A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Ebdulla Agrîn

Ebdullah Ezîz Xalid Mihemed, ku bi navê Ebdullah Agrîn jî tê naskirin, siyasetmedar û akademîsyen, di sala 1959an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) dibe, di sala 1974an de tevlî refên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1993an de, piştî yekgirtina çarem ji aliyê nûnerên Kongreyê ve weke endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Yekgirtû (Kongreya 11) hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Elî Hemdî

Elî Hemdî Mûsa Ebbas, di sala 1939’an de tevlî Partiya Hîwa Kurd dibe, di sala 1946an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê dibe, di sala 1953 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya sêyem.) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Ebdulhusên Feylî

Ebdulhusên Elî Elûş, di sala 1951ê de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurd bûye, di sala 1960 de ji aliyê nûnerên Kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) (Kongreya 5emîn) hat hilbijartin, di sala 1964an de ji aliyê Kongreya Şeşemîn ve ji Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hat dûrxistin.

Agahiyên bêtir

Elî şingalî

Elî Qasim Xidir Mihemed, ku bi navê Elî Şingalî û bavê Serdar jî tê naskirin, Siyasetmedar, di sala 1964 de bû endamê Encumena Serkirdayetiya Şoreşgê li Kurdistana Iraqê, di sala 1966an de di kongreya heftemîn de û di sala 1970 de wek endamê Komîteya Navendî û Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Ewnî Yûsif

Ewnî Yûsif Ehmed Qasim, ku bi navê Ewnî Qazî jî tê naskirin, di sala 1946an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Yekem) hat hilbijartin, di sala 1974 de, piştî alozbûna rewşê di navbera Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û Partiya Beis de tevlî hêzên Pêşmerge bû.

Agahiyên bêtir

Elî Eskerî

Elî Abdullah Reza, di sala 1960an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) (Kongreya Pêncemîn) hat hilbijartin, di 10ê Sibata 1971ê de ji bo cara duyem tevlî refên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû, di sala 1973an de ji aliyê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve wek fermandarê hêza Deşta Hewlêrê hat destnîşankirin.

Agahiyên bêtir