Civîna Şawane a Partiya Dêmokrata Kurdistanê

Civîna Şawane a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) (Civîna Shawana - Destpêka Tîrmehê 1979) piştî koça dawî ya Serok Mistefa Barzanî bi mebesta rêkxistina kar û barên Partiyê û amadekariyên kongreya nehemîn li gundê Şawane yê Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin.


Sedema lidarxistina civînê

Di 11’ê Sibata 1979’an de, piştî serhildana gelên Îranê, Rejîma Paşayatî li wî welatî hilweşiya û Komara Îslamî kete şûna wê, serkirdayetiya Partiya Dêmokrata a Kurdistanê (PDK) karî peywendiyên baş ligel desthilata nû ya Îranê dirust bike, ji sala 1974ê ve hejmareke zêde ya penaberên Başûrê Kurdistanê li wî welatî bûn, di destpêka sala 1979an de bûyereke din a diltezîn mirina Serok Mistefa Barzanî bû, Serok Barzanî piştî çar salan penaberiyê di 1ê Adara 1979an de li Amerîkayê koça dawî kir û roja 4ê Nîsana heman salê termê wî bo Îranê hat vegerandin û li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê hat veşartin.

Rewşa ku guherînên herêmê bi giştî û mirina Serok Mistefa Barzanî li ser rêxistinên PDK’ê pêk anî bû, civîneke berfireh û lezgîn pêwîst bû, ji bo vê mebest ê di destpêka Tîrmeha sala 1979ê de, serkirdayetiya demkî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li gundê Şawane li bakurê bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, civîneke berfireh lidarxist, di civînê de çend biryarên girîng hatin girtin, ya herî girîng jî hilbijartina Mesûd Barzanî wek serokê demkî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû, heta kongreya nehê û hilbijartina Samî Ebdulrehman wek sekreterê giştî yê Partiyê, Her wiha ji bo asayîkirina peywendiyan li gel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û domandina peywendiyên digel Komara Îslamî ya Îranê li dijî rejîma Iraqê, bi şertê ku PDK nexwaze destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Kurdistana Îranê de bike, di civînê de Mesûd Barzanî daxwaz kir ku bilez kongreya nehemîn heya havîn an payîza sala 1979ê were lidarxistin, lê Samî Ebdulrehman û komeke din di wê baweriyê de bûn ku divê kongre heta bihara sala 1980 were paşxistin, heta ku bernameya nû ya partiyê bi temamî di nav penaber û rêxistinên Partiyê de li Îranê bi cih were, di dawiyê de biryar hat dayîn kongre di roja ku ji aliyê Mesûd Barzanî ve hatiye pêşniyarkirin de were lidarxistin.


Di encama civînê de ji bo kongreya nehemîn a PDK’ê komîteyek amedekar hat destnîşankirin, komîte jî ev bûn:

1. Elî Ebdullah

2. Îd1rîs Barzanî

3. Mihemed Mela Qadir

4. Reşîd Sindî

5. Arif Teyfûr

6. Kerîm Şengalî

7. Wirya Saati


Çavkanî:

1.Mohsin Dzeyî, Westgehên Jiyana Min, Beşa 3 û Dawî, (Hewlêr - Çapxaneya Mukurianî - 2015).

2.Roznamêhê kêyhan, şomarêhê 10751, Têhran, 16’tîrmahê 1358, 7’Têmozh 1979.

3.Roznamêhê Bamdad, şomarêhê 53, Têhran, 17’tirmahê 1358, 8’ Temozeh 1979.

4.Samî Ebdulrehman, Hizb El-şeib El-dîmoqratî El-Kurdistanî, El-bedîl El-sewrî fî 1981. Elihereke El-teheroriye El-kurdiye, El-teqrir El-siyasî Lil-mutemer El-tesîsî Lil-hizb El-Şeib El-dîmoqratî El-kurdistanî, 26-30 Temoz 1981.

6.Mihemed Mela Qadir, Xebatname, Kurte Dîroka PDK û Barzaniyê Nemir, Çapa Sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Aras- 2012).

 


Gotarên Têkildar

Şoreşa Îlonê

Şoreşa Îlonê (Şoreşa Neteweyî ya Îlonê - 11 Îlon 1961). Bi serokatiya Mistefa Barzanî li dijî Hikûmeta Komara Iraqê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, heta sala 1975 û Peymana Cezayîrê dom kir.

Agahiyên bêtir

Şoreşa Barzan a Yekem

Di 14’ê Kanûna yekem a 1914’an de piştî bidarvekirina Şêx Abdulselam Barzanî ji aliyê dewleta Osmanî ve, Şêx Ehmed Barzanî di 18 saliya xwe de şûna birayê xwe yê mezin girt û bû serokê olî û civakî yê herêma Barzan.

Agahiyên bêtir

Şoreşa Gulanê

Şoreşa Gulanê - (Şoreşa Gulanê ya Pêşkeftinxwaz - 26 Gulan 1976). Ji aliyê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK)ê ve di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî de li dijî hikûmeta Be's li başûrê Kurdistanê hat destpêkirin û heta serhildana bihara sala 1991ê berdewam kir.

Agahiyên bêtir

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Berlînê – 11.08.1976), bi serokatiya Samî Ebdulrehman û hejmareke mezin ji endam û alîgirên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li derveyî welat, li Berlînê paytexta Almanyaya Rojava hat lidarxistin. Armanca konferansê nirxandina siyaseta berê ya PDK, ji nû ve birêxistinkirina organên partiyê û berfirehkirina şoreşa çekdarî bû li Başûrê Kurdistanê.

Agahiyên bêtir

Konferansa Bexdayê

Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê - destpêka sala 1950) Ev konferans ji aliyê Komîteya Herêmî ya Bexdayê ve hat li dar xistin,weke bersivek li hember civîna Koyê ya di sala 1950 de, ku bi mebesta avakirina komîteyeke navendî ya demkî û amadekariya kongreya duyemîn a PDK’ê bû.

Agahiyên bêtir