Nêçîrvan Barzanî

Siyasetmedar Nêçîrvan Îdrîs Mistefa Mihemed Barzanî, bi navê Nêçîrvan Barzanî tê naskirin, di sala 1989an de wek endamê Komîteya Navendî û Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, di sala 1991ê de beşdarî Serhildana Başûrê Kurdistanê dibe


Siyasetmedar Nêçîrvan Îdrîs Mistefa Mihemed Barzanî, bi navê Nêçîrvan Barzanî tê naskirin, di sala 1989an de wek endamê Komîteya Navendî û Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, di sala 1991ê de beşdarî Serhildana Başûrê Kurdistanê dibe, di kongreya yazdehemîn a sala 1993 û di kongreya dozdehemîn a sala 1999ê de bi endamê Komîteya Navendî û Mekteba Siyasî, di Kongreya Sêzdehemîn di 2010 de û Kongreya Çardehemîn di 2022 de bi dengdana yekdeng a nûnerên kongreyê wek cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, di 16ê Îlona 1996ê de di kabîneya sêyem de wek cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê hat erkdarkirin, di sala 1999ê de di kabîneya çarem de, di sala 2006ê de di kabîneya pêncem de, di sala 2012an de di kabîneya heftem de û di sala 2012ê de jî di kabîneya heştem de, serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû û di 28ê Gulana 2019ê de ji aliyê endamên Parlamentoya Kurdistanê ve wek Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.


Jiyanname

Nêçîrvan Îdrîs Mistefa Barzanî di sala 1966an de li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye, ji malbata şêxên Barzan e ku peyrewên Mewlana Xalid Neqşbendî ne û neviyê general Mistefa Barzanî (1903-1979), serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê û kurê Îdrîs Barzanî (1944-1987) Endamê Komîteya Navendî û Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye, di sala 1975an de, piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, ew û malbata xwe wek penaber koçberî Îranê bûn, li zanîngeha Tehranê Bekaloryos (lîsansa) zanistên siyasî wergirtiye. Zimanên kurdî, farisî, îngilîzî û erebî baş dizane.


Xebatname

Nêçîrvan Barzanî di sala 1989ê de, di kongreya 10mîn ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PDK) de, piştî koça dawî ya bavê wî Îdrîs Barzanî (1944-1987) û ji ber pêwîstiyên PDK û tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê li derveyî welat, bi endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê û di yekemîn civîna Komîteya Navendî de wek endamê Mekteba Siyasî hat hilbijartin, di sala 1991ê de beşdarî Serhildana Başûrê Kurdistanê dibe, di 20ê Tebaxa 1992 ê de wek nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê beşdarî Kongreya Yekgirtinê (Sosyalîst, Gel, PASOK) bû li bajarê Hewlêrê.

Di sala 1993an de di kongreya yazdehemîn de wek endamê Komîteya Navendî û piştre jî di yekemîn civîna Komîteya Navendî de wek endamê Mekteba Siyasî a Partiyê hate hilbijartin, di 26ê Îlona 1996ê de di kabîneya sêyem de bû cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê.

Di sala 1999an de di kongreya duzdehemîn de wek endamê Komîteya Navendî û piştre jî di yekemîn civîna Komîteya Navendî de wek endamê Mekteba Siyasî a Partiyê hate hilbijartin, di sala 1999ê de di kabîneya çarem de, sala 2006ê ya pêncem, sala 2012ê di kabîneya heftem de û di sala 2012ê de jî di kabîneya heştem de serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.

Di sala 2010ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve di kongreya sêzdehan de ji bo postê cîgirê serok hate pêşniyazkirin, bi yekdengiya nûnerên kongreyê wek cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, di sala 2014an de piştî ku hikûmeta Iraqê bûdceya Herêma Kurdistanê birî, fermana hinartina petrola xav a Başûrê Kurdistanê bo bazarên cîhanê da.

Di 2ê Kanûna yekem a 2017an de li Qesra Elysee ya Parîsê ji aliyê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hat pêşwazîkirin û piştgiriya Fransa bo Herêma Kurdistanê dûpat kir, ev jî piştî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê û êrîşa qirkirinê ya li ser Herêma Kurdistanê û hewldana jinavbirina vê herêmê bû.

Di 3ê Kanûna 2018ê de, wek berbijêrê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo postê serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin, roja 28ê Gulana 2019ê ji aliyê endamên Parlamentoya Kurdistanê ve wek Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin, di kongreya çardehemîn a sala 2022ê de wek cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin.


Çavkanî:

. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Komkujiya li ber deriyê Seray li bajarê Silêmaniyê

Ev komkujî di havîna 1963’an de di dema rejîma Be'sê de li parêzgeha Silêmaniyê pêk hat ku di wê baweriyê de bûn ku eger komkujî û êrîşeke berfireh li ser Kurdistanê pêk bînin, wê di demeke nêz de Şoreşa Îlonê hilweşînin û tevahiya Kurdistanê bixin bin kontrola xwe, her çende li Silêmaniyê dest bi girtin û komkujiya mirovên bêguneh kirin jî, ku ne bi tenê serketî nebûn lê li şûna vê di hemû êrîşên xwe yên li ser Çiyayê Ezmerê têk çûn.

Agahiyên bêtir

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Nûrî Şawês

Nûrî Sedîq Elî Resûl bi nasnav Endezyar Nûrî Şawês tê naskirin, di sala 1935’an de tevlî refên Komeleya Azadiya Kurd dibe, di sala 1951 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Duyem) tê hilbijartin. Di sala 1953an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya Sêyem) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Nejat Elî Salih

Nejat Elî Salih di sala 1985an de tevlî Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bû, di sala 2010an de di kongreya 13an de bû endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK).

Agahiyên bêtir