Mesrûr Barzanî

Akademîsyen û siyasetmedar Mesrûr Mesûd Mistefa Barzanî ku bi navê Mesrûr Barzanî tê naskirin, li sala 1985ê tevlî refên Pêşmergeyên Kurdistanê bû.


Akademîsyen û siyasetmedar Mesrûr Mesûd Mistefa Barzanî ku bi navê Mesrûr Barzanî tê naskirin, li sala 1985ê tevlî refên Pêşmergeyên Kurdistanê bû, di kongreya 12an a sala 1999ê û di kongreya 13an a sala 2010ê de wek endamê Komîteya Navendî û Encûmena Serkirdayetiyê û piştre jî wek endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê hate hilbijartin û di kongreya 14an a sala 2022ê de wek Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, di sala 2004ê de bû Serokê Dezgeha Parastina Herêma Kurdistanê û di sala 2012an de wek şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin, di sala 2019an de bû Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji bo pêkanîna kabîneya nehemîn hat erkdarkirin.


Jiyanname

Mesrûr Barzanî di 2ê Adara 1969ê de li gundê Dîlman a ser bi devera Balekayetî ji dayîk bûye, ji malbata şêxên Takya Barzanî ye, xwendina xwe ya amadeyî li Komara Îslamî ya Îranê qedandiye. Di sala 1993an de ji bo domandina xwendina xwe çû Amerîkayê û di sala 1997an de li zanîngeha Washingtonê li Amerîkayê bawernameya bekalryosê (lîsansê) di warê têkiliyên navneteweyî de wergirt û paşê xwendina xwe li heman zanîngehê berdewam kir û bawernameya masterê di warê aştî û çareseriya nakokiyan de wergirt, zewicî ye û sê kur û yek keçên wî yên bi navên Yasmîn, Arîn, Berzîn û Aran hene. Kurdî, Farisî, Îngilîzî û Erebî dizane.


Xebatname

Mesrûr Barzanî havîna sala 1985ê tevlî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû û di nav refên Şoreşa Gulanê ya pêşverû de wek Pêşmerge beşdar bû. Di sala 1988an de beşdarî Dastana Xewkurkê dibe û piraniya şeran bi kameraya xwe tomar dike, di sala 1991ê de wek pêşmerge beşdarî serhildana Kurdistanê dibe û di heman salê de beşdarî dewreya nehem a Peymangeha Kadroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibe.

Di sala 1989’an de di kongreya 10’an de, di sala 1999’an de kongreya 12’an û di sala 2010’an de jî di kongreya 13’an de wek nûner beşdar bûye û di kongreyên 12 û 13an de wek endamê Komîteya Navendî û Encûmena Serkirdayetiyê û paşê wek endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, di kongreya 14 a sala 2022ê de bi yekdengî ya nûnerên kongreyê wek cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin.


Erk û berpirsiyarî

Di sala 1998ê de ji bo xizmetkirinê ji Amerîkayê vegeriya Kurdistanê û di 20ê Mijdara 2004ê de bû berpirsê Ajansa Parastina Herêma Kurdistanê.

Di sala 2004 de, ew yek ji şêwirmendên Serok Mesûd Barzanî bû ji bo nivîsandina destûra Iraqa Federal û di sala 2005ê de ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve wek berpirsê doseya yekgirtina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Silêmaniyê hat destnîşankirin, di 30 Nîsana 2012ê de bi biryara hejmar 68 ya Serokatiya Herêma Kurdistanê weke şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin û di sala 2017ê de bi awayekî çalak beşdarî piroseya referandoma serxwebûna Kurdistanê bû.

Roja 3ê Kanûna 2018ê di civîna Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de wek berbijêrê wê partiyê ji bo postê serokwezîriya Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin û roja sêşemî 11ê Hezîrana 2019ê, bi 87 dengan ji 97 dengan, ji aliyê endamên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ve wek serokwezîrê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.

Di 12ê Hezîrana 2019an de bi biryarnameya herêmê Jimare 1 ji aliyê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê ve ji bo pêkanîna kabîneya nehemîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê hat erikdarkirin û roja Çarşemî 10. Tîrmeha 2019 li salona parlamentoya Kurdistanê bawerîya serokayetiya dewreya pêncem ya civata wezîrên kurdistanê bo kabîneya nehê ya hikûmeta herêma Kurdistanê wergirt.

Şerê li dijî terorîstên DAIŞê

Piştî Tebaxa 2014ê di rûbirûbûna êrişên terorîstên DAIŞê bo ser Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ligel Hevpeymaniya Navdewletî odeya operasyonên hevbeş ava kir û roleke bibandor di arastekirina êrîşên asmanî û lidarxistina operasiyonên meydanî li dijî terorîstan lîst û hevdem ligel Serok Mesûd Barzanî li eniyên şer amade bû û di çavdêriya piraniya operasyonên li dijî DAIŞê de beşdar bû.

Di 20’ê Kanûna 2014’an de beşdarî operasyona rizgarkirina deşta Rebîa û Çiyayê Şengalê bû, di 13’ê Mijdara 2015’an de jî beşdarî operasyona rizgarkirina bajarê Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê bû.


Çalakiyên xêrxwazî ​​û akademîk

Di damezrandina Navenda Mistefa Barzanî de ji bo Aştiya Kurdî li zanîngeha Amerîkî li Washingtonê bi awayekî aktîf beşdar bû û di 24ê hizêrana 1999ê de, di vekirina baregehê de gotara Serok Mesûd Barzanî xwend, di 17ê Nîsana 2000ê de li baregeha Mistefa Barzanî beşdarî kongreya cîhanî ya kurd û lêgerîna nasnameyê bû.

Di sala 2005an de Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî damezrand, ku ew dezgeheke xêrxwazî ​​ye ji bo pêşkêşkirina alîkariyan bo penaber û xelkê deverê yên hewcedar, di Kanûna dutem a sala 2013an de kevirê bingehîn ê zanîngeha Amerîkî li Duhokê danî û niha jî serokê fexrî yê desteya wê zanîngehê ye.

Di sala 2014an de Desteya Insîklopediya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo nasandin, komkirin, belgekirin û weşandina dîroka serwerî ya xebat û têkoşîna PDKê damezrand.


Çavkanî:

Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Komkujiya li ber deriyê Seray li bajarê Silêmaniyê

Ev komkujî di havîna 1963’an de di dema rejîma Be'sê de li parêzgeha Silêmaniyê pêk hat ku di wê baweriyê de bûn ku eger komkujî û êrîşeke berfireh li ser Kurdistanê pêk bînin, wê di demeke nêz de Şoreşa Îlonê hilweşînin û tevahiya Kurdistanê bixin bin kontrola xwe, her çende li Silêmaniyê dest bi girtin û komkujiya mirovên bêguneh kirin jî, ku ne bi tenê serketî nebûn lê li şûna vê di hemû êrîşên xwe yên li ser Çiyayê Ezmerê têk çûn.

Agahiyên bêtir

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Nûrî Şawês

Nûrî Sedîq Elî Resûl bi nasnav Endezyar Nûrî Şawês tê naskirin, di sala 1935’an de tevlî refên Komeleya Azadiya Kurd dibe, di sala 1951 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Duyem) tê hilbijartin. Di sala 1953an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya Sêyem) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Nejat Elî Salih

Nejat Elî Salih di sala 1985an de tevlî Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bû, di sala 2010an de di kongreya 13an de bû endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK).

Agahiyên bêtir