Kongreya Yazdehan a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Kongreya Yazdehan ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) (Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtû – 26ê Tebaxa 1993) Piştî serhildana bihara sala 1991ê li Başûrê Kurdistanê û damezrandina Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê hat li darxistin.


Rewş û amadekarî

Di 2’ê Tebaxa 1990’an de artêşa Iraqê Kuweyt dagîr kir û vê dagîrkariyê hêzên hevpeymanan anîn ser xetê û di 17’ê Kanûna duyem a 1991’an de artêşa Iraqê ji aliyê hêzên hevpeymanan ve ji Kuweytê hat derxistin û bi awayekî dijwar hat şikandin, vê şikestina artêşa Iraqê jîngeheke guncay ji bo berfirehkirina çalakiyên hêzên opozîsyona Iraqê çêkir. Di vê heyamê de serkirdayetiya Bereya Kurdistanê li gel aliyên din ên Iraqî li hundirê Iraqê dest bi tevgerên siyasî û leşkerî kirin.

Di vê çarçovê de serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) çendîn civînên berfereh li dar xistin, ji wan civîna di destpêka meha Sibata sala 1991 de, ku endamên komîteyên navendî yên kevin û nû, ku nêzîkî pêncî endam bûn, tê de beşdar bûn, di civînê de biryar hat dayîn ku ji bo vegera nava axa Kurdistanê amadekarî bên kirin û piştre jî serhildaneke giştî bê kirin, Di vê çvînê de erk bi fermandariya Mes'ûd Barzanî hatin parvekrin û hêz li ser sê baskan hatin dabeşkirin: baska Hewlêr, baska Duhok, baska Mûsil, baska Silêmanî û Kerkûk, piştî hemû amadekariyan, Serhildana Kurdistanê di 5ê Adara 1991ê de dest pê kir û heya 21ê Adara 1991ê de hemû navçeyên Kurdistanê ji destê rejîmê hatin rizgarkirin.

Piştî serhildana 1991’an a li dijî rejîma Iraqê û komreva gelê Başûrê Kurdistanê û avakirina Civata Niştimanî ya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Komîteya navendî di civîna meha Adarê de biryara lidarxistina kongreya Yazdehan a PDK'ê da, ji bo vê yekê komîteyeke amadekar hat avakirin ku ji Mihemed Mela Qadir, Firanso Herîrî, Remzî Şaban, Xurşîd Şêre, Necmeddîn Yûsfî, Şêxallah Îbrahîm, Barzan Mela Xalid, Kemal Hesen, Nejat Hesen, Habib Kelaş û Îcra Seîd pêk dihat, di Hezîrana 1993an de piraniya amadekariyên kongreyê temam bûn û endamên kongreyê hatin hilbijartin, sê partiyan biryar dan ku bi Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) re bibin yek: Partiya Yekgirtina Kurdistanê (HSK-PASOK-Partiya Gel) Yekîtiya Dêmokrat a Kurdistanê û Tevgera Kurdên Feylî yên Misilman. Sernavê (Yekgirtî) ji bo cara duyemîn bi guhertinên sivik ve navê wê bû Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtî.

Lidarxistina kongreyê

Ji roja 16 heta 26ê Tebaxa 1993an, bi beşdariya 2 hezar û 167 endaman, kongreya yazdehemîn li hola Zer a bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, hat lidarxistin, cara yekemîn jî bû hejmareke berçav a jinan bi 124 endaman beşdarî kongreyê bûn, nûçeyên vê gongreyê rojane di medyayan de dihatin belavkirin.

Kongre bi dirûşmeya (Aştî, Azadî û Demokrasî) hat lidarxistin, rapora siyasî ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hat xwendin, herwiha di di bername û rêbazan de guhertinên berfireh li gorî rewşa nû hatin kirin, herwiha di kongreyê de çend biryar hatin standin ku ya herî girîng ew bû ku termên nemir Barzanî û Îdrîs Barzanî bên vegerandin ji bo ku li Barzanê werin veşartin, her wiha biryar hat dayîn ku asankarî ji vegeryana hejmara herî zedê a penaberên li Îrane bên kirin.

Kongreya Yazdehan federalîzma Herêma Kurdistanê pejirand û piştgirî da Kongreya Netewî ya Iraqê ya Yekgirtû, ku armanca wî hilweşandina rejîma Saddam Huseyn bû, li ser asta medyaya biyanî, rojnamevan Amîna Soula û rojnamevan Fatima Azouz ji Komara Tûnisê wek mêvan ji bo Kongreyê hatibûn vexwendin, beşek ji mêvanan Kongrey jî George Bicard endamên Kongresê Amerîkî, David Phillip, Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Amerîkî, Lîwa Hesen Neqîb û Dr. Ehmed Çelebî, Serokê Kongreya Neteweyî ya Iraqê – Yekgirtû, Tehsîn Meala, Ednan Mihemed Nûrî, Ezîz Elîyan, Mihemed Ebdulcebar, Hanî Fokeykî, Mihemed Mihemed Elî, Adil Ebdulmehdî, Encumena Bilind a Şoreşa Îslamî li Iraqê, Munzîz Lewîs, Sekreterê Partiya Sosyalîst a Iraqê.

Pêkhateya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser bingeha rêziknameya navxwe ya kongireya yazdehan, ji şane, şaneya sereke, komîteya rêkxistinî, komîta navçeyî, komîta liq, komîta navendî, Mekteba siyasî, cîgirê serok û serok, pêk dihat, herwiha Lijneya Navendî ya Pişkinîn û Çavdêriyê jî rasterast ji aliyê Kongreyê ve hat hilbijartin, ev cara dawî ye ku Komîteya Navendî ya Pişkinîn û Çavdêriyê rasterast ji aliyê endamên kongreyê ve tê hilbijartin û saxleta endamên serkirdayetiyê jêre tê dayîn, ji ber ku wan bawerî ji kongreyê wergirtiye.

Saziyên PDK'ê di sala 1993'an de ji: Mekteba Rêxistina Navendî, Mekteba Navendî ya Çand û Çapemeniyê, Mekteba Leşkerî ya Navendî, Mekteba Rêveberiya Navendî, Mekteba Navendî ya Darayî û Mekteba Navendî ya Rêxistinên Cemawerî û Pîşeyî, Mekteba Navendî ya Têkiliyên Neteweyî, Mekteba Navendî ya Têkiliyên Derve û Mekteba Navendî ya Lêkolînan.


Endamên Komîteya Navendî ya Kongreya Yazdehan:

1. Nêçîrvan Barzanî

2. Samî Ebdulrehman

3. Cewher Namiq Salim

4. Hişyar Zêbarî

5. Fazil Mîranî

6. Yunus Rojbayanî

7. Firanso Herîrî

8. Roj Nûrî Şawês

9. Qadir Qadir

10. Sead Ebdullah

11. Izzedîn Berwarî

12. Hemey Hecî Mehmûd

13. Kerîm Şengalî

14. Dr Cercîs Hesen

15. Kemal Kerkûkî

16. Elî Şengalî

17. Qadir Cebarî

18. Mulazim Şiwan

19. Seyîd Kake

20. Omer Botanî

21. Azad Berwarî

22. Celîl Feylî

23. Şewket Şêx Yezdîn

24. Omer Osman Mêrgasûrî

25. Selahedîn Îbrahîm Qadir, Selah Delo

26. Birûsk Nûrî Şawês

27. Remzî Şe'ban

28. Mulazim Kerîm

29. Derwêş Axa

30. Zeîm Elî

31. Ebdulezîz Teyib

32. Nizamuddîn Gilî

33. Arif Taifûr

34. Mesûd Seleyî

35. Mihemed Mela Qadir

36. Abdullah Agrîn

37. Şîrîn Amêdî.


Endamên yedek yên Komîteya Navendî:

1. Mehmûd Mihemed

2. Zêrevan Nêrwayî

3. Emîn Qadir

4. Dr Nasîh Xefûr

5. Ekber Heyder

6. Azad Qeredaxi

7. Barzan Mela Xalid

8. Kemal Hesen Çewmar

9. Nûrî Heme Elî.

 

Di kongreyê de endamên Lijneya Navendî ya Pişkinîn û Çavdêriyê bi dengên rasterast ji aliyê endaman hatin hilbijartin, ew jî Felakeddîn Kakeyî, Hebîb Mihemed Kerîm, Reşîd Sindî, Îsmaîl Mela Ezîz, Elî Caf, Dr. Mihemed Salih Cuma, Mihemed Merûf, Mihemed Qazî û Elî Qasim Şengalî bûn.

Ji aliyê endamên kongreyê ve, cara sêyemîn bi yekdengî, Serok Mesûd Barzanî wek serokê nû yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtin û Elî Ebdullah jî wek cîgirê serok hat hilbijartin, piştre di civîna Komîteya Navendî de, ji 29 heta 31Tebaxa 1993, desteyeke nû ya Mekteba Siyasî hate hilbijartin, ew jî Nêçîrvan Barzanî, Cewher Namiq Salim, Samî Ebdulrehman, Hişyar Zêbarî, Fazil Mîranî, Dr. Roj Nûrî Şaweys, Dr. Cercîs Hesen, Azad Berwarî, Zeîm Elî, Hemey Hacî Mehmûd û Mulazim Kerîm.

Di vê kongreyê de di dîroka PDK’ê de cara duyemîn Serok Mesûd Barzanî madalyaya Bazanî da 9 serkirde, fermandar û hevalên Barzanî.


Çavkanî:

  1. Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê, Kongire û Konferans (Bername û Rêbazên Navxweyî), Komîteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Bergê 2, (Hewlêr- Çapxaneya Roxana- 2021).
  2. Mihemed Mela Qadir, Xebatname, Kurte Dîroka PDK û Barzaniyê Nemir, Çapa Sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Aras- 2012).
  3. Hebîb Muhemed kerîm, Tarîx El-hizb El-dîmoqratî El-Kurdistanî-El-Iraq (fî Mihetat reisiyah 1946 - 1993), (Dohûk- Metbet  Xebat- 1998. 
  4. Elî Sncarî, Ha Qed Edna Ela Elhiezb Elum, Ceridet Elşexîleh, Lsan Hal Elathad Eldêmoqratî Elkurdistabî- Eliraq, Eladet 29, Iwail Temoz, 1993m.
  5. El-Itihad El-dîmoqratî El-Kurdistanî Ye'qid konfîransen Tewhîdîyen We Yeqir  Hel Nefseho We El-ewdeh îla El-hizb El-dîmoqratî, Cerîdet El-şu'leh, Lisan Hal El-Itîhad El-dîmoqratî El-Kurdistanî, Eledet 29, Ewail Temoz 1993m
  6. Beyan El-wehdeh Beyne El-hizb El-dîmoqratî El-Kurdistanî We Hizb El-wehdeh El-kurdistanî, Lîsan Hal El-hizb El-dîmoqratî El-Kurdistanî, El-edet 685, 28ê temoz 1993m
  7. Şaban Elî Şaban, Çend Agahiyên Siyasî û Dîrokî, Çapa Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhelat - 2013).
  8. Selah Bedredin Elhereke Elweteniyeh Elsurîyeh, Elcze Elsani, (Erbîl- Rabîtet Kawa Llseqafeh Elkurdîyh- Metbeat Rojhelat- 2018).
  9. El-Itihad El-dîmoqratî El-Kurdistanî Ye'qid konfîransen Tewhîdîyen We Yeqir  Hel Nefseho We El-ewdeh îla El-hizb El-dîmoqratî, Cerîdet El-şu'leh, Lisan Hal El-Itîhad El-dîmoqratî El-Kurdistanî, Eledet 29, Ewail Temoz 1993m
  10. Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) - Yekgirtû, Bername û Rêziknameya Kongireya Yazdehan, (ne cih - ne sal).
  11. Kongre encamên hilbijartinên Encumena Navendî ya Partiya me radigihîne, Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtû, hejmar 1729, Hewlêr, roja Înê 27ê Tebaxa 1993an.
  12. Bername û rêziknameya navxwe ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) di kongreya yanzdehemîn a partiyê de ku di 16-26 Tebax 1993 de li dar ketibû, hate destnîşankirin, (Çapxaneya Xebat – Duhok).

 


Gotarên Têkildar

Şoreşa Îlonê

Şoreşa Îlonê (Şoreşa Neteweyî ya Îlonê - 11 Îlon 1961). Bi serokatiya Mistefa Barzanî li dijî Hikûmeta Komara Iraqê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, heta sala 1975 û Peymana Cezayîrê dom kir.

Agahiyên bêtir

Şoreşa Barzan a Yekem

Di 14’ê Kanûna yekem a 1914’an de piştî bidarvekirina Şêx Abdulselam Barzanî ji aliyê dewleta Osmanî ve, Şêx Ehmed Barzanî di 18 saliya xwe de şûna birayê xwe yê mezin girt û bû serokê olî û civakî yê herêma Barzan.

Agahiyên bêtir

Şoreşa Gulanê

Şoreşa Gulanê - (Şoreşa Gulanê ya Pêşkeftinxwaz - 26 Gulan 1976). Ji aliyê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK)ê ve di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî de li dijî hikûmeta Be's li başûrê Kurdistanê hat destpêkirin û heta serhildana bihara sala 1991ê berdewam kir.

Agahiyên bêtir

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Berlînê – 11.08.1976), bi serokatiya Samî Ebdulrehman û hejmareke mezin ji endam û alîgirên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li derveyî welat, li Berlînê paytexta Almanyaya Rojava hat lidarxistin. Armanca konferansê nirxandina siyaseta berê ya PDK, ji nû ve birêxistinkirina organên partiyê û berfirehkirina şoreşa çekdarî bû li Başûrê Kurdistanê.

Agahiyên bêtir

Konferansa Bexdayê

Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê - destpêka sala 1950) Ev konferans ji aliyê Komîteya Herêmî ya Bexdayê ve hat li dar xistin,weke bersivek li hember civîna Koyê ya di sala 1950 de, ku bi mebesta avakirina komîteyeke navendî ya demkî û amadekariya kongreya duyemîn a PDK’ê bû.

Agahiyên bêtir