, Kongre û Konferans (Bername û rêzkenameya Navxweyî), Bergê 1 û 2, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhelat- 2021)

Gotarên Têkildar

Şoreşa Îlonê

Şoreşa Îlonê (Şoreşa Neteweyî ya Îlonê - 11 Îlon 1961). Bi serokatiya Mistefa Barzanî li dijî Hikûmeta Komara Iraqê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, heta sala 1975 û Peymana Cezayîrê dom kir.

Agahiyên bêtir

Şoreşa Barzan a Yekem

Di 14’ê Kanûna yekem a 1914’an de piştî bidarvekirina Şêx Abdulselam Barzanî ji aliyê dewleta Osmanî ve, Şêx Ehmed Barzanî di 18 saliya xwe de şûna birayê xwe yê mezin girt û bû serokê olî û civakî yê herêma Barzan.

Agahiyên bêtir

Şoreşa Gulanê

Şoreşa Gulanê - (Şoreşa Gulanê ya Pêşkeftinxwaz - 26 Gulan 1976). Ji aliyê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK)ê ve di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî de li dijî hikûmeta Be's li başûrê Kurdistanê hat destpêkirin û heta serhildana bihara sala 1991ê berdewam kir.

Agahiyên bêtir

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Berlînê – 11.08.1976), bi serokatiya Samî Ebdulrehman û hejmareke mezin ji endam û alîgirên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li derveyî welat, li Berlînê paytexta Almanyaya Rojava hat lidarxistin. Armanca konferansê nirxandina siyaseta berê ya PDK, ji nû ve birêxistinkirina organên partiyê û berfirehkirina şoreşa çekdarî bû li Başûrê Kurdistanê.

Agahiyên bêtir

Konferansa Bexdayê

Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê - destpêka sala 1950) Ev konferans ji aliyê Komîteya Herêmî ya Bexdayê ve hat li dar xistin,weke bersivek li hember civîna Koyê ya di sala 1950 de, ku bi mebesta avakirina komîteyeke navendî ya demkî û amadekariya kongreya duyemîn a PDK’ê bû.

Agahiyên bêtir