Kongreya nehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Kongreya nehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) - (Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq - 10ê Mijdara 1979), piştî koça dawî ya Serok Mistefa Barzanî u bi biryara civîna Şawane li kampa penaberan a Zêwe ya Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin.


Rewş û sedem

Di sala 1979’an de piştî serhildana gelên Îranê, desthilatdariya Padîşahî li wî welatî hilweşiya û Komara Îslamî kete şûna wê, Serkirdayetiya PDKê karîbû bi rejîma nû ya Îranê re têkiliyên baş çêbike, di nav bûyerên herî bibandor de koça dawî ya Serok Mistefa Barzanî di destpêka Adara sala 1979ê de û vegerandina termê wî bo bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê di 4ê Adara heman salê de bû.

Rewşa guhertinên herêmê bi giştî û wefata Serok Mistefa Barzanî li ser rêxistinên PDK’ê de hiştibû ku partî kongreyekê li dar bixe, ji ber vê yek ê Serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) di destpêka Tîrmeha sala 1979an de li gundê Şawane yê bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê civîneke berfireh saz kir, Herwiha di civînê de çend biryarên giring hatin dayîn, ji wan Mesûd Barzanî wek serokê demkî yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin heta kongreya nehemîn, lezkirina lidarxistina kongreyê di sala 1979an de û avakirina komîteyeke amadekar ji bo kongreyê.


Lidarxistina kongreyê

Piştî destnîşankirina wan di civîna Şawana de, komîteya amadekar dest bi amadekariyên kongreyê kir, ji bilî vê komîteyê, çend komîteyên din ên amadekar ji aliyê liqan ve hatin avakirin, ku ji endamên wan pêk dihat. Di nava sê mehan de amadekarî bi dawî bûn û endamên kongreyê hatin hilbijartin, nehemîn kongreya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) di bin diruşmeya (Kurdistan yan neman – Desthilatiya hevpeymaniya pêşkeftî ya demokratîk li Iraqê û Otonomiya Rastî ji bo Kurdistanê) ji roja 10 heya 14ê Mijdara 1979ê bi amadebûna 325 endaman, pêşî li gundê Derbendê û piştre li kampa Zêwe ya penaberên Başûrê Kurdistanê li rojavayê Urmiyê, Li Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin, kongre bi xwendina raporteka Serok Mesûd Barzanî dest pê kir û piştre Partiya Komunîst a Iraqê û çend aliyên din ên di kongreyê de amade bûn axaftin kirin.

Her  di destpêka kongreyê de hin endamên serkirdatiya demkî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Samî Ebdulrehman piştî ku çend daxwazên wan nehatin cîbicîkirin, ji kongreyê vekişiyan. yek ji wan daxwazan ew bû ku endamên serkirdayetiya demkî navên wan nekevin dengdanê û rasterast bibin endamên komîteya navendî, lê ev pêşniyar ji aliyê kongreyê ve hat redkirin û bû sedema cudabûna hin endamên serkirdayetiya demkî, wan pişt re Partiya Demokrata Gelê Kurdistanê ava kirin.

Çûyîna hin endamên serkirdayetiya demkî kongre netewand û endaman karê kongreyê berdewam kirin, Serok Mesûd Barzanî bi yekdengî wek serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, piştre endamên kongreyê komîteya navendî ya nû ya partiyê destnîşan kirin ku ji van kesan pêk dihat:

1. Elî Ebdullah

2. Îdrîs Barzanî

3. Nûrî Şawês

4. Fazil Mîranî

5. Felakeddîn Kakeyî

6. Reşîd Arif Atroşî

7. Mihemed Mela Qadir

8. Xurşîd Selîm Şêre

9. Dr. Cercîs Hesen

10. Dr. Roj Nûrî Şawês

11. Reyîs Ebdullah Berwarî

12. Mulazim Elî

13. Yunus Rojbayanî

14. Mulazim Hecer Sindî

15. Hemîd Berwarî

16. Dr. Mihemed Salih Cuma

17. Azad Berwarî

18. Necmeddîn Yûsfî

19. Hişyar Zêbarî

20. Dr. Mihemed Seîd Doskî

21. Dr. Seîd Barzanî.

Endamên yedek ên Komîteya Navendî ev bûn:

1. Firanso Herîrî

2. Hemîd Efendî

3. Nadir Hewramî

4. Azad Qeredaxi

5. Dr. Kemal Kerkûkî.

Kongreyê desthilat da Komîteya Navendî ku komîteyên lêkolînê ava bike ji bo lêkolînkirina giliyan û diyarkirina pêgeha sekreter û endamên Mekteba Siyasî û Komîteya Navendî ya ku ji PDK’ê veqetiyane.

Piştî kongreyê yekem civîna asayî ya komîteya navendî bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî li kampa penaberan li Zêwe hat lidarxistin û 3 rojan berdewam kir û Mekteba Siyasî ya partiyê hat avakirin ew jî Elî Ebdullah - sekreter, Îdrîs Barzanî, Fazil Mîranî, Felakedîn Kakeyî, Dr. Mihemed Salih Cuma, Reyîs Ebdullah Berwarî û Nûrî Şawês bûn.

Yek ji biryarên kongreyê derxistina endamên berê yên komîteya navendî bû yên ku ji partiyê veqetiyane, ji bilî Salih Yûsfî ku bi razîbûna Serok Mistefa Barzanî vegeriyabû Iraqê.


Çavkanî:

  1. Mihemed Mela Qadir, Xebatname, Kurte Dîroka PDK û Barzaniyê Nemir, Çapa Sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Aras- 2012).
  2. Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê, Kongre û Konferans (Bername û Rêziknameya Navxweyî), Komîteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Bergê 1, (Hewlêr - Çapxaneya Roxana - 2021).
  3.  Selah El-xirsan, El-teyarat El-siyasiyeh Fî Kurdistan El-Iraq, Qîraet Fî   Melefat El-herkat We El-ahizab El-kurdîyeh Fî El-Iraq 1946- 2001, (Beyrût-  Metbeet El-belax- 2001).                                                                 
  4.  Hebîb Muhemed kerîm, Tarîx El-hizb El-dîmoqratî El-Kurdistanî-El-Iraq (fî Mihetat reisiyah 1946 - 1993), (Dohûk- Metbet  Xebat- 1998. 
  5. Mohsin Dzeyî, Westgeha Jiyana Min, Beş 3 û Dawî, (Hewlêr - Çapxaneya Mukriyanî - 2015).
  6.  Roznamêyh Kîhan, Şomarêh 10751, Têhran, 16hê Tîrmahê 1358 h ş, 7ê Temoza 1979m.
  7.  Roznamêyh Bamdad, Şomarêh 53, Têhran, 17hê Tîrmahê 1358 h ş, 8ê Temoza 1979m.
  8.     Î'az El-licneh El-merkezîyeh we El-mekteb El-siyasîyeh Fî El-mutemer El-tasi' 1979,Cerîdet Xebat, lisan Hal El-hizb El-dîmoqratî El-Kurdistanî, El-edet 794, Erbîl, 12ê Tebaxa 1996.
  9. Rapora Siyasî, Leşkerî û Rêxistinî ya Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Rêheval Mesûd Barzanî ji bo Kongreya nehê ya Partiya me ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku di navbera (4-11 Mijdar 1979) de hat lidarxistin.

Gotarên Têkildar

Şoreşa Îlonê

Şoreşa Îlonê (Şoreşa Neteweyî ya Îlonê - 11 Îlon 1961). Bi serokatiya Mistefa Barzanî li dijî Hikûmeta Komara Iraqê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, heta sala 1975 û Peymana Cezayîrê dom kir.

Agahiyên bêtir

Şoreşa Barzan a Yekem

Di 14’ê Kanûna yekem a 1914’an de piştî bidarvekirina Şêx Abdulselam Barzanî ji aliyê dewleta Osmanî ve, Şêx Ehmed Barzanî di 18 saliya xwe de şûna birayê xwe yê mezin girt û bû serokê olî û civakî yê herêma Barzan.

Agahiyên bêtir

Şoreşa Gulanê

Şoreşa Gulanê - (Şoreşa Gulanê ya Pêşkeftinxwaz - 26 Gulan 1976). Ji aliyê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK)ê ve di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî de li dijî hikûmeta Be's li başûrê Kurdistanê hat destpêkirin û heta serhildana bihara sala 1991ê berdewam kir.

Agahiyên bêtir

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Berlînê – 11.08.1976), bi serokatiya Samî Ebdulrehman û hejmareke mezin ji endam û alîgirên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li derveyî welat, li Berlînê paytexta Almanyaya Rojava hat lidarxistin. Armanca konferansê nirxandina siyaseta berê ya PDK, ji nû ve birêxistinkirina organên partiyê û berfirehkirina şoreşa çekdarî bû li Başûrê Kurdistanê.

Agahiyên bêtir

Konferansa Bexdayê

Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê - destpêka sala 1950) Ev konferans ji aliyê Komîteya Herêmî ya Bexdayê ve hat li dar xistin,weke bersivek li hember civîna Koyê ya di sala 1950 de, ku bi mebesta avakirina komîteyeke navendî ya demkî û amadekariya kongreya duyemîn a PDK’ê bû.

Agahiyên bêtir