Kongreya sêzdehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Kongreya 13ê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) piştî rûxandina rêjîma Be's di sala 2003an de û guhertinên mezin ên siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê di rewşeke asayî de birêve çû.


Lidarxistina kongrey

Roja 11ê Kanuna pêşîn.2010 bi duruşma (Nûkirin, Dadperwerî, Pêhvejiyan) li Hewlêrê û li Parka Şehîd Samî Ebdulrehman bi amadebûna 350 kesayetiyan, di nav wan de Celal Talebanî, Serok Komarê Iraqa Federal, dest bi karê xwe kir  û Serok Mesûd Barzanî madalyaya Barzaniyê nemir da rojnamevanê dostê Kurd Gwen Roberts, ji bo birêvebirina xebatên kongreyê 8 komîte hatin avakirin, ji wan Komîteya Bername, Komîteya Rêzikan, Komîteya Rêxistinê ya Giştî, Komîteya Darayî, Komîteya Gazindan, Komîteya Ragihandinê, Komîteya Pêşmerge û Komîteya Rêxistinên Pîşeyî û Cemawerî, di kongreyê de ji bo endamtiya jinan a di civata serkirdayetiya PDK’ê de ji sedî 10 merc hat destnîşankirin, ev yek di xala sêyem a beşa 22 ya xala 217 a Bernameyê û xala 17, biga 2, xala 2 ya Rêziknameyê de cih girti, herweha di dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) de cara yekem kotaya jinan, di kongreya 13ê de hate bicihanîn, hêjayî gotinê ye ku di kongreyên pêncem, neh, yazdeh û duwazdeh de tenê jinek wek endama Komîteya Navendî hate hilbijartin.

Rêxistinkirina avahiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, li gorî rêziknameya kongreya sêzdehan ev bû:

Bingeh, Komîteya Rêxistinî, Komîteya Nawçeyî, Komîteya Şax, Encûmena Serkirdatiya Parêzgehê, Encûmena Serkirdayetiyê, Mekteba Siyasî, Sekreterê Mekteba Siyasî, Cîgirê Serok û Serok, herweha desteyên çavdêrî û şopandinê jî ji aliyê encûmena serkirdayetiyê ve hatin destnîşankirin û ji aliyê serok ve hatin pesendkirin.

Di vê kongreyê de wê du zaravên nû di nava pêkhateya PDK'ê de hatin destnîşankirin, ya yekem bingeh e, ku berê wekî şane û şaneya sereke di hat gotin, an jî tevlîheviya herduyan û ya duyem jî Encûmena Serkirdayetiyan bûn ku heta sala 2018an tenê li Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Germiyanê, ku sînorê çalakîyên parêzgehên Kerkûk, Diyala û hin deverên Silêmaniyê bi xwe ve digirtin, Duhok û Mûsil ji ber sedemeke nediyar hîn jî bi awayê berê dihatin birêvebirin, Tevî ku Duhok di nava Herêma Kurdistanê de bû, Bexda jî li derve bû û Ewropa û Amerîka ku du Şaxên wan hebûn wek xwe man.

Saziya herî balkêş di vê kongreya PDK'ê civata Pisporan bû, ku ji aliyê Encûmena Serkirdayetiyê ve tên destinîşankirn û li gorî xala 15’an a rêziknameyê hatbû bicihkirin, Ji ber vê yekê û ji ber girîngiya erkên wê, ev maddeye ji çar paragraf û çend xalan pêk tê, wekî ku berê jî hatiye gotin, weke vê encûmenê di sala 1993an de di kongreya yazdehemîn ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Yekgirtû de, bi navê civata Şêwirmendiyê di rêziknameyê de hatiye tomarkirin.


Saziyên naskirî û fermî yên PDKê:

1. Buroya Rêxistinê

2. Saziya çandî û ragihandinê

3. Buroya Têkiliyan

4. Desteya Rêxistinên cemawerî û pîşeyî

5. Dezgeha Hilbijartinê

6. Buroya Îdarî û Darayî

Di kongreyê de Serok Mesûd Barzanî yekdengiya nûnerên kongreyê bi serok hat hilbijartin û Nêçîrvan Barzanî jî wek cîgirê serok hat hilbijartin, pişter Endamên Encûmena Serkirdayetiyê wiha hatin hilbijartin:

1. Mesrûr Barzanî

2. Sîdad Barzanî

3. Kerîm Şengalî

4. Yousif Barzanî

5. Roj Nûrî Şawês

6. Hişyar Zêbarî

7. Fazil Mîranî

8. Nezhet Halî Mihemed

9. Newzad Hadî Mewlod

10. Beyan Samî Ebdulrehman

11. Qadir Qaçax

12. Dr. Kemal Kerkûkî

13. Selah Delo

14. Azad Berwarî

15. Aras Huso Mîrxan

16. Sîrwan Barzanî

17. Serbast Lazgîn Ebdulrehman

18. Elî Husên Ehmed

19. Kakemîn Nejar

20. Nûrî Heme Elî

21. Dr. Çinar Saad Ebdullah

22. Piştîwan Sadiq Ebdullah

23. Hemin Hewramî

24. Ebdulxaliq Ebdulselam Babîrî

25. Remzî Şe'ban

26. Fireydun Jiwanroyî

27. Ze'îm Elî

28. Diyarî Husên Osman Hema Rez

29. Rêbwar Yalda Tirxan

30. Dilşad Şahab ​​Hacî Mihemed

31. Cafer Îbrahîm Hecî, bi navê Cefer Emînkî tê naskirin

32. Arif Tayfûr

33. Yûnis Mihemed Selîm Rojbeyanî

34. Sarbast Omer Hassan, bi navê Sarbast Tirwanshi jî tê naskirin

35. Sasan Awni

36. Edhem Osman Şêx Ehmed, bi navê Edhem Barzanî tê naskirin

37. Mehmûd Haşim Îlyas, bi navê Mehmûdê Êzdî tê naskirin

38. Elî Awni

39. Mehmûd Mihemed

40. Xesrew Ebdullah Îsmaîl, bi navê Xesrew Goran tê naskirin

41. Ebdulmuheymen Barzanî

42. Mihemed Mehmûd Ebdullah, bi navê Mihemed Harkî jî tê naskirin

43. Dr. Elî Teter Nêrweyî

44. Ehmed Edhem Ebdulcebar, bi navê Ehmedê Kanî jî tê naskirin

45. Izzedîn Berwarî

46. ​​Safîn Dizeyî

47. Nejat Elî

48. Şîrîn Amêdî

49. Evîn Tahir Îbrahîm, bi navê Evîn Hirûrî tê naskirin

50. Nazenin Mihemed weso.

Endamên yedek yên Encûmena Serkirdayetiyê:

1. Omer Osman Mêrgasûrî

2. Ebdullah Elî

3. Ako Çawşîn

4. Bilind Îsmaîl

5. Qadir Qadir

6. Ekber Heyder

7. Serbast Babîrî

8. Dr Hemîd Derbendî

9. Dr Viyan Sebrî.

Roja Înê 17.12.2010, peyama bidawîanîna kongreyê ji aliyê Dr. Pîrot Ehmed, Serokê Komîteya Serokatiya Kongireya 13 ve hate xwendin, piştî civîna Encûmena Serkirdayetiyê endamên Mekteba Siyasî ji van hevalan hatin hilbijartin:

1. Mesrûr Barzanî

2. Fazil Mîranî

3. Dr. Roj Nûrî Şawês

4. Hişyar Zêbarî

5. Azad Berwarî

6. Dr. Kemal Kerkûkî

7. Kerîm Şengalî

8. Zeîm Elî

9. Mehmûd Mihemed

10. Fereydûn Ciwanroyî

11. Selah Delo

12. Rêbwar Yelda

13. Cefer Emînkî

14. Kakemîn Nejar

15. Izzeddîn Berwarî.


Çavkanî:

  1. Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê, Kongre û Konferansa (Bername û Rêziknameya Navxweyî), Komîteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, berg 2, (Hewlêr - Çapxaneya Roxana - 2021).
  2. Kongireya 13 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) dest bi karê xwe kir. Rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK), hejmar 3645, Hewlêr, yekşem 12.12.2010.
  3. Di roja duwem ya kongireya 13an de, çend komîte hatin damezrandin.Rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, hejmar 3646, Hewlêr, Duşem, 13.12.2010.
  4. Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Bername û Rêbaza Kongireya Sêzdemîn, (Bê Cih - Bê Sal).
  5. Serok Barzanî bi yekdengiya endamên kongreya 13ê careke din wek Serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê hat hilbijartin.Rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 3648, Hewlêr, Çarşemî. 15.12.2010.
  6. Nêçîrvan Barzanî wek cîgirê serokê PDKê hat hilbijartin, Rojnameya Xebat, Organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, hejmar 3648, Hewlêr, Çarşem 15.12.2010.
  7. Şaban Elî Şaban, Çend Agahiyên Siyasî û Dîrokî, Çapa Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhelat - 2013).
  8. Endamên Nû yên Encûmena Serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK), Rojnameya Xebat, hejmar 3652, Hewlêr, Duşem 20.12.2010.
  9. Paytext… Kongreya 13ê a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bi dawî bû, Rojnameya Xebat, Organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, hejmar 3651, Hewlêr, yekşem 19.12.2010.

Gotarên Têkildar

Şoreşa Îlonê

Şoreşa Îlonê (Şoreşa Neteweyî ya Îlonê - 11 Îlon 1961). Bi serokatiya Mistefa Barzanî li dijî Hikûmeta Komara Iraqê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, heta sala 1975 û Peymana Cezayîrê dom kir.

Agahiyên bêtir

Şoreşa Barzan a Yekem

Di 14’ê Kanûna yekem a 1914’an de piştî bidarvekirina Şêx Abdulselam Barzanî ji aliyê dewleta Osmanî ve, Şêx Ehmed Barzanî di 18 saliya xwe de şûna birayê xwe yê mezin girt û bû serokê olî û civakî yê herêma Barzan.

Agahiyên bêtir

Şoreşa Gulanê

Şoreşa Gulanê - (Şoreşa Gulanê ya Pêşkeftinxwaz - 26 Gulan 1976). Ji aliyê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK)ê ve di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî de li dijî hikûmeta Be's li başûrê Kurdistanê hat destpêkirin û heta serhildana bihara sala 1991ê berdewam kir.

Agahiyên bêtir

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Berlînê – 11.08.1976), bi serokatiya Samî Ebdulrehman û hejmareke mezin ji endam û alîgirên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li derveyî welat, li Berlînê paytexta Almanyaya Rojava hat lidarxistin. Armanca konferansê nirxandina siyaseta berê ya PDK, ji nû ve birêxistinkirina organên partiyê û berfirehkirina şoreşa çekdarî bû li Başûrê Kurdistanê.

Agahiyên bêtir

Konferansa Bexdayê

Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê - destpêka sala 1950) Ev konferans ji aliyê Komîteya Herêmî ya Bexdayê ve hat li dar xistin,weke bersivek li hember civîna Koyê ya di sala 1950 de, ku bi mebesta avakirina komîteyeke navendî ya demkî û amadekariya kongreya duyemîn a PDK’ê bû.

Agahiyên bêtir